Ferhang bo netewek av e. Bê av jiyan nîne. Kesek dixwaze stêrnasî, tib, endezyarî, erdnigarî, aborî hwd. hîn bibe divê ferheng tera wî bike. Kelîme tune bin, zanist jî tunin. Zanist tune bin, pêşveçûn jî tunin. Pêşveçûn tune be netew jî tune dibin û tên dagirkirin, tên talan kirin. Ferheng bingeha şaristanîyê ye.

Ez hin kesên zîrek, camer nas dikim ku hêvîyên xwe bi zimanê ha birîne. Difikirin ku ziman di van pêncî salên pêşîya me de têk biçe. Ev fikir, fikrê dagirkeran e lê ne tenê dagirkerên Tirk herwiha yên ingilîs, Urûs..Eger em xwedîyê zimanê xwe bin di ser de milyon sal jî derbas bibe zimanê me wunda nabe. Ev tiştê ha bi me re girêdayîye. Hevalên bê hêvî werin mejîyê xwe ji fikrên dagirkeran bişon û bibin şixulkerê vî zimanî. Û derîyê tobe her tim vekirî ye. Werin tobe bikin:). Ji xwe re deriyek din negerin. Adresa rast vir e.

Kerem bikin brakno.

Li gor min azadîyê mirov bi dû tişta dest dixe. Ew dû tiştê ha jî xançer û qalem e. Xançer di çanda Kurda da temsîla 'çek' e, qalem jî temsîla 'zanyarî' ye. Li vir hez dikim daxwaza azadîya xwe bi qalem re bînim cih. Wîkîferhengê xebatek pîroz tê kirin. Ez gelek şa me ku bûme yek ji endamê vê xebatê.

Kelîmeyên Belawela biguhêre

  • gew
  • îsnag