Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

pejirandin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -pejirîn-
RP.
Niha
ez dipejirînim
tu dipejirînî
ew dipejirîne
em, hûn, ew dipejirînin
Fermanî Yekjimar bipejirîne
Pirjimar bipejirînin
Rehê dema borî: -pejirand-
RP.
Boriya
sade
min pejirand
te pejirand
wê/wî pejirand
me, we, wan pejirand
Formên din:  Tewandin:pejirandin

pejirandin lêkera xwerû, gerguhêz

qebûl kirin, razî bûn, qaîl bûn, qanih bûn
  1. bi tiştekê/î razî bûn
    Divê em bipejirînin ku zimanê kurdî giringtirîn nîşana kurdbûnê ye.
  2. tişta/ê tê pêşkêşkirin wergirtin
    Wî diyariya min nepejirand. (Nexwest wergire yan pê razî nebû.)
  3. bersiva erênî anku pozîtîv dan vexwendinekê anku dawetekê yan sparîşekê anku teklîfekê
  4. destûr dan anku dan tiştekê/î bêyî ku dijî wê / wî derkeve
    Wan nepejirand ku ez biçim.
  5. bawer kirin
    Ew hebûna Xwedê dipejirîne. (Ew bawer dike ku Xwedê heye.)
  6. bi gotin yan bi dengdanê yan bi îmzayê gotin "baş e"
    Perlemanê qanûnek nû pejirand.
  7. berpirsiyarî girtin ser milên xwe
  8. xebitandin: Makîneya nû karteyên kevn napejirîne.
  9. destûr dan anku dan ku kesek beşdar bibe
    Gelo ewropî dê bipejirînin ku Tirkiye bibe endamek Yeketiya Ewropayê?

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Nêzîk biguhêre

Têkildar biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji pejir + -andin, têkildarî پذیرفتن(pezîriften) ya farisî (rehê dema niha -pezîr-), pedîriften ya pehlewî, ji proto-îranî *petî- + *greb- (girtin) ji proto-hindûewropî *ghrebh-/ *gherebh-. Bo zêdetir agahiyan, binere girtin.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pejirandin pejirandin
Îzafe pejirandina pejirandinên
Çemandî pejirandinê pejirandinan
Nîşandera çemandî pejirandinê wan pejirandinan
Bangkirin pejirandinê pejirandinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pejirandinek pejirandinin
Îzafe pejirandineke pejirandinine
Çemandî pejirandinekê pejirandininan

pejirandin

  1. qebûlkirin, pesindkirin:
    pejirandina rastiyê,
    pejirandina daxwaznameyê,
    pejirandina mafên gelê kurd

Werger biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.|beş=Ev qismê Wergerê|oldid=undefined}}