Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî adar adar
Îzafe adara adarên
Çemandî adarê adaran
Nîşandera çemandî adarê wan adaran
Bangkirin adarê adarino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî adarek adarin
Îzafe adareke adarine
Çemandî adarekê adarinan
 
Adarê bihar dest pê dike û gul û giya şên dibin.

adar

  1. meha 3 ji salnameya zayînî anku romî,
    li Kurdistanê yekem meha biharê

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Ne goyînê di xoşxwîn man
    Ne nîsan man, ne adar e
    Dilo borîn ji nîsanê
     — (Feqiyê Teyran, )

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

(Meh bi kurmancî):

Navên mehên salnameya kurdî li dûv pîrependên kurdî
  • çile..., derd û kul e (is upsetting)
  • sibat...e, libate e (is active)
  • adar...e, meşk li dar e (the butter churn is there)
  • nîsan...e, dew li kîsan e
  • gulan...e, ba û baran e
  • hezîran.., hezra teyran e
  • temûz..., kakil ket gûz
  • tebax...e, tirî bûye laxe
  • îlon...e, maz bez û don e
  • çirî...ye, mal tijî teyr û tajî ye
  • mijdar...e, mij û sar e
  • kanûn..., xwera xwelkê germerûn e
Navên werzên salnameya kurdî li dûv pîrependên kurdî
  • pêndixe..., derbaz nabe bê tilxe
  • axlêve..., bihar tê pê ve
  • newroz..., xilas bû dew û doz
  • bihar...e, keç û kur har e
  • havîn...e, xemrevîn e
  • payîz...e, zav zîz e
  • zivistan...e, çîrok û çîstan e
  • Biharê pez, havînê cêz û dêz, payîzê rez, zivistanê ez û ez

Binêre herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî ئادار(adar), herdu ji siryaniya klasîk ܐܕܪ(adar), hevreha îbranî אדר(adar) û erebî آذار(ʾāḏār)... hemû akadî 𒌗𒊺 (addari, meha 12 di salnameya babîlî de, beramberî 21.2. - 20.3. ya salnameya zayînî).

Texmîna ku "adar" ji "av-dar" anku "biav, têrav" be etîmolojiya gelêrî ye (bidin ber avrêl).

Piraniya navên mehên din jî yên kurdî û zimanên din yên Rojhilata Navîn bi rêya îbrî yan aramî ji akadî ne: sibat, nîsan, ayar, temûz, ab, îlon, çirî, kanûn.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

adar

  1. adar
  2. navê kulîlkek biharê[1]

Soranî biguhêre

Navdêr biguhêre

adar

  1. adar

Çavkanî biguhêre

Weylsî biguhêre

Navdêr biguhêre

adar

  1. firinde, balinde, teyr

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên firinde hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]