Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xerîte xerîte
Îzafe xerîteya
xerîta
xerîteyên
xerîtên
Çemandî xerîte
xerîtê
xerîteyan
xerîtan
Nîşandera çemandî xerîte
xerîtê
wan xerîteyan
wan xerîtan
Bangkirin xerîte
xerîtê
xerîteyino
xerîtino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xerîteyek
xerîtek
xerîteyin
xerîtin
Îzafe xerîteyeke
xerîteke
xerîteyine
xerîtine
Çemandî xerîteyekê
xerîte
xerîteyinan
xerîtinan
 
Xerîteyeke dinyayê.

xerîte

  1. Wêneyê bi dest yan bi kompûterê hatiye çêkirin yê ku sinorên welatan yan herêman nîşan dide.
    Hevmane: nexşe
    Xerîteya cîhanê; xerîta Kurdistanê.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî خريطة(xeṛîṭe) ji aramî חרתא(xerta) ji yûnanî χάρτης (chártis) (xartês: 1. perr, kaxez 2. xerîte) ji χαράσσω (xarasos: xîçandin, xîç kirin, nîgar kirin) ji proto-hindûewropî *ǵʰer- (xîç lê kirin, selixandin). خريطة‎ ya erebî wek harita ketiye tirkî jî. χάρτης ya yûnanî bi rêya charta ya latînî herwiha serekaniya peyvên bi maneya "xerîte" yên gelek zimanên ewropî ye jî: carte ya fransî Karte ya almanî, karta ya swêdî, карта (karta) ya rusî... Herwiha kart û kartonên kurdî jî ji heman peyva yûnanî ne. Van dehsalên dawiyê di kurdiya nivîskî de peyva nexşe wek peyveke esilkurdî tê tercihkirin lê di rastiyê de ew ji peyva nexş/neqş e ku bi xwe jî ji erebî ye. Di kurdî de nexş maneyeke din dide loma "xerîte" çêtir e.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.