xwişk

(Ji xuwa hat beralîkirin)
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
xwişk  / xweng  / xwek  / xuşk  / xweh
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwişk xwişk
Îzafe xwişka xwişkên
Çemandî xwişkê xwişkan
Nîşandera çemandî xwişkê wan xwişkan
Bangkirin xwişkê xwişkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwişkek xwişkin
Îzafe xwişkeke xwişkine
Çemandî xwişkekê xwişkinan
 
du xwişk

xwişk

  1. (malbat) keça dêbavên kesekê/î, qîza deybabên kesekê/î
  2. (malbat) keça diya kesekê/î lê ne ji babê wê / wî
  3. (malbat) keça ji babê kesekê/î lê ne ji dayika wê / wî

Etîmolojî

biguhêre

xweh + -îşk (paşgireke mêzahiyê), wek di mirîşk, kenîşk de.

Ji proto-hindûewropî *swesor, proto-îranî *swesar- > *hwehar > *xwehar, hevreha sanskrîtî sveser, avestayî xveher, pehlewî xweh(er), farisî xwaher, partî xwar, belûçî gwâher, zazakî waye, bi hewramî walî, bi soranî xwehîşk.

avestayî: xvanhar- ("xwişk")
pehlewî: xwāhar ("xwişk")
sogdî: xwār ("xwişk")
farisî: xwāher ("xwişk")
osetî: xwār ("xwişk") ... alfabeya arî
kurmancî: xwişk, xweh ("xwişk")
soranî: xuşk, xweyşk ("xwişk")
hewramî: wāle ("xwişk")
zazakî: way ("xwişk")
sanskrîtî: svasar ("xwişk")
yûnanî: éor ("xwişk")
latînî: soror ("xwişk")
almanî: Schwester ("xwişk")
îngilîzî: sister ("xwişk") ...

Çavkanî: Horn p.111, Watkins p.89, MacKenzie P.135, Etymonline
Hevreh: xwarza, xwarzî

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.