Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina zava  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zava zava
Îzafe zava zavayên
Çemandî zava zavayan
Nîşandera çemandî zava wan zavayan
Bangkirin zavayo zavayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zavayek zavayin
Îzafe zavayekî zavayine
Çemandî zavayekî zavayinan
 
Bûk û zava (1)

zava nêr

  1. mêrê ku daweta wî ye,
    zelamê ku dîlana wî tê kirin,
    zilamê ku zemawenda wî ye
    Bûk û zava rabûn dawetê.
    • Zava bi edeb ku çû ji der dan — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. mêrê keça kesekî/ê yan mêrê xwişka kesekî/ê
    Rizgar zavayê Elî ye. (Keça Elî jina Rizgarî ye.)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Tewandî

biguhêre

Gotinên pêşiyan

biguhêre
  • bûk bi dilê zavê ye, çi pitepita pîrê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi pilepila melê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi hêlehêla melê ye

Têkilî

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî زاوا(zawa), kurdiya başûrî zawa, zazakî zama, hewramî zema, mazenderanî û talîşî زاما‎(zama), belûçî زامات‎(zamat), pertî 𐫉𐫀𐫖𐫀𐫅(zʾmʾd /zāmād/), farisî داماد‎(damad), tacikî домод (domod), pehlewî 𐫅𐫀𐫖𐫀𐫅‎(damat), hexamenişî *𐎭𐎠𐎶𐎠𐎫𐎼 (*d-a-m-a-t-r /dāmātar-/), sogdî 𐫉𐫀𐫖𐫤𐫀𐫏‎(zʾmtʾy‎) / ܢܐܩܬܐܝ‎(zʾmtʾy), avestayî 𐬰𐬁𐬨𐬁𐬙𐬀𐬭‎(zāmāter), sanskrîtî जामातृ (jā́mātṛ), hindî जँवाई (jãvāī) / जमाई (jamāī), yûnaniya kevn û nû γαμβρός (gambrós, zava) û γάμος (gámos, dawet, zemawend, zewac), latînî gener, îtalî genero, portugalî genro, fransî û katalanî gendre, spanî yerno, albanî dhëndër... Hemû ji proto-hindûewropî *ǵem- (zewicîn, jin anîn).

Peyva îranî bi şiklê xwe yê farisî wek داماد(damad) ketibû tirkiya osmanî û di tirkiya niha de bûye damat û cih li peyva tirkî ya xwemalî güvey teng kiriye.

Peyva yûnanî γάμος (gámos, zewac) ya ji eynî rehê peyva zava di gotinên wek monogamî (yekjinîtî, yekzewacî) û polîgamî (pirjinîtî, pirzewacî) de li piraniya zimanan belav bûye û ketiye kurdî jî.

Hêjayî gotinê ye ku zava ne hevreha peyva zewac / zewicîn e. Zewac û zewicîn ji erebî ketine kurdî lê ew bi xwe jî ji זוגא(zewga) ya aramî ne ku ji ζεῦγος (zeûgos) ya yûnaniya kevn e ku ji *yug-ta- û *yeug- (bi hev re meşîn/bezîn) yên proto-hindûewropî ne ku herwiha serekaniya [skrîpt hewce ye] (yuxte-) ya avestayî, [skrîpt hewce ye] (cuxte-) ya farisiya kevn, جفت(cuft) ya farisî û cot ya kurdî ye. çift (cot) ya tirkî ji farisî ye.

Çavkanî:
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 683.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 117.
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 26
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabularyKommissionaer: Munksgaard (København)1966, r. 114
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

zava

  1. ronahî, ronî

Çavkanî

biguhêre
Ev peyv ji wergerên ronahî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]