Gotûbêja modulê:ku-tewîn-nav

Şiroveya dawî: 14 çiriya pêşîn 2023 ji aliyê Ghybu ve di mijara Lîsteyeke hemû forman de

Tewandin biguhêre

@Ghybu:

Îzafe-binavkirî
Yekjimar
nêr an mê: -î, -o, -û, -a → + y-ê/a: xanî-y-ê bilind, ba-y-ê bakûr, cû-y-a avî
nêr an mê: -ê → -î + y-ê/a: rî-y-a () teze, pî-y-ê () dirêj
mê: -e → Ø-a: mas-a (mase) hesinî, nam-a (name) dirêj
pirrjimar
nêr an mê: -î, -o,- û, -a, -ê → + y-ên
nêr an mê: -e → Ø-ên: mas-ên (mase) mezin

--ÇalakГотубеж 19:42, 12 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

nebinavkirî
Yekjimar
Navkî, Îzafe, Çemandî
nêr an mê: -vowel → + y-ek: ça-y-ek, xalî-y-ek

--ÇalakГотубеж 19:50, 12 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

@Calak: Mixabin, hemû witira nîne   (û heta niha min çavkaniyek rind li ser tewandina navdêran nedît)

  • -a: ba --> ba feqet zava --> zavê an zavayê min
  • - e: teneke ---> tenekê min / tenekeyê min
  • -ê: dê --> dê, deyê, diyê min
  • -î:
  • -o:
  • -û: rû --> rûyê an riwê min // wî riwî/wan riwan an wî rûyî/ wan rûyan
  • Navderên nêr bi tîpên "a" an "e", mînak: "aş"-- > êş // hesp ---> hêsp // welat --> welêt
--Ghybu (gotûbêj) 22:31, 12 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide
Xûyakirin di nav gotran de: sêv, , melevanî, gund--Ghybu (gotûbêj) 02:40, 13 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide
Eger çavkanî dixwezî binêre: Blau, J., & Barak, V. (1999). Manuel de kurde: kurmanji. Editions L'Harmattan. rûpelên 35 heta 42.--ÇalakГотубеж 08:45, 13 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

Werger biguhêre

@Ghybu:, tu dikarî navder bikî navdêr? Spas!—Gomadapeyam 14:24, 14 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

@Gomada: Di nav kodê de ji bo parametreyan tîpên diyakrîtîk (êîûş) natên nivîsandin--Ghybu (gotûbêj) 17:10, 14 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide
Bi min di navên kurdî de ("Izafe" û "çemandî") pirsgêrek hene ji ber ku her du jî "izafe" û "çemandî" ne...--Ghybu (gotûbêj) 13:08, 16 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide
Îzafe ji girêdana du (yan bêhtir) peyvan pêk tê. Mînak : Ez bajarê (bajarekî) mezin dibînim, mala (maleke) mezin, malên (maline) mezin dibînim.
Lê ji bo rewşa çemandî gotineke duyem a girêdanê ne hewce ye. Mînak : Ez bajarî (bajarekî), malê (malekê), malan (malinan) dibînim.
Loma, îzafe û rewşa çemandî ji hev cuda ne.—Gomadapeyam 14:18, 17 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

Çemandî (nêr, yekjimar) biguhêre

@Gomada: Spas bo bersiva jorîn. Ez jî dibêjim Ez bajêr dibînim :).
Pirsek din, di rewşa çemandî (nêr, yekjimar) de paşgira pêwîst e? Paşgira tevlî kodê bikim an na (mînak: Ez gund an gundî dibînim)? Li gorî Bedirxan (1970) û W. M. Thackston (2006) paşgira -î kêm tê bikaranîn û ne pêwîst e; pîrrani li hêrema Botanê tê bikaranîn. Feqet, dîsa li gorî Bedirxan (1970), di rewsa nişander a çemandî de pêwîst e.

--Ghybu (gotûbêj) 14:36, 19 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu: Bibore ji bo bersiva dereng. Erê, pêwîst e, ji kerema xwe lê zêde bike.—Gomadapeyam 15:06, 22 rezber 2018 (UTC)

Gotûbêj biguhêre

Çemandî (nebinavkirî, pirjimar) biguhêre

@Ghybu: Silav, paşbendika "-inan"ê ya di tewandina nebinavkirî ya pirjimar de bala min kişand. Min heta niha nebihîstibû. Ji kerema xwe dikarî mînak bidî ji bo bikaranîna wê di hevokê de? Û bingeha wê çi ye dikarî rave bikî? –Pispor (gotûbêj) 19:44, 11 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Silav Pispor. Çend çavkanî:
  • Zaro sêvan dixwin → ez dizanim kîjan sêvan dixwin û sêv ku derê ne :) → sêvên ku derê dixwin? sêvên ser meseyê :)
  • Zaro sêvinan dixwin → ez nizanim kîjan sêvan dixwin û sêv ku derê ne (nayê nişan kirin)...
--Ghybu (gotûbêj) 20:50, 11 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Gelek spas ji bo çavkaniyan. Bawer im di peyivîna rojane de tenê di "carinan" û belkî çend peyvên ku aniha nayên bîra min de min bi kar aniye vê tewangê. Balkêş e ku ne pir berbelav e. -Pispor (gotûbêj) 07:18, 12 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Nîşandera çemandî biguhêre

@Şêr, Bikarhêner, û Pispor: Di nav tabloyê de rewşa Nîşandera çemandî hewce ye?--Ghybu (gotûbêj) 13:24, 25 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu: Bi min ne pêwîst û ne "rast" e jî, ji ber ku ew ne rewşek e. Bi min be, em wê jê bibin. --Şêr (gotûbêj) 14:04, 25 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Bi ya min bi kêr tê wele. Ji ber ku di hemû devokan de cînavên nîşander ne wek kurmanciya standard in. Di hinan de tenê "wî" heye. Ne rewş be jî agahiyek kêrhatî ye bi ya min. -Pispor (gotûbêj) 15:50, 25 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Gor qenaeta min jî hebûna "nîşandera çemandî" bifêde ye, lewra ez jî dibêjim bila hebe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:59, 25 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Gelo mirov nikare wek "ne-rewş" bide nîşandan? Ji ber ku gava ez wisa wek mirovekî "nezan" li tabloyê binêrim, ez ê bejim qe ew jî rewşeke tewandinê ye. Mirov nikare "Rewşa" çemandî a nîşander bi agahiyekê bixemilîne? --Şêr (gotûbêj) 19:04, 25 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

navdêr + rengdêr biguhêre

weşana zindî
Modul (ne hatiye sererast kirin)
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî weşana zindî weşana zindî
Îzafe weşana zindiya weşana zindiyên
Çemandî weşana zindiyê weşana zindiyan
Nîşandera çemandî weşana zindiyê wan weşana zindiyan
Bangkirin weşana zindiyê weşana zindiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî weşana zindiyek weşana zindiyin
Îzafe weşana zindiyeke weşana zindiyine
Çemandî weşana zindiyekê weşana zindiyinan
bi destan (yê rast)
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî weşana zindî weşanên zindî
Îzafe weşana zindî ya weşanên zindî yên
Çemandî weşana zindî weşanên zindî
Nîşandera çemandî wê weşana zindî wan weşanên zindî
Bangkirin weşana zindî weşanên zindî
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî weşaneke zindî weşanine zindî
Îzafe weşaneke zindî ya weşanine zindî yên
Çemandî weşaneke zindî weşanine zindî

@Ghybu:, gelo tu dikarî formên bi vî awayî jî tevlî modulê bikî? --Spas Şêr (gotûbêj) 18:03, 21 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide

@Şêr: Formên din çito ne? weşana zindî ya / weşana zindî , weşana zindî yên, ...?--Ghybu (gotûbêj) 21:07, 21 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
a) binavkirî /mê)
1. Navkî yj: weşana zindî - pj. weşanên zindî
2. Îzafe yj: weşana zindî ya/yê/yên - pj. weşanên zindî ya/yê/yên
3. Nîşander a çemandî yj: wê weşana zindî - pj. wan weşanên zindî

_______________________

a) nebinavkirî (mê)
1. Navkî yj: weşaneke zindî - pj. weşanin zindî
2. Îzafe yj: weşaneke zindî ya/yê/yên - pj. weşanine zindî ya/yê/yên
3. Çemandî yj: weşananeke zindî - weşanine zindî



--Şêr (gotûbêj) 14:59, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu:, weşana zindî (weşan+îzafe), hemû form wek ya îzafeyê ne. - (zindî: nayê çemandin). + îzafe: weşana zindî + (ya/yê/yên)... Şêr (gotûbêj) 14:21, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Erê:) navdêr (îzafe) + rengdêr + (ya/yê/yên an jî a/ê/ên). Rewşa bangkirî: weşano zindî / weşanino zindî ye? --Ghybu (gotûbêj) 14:28, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: (Îzafe) ji bo hemû rewşan e. :) bnr --Şêr (gotûbêj) 14:29, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Mirov dibêje: Tu çawa yî bavê delal? û mirov nabêje tu çawa bavo delal? :)) --Şêr (gotûbêj) 14:30, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
... lê îzafe + rengdêr, li gor zayendê...--Şêr (gotûbêj) 14:31, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
  • ya(ji bo mê) - gava rengdêr (gava rengdêr vokal/dengdêr)
  • yê (ji bo nêr) (gava (dengdêr) (ji bo nêr) ""
  • ên (ji bo mê û nêr) (gava dengdêr) (ji bo pj) ""

--- û ji bo dengdar (konzonant) jî a/ê/ên --Şêr (gotûbêj) 14:35, 29 tebax 2019 (UTC) ---Bersiv bide

Li vir tenê du peyv (ên ku di rewşa normal de peyvekê çênakin) li vir bûne "peyvek"eke bi wateyekê . --Şêr (gotûbêj) 14:38, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Û (y)a/(y)ê/(y)ên, cînavên pêwendî ne (relative pronoun/pronom relatif)--Şêr (gotûbêj) 14:45, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Lê ez bi rastî nizanim, gelo îzafeya îzafeyê jî heye? :)) --Şêr (gotûbêj) 14:47, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner, Ghybu, û Şêr: Bi ya min çêkirina formên wisa şaş e. Tenê em navdêr binivîsin bes e. Her wiha dema zayenda peyvên hevedudanî nayên nivîsin, divê ew nekevin Kategoriya navdêrên bêzayend. --Balyozxane (gotûbêj) 16:13, 5 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Ez dibêjim mîna lêkeran em dikarin navdêran jî dabeş bikin wek navdêrên hevedudanî, xwerû hwd. --Balyozxane (gotûbêj) 16:41, 5 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

u, i? biguhêre

déjà-vu, haîku, cehi--Ghybu (gotûbêj) 03:45, 1 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Tîpên gir? biguhêre

TIR--Ghybu (gotûbêj) 03:50, 1 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

-î (nêr) / -ê (mê) biguhêre

Silav hêja @Ghybu: Gava ku navdêrên nêr bi -î dawî bên (wek mejî) yan navdêrên mê bi -ê bi dawî bên (wek ), formên wan yên çemandî yên yekhejmar yên diyar/binavkirî wek mejiyî û rêyê dixuye ku formên şaş in. Formên çemandî jî divê wek mejî û bin. Herwiha formên nîşandera çemandî divê wek wî mejî û wê rê bin (ne wek wî mejiyî û wê rêyê). Tu dikarî ji kerema xwe pirsgirêkê çareser bikî? --Ferhengvan (gotûbêj) 13:36, 28 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Ferhengvan. Spas ji bo agadariyê... Niha rind e (mejî / ) ?--Ghybu (gotûbêj) 22:00, 28 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Ghybu. Gelek spas, niha pir baş e.
Lê dîsa pirseke din: Lêkerên "hatin" û çûn ji yekê zêdetir rehên demên neborî (demên niha û bên) hene: çûn > -ç-, -her-, -er-; hatin > -ê-, -wer- û -w-. Bo nimûne: here/herin, narim, terim; were/werin, werim, newe/newin... Gelo em ê bikarin bi teknîkî van bi awayekî têxin tabloyan? Silavên germ.--Ferhengvan (gotûbêj) 07:55, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Wekî Tewandin:gotin? An jî Tewandin:çerîn?--Ghybu (gotûbêj) 11:46, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Ew baş in lê ne tam li gor pêwîstiya tabloyeke ji "hatin" û yeke ji "çûn"ê re ne. Rehê "gotin"ê li gor devokan "-bêj-, -bê-, -vê-, -wê-" ye. Lê "hatin" û "çûn"ê di deman devokê de û heta di zimanê standard de jî rehên cuda bo raweyên cuda hene. Bo nimûne:
  • fermanî, erênî: -her-: here, herin!
  • îndîkatîv û subjunktîv (di hin devokan de): -ç-: di-ç-im, bi-ç-im, ne-ç-im
  • îndîkatîva erênî dema niha di hin devokan de: -er- (bi pêşgira "t-"): t-er-im, t-er-î, t-er-e, t-er-in
  • subjunktîva erênî û îndîkatîva dema bêt: -her-: ku ez her-im, eger tu her-î, bila ew her-in
  • îndîkatîvî neyînî û sunjunktîva neyînî di hin devokan de: -r-: na-r-im, na-r-î, na-r-e, na-r-in, n-er-im, ne-r-î, ne-r-e, ne-r-in--Ferhengvan (gotûbêj) 12:25, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Formên serenavan: Modul:ku-tewîn-nav/yekjimar biguhêre

@Balyozxane, Bikarhêner, Ferhengvan, Şêr, û Pispor: Tabloya yekjimar rakim? Ew tabloyê Şêr li min xwestibû feqet bi ya min hemû formên pirjimar bo sernavan jî tên bikaranên (Amed (Amedên, Amedan, ...), Kurdistan (Kurdistanên, Kurdistanan..)). Ghybu (gotûbêj) 14:48, 12 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Nizanim lê bi min bila bimîne--Balyozxane (gotûbêj) 19:06, 12 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Parametre ji bo formên bangkirin û çemandî biguhêre

Binêre Çemandî (nêr, yekjimar)

|bang_y=, |bang_p=, |çemandî_y=, |çemandî_p=

  Binêre gotûbêja Wîkîferheng:Dîwan/2023#dayê/diyê.--Ghybu (gotûbêj) 13:31, 5 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide

Peyvên hevedudanî: Tabloya tewandinê rast dernakeve biguhêre

Ji Gotûbêj:odeya nivistinê hatiye girtin

@Ghybu, Balyozxane, û Bikarhêner: Di peyvên wiha de tabloya tewandinê rast dernakeve. Divê peyva yekem bitewe lê tablo peyva duyem ditewîne. Spas bo alîkariya we! Ferhengvan (gotûbêj) 20:40, 21 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Ferhengvan. Bi min ji bo peyvên hevedudanî ne hewce ye ku em vê şablonê têxin rûpelan. Jixwe zayenda "odeya nivistinê" ne mê ye. Tenê "ode" mê ye. Yek dikare here rûpela ode ji bo dîtinê tewandinê. Loma heta ku çareseriyeke din bibînin divê em "|z=-" binivîsin da ku xeletî dernexe. Balyozxane (gotûbêj) 16:36, 22 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane Spas bo bersiva te. Lê bi nêrîna min dayîna tablo hewce ye. Ne wisa be, hînberên ziman dê çawa bikarin bizanin ji forma "odeya nivistinê" formên wek "odeyeke nivistinê", "odeyên nivistinê", "odeyine nivistinê" peyda bikin? Eger tabloyeke temam neyê dayîn jî, divê her ev formên ji forma diyar ya yekjimar cuda jî werin dayîn. Bo nimûne, di Wiktionarya inglîzî de binêrin hevwateyên "odeya nivistinê" bi
  • fransî: chambre à coucher f (plural chambres à coucher) [[5]]
  • îtalî: camera da letto f (plural camere da letto) [[6]]
Yan jî belkî hê çêtir e ku em li tabloya temam ya "yatak odası" ya tirkî binêrin: [[7]]
Herwiha berovajî ku tu dibêjî, "odeya nivistinê" bi hev re jî mê ye, ne tenê "ode". Wek ku ji nimûneyên jorîn yên fransî û îtalî jî diyar e, ne tenê "chambre/camera" (ode) lê tevahiya gotinê anku "chambre à coucher/camera da letto" jî mê ye. Bi silavên germ re --Ferhengvan (gotûbêj) 16:57, 22 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
Binêrin gotûbêja [8] Ghybu (gotûbêj) 17:18, 22 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Peyên hevedudanî yên wekî weşana zindî (navdêr + rengdêr) çito tên tewandin? Ew jî wekî odeya nivistinê (navdêr + navdêr) ?Ghybu (gotûbêj) 17:43, 22 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
Merheba,
Di peyvên hevedudanî de (navdêr + rengdêr yan navdêr + navdêr) tenê peyva yekem li gor diyarîtiyê (binavkirî/nebinavkirî) û li gor hejmarê (yekjimar/pirjimar) diguhere. Ew li gor rewşê/halî (navkî, çemandî, îzafe) naguherin: herdem di rewşa îzafeyî de ne. Peyva duyem eger rengdêr be, herdem bi forma xwe ya xwerû/sade/ferhengî ye. Eger peyva duyem navdêr be, ew herdem bi forma xwe ya yekjimar ya binavkirî ye: mê "-ê/-yê", nêr "-î" (yan bi metafonî a/e ya nava peyvê --> ê). Em dikarin forma sadetir ya bi "-î" di tabloyê de binivîsin.
Li jêr hin nimûne:
NAVDÊR + RENGDÊR
Zayenda mê ya binavkirî (forma ferhengî ya nimûneyê: weşana zindî)
Yekjimar ----- Pirjimar
weşana zindî --- weşanên din
Zayenda mê ya binavkirî
Yekjimar ----- Pirjimar
weşaneke zindî ---- weşanine zindî
Zayenda nêr ya binavkirî (forma ferhengî ya nimûneyê: zimanê fermî)
Yekjimar ----- Pirjimar
zimanê fermî zimanên fermî
Zayenda nêr ya nebinavkirî
Yekjimar ----- Pirjimar
zimanekî fermî ----- zimanine fermî
NAVDÊR + NAVDÊR (herdu mê, forma ferhengî ya nimûneyê: odeya xewê)
Zayenda mê ya binavkirî
Yekjimar ----- Pirjimar
odeya xewê ---- odeyên xewê
Zayenda mê ya nebinavkirî
Yekjimar ---- Pirjimar
odeyeke xewê ---- odeyine xewê
NAVDÊR + NAVDÊR (ya yekem nêr, ya duyem mê --> zayenda tevahiya gotinê nêr e, forma ferhengî ya nimûneyê: zimanê dewletê)
Zayenda nêr ya binavkirî
Yekjimar ----- Pirjimar
zimanê dewletê ---- zimanên dewletê
Zayenda mê ya nebinavkirî
Yekjimar ---- Pirjimar
zimanekî dewletê ---- zimanine dewletê
NAVDÊR + NAVDÊR (herdu nêr --> zayenda tevahiya gotinê nêr e, forma ferhengî ya nimûneyê: gayê cotî)
Zayenda nêr ya binavkirî
Yekjimar ---- Pirjimar
ga cotî ---- gayên cotî
Zayenda mê ya nebinavkirî
Yekjimar ---- Pirjimar
gayekî cotî ---- gayine cotî Ferhengvan (gotûbêj) 18:26, 22 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan û Balyozxane: Bi van detayan tablo tê çêkirin. 1) Bo peyvên hevedudanî zayenda peyva yekem li gor tîpa dawî tê fam kirin: li vira xwastina zayenda peyvê ne hewce ye. 2) Zayenda peyva duyem jî ne hewce ye ji ber ku nayê guherandin. Ghybu (gotûbêj) 01:01, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
PS: @Balyozxane: Tu dikî? Te çêkirina tabloyê dest pê kiribû. Bi min rind e ku kesên din jî tabloyê biguherînin. Ghybu (gotûbêj) 01:18, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
  • @Ghybu Min hinek ceriband lê ji bo min pir tevlihev e. Herwiha ji bo peyvên wekî "odeya razanê" tabloya me ya niha bi kêr nayê. Divê em tabloyeke nû çêkin. Zayenda mê ya binavkirî Çemandî ji bo "ode" --> "odeyê" ye loma ji bo odeya razanê formek wisa nîne. Ji bo "odeyan" jî eynî tişt e. Nîşandera çemandî divê ji bo "ode" --> wê odeyê", "wê odeya razanê" û pirjimara wê "wan odeyan" dibe "wan odeyên razanê" ne wisa? Jixwe bangkirin nîne. Welle nizanim em ê çawa bikin.Ev peyama bêîmze ya Balyozxane (gotûbêjbeşdarî) ye.

Tablo biguhêre

Tewandina odeya nivistinê
Guhertoya 1em
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî odeya nivistinê odeyên nivistinê
Îzafe odeya nivistinê odeyên nivistinê
Çemandî odeya nivistinê odeyên nivistinê
Nîşandera çemandî odeya nivistinê wan odeyên nivistinê
Bangkirin odeya nivistinê odeyên nivistinê
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî odeyeke nivistinê odeyine nivistinê
Îzafe odeyeke nivistinê odeyine nivistinê
Çemandî odeyeke nivistinê odeyine nivistinê
Guhertoya 2em
Zayenda mê ya binavkirî
Yekjimar Pirjimar
odeya nivistinê odeyên nivistinê
Zayenda mê ya nebinavkirî
Yekjimar Pirjimar
odeyeke nivistinê odeyine nivistinê
Agadarî: Di peyvên hevedudanî de tenê peyva yekem
li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere.
Ew li gor rewşê (navkî, çemandî, îzafe) naguherin:
herdem di rewşa îzafeyî de ne.
Guhertoya 3em
Zayenda mê
Rewş Yekjimar Pirjimar
Binavkirî odeya nivistinê odeyên nivistinê
Nebinavkirî odeyeke nivistinê odeyine nivistinê
Agadarî: Di peyvên hevedudanî de tenê peyva yekem
li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere.
Ew li gor rewşê (navkî, çemandî, îzafe) naguherin:
herdem di rewşa îzafeyî de ne.

@Ferhengvan, Balyozxane, û Bikarhêner: Tablo çitoya were çêkirin wekî guhertoya 1em an 2em? PS: Nivîsa "Agadarî" (guhertoya 2em) min ji bersiva Ferhengvan girt. Belkî nivîs pirr dirêj e an jî nivîseke din were nivîsandin.--Ghybu (gotûbêj) 13:44, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu Guhertoya 2em bes e bi min. Balyozxane (gotûbêj) 14:09, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Mînak: hespê avê, weşana zindî û odeya nivistinê Ghybu (gotûbêj) 18:16, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Taybet:diff/5583630: Bi min bila zayenda peyvê bimînî ji ber ku dema ku zayenda peyva yekem nayê zanîn forma yekjimara nebinavkirî jî nayê çêkirin. Bo mînak hespekî avê li gor zayenda peyva hesp tê çêkirin... Na? Bi kurtî bê zayend forma nebinavkirî nayê çêkirin ji ber vê yekî zayenda peyvê bi min hewce ye. Ghybu (gotûbêj) 19:58, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
Temam. Sankî tablo hinek zêde mezin e ma tu dikarî nivîsê hinek biçûktir bikî? Balyozxane (gotûbêj) 20:33, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Nivîsa Agahdarî pir şûnd digire belkî pirr dirêj e... Guhertoya 3em çito ye?--Ghybu (gotûbêj) 21:56, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu Baştir e lê bi min "Agadarî: Di peyvên hevedudanî de tenê peyva yekem
li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere." tenê bes e. Yên din ne hewce ne. Jixwe tên eynî maneyê. Balyozxane (gotûbêj) 23:08, 23 îlon 2023 (UTC)Bersiv bide

Lîsteyeke hemû forman biguhêre

Silav @Ghybu. Ger wext bibînî, dikarî vê fonksîyonê [9] sererast bikî ji bo ku hemû formên peyvekê bide? Ez ê di Mediawiki:Gadget-QQ.js de bi kar bînim ji bo ku em karibin bi hemû formên peyvekê li google kitêban bigerin. Balyozxane (gotûbêj) 22:14, 12 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav Balyozxane. Tiştekî vitira? Ghybu (gotûbêj) 00:33, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu. Na, te baş kir bi min hebûna her du formên guherto xweş e lê min comma-separated list of all inflections of a noun xwest, yanî "navçeya, navçeyê, navçeyên, navçeyeke... " ji bo ku li ser Googlê ez ê karibim wek "navçe" OR "navçeyê" OR "navçeya" hwd. bi hev re lê bigerim û zêdetir netîce bibînim. Balyozxane (gotûbêj) 01:06, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Temam Ghybu (gotûbêj) 01:15, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas! Balyozxane (gotûbêj) 11:09, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu Dikarî ji bo Modul:ku-tewandin jî dikarî çekî? Balyozxane (gotûbêj) 15:44, 13 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Min formên neyînî jî lê tevlî kirin: [10] Ghybu (gotûbêj) 04:12, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Pirsek: Parametreya "form=gerguhêz" rakim? Ji ber ku formên ergatîvî jî hene, bnr. [11] Ghybu (gotûbêj) 04:32, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Destxweş! Belê ji me re hemû form lazim in û dema ne gerguhêz dibe zêdetir encam derdikevin loma baştir e. Gelek spas Balyozxane (gotûbêj) 05:09, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Ez dibêm bila opsiyona gerguhêz bimîne em wek ne gerguhêz bi kar bînin dibe ku dûre lazim be Balyozxane (gotûbêj) 07:06, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu Eynî kod li vir Bikarhêner:Balyozxane/Gadget-QQ.js baş dixebite lê li vir MediaWiki:Gadget-QQ.js naxebite. Min fêm nekir çi derdê wî heye. Dibêje JavaScript parse error (scripts need to be valid ECMAScript 5): Parse error: Illegal token in file 'MediaWiki:Gadget-QQ.js' on line 42 Balyozxane (gotûbêj) 16:52, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Mi hîn rind seh nekiriye... Belkî skrîpta te bi sentaksa ES6 (sentaksa nû) hatiye nivîsandin û Mediawiki hîn ew sentaksa nas nake... bnr, [12]/ w:en:ECMAScript Ghybu (gotûbêj) 19:12, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
P.S. Google dibêje " "ceribandime" (and any subsequent words) was ignored because we limit queries to 32 words." Balyozxane (gotûbêj) 19:17, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Ew tiştekî normal e, Google ji 32 peyvan zêdetir qebûl nake, bnr. [13] (daxwazan du û sê parçeyên 32 peyv bike) Ghybu (gotûbêj) 20:41, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu Erê lê min çareyekê jê re dît [14] carekê de 30 form lê digere û tabên nû vedike ji bo yên mayî. Pirsek ma Koda ku ez li skripta li bin rûpela xwe bi kar tînim û Mediawiki:gadget-QQ.js versîyonên cuda ya mediawikiyê bi kar tîne? Ma ger li cihekî bişixule divê li cihê din jî bişixule ne wisa? Balyozxane (gotûbêj) 20:46, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Ez jî înterfeysa Mediawiki rind nizanim (divê ez jî bigerim). Li ser Mediawiki jî pirs bike, mw:Extension talk:Gadgets (mw:Extension:Gadgets) Ghybu (gotûbêj) 20:58, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
PS: Li vira pirseke wekî yê te heye: [15] Ghybu (gotûbêj) 21:06, 14 çiriya pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "ku-tewîn-nav".