Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tecela tecela
Îzafe tecelaya tecelayên
Çemandî tecela tecelayan
Nîşandera çemandî tecela wan tecelayan
Bangkirin tecela tecelayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tecelayek tecelayin
Îzafe tecelayeke tecelayine
Çemandî tecelayekê tecelayinan

tecela

  1. diyarbûn, berçavbûn, xuyabûn, aşkirabûn
    (bi taybetî li gor Qur'anê xwenîşandan Xwedê bo Mûsa pêxemberî li çiyayî Sînayî)

Ji wêjeyê

biguhêre
  • Amraza nasîn û peydakirin heqîqetê di felsefê de hiş û belgevehênan e: Lê di irfanê de evîn e. Arif evîndarê tecelaya nûra Xwedê ye û dixwaze di vê rêkê de bigihîje Xwedê, lê fîlosof kemala mirovaniyê di wê hindê de dibîne ko hemû tiştî li rêka aqil û zanistê dest xwe ve bîne, lê arif hêvîdar e ko pê fenaya xwe di heq de bekaya ebedî, yanî manewa herehereyî dest xwe ve bîne û weke dilopekî bighîje deryayê û di gel deryayê bibe yek. Em evê hindê di serbihuriya Mem û Zînê de dibînin. Evîn û evîndarî di rêbaza irfanê de binêşe ye. Evîn sermaya herehereyî û kaniya ava heyatê ye ji arif re. Maşûqa arifan Xweda ye, aşiq gerek e di vê rêkê de dest ji dinyayê û tewanî tiştên wê ye nefsanî ve cismanî bikişîne, ta bigihîjin Xwedê. Dilê arif cîhê tirîşkdanewe û çilvilîna nûr û ronahiya Xwedê ye, ewe ye ko pişka zor e arifan çîrok û serhatiyên irfanî û evîndariyê yan helbestên evîndariyê nivîsîne. Ehmedê Xanî jî yek ji wan arifan e ko hem bi xwe evîndar bûye hem jî ji çîroka evîndariyê bi şêweyek irfanî afirandiye. — (Perwîz Cîhanî: Irfan di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de)

Têkilî

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî تجلي(tecellî, diyarbûn), hevreha aramî תגלא (tegella), ji te- + جلاء(cilai, ronahî, geşî) ji جلا(cela, biriqîn, teyisîn, geş bûn, ronahî dan), ji eynî rehî: cilwe.