Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

Ev beş dê were berfirehkirin.

T t biguhêre

-t te; tu

ta (1) heta, ta, heya, heyanî; hindî, hindî ku

ta (2) ta (tasar an tagerm)

taban teyisok; birqok, birqdar

tabge bender, keştîgeh, strîngeh, gemîgeh

taf gupik, lûtke, pileya herî bilind, bilindtirîn nuqte an cih

ta'în tehîn

tajan ta, çep, çiqil (yên daran)

tak tek, kit, tak, tenê, tinê, tenha, tenya; takekes, şexs, kes

take- kite-, teke-, take-

tal (1) tal, tehl, ne şirîn; dijwar

tal (2) ta, lib, heb, çeq: talêk ben tayek ben / dezî

talan talan, şelandin

tale gewr, gewer, gewher, rengê mîna xweliyê

talûke xeter, talûke, tehlîke, xeternak; lez, lezûbizav, pele, ecele

talx tixûb, sinor; serlêv, marjînal

tam 1) çêj, tam, lezet 2) rûn, don, zeyt

-tan we, a we, ê we, ya we, yê we: xotan we bi xwe, hemûtan we hemiyan

tanc tac, taca serê serok û serdaran

tancî tajî, seyê / kûçikê nêçîrê

tanok çeperok, tanok

taq (1) taq, dîwar, ban

taq (2) tenê, tek

taq (3) pîst, çerm, post

taqî ezmûn, îmtîhan, test, azmayişt, azmûn

taqim, taxim kom, taxim, deste

tapo sawêr, xeyalet, reşke, leylan, tarmayî

tar tarî

tarac talan, şelandin, ferman

Taran Tehran, serbajarê Îranê

taraw aware, derbider, mişext, sergumkirî, xerîb

tarawge biyanistan, xurbet, sergum, sirgûn, xerîbî

tarîk tarî, ne ron, reş, zilmat

tarîx dîrok, mêjû, tarîx; berwar, roj, roja çêbûnê / pêkhatinê / qewimînê / rûdanê

tarîxî dîrokî, mêjûyî, tiştek pêwendîdar bi paşerojê ango rojên borî ve; tiştek giring an bingehîn

tarmayî sawêr, xeyalet, reşke, leylan, tarmayî; sîber, sî, sih

tarîx dîrok, mêjû, tarîx; berwar, roj, roja çêbûnê / pêkhatinê / qewimînê / rûdanê

tarîxî dîrokî, mêjûyî, tiştek pêwendîdar bi paşerojê ango rojên borî ve; tiştek giring an bingehîn

tarmayî sawêr, xeyalet, reşke, leylan, tarmayî; sîber, sî, sih

taromar belawela, pelate, taromar

tas (1) mat, matman, ecêbgirtin

~ man mat man, ecêbgirtî bûn

tas (2) tas, tirar, kase, kûp

tasandin mat hiştin, ecêb girtin,

tasaw ecêbmayî, matmayî

tasme bend, bizîng, girêdek, hefsar

tasxuq, tasux kêm, kêmpeyda

tase xwestek, daxwaz, bêrî, bêrî, xwestin, vîn, viyan

~ xwardin xwestin, bêrî kirin, viyan

tavge sûlav, ava ji cihek bilind dadikeve, ava dikeve jêr

taşîn tiraşîn; kurr kirin

taşk tam, temam, bêkêmasî

tat ereb, kesê ereb, gelê ereb, tat

tata mam, ap, birayê bav / bab

tatik xwişka mezin, (şûna "kek" bo keçan an jinan, "abla")

tatî erebî, tatî

tato bav, bab

ta'ûn êş, elem, nesaxî, nexweşî

tawan xerabî, guneh, tawan, tewan, binpêkirina qanûnan / zagonan

tawanbar tawanbar, gunehbar, kesê têt bawerkirin ku xerabiyek dijî qanûnê kiriye

tawankar tawankar, gunehkar, kesê dijî qanûnê tev digere / dixebite / tiştekî dike

tawûl kûn, kon, xîvatên reş, reşmale

tawûtenya tikîtenê, bêkes

tax tax, mehel taxe çeq, çiqil, gulî; baq, gurzik

taxork erebok, erebane, erebanok (li dû/pey hespan)

taybet taybet, xas, kêmpeyda, negiştî, neasa, nenormal

taye (1) teker, tekel, tayre, xirrxal

taye (2) deste, lijne, kom, komîte

tayefe taîfe, hoz, binemal

tayefî taîfî, tiriyê taîfî, birrek tiriyê sorî tarî ye

tayen jixwerazî, hemîzan, kesa/ê her xwe rast dihesibîne û kesên din şaş

taze nû; taze, teze, terr: ~ û nut û niwê nipînû, herî nû, bi temamî nû

tazebaw nûjen, modern

tazegî nihoyî, dawîn, rojîn

tazekûre seyr, sosret, ecêb, neasa, nenormal

tazî tazî, rûs, rût, ripîrûs, ripîrût

tazyane qamçî, şivik, şivtan

teba lihevkirin, pêkhatin, rêkeftin; ahengdar, yekdeng, biaheng

tebane bangurdan, bagurdan, kevirê / berê li ser banên xaniyan têt gerandin daku ban qayim bibe û dilopan neke

tebare fêrûk, tebare, dexl û danê hê nehatiye dirûn

tebaxçe sênîk

tecener nêrî, bizinê nêr

tege nêrî, bizinê nêr

teh pey! peh! ewww!

tejandin zirviçandin, merriçandin, eçiqandin

teje dirêj, bejndirêj

tekîd piştrast, dilniya, eseh

tel têl: telî telefon têla telefonê

temako tûtin, titûn

tenanet, tenha, tenya tenê

tepedor derqefank, dergirk, qepax

tepil şûntil, şûntilî, şopa tilan / tiliyan li ser belgenameyên fermî / resmî yan kargêrî / îdarî

tepil dehol, dahol

tepke tepke, tepik, xefik (bo girtina firrindeyan, teyran)

tepreş fêlbaz, hîlebaz, bifêlûfût, bidekûdolab

teplos bikêmasî, bikêmûkasî; tembel, kislan

ter şil; avî, ruhn, ron; terr; taze

tera, ter tesaduf, rasthatin, pêrgîhatin, bêdestî, bêrêzikî

teraf diyafram

terandin dan pey, li pey çûn, bi dû ketin (bo girtinê)

terane awaz, deng, melodî

teraşîn tiraşîn; kurr kirin

teratên 1) bizirîn, bi lezûbez hatin û çûna pêş-û-paş 2) rimbazî

teraz teraz, ast, pile, derece, gihanek, merhele

terazû terazû, kêşang, pîvang

tercuman paçvan, tercuman

tere hinda, berze, xirrayî, wenda, rêwenda; neberdest, nediyar

xo ~ kirdin xwe veşartin, xwe xîfandin

teref al, alî, hêl, la, rex, teref

teres pezeweng, teres

terh (1) 1) awa, şêwe, reng, rêbaz 2) mîna, wekî, şibî, nola, fena

terh (2) kojik, kerrik, zebeşên negihiştî

terîk veder, varê, avarê, vedayî, dayî aliyekî

terîq rûreş, şermezar

terîqet rêbaz, ol, terîqet

terîr agadarî, haydarî, hişyarî

terlan keşxe, delal, xweşik, ciwan

ters rîx, pîsatiya ji dewaran dikeve

terwende kêmpeyda, nayab, kêmhe

terû kufur, lanet, xezeb, gawirî

terxan terxan, dabîn, misoger, aloke

terz birr, cor, celeb, reng, şêwem awa

tesel qanih, qani', razî; têr

tesk teng, ne fire

teşene belav, belawela, berbelav

~ kirdin belav kirin, berbelav kirin, belawela kirin

teşer nixmane, qerîne, kînaye (gazina bi dizîkî yan en yekser)

teşt test, amanek / firaxek mezin û pan e, cil tê de tên şûştin

teştolke testok, bn teşt

teşbere mermer, teşkevir

teşk tenişt, rex, alî

teşkebere berrik, xalîçe, mehfûr

teşq dijwarî

teşqele teşqele, hîle, newehî, neheqî; bihane, hêcet, hincet

teşrîn teşrîn

~î yekem kewçêr, cotmeh, teşrîna yekem / êkê

~î duwem sarmawez, mijdar, teşrîna duyem / duyê

teştîr karik, karika mê

teter 1) peyamber, qasid, êlçî, teter 2) teter, tatar, kesa / kesê endama gelê teter / tatar

tetik dezgork, destgork, dezgor, destkêşk

tetin herî, çamûr, teqin

texlîd birr, celeb, cor, tewir, texlîd

text 1) hilû, sade, rast, birêk 2) darîn, textîn, text

tewaw temam; xelas, xilas

tewir bivir

tewîle gov, axur (xaniyê / joreya dewar û sewal tê ve tên parastin)

tezandin tezandin, bûzandin, sar kirin, cemidandin

tezbêh, tezbîh tizbî

tezîn tezîn, cemidîn, bûzîn, sar bûn

tezrû tawis, teyrê tawis

tezû tezî, cemidî, sar

tê geyîştin tê gihîn, tê gihiştin, fam kirin, serwext bûn

têkel têkil, tevlihev

tifeng tiveng, tifek, tifeng

tift tirş; kerrik, kojik, çilmik, negihiştî (fêkî)

tiftî tirşî, tama tirş

tigil beran

tik dilop, çip

tika tika, rica, hêvî, daxwaz

tilandin badan, zivirandin, balandin

tilîsan nimîn, nerm bûn (bi taybetî tiştekî qerrisî/cemidî di ava germ de)

tilîsandin nimandin, nerm kirin (bi taybetî tiştekî qerrisî/cemidî di ava germ de)

tilîsawe nimandî, nermkirî

tilîş rîçal, parçeyek zirav û dirêj ya cawekî/qumaşekî dirrandî

tilp, tilpe pişka nerm ya mêwe û sebzeyan; gerode, toza binê çayê yan avê

tiluxwê sûr, şûr, têrxwê

tilyak tilyak, tiryak, beng, narkotîk

timandin da-anîn, anîn jêr; bênirx kirin

timen timen, tumen, yekîneya diravî / pareyî ya Îranê

tin qûn, paşkun

tingêle, tingêlke tijî, dagirtî, mişt

tinok dilop, çip

tir dî, din, dîtir, tir: emey tir ev ê din, ewey tir ya / yê dî, zorî tir gelek din an gelekên dî

-tir -tir (paşpirtik bo nîşandana wateya "pitir", "zêdetir" û hwd): xoshtir xweştir, zortir gelektir, pirrtir, pitir, zêdetir, bêhtir

tiral tembel, keslan, ne zîrek, ne çeleng

tiraske awarte, derbingeh, cuda, ferq

tiraw avî, ron, ruhn

tirazan veqetîn, ji hev vebûn, jêk vebûn, jev vebûn

tirazandin veqetandin, ji hev vekirin, jêk vekirin, jev vekirin

tirazaw veqetî, jêkvebûyî, jevvebûyî, jihevvebûyî

tirçimaq bala, pirr dirêj

tirek derz, şkestin bê ku hûr-hûr an parçe-parçe bibe

tirekan derizîn, şkestin bêy ku hûr-hûr an parçe-parçe bibe

tirekandin derizîn, şkandin bêy ku hûr-hûr an bêt parçe-parçekirin

tirekîn zan, têjik an zarok anîn

tirê, tire tirî

tirincan raheşîn, xwe raheşandin nav hev, di cihek teng de li hev kom bûn an civîn

tirincandin raheşandin, raheşandin nav hev, di cihek teng de li hev kom kirin an civandin

tirincû tûj, birrinde, xweşbirr

tiring avî, ruhn, ron

-tirîn paşpirtika rêzimanî bo destnîşankirina pileya herî berz û bilind: xoshtirîn xweştirîn, herî xweş

tirîsk, tirîskûhûr çirûsk, çirîsk

tirîş (ya / yê) dî jî, din jî, dîtir jî

tiropik gupik, lûtke, bilindtirîn cih / beş

tirşke birq, berq, ronahî

tirkeş tenişt, rex, alî, hêl

tirkize xeterî, talûketî, biveyî, bivokî

tirş tirş; kerrik, kojik, çilmik, negihiştî (fêkî)

tixûb sinor, tixûb; serlêv, marjînal, perîferî

tiro silo, siloke, xeyidok, înato, kizgiryok

tirumbêl tirimpêl, erebe, seyare

tirumte baz

tirûkandin, tirûke 1) girtin û di cî de vekirina çavan 2) hêka meriqî şkandin

tirûm tuxm, îcax, binyat

tirûsk (1) çirûsk, çirîsk, birq, ronahîk

tirûsk (2) zîrek, destbişol, çeleng, fêris

tirûskan çokên xwe çemandin/tewandin

tirûtifaq qût, pêdiviyên xwarinê

tiryak tilyak, tiryak, beng, narkotîk

tiryan zembîl, sepete, selik

tisin tembel, kislan, keslan, ne zîrek

tişrîn teşrîn

~î yekem kewçêr, cotmeh, teşrîna yekem / êkê

~î duwem sarmawez, mijdar, teşrîna duyem / duyê

tiwan bişivîn, helîn, asîmîle bûn, têkil bûn, guncîn, întegre bûn

tiwana bişiyan, bitaqet, kara, tiwana, bişê

tiwandin bişaftin, bişivandin, helandin, asîmîle kirin; têkil kirin, guncandin, întegre kirin

tiwanîn karîn, şiyan, kanîn; pê çêbûn, jê hatin

tiwawe bişivî, helî, asîmîlebûyî

to tu; te

tojandin, tojîn ferisandin, ravekirin, analîze kirin

tojîner, tojer ferisîner, raveker, analîzeker

tokme req, hişk, qayîm

tol birêk, birêkûpêk, biserûber

tol tol, heyf, tolhildan

tom tov

tomanî hirmî, hirmîk; karçîn

tomar tomar, sicil, qeyd, secl

tomargeh tomargeh, tescîlat

top (1) gog, hol, tepk, top (alava pêlîstinê)

top (2) top (çek û sîleh)

top (3) badan, têalandin

topên kuştin, (kêmbînî, kêmwateyî)

toqandin bizdandin, behecandin, tirsandin, xofandin

toqîn (1) bizdîn, behecîn, tirsîn, xofîn

toqîn (2) bilqîn, hilbilqîn, bilq dan

toqle peqlîşk, bilq, bilqok

~ kirdin bilqîn, hilbilqîn, bilq dan

tor rev, bazdan

~ kirdin revîn, bazdan

toran xeyidîn, sil bûn, dil man

torandin xeyidandin, sil kirin, dil hiştin

tor (1) torr, alava / aleta masîgiriyê

tor (2) şûm, nevehewayî, bêhedan, nearam, bêtebat

tor (3) kewê ferx, kewok

tore (1) zîz, sil, xeyidî, dilmayî, enirî, silikî

tore (2) çande, kultur, kelepûr; wêje, edebiyat

torxe zêdexwerî, xwarina zêde

tow tov

toy bûy, dîlan, govend, dawet, şahî, şehyan

tozê, tozêk piçekê, kêmekê; hinekî; bîskekê, kêlîkekê

tumez diyar e ku, xwiya ye ku

tund teng; tûj; hişk, req, qayim; dijwar, çetîn, zehmet; şidayî, şdandî

tundkar zordar, şidetparêz

tundkarî zordarî, şidet

tundraw rêhişk, tengparêz

tundrawî rêhişkî, tengparêzî

tung --> tund

turt şkêbar, nazik

turuş bistehî, wêrekî, cesaret

~ kirdin wêrîn, bistehî hebûn

tuşmal serekhoz, serokê êl an eşîrekê

tuwan bişivîn, helîn, asîmîle bûn, têkil bûn, guncîn, întegre bûn

tuwana bişiyan, bitaqet, kara, tiwana, bişê

tuwandin bişaftin, bişivandin, helandin, asîmîle kirin; têkil kirin, guncandin, întegre kirin

tuwanîn karîn, şiyan, kanîn; pê çêbûn, jê hatin

tuwawe bişivî, helî, asîmîlebûyî

tuwaz budje, hesaba lêçûn û pêhatinan; hevsengî, parsengî, balans

tuwê ker, parçe, par

~ kirdin ker kirin, ker-ker kirin, parçe-parçe kirin

tuwêşû mêdek, xwarina bo seyranê / seferê mirov li gel xwe dibin

tuwêtke bêdeng, bêpêjn

tuxm 1) tov 2) dûnde, ûcax, tuxm, paşhatî, dûndeh, nevî, torin, zarok

tû 1) tû 2) tu, te

tûj tûj; tîj

tûk pirç, porr, mûyên serî

tûle kûçik, seyê hê mezin nebûye

tûleberaz berazok, têjika berazan

tûn tîj, biharata tîj / sotîner

tûna derbeder, aware, sergumkirî

tûş (1) şûm, neqet, venehewayî, bêhedan, nearam, bêtebat, livlivo; dijwar

tûş (2) tûş, pêrg, rasthatin

~ bûn tûşî bûn, pêrgî hatin, ketinê, rasthatin

tût hûr, hûrik, biçûk, biçûkok

tûtak qumrî

tûtke kirmik, kurmik, kirm, kurm

tûtin tûtin, titûn

tûtî papaxan, tûtî, firrindeyê zarîveker

tûr tivir

tûr dan avêtin, virrandin

tûrandin fîrrikandin, fîrrandin, hinav çûn, bi xwe re negihan

tûre zîz, sil, xeyidî, dilmayî, enirî, silikî

~ bûn xeyidîn, silikîn, zîz bûn, sil bûn

tûreke tûr, çewal, tûrik, torbe

Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî