qedeh
Kurmancî biguhêre
biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | qedeh | qedeh |
Îzafe | qedeha | qedehên |
Çemandî | qedehê | qedehan |
Nîşandera çemandî | wê qedehê | wan qedehan |
Bangkirin | qedehê | qedehino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | qedehek | qedehin |
Îzafe | qedeheke | qedehine |
Çemandî | qedehekê | qedehinan |
qedeh mê
- Amana şûşeyî ya bi gelemperî zirav û dirêj ya mirov pê avê û şileyên din vedixwe.
- mey
- ...derdiketin derve ji bo ku qedehekî sibehiyê vexwin şanî wî dan. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Avesta, 2020, r. 34, ISBN 978-605-2246-80-1)
Ji wêjeya klasîk biguhêre
- Ko tu yî qibleya erbabê du'a
Ji du'ayê qedehek derdest e
Her seher mestê meya nabê du'a — (Melayê Cizîrî, Dîwana Melayê Cizirî, ~1640)
Herwiha biguhêre
Etîmolojî biguhêre
Ji erebî قدح (qedeḥ). Herwiha bide ber erebî قدس (qedes), hevreha aramî ܩܕܣܐ (qeddisa), îbranî כד (qed), yûnanî κάδος (kádos). Heman peyv ji erebî ketiye farisî قدح (qedeh) û tirkî kadeh jî.