-ar
Paşgir
biguhêre-ar
- Paşgirek e ramana "tişta/ê ku hatiye kirin" dide u bêhtirîn car dikeve piştî reha dema bihurî a lêkerên gerrguhêz, ku dikarin wek rengder jî bi kar hên.
- kar (tişta/ê ku tê kirin)
kiryar
bar (tişta/ê ku tê birin)
diyar (tişta/ê ku tê dîtin)
nivîsar (tişa/ê ku tê yan hatiye nivîsîn)
gotar (tişta/ê ku tê gotin)
mirar (ji mir < mirin)
reftar (ji reft < retin)
nijar (tişta/ê ku tê nijandin)
evrar (tişta/ê ku tê evrandin)
jiyar (ji jiya < jîn)
pirsiyar (ji pirsî < pirsîn, ewa/ê ku tê pirsîn)
kuştar
birriyar
pêşniyar...
- kar (tişta/ê ku tê kirin)
- Paşgirek e piştî rengder u navderan tê u bêjeyên nû çêdike.
- kevnar (ji kevn)
komar (ji kom)
xewar (ji xew)
destar (ji dest)
kovar (ji kov)
- kevnar (ji kevn)
Bide ber
biguhêreJê
biguhêreNîşeyên karanînê
biguhêre- Bi ya guncaviyê û hêsaniya bi lêv kirin, dikare him bi reha dema bihurî him jî bi a dema niha bi kar were, nê bêhtirîn caran bi rehika dema bihurî dibe.
- Ev paşgir destûr nade -andinê; jixwe bêhtirîn car bi lêkerên ku -andin nikarin bistînin şol dike (wek pirsîn, kirin, zanîn) an jî lêkerên kû -andin ti ramanê naguhêre (wek birrîn/birrandin, nivîsîn/nivîsandin; nê ji wan jî *nivîsandar, *birrandar yekcarî dernayê).
- Heke lêkerkê dawiya xwe da -artin, -aştin, -aftin anku guhertoyeka din a yeksanî -andin hebe, -ar nikare li pişt were xistin. (wek hinare ji hinartin, ne *hinartar; qelaş ji qelaştin, ne *qelaştar)
Etîmolojî
biguhêreHevreha farisî -ﺎر (-ar), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (-ar, “-er”), bi gengazî ji proto-hindûewropî *-tōr (“-er”).