maşûq mê û nêr

  1. Kesa/ê ku tê hezkirin
    • Amraza nasîn û peydakirin heqîqetê di felsefê de hiş û belgevehênan e: Lê di irfanê de evîn e. arif evîndarê tecelaya nûra Xwedê ye û dixwaze di vê rêkê de bighîje Xwedê, lê fîlosof kemala mirovaniyê di wê hindê de dibîne ko hemû tiştî li rêka aqil û zanistê dest xwe ve bîne, lê arif hêvîdar e ko pê fenaya xwe di heq de bekaya ebedî, yanî manewa herehereyî dest xwe ve bîne û weke dilopekî bighîje deryayê û di gel deryayê bibe yek. Em evê hindê di serbihuriya Mem û Zînê de dibînin. Evîn û evîndarî di rêbaza irfanê de binêşe ye. Evîn sermaya herehereyî û kaniya ava heyatê ye ji arif re. Maşûqa arifan Xweda ye, aşiq gerek e di vê rêkê de dest ji dinyayê û tewanî tiştên wê ye nefsanî ve cismanî bikişîne, ta bigihîjin Xwedê. Dilê arif cîhê tirîşkdanewe û çilvilîna nûr û ronahiya Xwedê ye, ewe ye ko pişka zor e arifan çîrok û serhatiyên irfanî û evîndariyê yan helbestên evîndariyê nivîsîne. Ehmedê Xanî jî yek ji wan arifan e ko hem bi xwe evîndar bûye hem jî ji çîroka evîndariyê bi şêweyek irfanî afirandiye. — (Perwîz Cîhanî: Irfan di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de)

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî [Peyv?], têkildarî aşiq, eşq.