Wîkîferheng:Dîwan
Tu bi xêr hatî Dîwanê! Ev rûpel ji bo nîqaşkirina mijarên teknîkî, rêgez, û xebatên Wîkîferhengê ye. Ji kerema xwe ji bo lêgerînên xwe yên arşîvê tabloya li jêr bi kar bîne. Dema tu bixwazî beşdariyê bikî ji kerema xwe têkeve û dîroka şandina xwe bi vî awayî |
Dengdanên pêşniyazkirî, çalak û çûyî []
(binêre: Rêzikên dengdanê)
| |||||||||||
![]() |
Daxwazên we ji bo sala nû (2021)Biguherîne
Silav,
- Sererastkirina peyvên Kategorî:Şablonên rêzimanî yên bê parametreya g=2
- Sererastkirina peyvên bê cure, wekî [1], [2]
- Zêdekirina bilêvkirinên peyvên kurdî, [3]
- Zêdekirina mînakan
- Zêdekirina peyvên erebî
- Sererastkirina wergeran: Kategorî:Kontrola wergerê
- ...
- Kategorî:Gotarên bi şaşî û kêmasî
--Ghybu (gotûbêj) 18:40, 28 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Yên min wisa ne:
- Xilaskirina peyvên bêçavkanî Kategorî:Gotarên bêçavkanî
- Çêkirina en:Module:category tree/poscatboiler bi taybetî terms by etymology
- Pêşvexistina Modul:ferhengok
- Sererastkirina Wîkîferheng:Peyvên bi rr
- Rojanekirina hemû binkategoriyan Kategorî:Hemû ziman
- Sererastkirina Modul:werger ji bo ku karibe diacritics jê bibe.
--Balyozxane (gotûbêj) 10:25, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
(Ne daxwazek e) Divê Kategorî:Rûpelên bi şaşî û kêmasî (Wîkîferheng:BotJagwar kontrol û Wîkîferheng:Pirjimar bê yekjimar) werin kontrolkirin û di şablonên çêkirina peyva de "wate?" û tiştê wilo bi "mane" werin guhertin. -- Guherto (gotûbêj) 12:51, 30 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Merheba plan û daxwazên min ji bo 2021an:
- Sererastkirina gotarên bêcure,
- Sererastkirina naverok û wergerên gotarên kurdî
- Tevlîkirin / zêdekirina peyvên îngilîzî, kurdî, koreyî,
- Sererastkirina cureyên peyvan, wekî dearest and nearest,
- Bi aktîvî birêvebirina hesabên medyaya civakî ên Wîkîferhengê,
- û çendîn tiştên din...
-- Bikarhêner (gotûbêj) 10:55, 31 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Sersala we pîroz dikim. Hinek dereng çebû :D.
- Bala min kişand, di ferhengê de kelîmeyên kirmançkî/zazakî gelek kêm in. Biya min divê em bêhtir qîmet bidin û xwedî derkevin. --Rewiye tine (gotûbêj) 16:39, 11 kanûna paşîn 2021 (UTC)
Ferhenga Selahedîn ya Selah SadallaBiguherîne
Hevalên hêja,
Ev demeke dirêj bû ku mixabin min nedikarî beşdarî Wîkîferhengê bibim. Niha dibînim ku mixabin ferhenga Selah Sadalla hatiye jêbirin. Min daxwaz ji malbata wan Sadalla kiriye û ruxset ji wan wergirtiye ku "Ferhenga Selahedîn" di Wîkîferhengê de cih bigire. Gelo em dikarin peyvên jêbirî yên wê ferhengê dîsa vegerînin? Silavên germ --Ferhengvan (gotûbêj) 13:37, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Silav Ferhengvan. Peyvên Ferhenga Salah Sadallah ku hatine jêbirin li vira ne: Wîkîferheng:Gotarên ku bên jêbirin/Ferhenga Salah Sadallah. Ji bo dîsa çêkirina peyvekê: 1) li ser peyvê bitikîne 2) paşê jî li ser (dîtin/dîsa çêkirin).--Ghybu (gotûbêj) 13:51, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Silav Ghybu. Gelo mirov nikare wan peyvan bi otomatîkî (bi botekê) vegerîne? --Ferhengvan (gotûbêj) 13:58, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Silav Ferhengvan Heke bi rêya OTRS c:Commons:Wikimedia OTRS release generator yan e-nameyê w:en:Wikipedia:Example requests for permission destûr bidin hingê ez dikarim bi rêya botê hemû dîsa çêkim. --Balyozxane (gotûbêj) 14:01, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Silav Ghybu. Gelo mirov nikare wan peyvan bi otomatîkî (bi botekê) vegerîne? --Ferhengvan (gotûbêj) 13:58, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Spas, ez ê ji wan bixwazim. --Ferhengvan (gotûbêj) 14:06, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- @Balyozxane: Ew ferheng nikarê werê vegerandin. Tê de zêde peyvên bêçavkanî hene qanûnên wîkîferhengê kêmasî 3 çavkanî dixwazin. Ne tenê ew, lê xeletî jî hebûn, û ma kîjan ferheng 100%ê ferhengeke dî kopî kiriye, heke ne ji eynî nivîskar? Wextê kesekî nîne li ser hemû wa peyva herê û kontrol bikê. -- Guherto (gotûbêj) 12:35, 30 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Spas, ez ê ji wan bixwazim. --Ferhengvan (gotûbêj) 14:06, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
@Guherto û Ferhengvan: Bi rastî, xebera Guherto ye. Ferhenga sadallah zêde ji peyvên çêkirî pêk te. Di ferhenga xwe de jî jixwe dibêje wî bixwe gelek peyv çêkirine. Herwiha Chyet jî di danasîna ferhenga xwe de rexne/heneka xwe pê dike û dibêje pir caran peyvan soranî wek kurmancî nîşan kiriye. Ew jî xetereyeke mezin e. Heke em dîsa çênekin baştir e.--Balyozxane (gotûbêj) 13:57, 31 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
@Guherto û Balyozxane: Hevalên hêja, rast e ku ferhenga Selahedîn ne bêkêmasî ye. Lê piraniya wê ya mutleq ferhengeke baş e, wateya peyvan rast hatiye dan. Chyet henekek bi ferhengê kiribe jî, ferhenga Selahedîn ne ji ferhenga Chyet xirabtir e. Bo nimûne, Chyet di ferhenga xwe ya çapa yekem de pifdariya (aspiration) ya hejmareke pir mezin şaş daye. Herwiha rastnivîsîna hejmareke pir mezin ya peyvan ne li gor kurmanciya standard e. Tevî hemû kêmasiyên xwe jî, ferhenga Selahedîn bi dehan hezaran peyvên inglîzî civandine û wateya wan bi kurdî rast daye. Tê de hinek peyvên soranî hebin jî, ev tradisyoneke ferhengsaziya kurdî ye ku ji bilî peyvên lehceyekê, peyvên bi lehceyên din de jî dide. Bo nimûne, ferhenga "Kurdistanica" ya inglîzî-kurdî-farisî bi soranî ye lê li gel piraniya peyvan herwiha wateya peyva inglîzî bi kurmancî jî dide. Madem ku ruxset heye, heyfeke pir mezin e ku em Wîkîferhengê ji ferhenga Selahedîn bêpar bikin û wisa Wîkîferhengê bi dehan hezaran peyvan feqîrtir bikin. Silavên birayane! --Ferhengvan (gotûbêj) 13:27, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
Sala we ya nû pîroz be!Biguherîne
Sala we ya nû pîroz be! Min di Dîwanê de hin guhartin çêkirin, êdî hersal arşîvkirin ne hewce ye û bi vî awayî dîroka arşîvê jî dê were parastin. Gotûbêj di rûpela salê de tê kirin û di Dîwanê de otomatîk xuya dike. Niha hat bîra min, pirsgirêka MassMessages heye, ji bo wan jî divê tiştek bikim. --Balyozxane (gotûbêj) 13:24, 1 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- Ji bo dîroka rûpelê rind e, feqet bi min bi vî awayî rind nîne ji ber ku demeke gotûbêjên salên berê dewam dikin çito dibe? Pêwîst e ku rûpela sala berê jî were tevlî vê rûpelê kirin: ew jî rûpelê pirr dirêj dike --Ghybu (gotûbêj) 18:08, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- PS: Herwiha te li jor çend beşên sala 2020 tevlî sala 2021 kiriye, salên 2020 û 2021 tevlî hev bûne.--Ghybu (gotûbêj) 18:22, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- Erê lê ew pirsgirêk tenê ji bo vî salî ye, ji vî salî pê ve em dikarin her du sal bi hev re bi kar bînin dûre sala berê rakin.--Balyozxane (gotûbêj) 19:12, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- @Ghybu: Jê bibim?--Balyozxane (gotûbêj) 20:22, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- Erê lê ew pirsgirêk tenê ji bo vî salî ye, ji vî salî pê ve em dikarin her du sal bi hev re bi kar bînin dûre sala berê rakin.--Balyozxane (gotûbêj) 19:12, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
Wîkîferhenga dimilkîBiguherîne
Wîkîferhenga dimilkî (Wîkîqisebendê Kirdkî/Zazakî: 4.062 çeku, 130 ziwan) hat vekirin --Ghybu (gotûbêj) 16:36, 13 kanûna paşîn 2021 (UTC)
Ser xerê be.--Rewiye tine (gotûbêj) 17:36, 13 kanûna paşîn 2021 (UTC)