Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sênî sênî
Îzafe sêniya sêniyên
Çemandî sêniyê sêniyan
Nîşandera çemandî sêniyê wan sêniyan
Bangkirin sêniyê sêniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sêniyek sêniyin
Îzafe sêniyeke sêniyine
Çemandî sêniyekê sêniyinan
 
Sêniyek û çend tas û tirar li ser.

sênî

  1. belem, ferxesênî, tepsî, bergeş, sifre, berkêşok, mersef, sînî, ferxesînî, hewank, teblîk, zêrcam,
    amana berfireh ya ku sênîk û amanên din tê de tên bicihkirin daku gerandina wan hêsan be yan xwarin jê nekeve erdê yan ser maseyê
  2. sênîk, amana pan ya ku mirov xwarinêdixwe

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî سینی(sînî), farisî سینی(sînî), tirkî sini, hemû ji erebî صينية(șîniyet, sênî, tiştên çînî) ji صيني(șînî, çînî) ji الصين(eș-Șîn, Çîn, Sîn), ji zimanên îranî, bi pehlewî 𐭰𐭩𐭭 (Çîn: Çîn, çînî, malê çînê, amanên ji Çînê, bi taybetî ferfûrî anku çînî) ji sanskrîtî चीन (cīna) (Çîne) ji çînî (qín - di tîpguhêziya çînî de Q wek Ç ya kurdî tê gotin.) Ji eynî rehî: çînî ku hem maneya "ji Çînê" (bi îngilîzî "Chinese") û herwiha wateya "ferfûrî" (bi îngilîzî jî "china") dide. Binêre herwiha: ferfûrî û çinar.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.