Gotûbêja modulê:ku-tewîn-nav
Tewandin
biguhêre@Ghybu:
- Îzafe-binavkirî
- Yekjimar
- nêr an mê: -î, -o, -û, -a → + y-ê/a: xanî-y-ê bilind, ba-y-ê bakûr, cû-y-a avî
- nêr an mê: -ê → -î + y-ê/a: rî-y-a (rê) teze, pî-y-ê (pê) dirêj
- mê: -e → Ø-a: mas-a (mase) hesinî, nam-a (name) dirêj
- pirrjimar
- nêr an mê: -î, -o,- û, -a, -ê → + y-ên
- nêr an mê: -e → Ø-ên: mas-ên (mase) mezin
--ÇalakГотубеж 19:42, 12 tîrmeh 2018 (UTC)
- nebinavkirî
- Yekjimar
- Navkî, Îzafe, Çemandî
- nêr an mê: -vowel → + y-ek: ça-y-ek, xalî-y-ek
--ÇalakГотубеж 19:50, 12 tîrmeh 2018 (UTC)
@Calak: Mixabin, hemû witira nîne (û heta niha min çavkaniyek rind li ser tewandina navdêran nedît)
- -a: ba --> bayê feqet zava --> zavê an zavayê min
- - e: teneke ---> tenekê min / tenekeyê min
- -ê: dê --> dê, deyê, diyê min
- -î:
- -o:
- -û: rû --> rûyê an riwê min // wî riwî/wan riwan an wî rûyî/ wan rûyan
- Navderên nêr bi tîpên "a" an "e", mînak: "aş"-- > êş // hesp ---> hêsp // welat --> welêt
- --Ghybu (gotûbêj) 22:31, 12 tîrmeh 2018 (UTC)
- Xûyakirin di nav gotran de: sêv, rê, melevanî, gund--Ghybu (gotûbêj) 02:40, 13 tîrmeh 2018 (UTC)
- Eger çavkanî dixwezî binêre: Blau, J., & Barak, V. (1999). Manuel de kurde: kurmanji. Editions L'Harmattan. rûpelên 35 heta 42.--ÇalakГотубеж 08:45, 13 tîrmeh 2018 (UTC)
- Xûyakirin di nav gotran de: sêv, rê, melevanî, gund--Ghybu (gotûbêj) 02:40, 13 tîrmeh 2018 (UTC)
Werger
biguhêre@Ghybu:, tu dikarî navder bikî navdêr? Spas!—Gomadapeyam 14:24, 14 tîrmeh 2018 (UTC)
- @Gomada: Di nav kodê de ji bo parametreyan tîpên diyakrîtîk (êîûş) natên nivîsandin--Ghybu (gotûbêj) 17:10, 14 tîrmeh 2018 (UTC)
- Bi min di navên kurdî de ("Izafe" û "çemandî") pirsgêrek hene ji ber ku her du jî "izafe" û "çemandî" ne...--Ghybu (gotûbêj) 13:08, 16 tîrmeh 2018 (UTC)
- Îzafe ji girêdana du (yan bêhtir) peyvan pêk tê. Mînak : Ez bajarê (bajarekî) mezin dibînim, mala (maleke) mezin, malên (maline) mezin dibînim.
- Lê ji bo rewşa çemandî gotineke duyem a girêdanê ne hewce ye. Mînak : Ez bajarî (bajarekî), malê (malekê), malan (malinan) dibînim.
- Loma, îzafe û rewşa çemandî ji hev cuda ne.—Gomadapeyam 14:18, 17 tîrmeh 2018 (UTC)
- Bi min di navên kurdî de ("Izafe" û "çemandî") pirsgêrek hene ji ber ku her du jî "izafe" û "çemandî" ne...--Ghybu (gotûbêj) 13:08, 16 tîrmeh 2018 (UTC)
Çemandî (nêr, yekjimar)
biguhêre@Gomada: Spas bo bersiva jorîn. Ez jî dibêjim Ez bajêr dibînim :).
Pirsek din, di rewşa çemandî (nêr, yekjimar) de paşgira -î pêwîst e? Paşgira -î tevlî kodê bikim an na (mînak: Ez gund an gundî dibînim)? Li gorî Bedirxan (1970) û W. M. Thackston (2006) paşgira -î kêm tê bikaranîn û ne pêwîst e; pîrrani li hêrema Botanê tê bikaranîn. Feqet, dîsa li gorî Bedirxan (1970), di rewsa nişander a çemandî de pêwîst e.
- Bi frensî
L'emploi du cas oblique du masculin singulier est en voie de disparition : il ne reste strictement obligatoire, dans tous les parlers, que lorsque le mot est précédé d'un adjectif démonstratif, etc. (voir alinéa précédent).
Dans le cas contraire, l'adjonction de la désinence casuelle -î n'est de règle absolue que dans les parlers de l'Est (Botan, etc.).
Ex. : Ez hespî (mirovî) dibînim, je vois le cheval (l'homme).Partout ailleurs, le cas oblique du masculin singulier ne s'obtient plus que par flexion en -ê des voyelles a et e; les mots qui ne comportent ni l'un ni l'autre de ces deux phonèmes restent alors invariables.
Ex. : Ez hêsp dibînim, je vois le cheval.
Mais : ez mirov dibînim, je vois l'homme.Enfin, dans beaucoup de régions, on néglige même de fléchir les termes qui renferment un a ou un e.
Ex. : Ez hesp dibînim, je vois le cheval, au lieu de : ez hespî (ou hêsp) dibînim.La formation du cas oblique par flexion des voyelles a ou e cesse d'être admise lorsque le mot qui les renferme est précédé d'un adjectif démonstratif, indéfini, interrogatif ou numéral. On devra dire :
- Tu kîjan hespî dixwazî ? Quel cheval veux-tu ? et non : tu kîjan hêsp dixwazî ?
- Ezji vî aşî têm, je viens de ce moulin, et non : ezji vî êş têm.
- Ez çel beranî dibînim, je vois quarante béliers, et non : ez çel berên dibînim, etc.
- Bi tirkî
Tekil eril eğik durumunun kullanımı kaybolma yolundadır: Yalnız, bütün ağızlarda, sözcük bir gösterme sıfatından, vb. sonra geldiği zaman kesinlikle zorunludur (bak önceki bent). Tersi durumda, -î ad çekim ekinin eklenmesi ancak Doğu ağızlarında (Botan, vb.) kesin kuraldır.
Ör. : Ez hespî (mirovî) dibînim, atı (adamı) görüyorum.Bununla birlikte her yerde, tekil eril eğik durum artık a ve e ünlülerinin -ê’ye bükülmesiyle sağlanmaktadır; bu iki fonemden ne birini, ne ötekini içermeyen sözcüklerse değişikliğe uğramaz.
Ör. : Ez hêsp dibînim, atı görüyorum.
Ama : ez mirov dibînim, adamı görüyorum.Kaldı ki, pek çok bölgede, a ya da e içeren sözcüklerin bükülmesi de ihmal edilmektedir.
Ör. : Ez hespî (veya hêsp) dibînim yerine Ez hesp dibînim.
- —Grammaire kurde, Celadet Alî Bedirxan û Roger Lescot (1970), r. 95
Gotûbêj
biguhêreÇemandî (nebinavkirî, pirjimar)
biguhêre@Ghybu: Silav, paşbendika "-inan"ê ya di tewandina nebinavkirî ya pirjimar de bala min kişand. Min heta niha nebihîstibû. Ji kerema xwe dikarî mînak bidî ji bo bikaranîna wê di hevokê de? Û bingeha wê çi ye dikarî rave bikî? –Pispor (gotûbêj) 19:44, 11 tebax 2019 (UTC)
- Silav Pispor. Çend çavkanî:
- Kurmanji Kurdish— A Reference Grammar with Selected Readings, W. M. Thackston, 2006, r. 17 → PDF
- Bîrnebûn, hejmar 27, r. 103 → PDF
- Kurmancî (kovar) hejmar 14-15, 1994, r. 147 → PDF (Zaro sêvinan dixwin)
- Zaro sêvan dixwin → ez dizanim kîjan sêvan dixwin û sêv ku derê ne :) → sêvên ku derê dixwin? sêvên ser meseyê :)
- Zaro sêvinan dixwin → ez nizanim kîjan sêvan dixwin û sêv ku derê ne (nayê nişan kirin)...
- --Ghybu (gotûbêj) 20:50, 11 tebax 2019 (UTC)
- @Ghybu: Gelek spas ji bo çavkaniyan. Bawer im di peyivîna rojane de tenê di "carinan" û belkî çend peyvên ku aniha nayên bîra min de min bi kar aniye vê tewangê. Balkêş e ku ne pir berbelav e. -Pispor (gotûbêj) 07:18, 12 tebax 2019 (UTC)
Nîşandera çemandî
biguhêre@Şêr, Bikarhêner, û Pispor: Di nav tabloyê de rewşa Nîşandera çemandî hewce ye?--Ghybu (gotûbêj) 13:24, 25 tebax 2019 (UTC)
- @Ghybu: Bi min ne pêwîst û ne "rast" e jî, ji ber ku ew ne rewşek e. Bi min be, em wê jê bibin. --Şêr (gotûbêj) 14:04, 25 tebax 2019 (UTC)
- @Ghybu: Bi ya min bi kêr tê wele. Ji ber ku di hemû devokan de cînavên nîşander ne wek kurmanciya standard in. Di hinan de tenê "wî" heye. Ne rewş be jî agahiyek kêrhatî ye bi ya min. -Pispor (gotûbêj) 15:50, 25 tebax 2019 (UTC)
- Gor qenaeta min jî hebûna "nîşandera çemandî" bifêde ye, lewra ez jî dibêjim bila hebe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:59, 25 tebax 2019 (UTC)
- Gelo mirov nikare wek "ne-rewş" bide nîşandan? Ji ber ku gava ez wisa wek mirovekî "nezan" li tabloyê binêrim, ez ê bejim qe ew jî rewşeke tewandinê ye. Mirov nikare "Rewşa" çemandî a nîşander bi agahiyekê bixemilîne? --Şêr (gotûbêj) 19:04, 25 tebax 2019 (UTC)
- @Ghybu: Bi ya min bi kêr tê wele. Ji ber ku di hemû devokan de cînavên nîşander ne wek kurmanciya standard in. Di hinan de tenê "wî" heye. Ne rewş be jî agahiyek kêrhatî ye bi ya min. -Pispor (gotûbêj) 15:50, 25 tebax 2019 (UTC)
navdêr + rengdêr
biguhêre
|
|
@Ghybu:, gelo tu dikarî formên bi vî awayî jî tevlî modulê bikî? --Spas Şêr (gotûbêj) 18:03, 21 tîrmeh 2019 (UTC)
- @Şêr: Formên din çito ne? weşana zindî ya / weşana zindî yê, weşana zindî yên, ...?--Ghybu (gotûbêj) 21:07, 21 tîrmeh 2019 (UTC)
- a) binavkirî /mê)
- 1. Navkî yj: weşana zindî - pj. weşanên zindî
- 2. Îzafe yj: weşana zindî ya/yê/yên - pj. weşanên zindî ya/yê/yên
- 3. Nîşander a çemandî yj: wê weşana zindî - pj. wan weşanên zindî
_______________________
- a) nebinavkirî (mê)
- 1. Navkî yj: weşaneke zindî - pj. weşanin zindî
- 2. Îzafe yj: weşaneke zindî ya/yê/yên - pj. weşanine zindî ya/yê/yên
- 3. Çemandî yj: weşananeke zindî - weşanine zindî
--Şêr (gotûbêj) 14:59, 22 tîrmeh 2019 (UTC)
- @Ghybu:, weşana zindî (weşan+îzafe), hemû form wek ya îzafeyê ne. - (zindî: nayê çemandin). + îzafe: weşana zindî + (ya/yê/yên)... Şêr (gotûbêj) 14:21, 29 tebax 2019 (UTC)
- Erê:) navdêr (îzafe) + rengdêr + (ya/yê/yên an jî a/ê/ên). Rewşa bangkirî: weşano zindî / weşanino zindî ye? --Ghybu (gotûbêj) 14:28, 29 tebax 2019 (UTC)
- @Ghybu: (Îzafe) ji bo hemû rewşan e. :) bnr --Şêr (gotûbêj) 14:29, 29 tebax 2019 (UTC)
- Mirov dibêje: Tu çawa yî bavê delal? û mirov nabêje tu çawa bavo delal? :)) --Şêr (gotûbêj) 14:30, 29 tebax 2019 (UTC)
- ... lê îzafe + rengdêr, li gor zayendê...--Şêr (gotûbêj) 14:31, 29 tebax 2019 (UTC)
- ya(ji bo mê) - gava rengdêr (gava rengdêr vokal/dengdêr)
- yê (ji bo nêr) (gava (dengdêr) (ji bo nêr) ""
- ên (ji bo mê û nêr) (gava dengdêr) (ji bo pj) ""
--- û ji bo dengdar (konzonant) jî a/ê/ên --Şêr (gotûbêj) 14:35, 29 tebax 2019 (UTC) ---
- Li vir tenê du peyv (ên ku di rewşa normal de peyvekê çênakin) li vir bûne "peyvek"eke bi wateyekê . --Şêr (gotûbêj) 14:38, 29 tebax 2019 (UTC)
- Û (y)a/(y)ê/(y)ên, cînavên pêwendî ne (relative pronoun/pronom relatif)--Şêr (gotûbêj) 14:45, 29 tebax 2019 (UTC)
- Lê ez bi rastî nizanim, gelo îzafeya îzafeyê jî heye? :)) --Şêr (gotûbêj) 14:47, 29 tebax 2019 (UTC)
- @Bikarhêner, Ghybu, û Şêr: Bi ya min çêkirina formên wisa şaş e. Tenê em navdêr binivîsin bes e. Her wiha dema zayenda peyvên hevedudanî nayên nivîsin, divê ew nekevin Kategoriya navdêrên bêzayend. --Balyozxane (gotûbêj) 16:13, 5 tebax 2020 (UTC)
- Ez dibêjim mîna lêkeran em dikarin navdêran jî dabeş bikin wek navdêrên hevedudanî, xwerû hwd. --Balyozxane (gotûbêj) 16:41, 5 tebax 2020 (UTC)
- @Bikarhêner, Ghybu, û Şêr: Bi ya min çêkirina formên wisa şaş e. Tenê em navdêr binivîsin bes e. Her wiha dema zayenda peyvên hevedudanî nayên nivîsin, divê ew nekevin Kategoriya navdêrên bêzayend. --Balyozxane (gotûbêj) 16:13, 5 tebax 2020 (UTC)
u, i?
biguhêredéjà-vu, haîku, cehi--Ghybu (gotûbêj) 03:45, 1 îlon 2019 (UTC)
Tîpên gir?
biguhêre-î (nêr) / -ê (mê)
biguhêreSilav hêja @Ghybu: Gava ku navdêrên nêr bi -î dawî bên (wek mejî) yan navdêrên mê bi -ê bi dawî bên (wek rê), formên wan yên çemandî yên yekhejmar yên diyar/binavkirî wek mejiyî û rêyê dixuye ku formên şaş in. Formên çemandî jî divê wek mejî û rê bin. Herwiha formên nîşandera çemandî divê wek wî mejî û wê rê bin (ne wek wî mejiyî û wê rêyê). Tu dikarî ji kerema xwe pirsgirêkê çareser bikî? --Ferhengvan (gotûbêj) 13:36, 28 kanûna paşîn 2020 (UTC)
- Silav Ferhengvan. Spas ji bo agadariyê... Niha rind e (mejî / rê) ?--Ghybu (gotûbêj) 22:00, 28 kanûna paşîn 2020 (UTC)
- Silav Ghybu. Gelek spas, niha pir baş e.
- Lê dîsa pirseke din: Lêkerên "hatin" û çûn ji yekê zêdetir rehên demên neborî (demên niha û bên) hene: çûn > -ç-, -her-, -er-; hatin > -ê-, -wer- û -w-. Bo nimûne: here/herin, narim, terim; were/werin, werim, newe/newin... Gelo em ê bikarin bi teknîkî van bi awayekî têxin tabloyan? Silavên germ.--Ferhengvan (gotûbêj) 07:55, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)
- @Ferhengvan: Wekî Tewandin:gotin? An jî Tewandin:çerîn?--Ghybu (gotûbêj) 11:46, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)
- @Ghybu: Ew baş in lê ne tam li gor pêwîstiya tabloyeke ji "hatin" û yeke ji "çûn"ê re ne. Rehê "gotin"ê li gor devokan "-bêj-, -bê-, -vê-, -wê-" ye. Lê "hatin" û "çûn"ê di deman devokê de û heta di zimanê standard de jî rehên cuda bo raweyên cuda hene. Bo nimûne:
- fermanî, erênî: -her-: here, herin!
- îndîkatîv û subjunktîv (di hin devokan de): -ç-: di-ç-im, bi-ç-im, ne-ç-im
- îndîkatîva erênî dema niha di hin devokan de: -er- (bi pêşgira "t-"): t-er-im, t-er-î, t-er-e, t-er-in
- subjunktîva erênî û îndîkatîva dema bêt: -her-: ku ez her-im, eger tu her-î, bila ew her-in
- îndîkatîvî neyînî û sunjunktîva neyînî di hin devokan de: -r-: na-r-im, na-r-î, na-r-e, na-r-in, n-er-im, ne-r-î, ne-r-e, ne-r-in--Ferhengvan (gotûbêj) 12:25, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)
- @Ferhengvan: Wekî Tewandin:gotin? An jî Tewandin:çerîn?--Ghybu (gotûbêj) 11:46, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Formên serenavan: Modul:ku-tewîn-nav/yekjimar
biguhêre@Balyozxane, Bikarhêner, Ferhengvan, Şêr, û Pispor: Tabloya yekjimar rakim? Ew tabloyê Şêr li min xwestibû feqet bi ya min hemû formên pirjimar bo sernavan jî tên bikaranên (Amed (Amedên, Amedan, ...), Kurdistan (Kurdistanên, Kurdistanan..)). Ghybu (gotûbêj) 14:48, 12 gulan 2021 (UTC)
- Nizanim lê bi min bila bimîne--Balyozxane (gotûbêj) 19:06, 12 gulan 2021 (UTC)
Parametre ji bo formên bangkirin û çemandî
biguhêre- → Binêre Çemandî (nêr, yekjimar)
|bang_y=
,|bang_p=
,|çemandî_y=
,|çemandî_p=
Binêre gotûbêja Wîkîferheng:Dîwan/2023#dayê/diyê.--Ghybu (gotûbêj) 13:31, 5 tebax 2023 (UTC)
Peyvên hevedudanî: Tabloya tewandinê rast dernakeve
biguhêre- → Ji Gotûbêj:odeya nivistinê hatiye girtin
@Ghybu, Balyozxane, û Bikarhêner: Di peyvên wiha de tabloya tewandinê rast dernakeve. Divê peyva yekem bitewe lê tablo peyva duyem ditewîne. Spas bo alîkariya we! Ferhengvan (gotûbêj) 20:40, 21 îlon 2023 (UTC)
- Silav @Ferhengvan. Bi min ji bo peyvên hevedudanî ne hewce ye ku em vê şablonê têxin rûpelan. Jixwe zayenda "odeya nivistinê" ne mê ye. Tenê "ode" mê ye. Yek dikare here rûpela ode ji bo dîtinê tewandinê. Loma heta ku çareseriyeke din bibînin divê em "|z=-" binivîsin da ku xeletî dernexe. Balyozxane (gotûbêj) 16:36, 22 îlon 2023 (UTC)
- Silav Balyozxane Spas bo bersiva te. Lê bi nêrîna min dayîna tablo hewce ye. Ne wisa be, hînberên ziman dê çawa bikarin bizanin ji forma "odeya nivistinê" formên wek "odeyeke nivistinê", "odeyên nivistinê", "odeyine nivistinê" peyda bikin? Eger tabloyeke temam neyê dayîn jî, divê her ev formên ji forma diyar ya yekjimar cuda jî werin dayîn. Bo nimûne, di Wiktionarya inglîzî de binêrin hevwateyên "odeya nivistinê" bi
- Yan jî belkî hê çêtir e ku em li tabloya temam ya "yatak odası" ya tirkî binêrin: [[7]]
- Herwiha berovajî ku tu dibêjî, "odeya nivistinê" bi hev re jî mê ye, ne tenê "ode". Wek ku ji nimûneyên jorîn yên fransî û îtalî jî diyar e, ne tenê "chambre/camera" (ode) lê tevahiya gotinê anku "chambre à coucher/camera da letto" jî mê ye. Bi silavên germ re --Ferhengvan (gotûbêj) 16:57, 22 îlon 2023 (UTC)
- Binêrin gotûbêja [8] Ghybu (gotûbêj) 17:18, 22 îlon 2023 (UTC)
- @Ferhengvan: Peyên hevedudanî yên wekî weşana zindî (navdêr + rengdêr) çito tên tewandin? Ew jî wekî odeya nivistinê (navdêr + navdêr) ?Ghybu (gotûbêj) 17:43, 22 îlon 2023 (UTC)
- Merheba,
- Di peyvên hevedudanî de (navdêr + rengdêr yan navdêr + navdêr) tenê peyva yekem li gor diyarîtiyê (binavkirî/nebinavkirî) û li gor hejmarê (yekjimar/pirjimar) diguhere. Ew li gor rewşê/halî (navkî, çemandî, îzafe) naguherin: herdem di rewşa îzafeyî de ne. Peyva duyem eger rengdêr be, herdem bi forma xwe ya xwerû/sade/ferhengî ye. Eger peyva duyem navdêr be, ew herdem bi forma xwe ya yekjimar ya binavkirî ye: mê "-ê/-yê", nêr "-î" (yan bi metafonî a/e ya nava peyvê --> ê). Em dikarin forma sadetir ya bi "-î" di tabloyê de binivîsin.
- Li jêr hin nimûne:
- NAVDÊR + RENGDÊR
- Zayenda mê ya binavkirî (forma ferhengî ya nimûneyê: weşana zindî)
- Yekjimar ----- Pirjimar
- weşana zindî --- weşanên din
- Zayenda mê ya binavkirî
- Yekjimar ----- Pirjimar
- weşaneke zindî ---- weşanine zindî
- Zayenda nêr ya binavkirî (forma ferhengî ya nimûneyê: zimanê fermî)
- Yekjimar ----- Pirjimar
- zimanê fermî zimanên fermî
- Zayenda nêr ya nebinavkirî
- Yekjimar ----- Pirjimar
- zimanekî fermî ----- zimanine fermî
- NAVDÊR + NAVDÊR (herdu mê, forma ferhengî ya nimûneyê: odeya xewê)
- Zayenda mê ya binavkirî
- Yekjimar ----- Pirjimar
- odeya xewê ---- odeyên xewê
- Zayenda mê ya nebinavkirî
- Yekjimar ---- Pirjimar
- odeyeke xewê ---- odeyine xewê
- NAVDÊR + NAVDÊR (ya yekem nêr, ya duyem mê --> zayenda tevahiya gotinê nêr e, forma ferhengî ya nimûneyê: zimanê dewletê)
- Zayenda nêr ya binavkirî
- Yekjimar ----- Pirjimar
- zimanê dewletê ---- zimanên dewletê
- Zayenda mê ya nebinavkirî
- Yekjimar ---- Pirjimar
- zimanekî dewletê ---- zimanine dewletê
- NAVDÊR + NAVDÊR (herdu nêr --> zayenda tevahiya gotinê nêr e, forma ferhengî ya nimûneyê: gayê cotî)
- Zayenda nêr ya binavkirî
- Yekjimar ---- Pirjimar
- gayê cotî ---- gayên cotî
- Zayenda mê ya nebinavkirî
- Yekjimar ---- Pirjimar
- gayekî cotî ---- gayine cotî Ferhengvan (gotûbêj) 18:26, 22 îlon 2023 (UTC)
- @Ferhengvan û Balyozxane: Bi van detayan tablo tê çêkirin. 1) Bo peyvên hevedudanî zayenda peyva yekem li gor tîpa dawî tê fam kirin: li vira xwastina zayenda peyvê ne hewce ye. 2) Zayenda peyva duyem jî ne hewce ye ji ber ku nayê guherandin. Ghybu (gotûbêj) 01:01, 23 îlon 2023 (UTC)
- PS: @Balyozxane: Tu dikî? Te çêkirina tabloyê dest pê kiribû. Bi min rind e ku kesên din jî tabloyê biguherînin. Ghybu (gotûbêj) 01:18, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Ferhengvan û Balyozxane: Bi van detayan tablo tê çêkirin. 1) Bo peyvên hevedudanî zayenda peyva yekem li gor tîpa dawî tê fam kirin: li vira xwastina zayenda peyvê ne hewce ye. 2) Zayenda peyva duyem jî ne hewce ye ji ber ku nayê guherandin. Ghybu (gotûbêj) 01:01, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Ferhengvan: Peyên hevedudanî yên wekî weşana zindî (navdêr + rengdêr) çito tên tewandin? Ew jî wekî odeya nivistinê (navdêr + navdêr) ?Ghybu (gotûbêj) 17:43, 22 îlon 2023 (UTC)
- Binêrin gotûbêja [8] Ghybu (gotûbêj) 17:18, 22 îlon 2023 (UTC)
- Herwiha berovajî ku tu dibêjî, "odeya nivistinê" bi hev re jî mê ye, ne tenê "ode". Wek ku ji nimûneyên jorîn yên fransî û îtalî jî diyar e, ne tenê "chambre/camera" (ode) lê tevahiya gotinê anku "chambre à coucher/camera da letto" jî mê ye. Bi silavên germ re --Ferhengvan (gotûbêj) 16:57, 22 îlon 2023 (UTC)
- @Ghybu Min hinek ceriband lê ji bo min pir tevlihev e. Herwiha ji bo peyvên wekî "odeya razanê" tabloya me ya niha bi kêr nayê. Divê em tabloyeke nû çêkin. Zayenda mê ya binavkirî Çemandî ji bo "ode" --> "odeyê" ye loma ji bo odeya razanê formek wisa nîne. Ji bo "odeyan" jî eynî tişt e. Nîşandera çemandî divê ji bo "ode" --> wê odeyê", "wê odeya razanê" û pirjimara wê "wan odeyan" dibe "wan odeyên razanê" ne wisa? Jixwe bangkirin nîne. Welle nizanim em ê çawa bikin.— Ev peyama bêîmze ya Balyozxane (gotûbêj • beşdarî) ye.
Tablo
biguhêre
|
|
|
@Ferhengvan, Balyozxane, û Bikarhêner: Tablo çitoya were çêkirin wekî guhertoya 1em an 2em? PS: Nivîsa "Agadarî" (guhertoya 2em) min ji bersiva Ferhengvan girt. Belkî nivîs pirr dirêj e an jî nivîseke din were nivîsandin.--Ghybu (gotûbêj) 13:44, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Ghybu Guhertoya 2em bes e bi min. Balyozxane (gotûbêj) 14:09, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Mînak: hespê avê, weşana zindî û odeya nivistinê Ghybu (gotûbêj) 18:16, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Taybet:diff/5583630: Bi min bila zayenda peyvê bimînî ji ber ku dema ku zayenda peyva yekem nayê zanîn forma yekjimara nebinavkirî jî nayê çêkirin. Bo mînak hespekî avê li gor zayenda peyva hesp tê çêkirin... Na? Bi kurtî bê zayend forma nebinavkirî nayê çêkirin ji ber vê yekî zayenda peyvê bi min hewce ye. Ghybu (gotûbêj) 19:58, 23 îlon 2023 (UTC)
- Temam. Sankî tablo hinek zêde mezin e ma tu dikarî nivîsê hinek biçûktir bikî? Balyozxane (gotûbêj) 20:33, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Nivîsa Agahdarî pir şûnd digire belkî pirr dirêj e... Guhertoya 3em çito ye?--Ghybu (gotûbêj) 21:56, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Ghybu Baştir e lê bi min "Agadarî: Di peyvên hevedudanî de tenê peyva yekem
- li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere." tenê bes e. Yên din ne hewce ne. Jixwe tên eynî maneyê. Balyozxane (gotûbêj) 23:08, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Nivîsa Agahdarî pir şûnd digire belkî pirr dirêj e... Guhertoya 3em çito ye?--Ghybu (gotûbêj) 21:56, 23 îlon 2023 (UTC)
- Temam. Sankî tablo hinek zêde mezin e ma tu dikarî nivîsê hinek biçûktir bikî? Balyozxane (gotûbêj) 20:33, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Taybet:diff/5583630: Bi min bila zayenda peyvê bimînî ji ber ku dema ku zayenda peyva yekem nayê zanîn forma yekjimara nebinavkirî jî nayê çêkirin. Bo mînak hespekî avê li gor zayenda peyva hesp tê çêkirin... Na? Bi kurtî bê zayend forma nebinavkirî nayê çêkirin ji ber vê yekî zayenda peyvê bi min hewce ye. Ghybu (gotûbêj) 19:58, 23 îlon 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Mînak: hespê avê, weşana zindî û odeya nivistinê Ghybu (gotûbêj) 18:16, 23 îlon 2023 (UTC)
Lîsteyeke hemû forman
biguhêreSilav @Ghybu. Ger wext bibînî, dikarî vê fonksîyonê [9] sererast bikî ji bo ku hemû formên peyvekê bide? Ez ê di Mediawiki:Gadget-QQ.js de bi kar bînim ji bo ku em karibin bi hemû formên peyvekê li google kitêban bigerin. Balyozxane (gotûbêj) 22:14, 12 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Silav Balyozxane. Tiştekî vitira? Ghybu (gotûbêj) 00:33, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- @Ghybu. Na, te baş kir bi min hebûna her du formên guherto xweş e lê min comma-separated list of all inflections of a noun xwest, yanî "navçeya, navçeyê, navçeyên, navçeyeke... " ji bo ku li ser Googlê ez ê karibim wek "navçe" OR "navçeyê" OR "navçeya" hwd. bi hev re lê bigerim û zêdetir netîce bibînim. Balyozxane (gotûbêj) 01:06, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Temam Ghybu (gotûbêj) 01:15, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Gelek spas! Balyozxane (gotûbêj) 11:09, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- @Ghybu Dikarî ji bo Modul:ku-tewandin jî dikarî çekî? Balyozxane (gotûbêj) 15:44, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Min formên neyînî jî lê tevlî kirin: [10] Ghybu (gotûbêj) 04:12, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Pirsek: Parametreya "form=gerguhêz" rakim? Ji ber ku formên ergatîvî jî hene, bnr. [11] Ghybu (gotûbêj) 04:32, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Destxweş! Belê ji me re hemû form lazim in û dema ne gerguhêz dibe zêdetir encam derdikevin loma baştir e. Gelek spas Balyozxane (gotûbêj) 05:09, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Ez dibêm bila opsiyona gerguhêz bimîne em wek ne gerguhêz bi kar bînin dibe ku dûre lazim be Balyozxane (gotûbêj) 07:06, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- @Ghybu Eynî kod li vir Bikarhêner:Balyozxane/Gadget-QQ.js baş dixebite lê li vir MediaWiki:Gadget-QQ.js naxebite. Min fêm nekir çi derdê wî heye. Dibêje JavaScript parse error (scripts need to be valid ECMAScript 5): Parse error: Illegal token in file 'MediaWiki:Gadget-QQ.js' on line 42 Balyozxane (gotûbêj) 16:52, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Mi hîn rind seh nekiriye... Belkî skrîpta te bi sentaksa ES6 (sentaksa nû) hatiye nivîsandin û Mediawiki hîn ew sentaksa nas nake... bnr, [12]/ w:en:ECMAScript Ghybu (gotûbêj) 19:12, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- P.S. Google dibêje " "ceribandime" (and any subsequent words) was ignored because we limit queries to 32 words." Balyozxane (gotûbêj) 19:17, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Ew tiştekî normal e, Google ji 32 peyvan zêdetir qebûl nake, bnr. [13] (daxwazan du û sê parçeyên 32 peyv bike) Ghybu (gotûbêj) 20:41, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- @Ghybu Erê lê min çareyekê jê re dît [14] carekê de 30 form lê digere û tabên nû vedike ji bo yên mayî. Pirsek ma Koda ku ez li skripta li bin rûpela xwe bi kar tînim û Mediawiki:gadget-QQ.js versîyonên cuda ya mediawikiyê bi kar tîne? Ma ger li cihekî bişixule divê li cihê din jî bişixule ne wisa? Balyozxane (gotûbêj) 20:46, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- Ez jî înterfeysa Mediawiki rind nizanim (divê ez jî bigerim). Li ser Mediawiki jî pirs bike, mw:Extension talk:Gadgets (mw:Extension:Gadgets) Ghybu (gotûbêj) 20:58, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
- PS: Li vira pirseke wekî yê te heye: [15] Ghybu (gotûbêj) 21:06, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)