Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

K k biguhêre

Soranî سۆرانی Kurmancî
ka کا ka, giyayê hişkkirî
kaban کابان kabanî, kevanî, jin, jina bermalî
Kabe کابە Kabe, Ke'be, kevirê reş yê Mekehê yê ku hecî li dor dizivirin
kabîne کابینە kabîne, hukumet, civata wezîran
kabra کابرا camêr, zelam, mêr, mêrik, peya, kabra
kaç کاچ (dar) kaj; qaç
kaçax کاچاخ bn gamêş
kad کاد kad, qad, meydan, gorrepan, com, gom, zom
kadan کادان kadîn, xaniyê ka tê ve têt parastin
kaf کاف navê tîpa "k" di alfabeya kurdî-erebî de
kafar کافار bn nawçe
kafir کافر kafir, gawir, bêîman, bêdîn, kesa/ê baweriya wê bi dînî (t bi îslamê) û Xwedê nîne; zalim, stemkar; bêwijdan
kafirman کافرمان bn giwêzan
kahû کاھوو xes, giyayek e selete jê tê çêkirin
kaj کاژ bn kaç
kajaw کاژاو kajav, cûnek e ji tiriyê reş
kajellax کاژەڵاخ kulox, ser
kajelle کاژەڵە bn kajellax
kajer کاژەر bn katjimêr
kajere کاژەرە bn kajellax
kak کاک kek, kak, birayê mezin; kek, hêja, birêz, berkeftî, ezîz, bihagiran
kake کاکە keko (forma bangkirinê ji peyva kak )
kakelê کاکەلێ kako (forma şirînkirinê ji peyva kak )
kakeyî کاکەیی kakeyî: 1) endama/ê hozek kurd ya t li Başûrê Kurdistanê dijî 2) endama/ê rêbazek dînî (terîqeketê) ya t li Başûrê Kurdistanê peyda dibe
kakill کاکڵ 1) kakil, nava tiştekî ya giring 2) pirtik, parçe; pate, paçe
kakîbekakî کاکیبەکاکی (erdê) beyar / hişk
kako کاکۆ gidîş, koma kayê
kal کال kal, pîr, salmend, dijw. qenc, xort, ciwan
kall I کاڵ ١ 1) kerrik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî 2) xav, nekelî, nekelandî 3) rengê jêçûyî; kej, rengê vebûyî, rengê ne tarî
~ kirç ~ کرچ kerrik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî
kall II کاڵ ٢ bn kiştûkall
kalla کاڵا pertal, perrok, cil, libas
kallakut کاڵاکوت bn gellakutk
kalan کالان kevlan, şûrdank, kaloxk, alava şûr tê de têt danîn dema mirov wî bi xwe re tîne û dibe daku ziyanan negihîne mirov yan daku pîs nebe
kallat کاڵات talan, şelandin
kale کالە pêlav, sol
kallek کاڵەک gundor, petêx, talik, kalik
kallemiste کاڵەمستە lîstikek e kesek herdu destên xwe û tiştikekî dibe pişt xwe û paşî herdu destan miçandî tîne û ji yê dî dipirse ka ew tişt di kîjan destî de ye
kalî کالی kalî, pîrî, dijw. gencî, xortî, ciwanî
kallî کاڵی navdêr e ji rengdêra kall I
kallîn کاڵین bn hellkallîn
kalyar کالیار cûnek xiyaran e
kam I کام ١ kîj, kîjan, kîşk; kî; çi
kam II کام ٢ daxwaz, hêvî, xwestek, hez, bêrî, hesret
kamar کامار dorber, tixûb
kamax کاماخ ran, rehn, qalçe, derqûn
kame کامە bn kam
kameran کامەران bextiyar, bextxweş, kameran, dilşa, dilşad; serkeftî
kameranî کامەرانی bextiyarî, bextxweşî, kameranî, dilşayî, dilşadî; serkeftinî
kameta کامەتا ka, kanî, kanê, li kû ye, li kû ve ye
kamil کامل kamil, temam, bêkêmasî; gihiştî
kamp کامپ kamp, war, wargeh
kan کان kan, kehn, kanî, kehnî, serekanî, ciyê tiştek lê çêdibe / dizê yan jê tê kan -yan: mamostekan wut mamosteyan got
kanaw کاناو kanav, ava binerdî
kanga کانگا bin, kûratî, kûrahî
-kanim -کانم -yên min: birakanim birayên min
-kanit -کانت -yên te: birakanit birayên te
kaniyedirozine کانیەدرۆزنە kaniya havînan hişk dibe
kanî کانی kanî, kehnî, ciyê av jê dizê, cihê av lê ji bin erdê hildibilqe
-kanî -کانی -yên: mamostekanî kurdî mamosteyên kurdî; -yên wê / wî: mamostekanî mamosteyên wê / wî
kanîaw کانیاو kanîav, kehnîav, ava kaniyan / kehniyan
kanîberdîne کانیبەردینە kanîkevir, (ciyê) ava (lê) ji nav keviran derdikeve
kanîle کانیلە kanîk, kehnîk, kaniyên / kehniyên biçûk
-kanman -کانمان -yên me: hawrêkanman hevalên me
-kantan -کانتان -yên we: hawrêkantan hevalên we
-kanyan -کانیان -yên wan: hawrêkanyan hevalên wan
kanûn کانوون kanûn: ~î yekem kanûna yekê, berfanbar, meha 12 ji salnameya romî; ~î duwem kanûna duyê, rêbendan, meha 1 ji salnameya romî
kanza کانزا kanza, maden, metal
kanzayî کانزایی kanzayî, madenî, metalîk
kapoll کاپۆڵ kulox, ser
kar I کار ١ kar, şol, îş, şuxl, sin'et; ked; mijûlî; pîşe: Ewan çi kar in? Ew mijûlî çi ne? Pîşeya wan çi ye?; karûbar; bandor, tesîr, karîgerî. Biwêj: Kar le kar tiraza Mesele ji dest derket
kar II کار ٢ kar, karik, kehr, kehrik, bizina hê mezin nebûye
-kar -کار -kar, ya karê wê / yê karê wî tiştek e; -ker, ya / yê tiştekî dike
kara کارا kara, bibandor, tesîrker, giring, fer, karîger
karame کارامە jêhatî, bişiyan, karzan
karask کاراسک karxezal, xezalên hê mezin nebûne
karaşna کاراشنا şareza, karnas, pispor, kesa/ê karekî baş dizane / dinase
karaşnayî کاراشنایی şarezatî, karnasî, pisporî
karbedest کاربەدەست karbidest, rayedar, desthilatdar, kesên kar (t yên fermî / resmî) di bin fermana / rêveberiya wan de ne
karbedestî کاربەدەستی karbidestî, rayedarî, desthilatdarî
karbirr کاربڕ karbirr, tişta dawiyê li karekî tîne
karbira کاربرا hevkar, kesên li gel hev karekî dikin
karbirayetî کاربرایەتی hevkarî, kirina karekî li gel hev
karbîn کاربین pispor, şareza, zanaya/ê karekî
kardanewe کاردانەوە bertek, bersiv, reaksiyon
kardîtû کاردیتوو kardîtî, karkirî, şareza
kareba کارەبا 1) kareba, kehreba, elektrîk, ceyran 2) zîqok, zîqzîqok, hin pirtikên gewerî yên biriqin in bi cilên <st1:City><st1:place>jinan</st1:place></st1:City> / keçan ve tên zeliqandin daku xweşik bin
kareker کارەکەر xidam, xizmetkara jin / keç
karesat کارەسات bela, karesat, bextreşî
karez کارەز coya binerdî, kanala binerdî, ava di bin erdê re diherrike
karezaw کارەزاو karezav, ava di bin erdê re wek coyan / kanalan diherrike
karezken کارەزکەن karezçêker, kesa/ê karê çêkirina coyên binerdî baş dizane
karg کارگ kivark, hacîlok, kuvark
karge کارگە karge, kargeh, cihê kar lê têt kirin
karger کارگەر sedem, binas, sebeb, ho, faktor
kargêrr کارگێڕ kargêrr, serkêşa/ê yan birêvebera/ê karekî, kesa/ê serkêşiya karkeran dike
kargêrrî کارگێڕی kargêrrî, birêveberî, serkêşî
karguzar کارگوزار bikêr, bikêrhatî; xizmetkar, destsivik, kesa/ê dixwaze xizmetan bike
karguzarî کارگوزاری kêr, bikêrhatin, bikêrî; xizmet, xizmetkarî
karhatû کارھاتوو kêrhatî, bikêr, bikêrhatî
karî کاری (êş / nesaxî ya) kujek, ya dikuje yan dikare bikuje
-karî -کاری -karî, kirina karekî: tawankar tawankar, kesa/ê tawanan / xirabiyan dike
karîger کاریگەر bibandor, karîger, tesîrker, efektîf
karîgerî, karîgerêtî کاریگەری، کاریگەرێتی bandor, tesîr, karîgerî, karîgertî, efekt
karîte کاریتە karîte, darê dirêj û qayim yê banên xanî xwe lê digirin
karjole کارژۆلە karik, kehrik, kara / kehra sava / nûçêbûyî
karkenar کارکەنار karkinar, zanenşîn, teqawid
karkenarî کارکەناری karkinarî, zanenşînî, teqawidî
karker کارکەر karker, şolker, îşker, şuxlker, kesa/ê kar / şol / îş / şuxl dike
karkirde کارکردە şareza, pispor, karzan, karkirde
karname کارنامە karname, nameya / plana birêvebirina kar; karname, belgenameya ku kesekî filan kar li bêvan demê kiriye daku kesa/ê kar kiriye vê belgenameyê di pêşerojê de wek nîşaneya pisporiya / şarezatiya xwe bi kar bîne
karnas کارناس bn karzan
karniyar کارنیار karxwaz, karniyar, kesa/ê daxwaz dike ku bikeve ser karekî
karniyarname کارنیارنامە karniyarname, karxwazname, nameya / forma têt dagirtin dema daxwaza ketina ser karekî têt kirin
kart, karte I کارت، کارتە ١ karte, name, belgename, kaxez
karte II کارتە ٢ dirûna cara duyem, berhemrakirina cara duyem ji heman zeviyê
karsaz کارساز 1) karsaz, kesa/ê yan şirketa tiştan çêdike 2) çêker, kesa/ê tiştekî çêdike / karekî dike
karûbar کارووبار karûbar, kar, kar û tiştên dî yên pê re
karûfirman کارووفرمان bn karûbar
karûs کارووس waz, şiroveya dînî
karwan کاروان karwan, kerwan, koma mirovan / dewaran ya bi hev re dimeşe
karwançî کاروانچی karwançî, berpirsa/ê karwanekî
karwanî کاروانی karwanî, endama/ê karwanekî, ya / yê li gel karwanekî
karwanker کاروانکەر gerrestêr, planet
karwankuj کاروانکوژ stêra spêdeyê, karwankuj
karwanqirran کاروانقڕان bn karwankuj
karxane کارخانە karxane, kargeh, cihê kar lê têt kirin; fabrîqe
karzan کارزان karzan, pispor, şareza, kesa/ê karekî (baş) dizane
karzanî کارزانی karzanî, pisporî, şarezayî
kas کاس gêj, bêhay; mat, ecêbgirtî, matmayî; mismid, ya / yê guhên wê / wî ji ber dengek bilind kêlîkekê tiştekî nabîzin
kase کاسە kase; kûp; tirar; şûşe, cam
kasib کاسب bazirgan, ticar, tacir; dikandar
kasibî کاسبی bazirganî, ticaret; dikandarî
kasî کاسی gêjî, bêhayî; matî, ecêbgirtinî, matmanî; mismidî
kasp کاسپ bazar, bazirganî, ticaret
kastî کاستی kêmasî, kêmûkasî
kaş کاش cot, kêlan, çandin
kaşane کاشانە koşk, koçk, seray, qesr, xaniyên mezin û bihagiran
kaşe کاشە kaşe, tiştê mirov li ser / têde rûdine û xwe li ser berfê dixwişînin
kaşî کاشی kaş, libin, blok
kaşka کاشکا bn keşke
kat کات dem, wext, çax, zeman
katewkat کاتەوکات carinan, car car, geh geh
katê کاتێ dema, gava, hingê ku, (wê) dema ku, (wê) gava ku, wexta ku
katî کاتی demkî, navdem, berdem, rabor, neberdewam, neherherî, nemayinde
katjimêr کاتژمێر demjimêrk, saet
katpêw کاتپێو dempîvk, alava pêpîvana / pêdiyarkirina demê
kaw کاو kerb, kîn, nefret
kawêj کاوێژ cûn, cûtin
kawil کاول kavil, wêran, xopan, xerabe
kawirr کاوڕ kavirr, mihên di navbera temenê 3 û 6 mehî de
kawiş کاوش sosret, ecêb, seyr, neasayî, nesiriştî, nexwezayî
kawîr کاویر navê giyayekî ye
kawlî کاولی bn qereç
kaxez کاخەز perr, kaxez, kaxiz, pel; name
kaxezdar کاخەزدار kaxezdar, kesa/ê karê wê /wî (t li daîreyên hikûmî) tomarkirina kaxezan e
kaye کایە 1) com, gom, meydan, sahe, gorrepan 2) dor ("Dora min e, ne ya te lew ez dê pêşî bikim paşî tu.") 3) rişte, biwar, şax (yê zanistê)
ke I کە ١ ku; dema (ku), gava (ku), wexta (ku); madem, pa madem: Ke wa ye, bo nayê? Madem wa ye, çima nayê?; daku, da: Hatim ke bitbînim Hatim daku te bibînim; ger, eger, heke, heger, heker, heko: Ne nazanî mellê Eger nizanî nebêje
ke: II dî ke / dîke کە:٢ دی کە / دیکە ya / yê / yên dî / din
-ke -کە paşbendika diyariya (# nediyariya) yekjimar e (Di kurmancî de bi pirranî nayê wergerandin: Pencereke sor e Pencere sor e. Bi îngilîzî li şûna wê pêşpeyvika "the" cî digire: The window is red. Carinan di kurmancî de pêşpeyvika "ya / yê" li şûnê tê bikaranîn: Nawî jinî aşewaneke Zehra bû Navê jina yê aşvan Zehra bû.)
-ke- -کە- -k- (rayê dema niho ji lêkera "kirdin = kirin": [Min d]ekem, [to d]ekeyt, [ew d]eka[t], [ême d]ekeyn, êwe [d]eken, ewan [d]eken
kebab کەباب kebab, pirtên goşt yên bi şifşeyan ve li ser yan ber agir tên biraştin
kebar کەبار xumamiya / tarîgewrikiya spêdeyan; dawayên (bi li meha rojîgirtinê remezanê) berspêdeyan ji mizgeftê bi bangek bilind tên xwendin
kebat کەبات cûnek lîmonan e
keç کەچ (serê) şorr / berjêr
keçe کەچە (heywanên / lawirên) şaxbadok, şaxçemiyayî
keçell کەچەڵ keçel, hewês [h wek heft]
keçellî کەچەڵی keçelî, hewêsî, keçeltî
keçeşax کەچەشاخ bn keçe
keçî کەچی lê; tevî ku, herçend e
kede کەدە bn namo
kef I کەف ١ kef (ya sabûnê / pêlên deryayê); bilq (ya şorbê); gilîz (yê ji devî)
~ çandin ~ چاندن gilîz (ji devî) hatin
kef II کەف ٢ lêb, lêhb, hîle, xap, xîf
~ bûn ~ بوون (xwe) xîfandin, hîleyan xwe jê xilas kirin
~ lê dan ~ لێ دان (jê) xîfandin, lêb lê kirin, xapandin, bi fêl û hîleyan jê standin
kefalet کەفالەت kefalet, gerew; garantî, misogerî
kefaret کەفارەت filitîn, xilasî, azadî, silametî
~ bûn ~ بوون (ji belayekê / nexweşiyekê) filitîn, xilas bûn
kefaw کەفاو kefav, ava kefdar
kefîl کەفیل kefîl, gerewdêr; garantor, misogerker
kefûkoll کەفووکۆڵ bilq, kefa bi ser tiştekî dikele dikeve
kehlan کەھلان (hespên) kihêl / kehêl [h wek 7]
kej کەژ tat, teht, helan; zinar; rizde; gir
kejawe کەژاوە şixre, darqetkên / darbestên wek baran li hespan / hêstiran tên barkirin
kejell کەژەڵ bn keçell
kejmall کەژماڵ kom, gurûb, deste
kel I کەل ١ ker, pirt, par, parçe, qet
kel II کەل ٢ gupik, gupîtk, lûtke, cihê herî bilind (yê çiya / darê û hwd)
kel III کەل ٣ hût, rût, hilû, keçel
kell کەڵ nêr (t heywanên mezin)
~ girtin ~ گرتن telew bûn, nêr xwestin, (hin lawirên mê dema dixwazin yên nêr li gel wan di nav têkiliya leşî de bin)
kela کەلا varê, avarê, dûrî rê / navendê, dûr
kellafe کەڵافە bn killaf
kelak کەلاک kelex, term, leşê mirî
kellam کەڵام kelam, kilam, nivîsên pîroz yên hin mezheban (t. kakeyiyan): we kellam bi kelam, bi sond, sond dixwim ku...
kellan کەڵان serek, serok, mezin
kellanter کەڵانتەر bn kellan
kelar کەلار 1) gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî 2) navê bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê
kelare کەلارە kum, kulav, şewqe, şepqe
kellaş کەڵاش bn killaş
kellb کەڵب gumtil, gumtilk, komik
kellbe کەڵبە kêlbe, kelbe, didanên tûj, didanên dirrinde (wek yên seyan < kelb (A) = se, kûç)
kele کەلە kulox, kele, ser; ser-, sere-: kelepaçe serûpêk (xwarinek e ji ser û piyên heywanan tê çêkirin), keleberaz înato, serhişk, sereberaz’, kelegurpe seregamêş, sermezin
kelle- کەڵە- nêre-: kellejin nêrejin, jina wek mêran, kelleşêr dîk, dîkilê, mirîşkê nêr
-kele, -kelle -کەلە، -کەڵە -ve (paşpirtikek e bo diyarkirina hin rengên dişibin rengekî lê ne tam ew reng in): sûrkele sorve, rengek nêzîkî sor lê ne tam sor
kelleget کەڵەگەت bejndirêj, dirêj
kellek I کەڵەک ١ 1) kelek, darên bi hev re girêdayî yên pê mirov di ser avê re derbas dibin 2) kom 3) gidîş, koma giyayê li hev civandî
~e kirdin ~ە کردن kom kirin, danîn ser hev, kirin gidîş
kellek II کەڵەک ٣ lêb, fêl, hîle, xap, fen, lêhb
kellekbaz کەڵەکباز lêbo, hîlebaz, xapînok, hîleker
kellekçî I کەڵەکچی ١ kelekvan, kesa/ê rêveberiya kelekekê dike
kellekçî کەڵەکچی bn kellekbaz
kelekuç کەلەکوچ perasû, parsû
kelela کەلەلا seqet, bêdest yan bêpî, birîndar, kirêtkirî
kelem کەلەم kelemî, kelem
kelepçe کەلەپچە kelemçe, kelepçe
keleper کەلەپەر şeq, tîk, tiştê ji hin deran ji hev vebûye û kunek dirêj ketiyê
kelepûr کەلەپوور kelepûr, mîras, bermayî, torre, çande
kelepûrî کەلەپووری kelepûrî, mîrasî, mermayî, torreyî, çandeyî
kelerm کەلەرم bn kelem
kelles کەڵەس bizîng, werîs
keleşeq کەلەشەق serhişk, înato, biînat
kelleşêr کەڵەشێر dîk, dîkil, mirîşkê nêr
keletezên کەلەتەزێن tikîtezî, cipîcemidî, sirrûsar, pirr tezî / cemidî / sar
kellewê کەڵەوێ giyayek borr û strîtûj e
kelêj کەلێژ bn desellat
kelên کەلێن 1) şeq, tîk 2) meydan, qad
kellk کەڵک sûd, sûde, mifa, feyde, kelk, kar, qezenc, qazanc
kelle کەڵە bn kele
kellos کەڵۆس kesa/ê didanên wê / wî yên pêşiyê ketine
keltûr کەلتوور çande, torre, kultûr
kelûkom کەلووکۆم bêserûber
kelûpel کەلووپەل kerûper, pirtûmirt, hûrûmûr
kellûrrî کەڵووڕی cûnek stiranên gelêrî yên kurdî ye
kelwaz کەلواز sirrûseqem, sirrûsarma
kelxane کەلخانە kelxane, dikana çek-/ tivengçêkeran
kem کەم kêm, hindik, piçek
~ keme ~ کەمە piço-piço, kêm-kêm, hindik-hindik
kemall کەماڵ kemal, kamil, tam, temam, bêkêmasî, têrûtijî
keman کەمان keman, alavek jendar ya muzîkê ye
kemançe کەمانچە kemançe, viyolîn, alavek jendar ya muzîkê ye
kemançejen کەمانچەژەن kemançejen, viyolînîst, kesa/ê li kemançeyê dide
kemax کەماخ bn simt
kemayesî کەمایەسی kêmayesî, kêm yan biçûk hesibandin
kemayetî کەمایەتی kêmayetî, mînorîte, kêmanî
kemayî کەمایی bn kemî
kembîr کەمبیر kêmbîr, kesa/ê tişt baş namînin li bîrê, kesa/ê bi asanî tiştan ji bîr dike
kemçîkilldane کەمچیکڵدانە venehewayî, bêsebr, balkurt, dw. baldirêj, bisebr
kemdest کەمدەست destkurt, hejar, feqîr, belengaz, perîşan
kemdû کەمدوو kêmbêj, kesa/ê kêm suhbetê dike
keme کەمە rex, kinar, qirax, tenişt, serlêvî, sersinorî
kemekêk کەمەکێک piçekê, kêmekê, hinekî
kemer کەمەر kemer, navteng, newq
~î zewî ~ی زەوی kemera zemînê, ekwator
kemebend کەمەبەند kemerbend, kemerek pan e
kemerbest, kemerbeste کەمەربەست، کەمەربەستە 1) parastî, neşkê, îmmûn 2) camêr, qenc
kemerbestî کەمەربەستی îmmûnîte, parastinî
kemerçîn کەمەرچین çarşev, mêzer
kemerdar کەمەردار kemerdar, kemerkirî, bikemer
kemereyî کەمەرەیی kemerî, ekwatoriyal
kemeyî کەمەیی rexî, kinarî, qiraxî, teniştî, serlêv, sersinor
kemêll کەمێڵ pîsatiya bi dawa / derqûna mihan ve hişkbûyî
kemêtî کەمێتی bn kemî
kemî کەمی kêmî, piçekî, hindikî, kêmayî, hindikahî
kemnaw کەمناو kêmnas, kesa/ê yan tişta/ê kêm tê nasîn
kemo کەمۆ jîr, zîrek, jêhatî, hişyar
kemokar کەمۆکار manîpûleker
kemokarî کەمۆکاری manîpulasyon
kemoyar کەمۆیار jêhatî, dîplomat
kemoyarî کەمۆیاری jêhatinî, dîplomasî
kemrrû کەمڕوو şermîn, fedîker, kesa/ê şerm / fedî / fihêt dike
kemsall کەمساڵ kêmsal, kêmtemen, jîkêm, kesa/ê ji alî temen / jî / umur ve biçûk (t ya / yê hê nebûye 18-salî)
kemşîr کەمشیر kêmşîr (bizina / miha / çêla û hwd) ya kêm şîrî dide
kemterxem کەمتەرخەم xemsar, sersar, kesa/ê baş pûte bi tiştek giring nake, kesa/ê giringiyê nade tiştek giring
kemterxemî کەمتەرخەمی xemsarî, sersarî
kemtiyar کەمتیار kemtiyar, hiyena, lawirek kûvî yê dirrinde ye û dişibe gur û seyan
kemtîn کەمتین kêmtên, kêmbandor, kêmtesîr
kemûkastî کەمووکاستی bn kemûkûrrî
kemûkurtî کەمووکورتی bn kemûkûrrî
kemûkûrrî کەمووکووڕی kêmasî, kêmûkasî, netemamî
ken I کەن ١ ken, kenî
ken II کەن ٢ (kiç) keç, qîz; dot
kenar کەنار kinar, qirax, lêv, serlêv, rex, alî, hêl, tenişt
kenaraw کەناراو avdestxaneya / tiwaleta derveyî xanî
kenareyî کەنارەیی asoyî, kinarî, horîzontal
kenargir کەنارگر terkemirov, kesa/ê zû-zû nayê nav civatan lê bi tena serê xwe dimîne
kenargirî کەنارگری terkemirovî
kend کەند kend, çal, xendek, newal, nihal
~ û kosp ~ و کۆسپ kend û kosp, astengî, dijwarî
kendall کەنداڵ kendal, cihê av yan ax tê de datêt
kendaw کەنداو kendav, xelîc, cihê ava deryayekê lê dike navber du bejayiyan (Agadarî: Ger av li van bejayiyan bisekine, jê re 'kendav' (ing. 'gulf') tê gotin. Ger di wê navbeyna du bejayiyan re bibore û dîsan bigihe ser avek berfire, jê re 'tengav' (ing. 'straits') tê gotin
kendek کەندەک xendek, kendek, kend
kendekar کەندەکار kolîner, kolînkar, kesa/ê dikole
kendellan کەندەڵان kend, şeq, kun, tîk, çal
kendesme کەندەسمە bn kenesme
kendin کەندن kolîn, kêlîn
kene کەنە bn kine
keneft کەنەفت hewce, lazim, neçar, mecbûr, pêdivî, pêwîst
keneftî کەنەفتی hewcetî, lazimî, neçarî, mecbûrî, pêdivîtî, pêwîstî
kenesme کەنەسمە navê teyrikekî ye
kenêr, kenêre کەنێر، کەنێرە navê giyayekî ye
kenişt, kenişte کەنشت، کەنشتە kinîşte, perestgeha / pîrozgeha cihûyan (hevberî mizgefta misilmanan û dêra fileyan)
kenî کەنی bn ken II
kenîçe کەنیچە navê teyrikekî ye
kenîlê کەنیلێ 1) keçik, qîzik, keça / qîza biçûk 2) zerî, canik, bernavê rêzgirtinê bo keçan (li şûna 'camêr' bo zelaman û 'xanim' bo jinan)
kenîse کەنیسە bn killêse
kenîşk کەنیشک bn ken II
kentor کەنتۆر kentor [di kurmancî de k-ya nerm wek 'kêm'], dolaba cilan
kenzek کەنزەک 1) yar, hevala keç, destgirtî 2) xidam, bermalî, keçika karûbarên navmalî yên malbatek biyanî dike
kepçe کەپچە bn eskiwê
kepek کەپەک sivî. bn sos
kepenek کەپەنەک kepen, kepene, kepenek, qapûtek / saqoyek / çakêtek dirêj e (t şivan şivan bi ser milê xwe de dikin)
kepir کەپر bn kepr
kepiran کەپران bn kepran
kepke کەپکە bn lûtke
kepr کەپر kepir, banek e ji çeq û çilû ye ku li ser çar stûnan yan jî du stûnan û aliyek dîwarê xanî hatiye danîn û daku hîn û sîber be û bo lêrûniştina yan lênivistina heyamên germ e
kepran کەپران kepiran, heyama / demsala mirov li bin kepiran dijî / dinive
keproke کەپرۆکە kepirk, kepirok, kepirên biçûk
kepû کەپوو 1) (limoz) lixav 2) (lût) kepî, poz, difin, bêvil
ker کەر 1) ker, guhdirêjk (lawirek e) 2) ker, kerçove, bêaqil
kerr I کەڕ ١ kerr, kesa/ê (ti tiştî) nabîze, kesa/ê guh lê (li ti) nabe
kerr II کەڕ ٢ qerrisî, (pirr) tezî / cemidî / sar
-ker -کەر -ker (paşbendikek e bo diyarkirina ya / yê dike): niwêjker nivêjker
keranbawkgaw کەرانباوکگاو kerbav, kerbab, keça / kûrrê keran (dijûn)
kerane کەرانە kerane, mîna keran / bêaqilan
kerbeş کەربەش kerbeşk, kelbeşk, giyayek bistrî ye (t ker jê hez dikin)
kerdirr کەردڕ kerdirr, navê giyayekî ye dişibe garis
kere کەرە nîvişk, rûn
kerecî کەرەجی belem, keştîk, keştiyên biçûk, amraza raguhezandinê ya seravî
keredêz کەرەدێز mejîreş, kesa/ê ti tişt naçe mejî / serî yan tê nagihe yan fêr nabe
kerekêwî کەرەکێوی kerekûvî, zebra
kerekî کەرەکی kerî: barêkî kerekî barek kerî
kerrekontê کەڕەکۆنتێ (bi temamî) kerr
kerreniso کەڕەنسۆ bêxem, sersar, xemsar, kesa/ê t tişt bo ne xem e
kerentû کەرەنتوو şalok, alava giyadirûnê
kerese کەرەسە kerese, materyal
kereste کەرەستە bn kerese
kerret کەڕەت car, gav, dem, bîsk, kêlîk
kerretî کەڕەتی carcarî, carinan, carcar
kerrewalle کەڕەواڵە 1) jêhatî û dilsaf 2) navê teyrikekî ye
kerewz کەرەوز kerefs, bexdenoz, meydenoz, navê giyayek xwerbar e
kerêtî کەرێتی kerî, kertî, kerînî, kerîtî
kergez کەرگەز xertel, sîsalk, sêmirr, dalereşk, kergezk
kerheng کەرھەنگ kerhing, hingên (ango mêşên hingivî / hingivînî yên) dixebitin
kerrî کەڕی kerrî, nebûna hinêra bîstinê / guhlêbûnê
kerke کەرکە nîvgirav, bn nîmçedorge
kerkuj کەرکوژ kerkujk, jale (giyayek e. ing. orleander)
keroke کەرۆکە kerok, kerkok, bêaqilok, peledîn
kerpese کەرپەسە xemegurî, margîsok, marik, marok
kerpiyaw کەرپیاو kermêr, mêreker, mirovê mîna keran
kerseg کەرسەگ kerse, mirovê mîna keran û seyan
kerrû کەڕوو pijûk; kûfîk
~ hêllhênan ~ ھێڵھێنان pijûkîn, pijûkê girtin, bûn pijûkî; kûfikîn, kûfîkê girtin, bûn kûfîkî
kerrûwawî کەڕووواوی pijûkî; kûfîkî
kerûbar کەرووبار kerûbar, karwanê keran
ker-û-xollemêş کەر-و-خۆڵەمێش kêrhatî, lihevhatî, mîna ker û mêşan li hev
kersek کەرسەک bn gillimtik
kert کەرت ker, pirt, [k-ya nerm wek kêm], pişk, par, parçe, pirtik
~ bûn ~ بوون ker bûn, kerîn, hatin kerkirin
~ kirdin ~ کردن ker kirin, kerandin
kerte کەرتە 1) kîte, kite, kit, pirtikên peyvan. Nimûne: peyva "azadî" sê-kîteyî ye: a-za-dî 2) piç, piçek
kertî کەرتی kerî, pirtî, pişkî, parî, parçeyî
kertkiraw کەرتکراو kerkirî, bn kert
kertûpert کەرتووپەرت kerûper, pirtûmirt, kitûmat, hûrûmûr, bn kert
kerwêşk کەروێشک kerguhk, kîroş, kêvrûşk, xirrnîfk, xirnaq
kerwêşke کەروێشکە çirisok, biriqok, teyisok, birqdar
kerx کەرخ bn sinor
kes کەس 1) kes, mirov, şexs 2) (kesûkar) kesûkar, xizm, lêzim, mrov, eqrebe
kesane کەسانە kesane, prîvat, şexsî, kesî
kesîre کەسیرە qerrisî, qefilî, cemidî, tezî, teziyayî
kesk کەسک (rengê) kesk, bn sewz
keskî کەسکی keskî, ji rengê kesk, bn sewzî
keskûn کەسکوون tîj, xwarina tama wê bihêz
keskûsor کەسکووسۆر keskûsor, keskûala, bûka baranê, bn pelkezêrrîne
kesnedar کەسنەدار kesnedar, împersonal
kesnedîw کەسنەدیو nedîtî, kesê-nedîtî, berê-nedîtî
kestek کەستەک guloka berfê / befrê, goga / hola / topa / tepika ji berê çêkirî
keş I کەش ١ seqa, avûhewa, siqa, rewşa tevayî ya avûhewa
keş II کەش ٢ bn keşûfiş
keşakeş کەشاکەش derd, kul, keder, keser, eger, elem, êş, jan
keşe کەشە werz, demsal; car, dem, gav, kêlîk, bîsk
keşeng کەشەنگ kincirr, perritî, dirryayî, çirryayî
keşîde کەشیدە bn keşye
keşîş کەشیش keşîş (di filetiyê de hevberê "feqe" yê misilmanan)
keşk کەشک keşk, mastê / şîrê / penîrê hişkkirî
keşke کەشکە xwezî, xwezîka, xweziya, xozî, hêvî dikim ku..., baştir e / bû ger...
Keşkelan کەشکەلان (stêrgela / koma stêran ya) Kakêşan, Rêya Kadizan
~î felek ~ی فەلەک ber perrên esmanan, cihê pirr bilind, ciyê mirov nikare bi asanî bigihiyê
keşmekeşm کەشمەکەشم qerebalix, heytûhot, geremol
keştiyewan کەشتیەوان bn keştîwan
keştî کەشتی keştî, gemî, sefîne, baxîre, vapor
keştîgel کەشتیگەل keştîgel, koma keştiyan, fîlo, donenme
keştîwan کەشتیوان keştîvan, keştîgêrr, kesa/ê karê meşandina keştiyekê dike
keştîwanî کەشتیوانی keştîvanî, keştîgêrrî
keşûfiş کەشووفش pesno, metho, xwemezinker
keşxe کەشخە keşxe, xweşik, delal, spehî, bedew, ciwan
keşye کەشیە keşye, şaşik, cemedanî, dersok (t ya zer ya hecî dikin zerê xwe)
keşzan کەشزان seqanas, hewanas, kesa/ê bi zanista hewa û seqayê mijûl; seqadêr, hewadêr, kesa/ê di navgînek ragihandinê de (televizyon yan radyo) rewşa seqayê radigihîne
keşzanî کەشزانی seqanasî, hewanasî
ket کەت bermayiyên ar / ard dema tê patin
ketan کەتان kitan, ketan, qumaşek e; kitan, caw, ketan
ketane کەتانە kitane, ketane, cûnek stranên gelêrî yên kurdî ne
ketanî کەتانی kitanî, ketanî, cûnek behîvan / bahîvan e
ketan-û-kewan کەتان-و-کەوان kule, ketan-û-kevan. bn kule II
kete کەتە gir, milpan, mezin, girs, debdebe, gembolan
ketik کەتک bn ketk
ketin کەتن lêb, xap, lêhb, hîle, fêl, fen, xapandin
ketîre کەتیرە gezo, ava / dewê daran
ketk کەتک kitik / ketik [k-ya nerm], hejîrên hişkkirî
ketn کەتن bn ketin
ketû کەتوو alavek e bo kolîna coyan / cokan / kanalan
kew I کەو ١ kew, firrindeyê neteweyî yê kurdan
kew II کەو ٢ kew, saxkirina birînan
~ kirdin ~ کردن kewandin, kew kirin
kew III کەو ٣ moxel, bêjing, alavek e bo bijartina t birinc yan ar ji qirşikên pîs
kew IV کەو ئڤ (şîn) şîn, rengê şîn
-kew- -کەو- -kev- (rayê dema nihoyî ji lêkera "kewtin = ketin / keftin")
kewa کەوا eba, hin cûn cilên dirêj
kewale کەوالە kavil, xopan, xerabe, wêran
kewan I کەوان ١ kevan, kivan (tîr û kevan)
kewan II کەوان ٣ (qareman) pelewan, mêrxas, çeleng, fêris, qehreman, egîd, gernas
kewane I کەوانە ١ 1) (le nûsîn da) kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...) 2) kevane, banê ji alî binî ve mîna kevanê
kewane II کەوانە ٢ (pêllaw) kele, cûnek pêlavên / solên ser berfê yên ji rûlên vehûnayî çêkirî ne daku pî di berfê re kûr daneçin
kewankoşe کەوانکۆشە kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...)
kewbarr کەوباڕ têjkew, kewên sava / temenbiçûk
kewbaz کەوباز kewgîr, kesa/ê kewan digire û xwedî dike
kewbazî کەوبازی kewgîrî, nêçîra kewan, xwedîkirina kewan
kewbedar کەوبەدار kewlidar, ew heyama salê ya kew bi pirranî li ser daran in
kewçik کەوچک kefçik, kefçî, kevçik, kevçî, alavek pêxwarinê ye
kewçî کەوچی bn kewçik
kewdaw کەوداو kewdav, vedana kewekî li ber kewan daku bên nik kewa vedayî daku bên girtin
kewden کەودەن mejîreş, kesa/ê ti tiştî fam nake; peledîn, tirredîn, hepletiraş, delodîn, bêhiş
kewe کەوە şînî zelal, rengê şînî esmanî
kewer کەوەر cûnek pîvazterrkan e
kewêll کەوێڵ 1) bn kepr 2) bn eşkewt
kewgîr کەوگیر mifsik, heskû, kefçiyek e di çêkirina xwarinê de bo têkvedanê tê bikaranîn
kewirk کەورک cûnek hirmiyan e
kewî کەوی kedî, kehî, malî, dj. kûvî, kovî
kewj کەوژ hez, dilbijî, daxwaz, dildarî, azwerî, arezû
kewjîn کەوژین kewjîn, dil bijîn, xwestin, hez kirin, dil ketin tiştekî
kewll کەوڵ kevl, pîst, çerm, post
kewmar کەومار navê cûnek marên rengzelal e
kewn کەون bn kon
kewot کەوۆت kevot, kevotk, navê darekê / terraşekê ye
kewş کەوش pêlav, sol, kalik
kewşek کەوشەک navê lîstikekê / yariyekê ye
kewşeken کەوشەکەن berrika / cihê pêlavan / solan / kalikan
kewşekon کەوشەکۆن navê lîstikekê / yariyekê ye
kewşen کەوشەن bazarr, cihê kirrîn û firotinê; meydan, qad, gorrepan
kewtin کەوتن ketin, keftin, kevtin
kewtû کەوتوو ketî, keftî, kevtî
key کەی kengî, çi demê, kinga, kingê, çi wextê, çi çaxê
keybanû کەیبانوو kabanî, kevanî, xanim, bermalî, jin, hurmet
keyf کەیف 1) kêf, keyf, xweşî, şadî, zewq 2) rewş, hal
keyl کەیل 1) xemgîr, xemgîn, têrxem, xembar 2) serxweş, mest, sermest
keylan کەیلان spehî, delal, bedew, şirîn, şeng
keyn: keynûbeyn کەین: کەینووبەین tiştûmişt: her xerîkî keynûbeyn e Her mijûlî tiştûmiştan e / Her bi hin tiştan ve mijûl e.
keynê کەینێ bn key
keys کەیس delîv, derfet, delîve, keys, şens
Keywan کەیوان Keywan, Satûrn (planetek e)
kezaxe کەزاخە kezaxe, qusandina / kurrkirina mêwên tirî
  ~ kirdin &نبسپ؛ ~ کردن kezaxtin, kezaxe kirin
kezî کەزی kezî, pirça / porê hûnandî
کێ kî; kê: Kê ye? Kî ye? Bo kê ye? Bo kê ye?
kêç کێچ kêç, spih
kêçawî کێچاوی kêçewî, kêçan-girtî
kêl I کێل ١ (berdî ser gorrekan) kêl, kevirê li ser gorrê tê vedan û pirrî caran tekstek li ser tê nivîsîn
kêl II کێل ٢ (kox) kol, kolik, kox, koxik, xanîkê bêserûber
kêllan کێڵان kêlan, bo çandinê ax (ne kûr) kolan, cot kirin, gasin lê dan
kêllge کێڵگە kêlgeh, zevî, cihê kêlanê
kêllraw کێڵراو kêlayî, (ne kûr) kolayî
kêr کێر kîr, xirr, pido, doqişk, organê cinsî yê mêran
kêrr کێڕ xet, rêz
kêrat کێرات kêrat, terraş, devî, tirraş
kêrd کێرد bn çeqo
kêrzil کێرزل pozbilind, difinbilind, kesa/ê xwe pirr mezin dihesibîne
kêrzilî کێرزلی pozbilindî
kêş کێش kêş, kêşandin, kişandin; giranî, qursî; kêş, pîvana helbestan
  ~ kirdin &نبسپ؛ ~ کردن kêşandin, kişandin, kêşan
kêşan کێشان kêşandin, kişandin, kêşan; (xayandin) vekêşan (Civîn dê du saetan vekêşe" ango "Civîn dê du saetan dirêj be)
kêşanewe کێشانەوە vekişandin, paşve kişandin / kêşan
kêşdar کێشدار dirêjvekêş, bûyera demek dirêj didome
kêşe کێشە 1) pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem, girift, dubendî 2) ked, rênc, rêncberî
~ dan ~ دان ked kirin, rêncberî kirin
kêşedar کێشەدار bn kêşdar
kêşk کێشک kêşik, alava tişt pê tên kişandin
kêşman کێشمان kêşman, dirêjker: gurîsî kêşman werîsê kêşman, werîsê li werîsek din hatiye zêdekirin daku dirêjtir bibe û bigihe ciyekî
kêşmekêş کێشمەکێش şerrenîx, nîgaş, gengeşe, rikmane
kêşran کێشران kişîn, kêşîn, hatin kişandin / kêşandin / kêşan
kêşraw کێشراو kêşayî, kişandî, kêşandî
kêw کێو çiya
~î agirpirjên ~ی ئاگرپرژێن volkan, çiyayê agiravêj
kêwî کێوی kûvî, kovî (dijberî 'kedî', 'kehî'); hov, wehşî
kêwîle کێویلە dêm, beyar, giyayê / fêkiyê bi xwe (ne bi avdana bi destê mirovan) çêdibin
kêyetî, kêyêtî کێیەتی، کێیێتی kesîtî, kiyetî, nasnav, îdentîte
kibrît کبریت şixar, şixart, kibrît, gogird
kiç کچ keç, qîz, kiç, dot
kiçane کچانە keçane, mîna keçan yan yên keçan
kiçetîw کچەتیو keçsêwî, keça bav yan dayik yan herdu nînin
kiçeza کچەزا keçeza, nevî, zarokên keça kesekî
kiçênî, kiçêtî کچێنی، کچێتی keçanî, dema mirovekê ya ew tê de keç e / bû
kiçinî کچنی keçok, mîna keçan (t peyvek neşirîn e bo kurran / zelaman)
kiçke کچکە bn kiçolle
kiçkolle کچکۆڵە biçûk, biçûkok, biçkok
kiçolle کچۆڵە keçik, kiçik, keçên biçûk
kif کف pif
~ bûn ~ بوون pif bûn, perçivîn, nepixîn, werimîn
~ kirdin ~ کردن pif kirin, perçivandin, nepixandin, werimandin
kifin کفن kifin, kefen, cilên (t spî yên) li miriyan dikin û wan binax dikin
kifindirr کفندڕ kifindirrîn, ya / yê rê lê nikare bêt girtin; berxwedêr
kifir کفر kufur, kifir, guneh, bêîmanî
kifirbaz کفرباز kufurbaz, gunehkar, bêîman
kift کفت betilî, westî, tehibî, mandî, westiyayî
kij کژ demsal, werz, heyam
kil کل kil, dermankek reş e li mijûlankên / bijangên çavan têt dan
kill کڵ çêkirina cerran û alavên dî ji axê bi agirdanê
kila کلا bn kela
killaf, killafe کڵاف، کڵافە gulolk, gog, hol, tepik, benê / deziyê / rîsê li hev hatiye alandin û wek gogekê lê hatiye kirin
killaş کڵاش kalik, pêlava / sola serê wê ji rîs hatiye çêkirin
killaşçin کڵاشچن kalikker, kalikçêker
killaw کڵاو kulav, kum, tiştek e mirov dike serê xwe t daku serê xwe biparêze
killawasin کڵاواسن kumzirx, kumasin, kulavasin, kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî
killawçin, killawdirû کڵاوچن، کڵاودروو kulavçêker
killawe کڵاوە gupik, gupîtk, lûtke, serikên çiyayan
killawkurre کڵاوکوڕە bn killawne
killawne کڵاونە navê firrindeyekê ye
killawqij کڵاوقژ perûk, pirça / porrê çêkirok / nerastîn
killawzirê کڵاوزرێ kumzirx, kumasin, , kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî
kilçan کلچان fanos, lampe
kilçêwk کلچێوک kilçîv, kilçîvik, çîvê / çîvikê / pênivîskê kildanê
kildan کلدان 1) kildan 2) kildank, cihê alavên kildanê tê de tên parastin / ragirtin
kildûman کلدوومان mij, moran, dû, mij û moran
kile کلە bn hellm
kiler کلەر embar, depo
killês کڵێس birihayî, qelihayî, qirr, nemayî; demborî, kevnbûyî
~ bûn ~ بوون birihîn, qelihîn, qirr bûn, neman; dem lê borîn, kevn bûn, êdî kêr nehatin
~ kirdin ~ کردن birihandin, qelihandin, qirr kirin, nehêlan
killêse کڵێسە dêr, kilîse, perestgeha îsawiyan
killêsman کڵێسمان seramîk
killêşe کڵێشە kefş, binkefş; gulte
killift کڵفت stûr, qalind; asê
kilîl کلیل kilîl, kilît, vekerk, enextar
kilîle I کلیلە ١ cihê kilîl dikin tê re
kilîle II کلیلە ٢ gulolika berfê, komikek berfê ya hewa bi xwe re dimeşîne
kilîm کلیم kilîm, xalîçe, berrik, mehfûr, merş
kilk کلک 1) kilik, kurî, dûv, daw, kurîk, dûvik, dawik, tiştek dirêj e bi derqûna gelek cûn lawiran / ajalan / heywanan ve 2) destik, li alavên pêkarkirinê (wek bivir / das / kêr) cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê bibirre; çembil, li amanan / firaxan cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê rabike 3) (pence) til, tilî, tibl 4) (pênûs) qelem, pênivîsk
~ kirdin ~ کردن kilik / kurî / dûv qusandin / kurt kirin
killo کڵۆ gumtil, gumtilk, kom, komik
kiloc کلۆج bn şêwe
killoll کڵۆڵ bextreş, bêsiûd
killollî کڵۆڵی bextreşî, bêsiûdî
killonce کڵۆنجە bn kullonce
killor کڵۆر xulole, dara jixwe kunek yekderî li qurmê wê heye
killoş کڵۆش cehê li ber gihiştinê lê yê hê nehatiye dirûn
killpe کڵپە qirç, qirçik, çirûsk, çirîsk (yên agirî)
~ lê hellsan ~ لێ ھەڵسان hilbûn, (agir) berbûnê, vêketin, geş bûn
killpûhûrr کڵپووھووڕ gurrmij, agirê pirr gurr
kilt کلت navê giyayekê ye hin cûnên tilyakê jê tên çêkirin
kiltûr کلتوور kiltûrik, tûrikê alavên kildanê
kin کن nik, cem, bal, ba, def, deve; rex, tenişt: Malyan le kin malman e Mala wan li rex mala me ye
kina, kinaçe کنا، کناچە bn kiç
kinan, kinanewe کنان، کنانەوە [-kinê-] (giyayek çandî) şên nebûn, çênebûn
kinar I کنار ١ rex, kinar, qerax, lêwar
kinar II کنار ٢ kinar, navê darekê û fêkiyê wê ye
kine کنە lêkolîn, hûrlênerî, ezmûn, cerribandin, vekolîn
kinekar کنەکار lêkol, hûrlêner, ezmûnker, cerribîner, vekol
kinêr کنێر navê giyayekî ye
king کنگ qûn, paşî, pişt, derqûn
kingder کنگدەر qûnde, qûnder, kesê qûna xwe dide / difiroşe (herw. mecazî)
kinge- کنگە- 1) qopik, bermayiya nayêt bikaranîn ya hin tiştan: kingecigere qopikê cigareyê, pirtika nekêşandîmayî ya cigareyê 2) kundiloşk, qut, qutok, kurt, kin: kingeçinoke kundiloşk, quto / qutê, bejnbost 3) biçûk kingeşerr pevçûn, lêkdan, lihevxistin
kingir I کنگر ١ kereng, kengir, giyayek xwarbar e
kingir III کنگر ٣ ben, dezî, ta, rîs
kingxilîskê کنگخلیسکێ qûndaxwişk, qûndaxwişînk, xwexwişandina jêrve li ser qûnê
kingxişkê کنگخشکێ qûnxwişk, qûnxwişînk, meşîna li ser qûna (t zarok dema hê nikarin xwe li ser piyan bigirin lew qûna xwe dixwişînin ta ku xwe digihînin tiştekî)
kinîwall کنیواڵ pîvazterrk
kinoşe کنۆشە bn gesk
kip کپ 1) kip, kesa/ê bi demkî kerr, kesa/ê bo demek neberdewam tiştan nabîze 2) mit, ciyê / kesê / tiştê qet ti deng jê nayên; kip, dengek pirr kêm
kipene کپەنە bêkipên, bêdeng, mit
kipî کپی 1) kipî, kerriya / kerrbûna neberdewam 2) mitî, rewşa tê de ti deng nayên bîstin
kirr کڕ 1) kirr, mit, kerr, bêdeng, bêpêjn 2) kurk, mirîşk û çengdarên dî dema li ser hêkên xwe rûdinin daku wan bimeriqînin û çûçelokan / çêlikan jê derbixin
~ kewtin ~ کەوتن kurk bûn
kiras کراس kiras; gumlek, qemûs
kiraw کراو kirî, hatî kirin, (ya / yê) hatiye kirin
kirawe کراوە vekirî, dijw. girtî
kirç I کرچ ١ qirç, dengê "qirçe-qirç"
kirç II, kirçûkall کرچ ٢، کرچووکاڵ req (fêkî / keske ji ber ku hê negihaye)
kird کرد kir, dema borî ji lêkera "kirdin" ango "kirin"
kirdar کردار 1) lêker, verb 2) kirar, kiryar, kirin, kir
~î lêkdiraw ~ی لێکدراو lêkera hevdudanî
~î têper ~ی تێپەر lêkera gerguhêz, transîtîv verb
~î têneper ~ی تێنەپەر lêkera gerneguhêz, întransîtîv verb
kirdarî کرداری kirarî, pratîkî, jiyanî
kirde کردە kar, xebat: Kirdey min û birdey ewe Ez dikim û ew dixwe
Kirdegar کردەگار Yezdan, Afirîner, Xwedê
kirdekar کردەکار rêveber; çêker
kirdewe کردەوە kirar, kir, kirin; reftar, rabûn-û-rûniştin
Kirdgar کردگار bn Kirdegar
kirdin کردن kirin
kirdinewe کردنەوە vekirin, dijw. daxistin, girtin, girê dan
kirre کڕە conî, cuhnî; destarr
kirrek کڕەک bêruh, nejîndar
kirê کرێ 1) kirê 2) paletî 3) miz, heq, heqdest, meaş
kirêbar کرێبار kirêbar, mizê / heqê barhilgirtinê
kirêkar کرێکار kedkar, pale, şolker, îşker, karker
kirêkarî کرێکاری paletî, kedkarî, karkerî, palehî, şolkerî, îşkerî
kirrêne کڕێنە berzûr, zeviya ber / kevir / xij lê pirr in lew kêrî kêlan û çandinê nayê
kirrêş کڕێش keveşk, kepek, pab, serebêj
kirrêşawî کڕێشاوی keveşkî, kepekî, pabawî, serebêjî
kirrêwe کڕێوە berfebahoz, rewşa seqayî ya tê de bi hev re berf dibare û bayê tund tê
kirisp کرسپ kerefs, giyayek xwarber e
kirrîn کڕین kirrîn, standin, stendin, dijw. firotin
kirîv کریڤ heval, hogir, dost, yar; xizm, lêzim, mirov, eqreba
kirk کرک deşt, nizmistan, nizmgeh, rastgeh
kirrkewtû کڕکەوتوو 1) kurk, kurkbûyî 2) pûjber, kesa/ê ketiye hizir û pûnijina û kûr difikire
kirrkirrage کڕکڕاگە kerrik, kirrik, kerrika guhî
kirm کرم kirm, kurm
kirmanc کرمانج kurmanc, kirmanc, kurd
kirmancî کرمانجی kurmancî, kirmancî, kurdî, kurdiya bakur
kirmawî, kirmê , kirmoll کرماوی، کرمێ ، کرمۆڵ kirmî, kirmewî, kirman girtî / xwarî, kurmî, kurmewî, kurman girtî / xwarî
kirmdill کرمدڵ biguman, bişik, kirmdil
kirok کرۆک kakil; gewer; nav, hindirr
kirosk کرۆسک cûnek hirmiyan çolê ye
kiroştin کرۆشتن kirrandin, kerritandin, bi dengê "kirre-kirr" tiştek req xwarin
kirot کرۆت cûnek hirmiyan e
kirtnak کرتناک tîrok
kirrûhurr کڕووھوڕ dengûdor, dengê bilind û berdewam
kirrûzanewe کڕووزانەوە kizîn (girîna zarokan / savayan)
kirrûze کڕووزە kiz, kizgirî, giriyê savayan / zarokan
kirryar کڕیار bikirr, kirryar, kesa/ê dikirre; mişterî
kisok کسۆک bn seg
kisp کسپ kerb, kîn, qehr
kispûko کسپووکۆ kerb, kîn, qehr, kerb û kîn
kisse کسسە kişe! bigire! (bang li se / kûçik)
kiş کش bn kişûmat
kişan کشان kişîn, kêşîn, xwe kişandin / kêşan; xwişîn; qeliqîn, velivîn, lebitîn; (stêr) darijîn, xwiricîn; jêk çûn, ji hev çûn
kişt کشت çandin, cotkarî, çandinî, zîraet
kiştek کشتەک ben, dezî, rîs, benik, ta
kiştgeh کشتگەھ cotgeh, çandingeh, zevî
kiştkar کشتکار cotkar, cotyar, çîner
kiştûkall کشتووکاڵ çandinî, cotkarî
kişûmat کشوومات mit, kirr, bêdeng, bêpêjn; bindest, çewisandî
kişûmatî کشووماتی mitî, kirrî, bêdengî, bêpêjnî; bindestî, çewisandinî
kitêb کتێب pirtûk, kitêb, kîtab
kitêbbaz کتێبباز pirtûkbaz, kitêbbaz, kesa/ê pirr dixwîne; kesa/ê serê xwe ji pirtûkan / kitêban venake û karek dî nake
kitêbevan کتێبەڤان pirtûkxanevan, kesa/ê li ber pirtûkxaneyekê kar dike
kitêbfiroş کتێبفرۆش pirtûkfiroş, kitêbfiroş, kesa/ê pirtûkan / kitêban difiroşe
kitêbxane کتێبخانە pirtûkxane, kitêbxane, ciyê pirtûkan
kitik کتک kitik, pisîk, pişîk
kitiknewtîne کتکنەوتینە belakirr, kesa/ê dixwaze her belayan peyda bike
kitkî کتکی kufîkî, kifîkî, rizî, genî, fistewî
kitûpirr کتووپڕ tavil, tavilê, di cih de, di cî de, derhal, serdanser
kiwê کوێ kû, kû der, kîj cî, kîjan cih: le kiwê li kû, li kû ve, li kû derê; le kiwêwe ji kû ve, ji kû, ji kû derê
kiwêle کوێلە kole, xulam, xizmetkar, berdestk
kiwêledar کوێلەدار koledar, xwediyên koleyan, kesên kole hene; kolekirî, kesên hatine kolekirin
kiwêledarî کوێلەداری koledarî, pergala / sîstema hebûna / kolekirina / firotina / kirrîna / xwedîkirina mirovan wek kole
kiwêletî کوێلەتی bn kiwêleyî
kiwêleyî کوێلەیی koleyî, koletî, rewşa koleyan
kiwênderî کوێندەری kûderî, xelkê kîj derê / deverê / bajarî / welatî: Êwe kiwênderîn? Hûn kûderî ne? Hûn ji kû ne?
kiwêr کوێر 1) kor, kore, ya / yê nikare (ti tiştî bi çavên xwe) bibîne 2) bêûcax 3) (kaniya) hişk(bûyî)
kiwêrra کوێڕا (di) kû re, (di) kêrê re, çawan wa zû: Kiwêrra hatît!? Kû re hatî!? Çawan wa zû hatî!?
kiwêrane کوێرانە korane, mîna koran
kiwêraw کوێراو korav, ava hêdîka dimeşe (ya çem / rûbar)
kiwêrayî کوێرایی bn kiwêrî
kiwêrdere کوێردەرە kordere, ava / çemê / rûbarê çikbûyî / hişkbûyî
kiwêredê کوێرەدێ gundên varê / avarê, gundên marjînal
kiwêrekanî کوێرەکانی korekanî, kaniya hişkbûyî, kaniya (êdî / niha) av jê nayê
kiwêremar کوێرەمار koremar
kiwêremûşe کوێرەمووشە şêlîbîn, kesa/ê bi çavên xwe baş nabîne
kiwêrerrê کوێرەڕێ korerê, rêya dawî lê tê û bi derek din ve naçe; tengerê, rêya teng
kiwêreşeqam کوێرەشەقام korekolan, korekuçe, kuçeya / kolana dawî lê tê û bi derek din ve naçe
kiwêrewerî کوێرەوەری tengasî, tengavî, rewşa dijwar
kiwêrî کوێری korî, koreyî, kortî, korbûn
kiwêstan کوێستان zozan, deverên hîn(ik) yên (t koçer) havînan lê dijîn dema ji germiya li deştan direvin, dijw. deşt
kiwêstanî کوێستانی zozanî
kiwêt کوێت (hespên) kihêl
kiwêwe کوێوە kû ve, kû de: Le kiwêwe gerrawît? Ji kû ve vegerriyayî?
kiwêxa کوێخا axa, muxtar, serokê / serdarê gundekî / hozekî / êlekî / eşîrekî
kiwêxayetî کوێخایەتی axatî, muxtarî, serdarî
kix کخ kix, pîs e, nexwe, biavêje (bo bangkirina li zarokan)
kiz کز 1) kêmron, nîvtarî, mat 2) kiz, bêhêvî, dilsar, xeyalşkestî
kizandinewe کزاندنەوە kuzurandin, bi êşek tûj şewitandin / sojandin / suşandin
kizanewe کزانەوە kuzurîn, bi êşek tûj şewitîn / suşîn
kize کزە jan, azar, êş, şewat
kiz کز rîsî, giyayê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye; solhe, birincê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye
kizelle کزەڵە bn kizolle
kizir کزر kizir, nîvziwa, erda ne herrî û ne jî toz
kizî کزی 1) kêmronî, nîvtarîtî, matî 2) kizî, bêhêvîtî, dilsarî
kizolle کزۆڵە kizok, bêhêvî, dilsar
kîf کیف kalox, kaloxk, tişta demanceyan dikin tê de
kîj کیژ keç, qîz, kiç, kîj, bn kiç
kîjelle کیژەڵە keçik, qîzik, kiçik
kîjolle کیژۆڵە bn kîjelle
kîla کیلا bn kela
kîn, kîne کین، کینە kîn, nefret, qîn, dijminatî, heznekirin
kînedar, kînekêş کینەدار، کینەکێش bikîn, kînedar, nefretdar, kesa/ê di dilî de kîn û nefret heye
kîrr, kîrre کیڕ، کیڕە qîrr, qîj, qîrrîn, qîjîn, dengek pirr tûj û bilind derkirin
kîrrekîrr, kîrrehûrr کیڕەکیڕ، کیڕەھووڕ qîrreqîr, qîjeqîj, qajewaj
kîs I کیس ١ kîs, kîsk, çiwal, torbe, telîs, zerf; cizdan, berîk
kîs II کیس ٢ peq, pelq, porg, peqlîşk, peqik, pelqik
kîs III کیس ٣ bn keys
kîsell کیسەڵ kûs, kûsî, kûsele, req
kîşwer کیشوەر kîşwer, parzemîn, qita, kontînent
kîşwerbirr کیشوەربڕ navkîşwer, transkontînental, tişta navberî kîşweran
kîşwerî کیشوەری kîşwerî, parzemînî, qitayî, kontînental
kîtelle کیتەڵە cerrik, cerr
kîwar کیوار strî, dirr, giyayek çeqiktûj e
ko کۆ 1) kom, berhev; tevayî, tevahî, hemû, giş 2) tax, mehel, pişkek / beşek ji bajarekî 3) ~î zoxall kul, derd, xem, keser, azar, ezyet, êş, jan, kovan 4) kox, çiya
~ bûnewe ~ بوونەوە civîn, kom bûn, berhev bûn
~ kirdin ~ کردن kom kirin, berhev kirin, civandin
Ko کۆ Perwîn, navê komstêrek heftstêrî ye (bi îngilîzî "Pleiades" e)
kobend کۆبەند kombend, civang, civîn
kobûnewe کۆبوونەوە kombûn, civîn
kocelle کۆجەڵە kas, kasik, tirar, tirark (amanek / firaxek e)
koç کۆچ koç, (mal)barkirin, ji ciyekî bar kirin cihek dî
~î diwayî ~ی دوایی koça dawîn, mirin, wefat
koçawkoç کۆچاوکۆچ koçerî, koçkirina berdewam
koçek کۆچەک 1) koçek, gerrok 2) koçek (hin alim û zanayên êzidiyan in)
koçeke کۆچەکە kum, kulav (t cûnek kulavên bo jinan)
koçer کۆچەر koçer, kesên bi berdewamî yan jî li gor demsalan malên xwe bar dikin û ji ciyekî diçin yek dî (t yên zivistanan li deştan û havînan li zozanan diborînin)
koçerêtî کۆچەرێتی koçertî, (awayê) jiyana koçeran
koçerî کۆچەری koçerî, mîna koçeran
koçî کۆچی koçî, hicrî, salnameya îslamî
koçker کۆچکەر koçker, gerrok, geştiyar
kod کۆد den, dewlik, bîdon; zerik (amanek e şîrî ji bizinan / mihan didoşinê)
kode کۆدە bn bac
kofiroş کۆفرۆش komfiroş, kesa/ê yan şirketa tiştan kom bi kom difiroşe
kofiroşî کۆفرۆشی komfiroşî, firotina tiştan bi kom / li ser hev
koga, koge کۆگا، کۆگە komgeh, civîngeh, cihê kombûnê / civînê yan komkirinê / civandinê; enstîtu; embar; dikan
kogawan, kogewan کۆگاوان، کۆگەوان komgehvan, civîngehvan, rêvebera/ê yan karmenda/ê komgehekê / civîngehekê
koje کۆژە pisto, pistok, berstu, berstuk, yax, girîvan
kojo کۆژۆ xirab, xopan, kembax
kokirdinewe کۆکردنەوە berhevkirin, komkirin, berhevkarî
kok I کۆک ١ kêlî, kêlîk (karê derzî û dirêziyan)
kok II کۆک ٢ lihev, lihevkirî, pêkhatî
~ bûnewe ~ بوونەوە li hev kirin, pêk hatin, sulh kirin, aşt bûn
~ kirdinewe ~ کردنەوە li hev anîn, pêk anîn, sulh pê kirin, aşt kirin
kok III کۆک ٣ bn koke
koke کۆکە kuxik, kux
kokekok کۆکەکۆک kuxekux, kuxîna berdewam
kokêtî کۆکێتی lihevkirin, pêkhatin, sulh
kokîn کۆکین kuxîn, dengê kuxikê jê hatin
koll I کۆڵ ١ 1) pişt (t beşa jorîn ji pişta mirovan) 2) pişto, piştî, barê mirovek dide pişta xwe û hildigire
koll II کۆڵ ٢ 1) goc, (kesên) destên (wan) baş naxebitin, destên nikarin tiştan zeft bikin 2) goc, reben, feqare, nejêhatî, nekar, nikar
kollan کۆڵان kolan, kuçe, cadde, rê, şeqam
kollandoz کۆڵاندۆز kolanname, kuçename, berhevoka / ferhengoka / îndeksa kuçe û kolanan,
kollankut کۆڵانکوت kolanî, gerrok, kesa/ê li kolanan dijî (ango ne di xaniyekî ve / ne li mala xwe)
kollare کۆڵارە 1) (yariyeke) firrfirrok, pirrpirrok (navê pêlîstokekê ye ku têt firrandin) 2) (ballendeke) kolare, qereqûş, xertel, qertal (navê firrindeyekî ye)
kolle I کۆڵە ١ zarokên bavê wan miriye û dayika wan dîsan zewiciye
kolle II کۆڵە ٢ cehê / genimê avêtî / çandî
kolle III کۆڵە ٣ tenê: kolley sing hestiyê sîng(î)
-kolle -کۆڵە paşbendikek e wateya "pûç" / "nebaş" dide peyvan
kolleke کۆڵەکە stûn, dîrek
~ dan ~ دان li ber xwe dan, xwe çirrikandin
koller کۆڵەر 1) koler, kesa/ê tiştekî dikole 2) vekoler, lêkolîner, kesa/ê azmûnan li ser tiştan dike
kollewar کۆڵەوار gocewar, bi dijwarî seqet / birîndar
kollêk کۆڵێک 2) piştoyek, piştiyek, barek piştê 2) pirr, gelek, zêde (kar, bar, berpirsiyarî)
kollgêrr کۆڵگێڕ piştgêrr, kesa/ê malê firotinê (t çît û qumaşan) dide pişta xwe û digerrîne û difiroşe
kollhellgir کۆڵھەڵگر piştohilgir, piştîhilgir, hemal
kollinc کۆڵنج qolinc, milreqî, êşîna ji ber reqiya navbera <st1:City><st1:place>milan</st1:place></st1:City> û patikê
kollincan کۆڵنجان 1) qolincan, pirrjimariya "kollinc" 2) qolincan, giyadermanek e bo saxkirina ji êşa qolincê têt bikaranîn
kollinge کۆڵنگە patik, paşstu, pate, stukur
kollîn کۆڵین kolîn, kolan, kolandin; kêlîn, kêlan, kêlandin
kollînewe کۆڵینەوە vekolîn, lê kolîn
kolîsk کۆلیسک alavek e kefçiyên darîn pê tên çêkirin
kollît کۆڵیت kolik, xanîk, kox, koxik; stargeh, asêgeh, senger
kolk I کۆلک ١ kok, qurm
kolk II کۆلک ٢ bn amanc
kollkêş کۆڵکێش piştokêş, piştîhilgir
kollneder کۆڵنەدەر xweragir, xurt, kesa/ê (bi asanî) rê nade ku kesek zora wê / wî bibe
kollraw کۆڵراو kolî, qewartî, kolayî, tiştên (darên / kevirên) hatine kolandin
kollû کۆڵوو cûnek nanê tenûrê ye
kom I کۆم ١ qoz, kûz, xûz, qilûz, piştkûz, piştqoz, piştxûz, kesa/ê pişta wî daçemiyaye û rast nabe
kom II کۆم ٢ avsûrk, ava sûr(kirî/bûyî)
kom III کۆم ٣ bn ko
kom III کۆم ٣ bn king
koma کۆما qumtil, qumtilk, komikek (axê / şekirê û hwd ya) hevgirtî
koman, komanewe کۆمان، کۆمانەوە daçemîn, (pişt) qoz / xûz / kûz / qilûz bûn
komar کۆمار 1. komar, cimhûriyet, cumhûriyet, pergala / sîstema dewletî ya tê de gel (bi hilbijartinên rasterê yan jî bi rêya nûnerên gel) seroka/ê dewletê hildibijêre 2. êl, hoz, eşîr 3. civak; civat
komarî کۆماری komarî, cimhûrî, cumhûrî
komawe کۆماوە qozbûyî, kûzbûyî, xûzbûyî, qilûzbûyî
komek کۆمەک alîkarî, arîkarî, harîkarî, harî, alî, arî
komekî کۆمەکی 1. bn komek 2. kêrhatî, guncav; alîkar
komell کۆمەڵ komel, civat; kom, grûb; berhevok; cûn; birr; kerî; ref; deste; civak
komellayetî کۆمەڵایەتی civakî, sosyalî
komelle کۆمەڵە komele, komîte, sazî, rêxistin, yeketî; kom, grûb; berhevok
komellga کۆمەڵگا civak, tevaya têkilî û peywendiyên navbera komek mirovan t yên bi hev re çandeyek hevpar pêk tînin yan li welatek hevbeş dijîn
komellzan کۆمەڵزان civaknas, sosyolog
komellzanî کۆمەڵزانی civaknasî, sosyolojî
komfiroş کۆمفرۆش komfiroş, kesa/ê yan şirketa eşya li ser hev difiroşe, dijw. kitfiroş
komfiroşî کۆمفرۆشی komfiroş, firotina eşya li ser hev, dijw. kitfiroşî
komî کۆمی (pişt) qozî, xûzî, kûzî, qilûzî
kon کۆن kevn, dijw.
kone کۆنە kincirr, kevne, kevnekincirr, tiştên (t cilên) kevn; kevnenû, tiştên (t cilên) hatine bikaranîn lê hê pûç nebûne
kone- کۆنە- kevne-, yê kevn; ya / yê berê
konebaw کۆنەباو mêjîn, dijw. nûjen / modern
konefiroş کۆنەفرۆش kevnefiroş, kesa/ê yan şirketa tiştên kevnenû difiroşe
koneperist کۆنەپەرست kevneperest, konservatîf
koneperistî کۆنەپەرستی kevneperestî, perestina irf û edetên berê û dijberiya nûbûnê
konepoş کۆنەپۆش kinc, cil û bergên mêjîn (ne nûjen / modern)
konesall کۆنەساڵ pîr, salmend
konî کۆنی kevnî, kevntî, kevnatî
konîne کۆنینە kevnar, kevnare, mêjîn, dêrîn, qedîm, antîk, (tiştek zemanê) berê
kopan کۆپان bn kurtan
kopare کۆپارە kovik, qozik, xûzik, cihê bilind yê pişta hêştiran
kor کۆر bn kiwêr
korr کۆڕ 1) nav, navend, hindirr 2) kom, gel, grûp 3) civîn; semînar, semposyûm Bw: Çi heye le korrê? Çi xeber hene? Çi nû heye?
korrge کۆڕگە civang, encûmen, şûra
korpe کۆرپە sava, zarok(ên nûbûyî / welidî)
korpele کۆرپەلە savak, zarokên hê di zikê diya xwe de
kos I کۆس ١ bn deholl
kos II کۆس ٢ bn kosp
kosar کۆسار koxistan, çiyastan, cihê çiyayîn / koxîn
kose کۆسە semasî, sêmasî, dirrindeyek avî ye (ing. shark, tirkî köpekbaligi)
kosp کۆسپ kosp, asteng, kend û kosp, rêya nexweş
kospayî کۆسپایی kospayî, erda nedûz / ne-edil
kospe کۆسپە bn kospayî
koste کۆستە 1) kose, mirov bêmû (t zelamê bêrih) 2) şatir, fena, hîlebaz, fêlbaz, jîrek, şeytan
kostewewî کۆستەوەوی sexte, sixte, ne resen, ne rast
koş کۆش koş, pêsîr, hemêz, dergûşan
koşan کۆشان koşîn, xebitîn, dan xwe, hewl dan, mihawele kirin
koşiş کۆشش 1) xebat, koşiş, hewl, koşîn 2) ra-anîn, rahênan, ders, temrîn
koşîn کۆشین bn koşan
koşk کۆشک koşk, koçk, eywan, dîwan, seray, qesr
koşyar کۆشیار koşyar, xebatker, têkoşer, koşer, hewldêr
kot I کۆت ١ qurm, kok (yê daran); stûn
kot II: کۆت ٢: kot û zincîr bend û zincîr, nîr û zincîr
kota I کۆتا ١ dawî, talî, kuta, kota, hew, bes
kota II کۆتا ٢ kurtenerî, kurtebêjî, kurtebas
kotan کۆتان kotan, koz, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî bo têve parastina terş û tewal
kotayî I کۆتایی ١ dawî, ya dawî, dawîn
~yî pê / dan hênan ~یی پێ / دان ھێنان dawî lê anîn, bes kirin, hew kirin
kotayî کۆتایی texsîr, xemsarî, sersarî
kotell I کۆتەڵ ١ qirş, qirşik (t zîwan / reşreşk / narîcank / birabirinck û hwd yên di nav dexl yan birinc re şên dibin lê divê yên bên derxistin çiku kêr xwarinê nayên)
kotell II کۆتەڵ ٢ li gor hin edetan spêdeyek şînî û behiyan / taziyan e bo kesek mirî
kotere کۆتەرە qurmik, kokik; stûnik; serikê stûnan
kotir کۆتر kevok, kotir, kotirk, kevot, kevod, kevotk, navê firrindeyekê ye
kovan کۆڤان kovan, kul, xem, derd, keser, keder
kox کۆخ kol, kolik, kox, koxik, xanîk
koxte کۆختە bn kox
koxwazî کۆخوازی lihevkirin, konsensûs
koz کۆز 1) koz, kozik, kotan, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî lê bêban bo têve parastina terş û tewal 2) koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar bn koze
kozanîn کۆزانین komzanîn, akademî
koze کۆزە koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar
kozere کۆزەرە belim, pûşk, tûşk, çeltûk, qirş, qirşik
koziman کۆزمان saziya / akademiya ziman
kozir کۆزر bn kozere
kuçk کوچک bn berd
kuçûle کوچوولە xefik, dav, tepik
kudelle کودەڵە bezarok, têjikên berazan
kuf: ~ kirdin کوف: ~ کردن pif kirin (t dema lava û dua tên xwendin)
kufar کوفار kafir (t pirrjimar)
-kuj -کوژ -kuj, paşqertafek e: piyawkuj mirovkuj, ya / yê mirovan dikuje, qatil
kujandinewe کوژاندنەوە temirandin, vemirandin, mirandin, birhandin, nehêlan
kujanewe کوژانەوە vemirîn, temirîn, birhîn, neman
kujaw, kujawe کوژاو، کوژاوە vemirî, temirî, birhayî, nemayî
kujênraw, kujênrawe کوژێنراو، کوژێنراوە bn kujraw, kujrawe
kujran کوژران hatin kuştin
kujraw کوژراو kuştî, (ya / yê) hatiye kuştin
kul کول ko, kuh, koh, devê / devikê (birrekan / kêran yê) xweş nabirre, dijw. tûj, xweş
kull I کوڵ ١ kel, pirr germ, tişta ku dikele; kel, kela dil
kull II کوڵ ٢ kund, firrindeyên kilikên / dûvikên wan hatine birrîn; qut, lawirên (ker / çêl û hwd yên) kuriyên / kurîkên wan hatine jêkirin yan kurtkirin; qut, kurt, kin, dijw. dirêj
~ pê dan ~ پێ دان kel dan (tiştekî), piçekî kelandin
kulaf کولاف pencirrk, dest û tilên firrindeyan
kullan کوڵان kelîn, kel hatin (tiştekî), pirr germ bûn
kullandin کوڵاندن kelandin, pirr germ kirin
kulandinewe کولاندنەوە kulandin, êşandin, arandin, zûrandin; vekulandin, vezûrandin, dîsan kulandin / êşandin / arandin / zûrandin (t bi bîranînên têrxem)
kulanewe کولانەوە arîn, ariyan, zûrîn, êşîn; vearîn, vezûrîn
kullaw کوڵاو kelî, kelayî, keliyayî, tiştê ku keline yan hatiye kelandin
kule I کولە ١ kulî
kule II کولە ٢ kule, perdeyek e bo xweparastina ji pêşûmêşan (t dema havînan mirov li derveyî odeyan li bin kepiran dinivin / radizin)
kulle- کوڵە- kurte-, qut-, kin-
kullebes کوڵەبەس nevisî, nevis, zarokên jina kesekî yên ji mêrê wê yê berî yê niha
kullebine کوڵەبنە bejnqut, kin, kurt, bejnbost, qut, qutik, quto, qutê, kinê, kino
kullehesar کوڵەھەسار balavgeh, ciyê jin lê leşê xwe û cilan dişon (t li beravên çem û rûbaran)
kulemergî کولەمەرگی astengî, dijwarî; tegasî, tengavî
kullenan کوڵەنان sêr, efsûn, cadû, sihir
kullenanî کوڵەنانی sêrker, cadûbaz, efsûnkar, sihirbaz
kullence کوڵەنجە çoxik, êlek
kulepaç کولەپاچ tevir
kullepêç کوڵەپێچ neliv, kesa/ê nikare bilive
kulêre کولێرە cûnek nan e
kulling کوڵنگ kulîn, kûratiyek e di dîwaran re û li şûna dolaban tê bikaranîn, bb stêrrk
kulîçe کولیچە kulîçe, kulîparçe, xwarinek ji nan û gûzan û şekirê / xurmê yê
kullîn کوڵین bn kullan
kulk کولک kul, birîn
kullk کوڵک 1) (pirça / porrê) qijavij, ne hilû 2) (vexwiraka) tîr
kullkulle کوڵکوڵە avreşînk
kulle کوڵە bn kule II
kullm کوڵم alek, gep, hinarik, rû
kullo کوڵۆ bn killo
kullok کوڵۆک kelok, tiştên baş kêrî kelînê / kelandinê tên, dijw. çirr, nekelok
kulloll کوڵۆڵ bn killoll
kullor کوڵۆر bn killor
kulloş کوڵۆش bn killoş
kullot کوڵۆت kemax, hêt, ran, qorrik
kulp کولپ tengasî, tengavî, rewşa dijwar
kullûko: ~ damirkan کوڵووکۆ: ~ دامرکان vemirîn, temirîn (çirûsk / ronahî / hest)
kulxan کولخان argûn, ciyê agir tê ve tê hilkirin li hindirrî xaniyan ve
kumse کومسە bn tiwana
kun کون kun, qul, kulek
kunar کونار kenarî, navê deviyek / terraşek strîtûj e
kunawder کوناودەر kunkirî, qulkirî
kunbirr کونبڕ hewaragir, tişta hewa nikare tê re biçe
kunc I کونج ١ kunc, qunc, ciyê ne ber-rê / ser-rê; kuncal, quncal, ciyê du dîwar lê digihin hev
kunc II کونج ٢ zîwanî, zîwanîk, çinçinî, çinçinîk; bazbazî
kuncên کونجێن kuncanê, navê lîstikekê / yariyekê ye
kuncire کونجرە cûnek giyayê mord / mûrtik e
kuncî کونجی kuncî (Bot. Indicum)
kunçik کونچک kunik, kunên hûr(ik)
kuncûr کونجوور bn qujbin
kunde کوندە bn meşk
kundebebû کوندەبەبوو bn kunebebû
kune- کونە- pêşpirtikek e wateya "kuna / kunên" ya kurmancî dide: kunegiwê kuna guh; kunelût firrnik, kunên pozan / difinan / bêvilan / kepiyan
kunebace کونەباجە pixêrîk, pace, kuna sobeyan, kuna li ban dûkêl tê re derdikeve derî xanî
kunebebû کونەبەبوو kund, bum, pepûk
kungî کونگی bn kotan
kunîle کونیلە kunik, kunên hûr(ik)
kunîledar کونیلەدار kunkunîk, kunkunîşk, tiştê pirr kunik / kunên hûr lê hene
kunkere کونکەرە kunkerk, alava kunkirinê; birxû
kunkiraw کونکراو kunkirî, qulkirî
kuntîle کونتیلە kuntîle, leqem, tunel
kunzeyn کونزەین delodîn, tirredîn, peledîn, netemam, aqilsivik
kurr کوڕ kurr, law, pis, xort, gede, sebî, kurrik, lawik. dijw. keç, dot, qîz, kiç
kurrane کوڕانە kurrane, lawane, xortane, gedane, sebiyane, mîna kurran / lawan / gedeyan / sebiyan
kurd کورد kurd
kurdane کوردانە kurdane, mîna kurdan
kurdayetî کوردایەتی kurdayetî, kurdîtî, kurdînî, hesta neteweperweriya kurdî / kurdistanî, tevgera neteweyî ya kurdan
kurdewan کوردەوان bn kurdşinas
kurdewarî کوردەواری kurdewarî, jiyana (mîna ya) kurdan
kurdhez کوردھەز kurdhez, kurdvîn, kesa/ê ji kurdan hez dike
Kurdistan کوردستان Kurdistan, welatê kurdan, deverên (pirraniya) nişteciyên wan kurd
kurdistanî کوردستانی kurdistanî, kesa/ê yan tişta/ê ji Kurdistanê; kurd û gelên dî yên li Kurdistanê dijîn; welatiyên Kurdistanê; kurd
kurdî کوردی kurdî: 1) zimanê kurdî 2) tiştê ser bi kurdan ve
kurdîaxêw کوردیاخێو kurdîaxiv, kurdîpeyiv: 1) kesa/ê bi kurdî diaxive / dipeyive yan dizane biaxive / bipeyive 2) kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye
kurdîzan کوردیزان 1) kurdîzan, kesa/ê zimanê kurdî dizane 2) kurdînas, kesa/ê pispora/ê zimanê kurdî ye
kurdîzanî کوردیزانی 1) kurdîzanî, zanîna zimanê kurdî 2) kurdînasî, pisporiya li ser zimanê kurdî
kurdîziman کوردیزمان kurdîziman: 1) kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye 2) tişta bi zimanê kurdî ye
kurdînî کوردینی bn kurdayetî
kurdkuje کوردکوژە navê cûnek xurmeya / qespên bêxêr / nexweş e
kurdperwer کوردپەروەر kurdperwer, kesa/ê dilsoza/ê doza kurdan e
kurdşinas کوردشناس kurdnas, kurdevan, kurdolog, kesa/ê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan dike, kesa/ê li ser (jiyana) kurdan pispor e
kurdşinasî کوردشناسی kurdnasî, kurdevanî, kurdolojî, karê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan
kurdziman کوردزمان bn kurdîziman
kurrgel کوڕگەل xort, kurrgel, komek kurran / lawan
kurre کوڕە kurro! lawo! (bangkirina li kurran / lawan)
kurek کورەک nîvek, nav(a tiştekî), navik, navend
kurreza کوڕەزا kurreza, lawza, zaroyên kurrê kesekî, nevî
kurrezaza کوڕەزازا kurrezaza, lawzaza, zaroyên zaroyên kurrê kesekî, nevîçirrk
kurrêtî کوڕێتی 1) kurrtî, kurrîtî, xortanî, xortî, lawanî, lawtî 2) tolazî, tûletî 3) kurrgerrî, karê keç dibin pey kurran
kurk کورک kurk, cilek e ji hiriya / pûrtê hin heywanan têt çêkirin
kurrk کوڕک bn ciwanû
kurkandin کورکاندن kinkinîn, bi kinkinkî girîn / nalîn
kurke, kurkekurk کورکە، کورکەکورک kin, kinekin, kinkin, giriyê / nalîna kinkinkî
kurrkurre کوڕکوڕە kolare, qereqûş, xertel, qertel, qertal, navê firrindeyekî ye (zool. Milvus)
kurrnûş کوڕنووش tewîn, çemîn
~ birdin / kêşan ~ بردن / کێشان (bejna xwe li ber kesekî / tiştekî) tewandin / çemandin
kursî کورسی kursî, rûniştek, cihê liserrûniştinê; kursî, text, cihê rûniştina mîr / serok
kurt کورت kurt, kin, qut, gurc. dijw. dirêj
~ û kirmancî ~ و کرمانجی kurt û kurmancî, rasterast, bêyî dirêjkirin, bi sadeyî
kurtan کورتان kurtan, palik, hawid
kurtandirû کورتاندروو kurtançêker, kurtandirû, kesa/ê kurtanan didirû
kurtbirr کورتبڕ kurtbirr, kurt û kurmancî, bi kurtî
kurtbirrî کورتبڕی kurtbirrî
kurtbîn کورتبین kurtbîn: 1) ya / yê ku çavên wê / wî tiştên li dûr (baş) nabînin 2) ya / yê ku (baş) li encamên karekî nikare binirxîne. dijw. dûrbîn
kurtbînî کورتبینی kurtbînî
kurte کورتە kurte, kurtebêje
kurteballa کورتەباڵا bejnkurt; bejnbost
kurtebine کورتەبنە kurtik, kinik, qutik, hûrik, hûrkok, qutok
kurtek کورتەک qutik, êlek
kurtim کورتم qut (zelam: quto; jin: qutê), kinik, kurtik, bejnbost, kurt û qelew
kurtî کورتی kurtî, kinî, qutî, gurcî
kurtîle کورتیلە kurtik, kinik, qutik, kurtok, pirr kurt / kin / qut
kurtîle- کورتیلە- kurtike-: kurtîleçîrrok kurtikeçîrok, çîrrokên pirr kurt
kuşinde کوشندە kujer, kujende, bikuj (tiştê dikare bibe sedema kuştinê wek jehr)
kuştar کوشتار kuştar, kujî, karê kuştinê
kuştbendan کوشتبەندان komkujî, kuştina gelekan bi carekê
kuşte I کوشتە ١ kuştî, mirandî, birhandî, telaftî, telifandî, qetlkirî
kuşte II کوشتە ٢ gêç, cis, ces
kuştera کوشتەرا rende, planya
kuştin کوشتن kuştin, mirandin, telaftin, telifandin, birhandin, qetl kirin
kut کوت pirt, pert, qet, ker, parçe, parî, pirtik
kutall کوتاڵ pertal, kerkon, qerpal, eşya
kutan کوتان 1) qutan, kutan: a) lê dan, lê xistin b) hûr kirin, hûr-hûr kirin c) derzî lê dan, şirînqe kirin 2) (~ be zewî da) avêtin erdê, li erdê dan
kut-kut کوت-کوت kut-kut! (bangkirina li seyan / kûçikan e: "were vir")
kutûmit کوتوومت tam, tam wa, eynî
kutûpirr کوتووپڕ tavilê, di cî de, bi lez
kuwa, kuwanê کووا، کووانێ ka, kanê, li kû ye
kuwang, kuwanû کووانگ، کووانوو kuçk, cihê li derve agir lê hatiye hilkirin; argû, cihê li hindirr agir lê têt hilkirin
kuz کوز quz, virçik, zî, zîlik, poz (endama cinsî ya mêyan)
kuzan کوزان kuzirîn, kuzîn, suşîn, şewitîn, sotin, kuziryan
kuzandin, kuzandinewe کوزاندن، کوزاندنەوە kuzirandin, kuzandin, sujandin, şewitandin, sotin
kuzanewe کوزانەوە bn kuzan
کوو çawan, kusan, çilo, çawa, kusa, bi çi awayî bn çon
kûçe کووچە kuçe, kolan, cadde, şeqam, şarih, rêyên nav bajar yan gund (t yên çîmento- yan kevirkirî)
kûkele کووکەلە kulind, kundir
kûkû کووکوو kûkû, dengê pepûkan
kûkûkere کووکووکەرە pepûk, kund, bum, kûkûk
kûnî کوونی 1) qûnde, qûnder 2) bêkulek, newêrek, newêrok, bizdok
kûp کووپ kûp, amanek e çay / qawe / av pê tê vexwarin
kûpe کووپە kûp, kûpe, tas, tirar (amanek e)
kûpelle کووپەڵە kûpik, tirarok, tasik, kûpê biçûk
kûr کوور kûr [k-ya nerm], nêriyê xort ku êdî ne gîsk e lê hê nebûye nêriyê temam (Ji yên mê re bi kurmancî "tiştûr / tiştîr / teştîr / tuştîr" û bi soranî "tiştîr / çiştîr" tê gotin.)
kûrr کووڕ çemiyayî, tewiyayî; xwar, xwehr, xêl; badok; qoz, xûz, qilûz, kûz; rizde, nişîviyê asê
~ bûnewe ~ بوونەوە girrêl bûn, gindirrîn
kûre کوورە agirdank, ciyê agir: argûn, di mal ve ciyê agir tê de tê hilkirin; kuçik, li derî xanî ciyê agir lê tê hilkirin
kûreperxane کوورەپەرخانە bn kûre
kûrexane کوورەخانە bn kûre
kûz کووز ker, parçe, pirt, par (t ji hin fêkiyan mîna sêv / pirteqal)
kw... کو... bn kiw...
Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî