Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

F f biguhêre

Soranî سۆرانی Kurmancî
fafon فافۆن fafon, bafon, aluminyum
fak فاک lêb, lêhb, lihb, fêl, dek, dekûdolab, hîle
fall فاڵ fal, pêşbînîkirin, diyarkirina bûyerên demên bên
~ girtinewe ~ گرتنەوە fal vekirin, pêşbînî kirin
fall فاڵ telewî, rewşa mirovekî yan heywanekî ku tê de têkiliya cinsî pirr dixwaze
fallawêj, fallbêj, fallçî, fallgir فاڵاوێژ، فاڵبێژ، فاڵچی، فاڵگر falveker, falbêj, falçî
fallawêjî, fallbêjî, fallçêtî فاڵاوێژی، فاڵبێژی، فاڵچێتی falvekerî, falbêjî, falçîtî
fam فام fam, fehm, fêm, têgîştin, têgihiştin
fama فاما fama, têgîştî, fehma
famîde فامیدە famîde, kesa/ê dikare tiştekî binirxîne û wê fam bike
famîn فامین tê gîştin, fam kirin, famîn
fanos فانۆس fanos, lampe, çira
faqe فاقە xefik, tepik, faqe, dav, davik
faris, fars فارس، فارس faris
farisî, farsî فارسی، فارسی farisî
fayiz فایز fayiz, faîz, selef, riba
fayl فایل dosye, fayl, belge
feklle فەکڵە cênîk
fele فەلە file, xrîstiyan, mesîhî, îsawî; asûrî, siryanî
felsefe فەلسەفە felsefe, fîlozofî
fen فەن (erebî) bn huner
fena فەنا wek, mîna, fena, nola, şibî, eynî
fend, feng فەند، فەنگ fen, fend, feng, lêb, lêhb, hîle, lîstik, leyistik, lehîstik
~û fêll ~و فێڵ fen û fêl, lêb, hîle, xap, xapandin
fener فەنەر fanos, fener, çira, lampe
feqê فەقێ feqe, feqî, şagirdê dînî (t îslamê)
feqîr فەقیر feqîr, hejar, belengaz, jar
ferr فەڕ nirx, hêjatî, hejîtî: Ferrî niye qiseyş legell bikeyt Ne hêjayî ye li gel biaxivî jî
feramoş فەرامۆش feramoş, nehesibandî, înkarkirî; jibîrkirî
~ kirin ~ کرن feramoş / pûç kirin, nehesibandin; ji bîr kirin
feramoşî فەرامۆشی sersarî, xemsarî; înkar; jibîrkirin, nehesibandin
ferraqe فەڕاقە bend, qeyd, zincîr (t yên pî / ling pê tên girêdan)
ferraş فەڕاش dergevan, kesa/ê karûbarên xaniyekî (t yên îdarî) yên mîna malînê dike
ferrdar فەڕدار 1. bihagiran, binirx, hêja, hejî (tiştekî) 2. bikêr, biwec, bikêrhatî
ferde فەردە ferde, kîs, torbe, tûrik, telîs
ferec فەرەج bn fêllûferec
fereh فەرەھ 1. fire, fireh, fereh, firhe 2. xweşî, şadî 3. bereket, zêdehî
ferheng فەرھەنگ ferheng, peyvname, bêjename, pirtûkên peyv tê de (li gor rêza alfabeyê yan mijaran) hatine rêzkirin û (bi zimanek din yan bi heman zimanî) hatine rave- û şirovekirin
ferhengok فەرھەنگۆک ferhengok, peyvnamok, bêjenamok, ferhengên biçûk; fehengok, çend peyvên rêzkirî
ferîk فەریک 1. kerrik, kojik, rizik, çilmik (fêkiyên / keskiyên / sebzeyên) negihayî / negihiştî 2. -terrk, -kelî: ferîkeqezwan kezwanterrk, kezwanên terr, ferîkenok kelînok, kelînuhk, nokên terr
ferkandin فەرکاندن ferkandin, li ber nivîsîn, ji ber girtin, kopî kirin, lasa kirin, texlîd kirin
ferkane فەرکانە jibergirî, lasayî, texlîd
ferkar فەرکار 1. destnîşanî, tilnîşanî 2. şîret, nesîhet; pêşniya, pêşniyar, pêşniyaz, pêşniyad, teklîf
ferman فەرمان ferman, emir, emr
fermanber فەرمانبەر fermanber, karmend, memûr, kesa/ê di karek fermî / hukumî de dixebite
fermanberî, fermanberêtî فەرمانبەری، فەرمانبەرێتی fermanberî, karmendî, memûrî, karê gelemperî / hukumî
fermandar, fermander فەرماندار، فەرماندەر fermandar, kesa/ê emir û ferman di dest de ne; mîr, prens
fermandarî, fermanderî فەرمانداری، فەرماندەری fermandarî, erkê / hêza dana emir û fermanan
fermanga, fermange فەرمانگا، فەرمانگە fermange, biryarge, qerarge, cihê ferman / biryar / qerar jê / lê tên dan
fermangêrrî فەرمانگێڕی hukumî, fermî, resmî, fermangêrrî
fermanî فەرمانی fermanî, emrî, împeratîv
fermanrrewa فەرمانڕەوا rêveber, serok, serwer, fermanrewa, administrator; walî, mihafiz
fermanrrewayî فەرمانڕەوایی rêveberî, serok(at)î, serwerî, fermanrewayî, administrasyon
fermayişt فەرمایشت kerem: Wek 'Elî fermayişt kirdûwe, ... Wek Elî kerem kiriye, ... (Awayek rêzgirtinê ye li şûna "Wek Elî gotiye")
fermû فەرموو Kerem bike!
fermûn فەرموون 1. kerem kirin; kerem bikin 2. gotin (t dema rêzgirtin û qedir û qîmet hemberî kesa/ê tiştek gotiye têt nîşandan) Xwa le Quran da fermûyetî ke... Xwedê di Quranê de kerem kiriye ku... (... gotiye ku...) (Herwa bi tirraneyî / tinazî jî têt bikaranîn:) "Cenabtan" çî defermê? Çi dibêjî, "ezbenî"?
ferq فەرق ferq, cuda, cihê
ferş فەرش 1. merş, berrik, xalî, xalîçe, mehfûr, hêsîl 2. ferş
fertene فەرتەنە firtone, bahoz, barrove, hewayê bi bayek xurt
fertût فەرتووت (kesa/ê ji pîriyê / êxtiyariyê) jitaqetketî, bêtaqet, neşê
ferû فەروو perr, perrûpûrtê bi mirîşk û elokan ve
ferwar فەروار serdar, serwer
ferxî فەرخی çeşnek tiriyê hûrî bêdindik e
ferya, feryad فەریا، فەریاد bn firya
ferz فەرز ferz, gerek, pêdivî, pêwîst, hewce, lazim
ferzîn فەرزین (di şetrencê de) wezîr
fesll فەسڵ lihevhatin, sulh, rêkeftin, lihevkirin, dijminatiya di navbera xwe herdu aliyan de nehêlan
fetan فەتان (dafetan) ji xwe şerm kirin
fetar فەتار perrit(and)î, hincirr(and)î, dirr(and)î
~ fetar ~ فەتار parçe-parçe
fetaret فەتارەت birihîn, telifîn, neman, ji holê rabûn, ji navê rabûn
fetîr فەتیر (hevîrê) netirşkirî, bêhevîrtirşk
fewtan فەوتان pûç bûn, wêran bûn, kembax bûn, ruxîn, hilweşîn
fewtandin فەوتاندن pûç kirin, wêran kirin, kembax kirin, ruxandin, hilweşandin
fewtaw فەوتاو pûç(bûyî), wêran(bûyî), kembax(bûyî), ruxî, hilweşî
felesûf فەلەسووف fîlozof, feylesof
fexfûrî فەخفووری ferfûrî, çîn, porselen
فێ (êşa) atî, sara, epîlepsî
fêdar فێدار atîdar, saradar, epîleptîk, kesa/ê êşa atî / sara / epîlepsî lê ye
fêll فێڵ fêl, lêb, lêhb, hîle, dekûdolab, lîstik
fêllbaz فێڵباز fêlbaz, hîlebaz, lêbker, lêhbker
fêllûferec فێڵووفەرەج dekûdolab, lêb, hîle, fêl, lêhb, xapandin
fênik فێنک hênik, hînik, hûnik, hîn, ne germ û ne jî sar
fêr فێر fêr, hîn, hî, hû, elm
~ bûn ~ بوون fêr bûn, hî(n) bûn, elimîn; tamijîn, elma xwe girtin
~ kirdin ~ کردن fêr kirin, hî(n) kirin, elimandin; tamijandin, elimandin xwe
fêrbû فێربوو fêrbû, hî(n)bû, dijw. zikmakî
fêrdar فێردار fêrdar, hîndar, şagird, kesa/ê têt fêrkirin
fêrdarî فێرداری fêrdarî, hîndarî, ders(dan), wane(dan)
fêrge فێرگە fêrge, xwendinge, dibistan, qutabxane, cihê lêfêrkirinê û lêfêrbûnê
fêrkar, fêrker فێرکار، فێرکەر fêrkar, fêrker, hîndêr, fêrdêr, hînkar, hînker, perwerdekar, perwerdekar, mamoste, kesa/ê fêr / hîn dike,
fêsan فێسان şil bûn, şilîn, şilikîn
fikir فکر fikir, hizir, raman, bîr, pûnij
fikirîn فکرین fikirîn, hizirîn, ramîn, pûnijîn
fillan فڵان filan: ~ car filan car(ê), ~ kes filan kes, ~ şit filan tişt, ~ û fîsar filan-bêvan, filan û bêvan
fillçe فڵچە bn firçe
filis, fils فلس، فلس filis, hezarêk (yek ji hezarê, 1/1000) ji yekîneya diravî ya Iraqê: 1000 filis 1 dînar e
filîqan, filîqanewe فلیقان، فلیقانەوە merriçîn, merçiqîn, perçiqîn, pelçiqîn
filîqandin فلیقاندن merriçandin, merçiqandin, perçiqandin, pelçiqandin
filîqaw فلیقاو merriçî, merçiqî, perçiqî, pelçiqî, hatî merriçandin / merçiqandin
fillîte فڵیتە felîte, tûle, tolaz, pûç
fillq (1) فڵق (١) fehş, fire, mezin (cil û berg, sol û pêlav)
fillq (2) فڵق (٢) şep, dengê mîna wî dengî yê ji avê têt dema tiştek giran (wek kevir) dikeviyê
fillqê, fillqin, fillqîcan فڵقێ، فڵقن، فڵقیجان qehbe, qehbik, fahîşe
fillqefillq فڵقەفڵق şeperep, bn fillq (2)
fillt فڵت (dev) beş, zêde vekirî
filltandin فڵتاندن minandin, mine-min kirin, bi mine-minkî peyivîn, wa nezelal û dengnizm axivîn ku bi asanî jê neyê famkirin
fillte, filltefillt فڵتە، فڵتەفڵت mine-min
filltedeme فڵتەدەمە devminok, kesa/ê wa nezelal û dengnizm axivîn ku bi asanî jê neyê famkirin
fim فم kif, kif kirin, poz / difin / bêvil / lût ji kilmûş paqij kirin (bêyî ku tila xwe bike tê re)
~ kirin ~ کرن kif kirin
fincan فنجان fincan, kûpên qaweyê
find فند find, şemal, mom, çira, şemalk
finddan فنددان finddank, cihê find / şemal lê tên danîn
findiq فندق findiq, fisteq
firr (1) فڕ (١) firr, qurt, qurç: firrêk le çay dan firrek li çayê dan, firrek ji çayê vexwarin
firr (2) فڕ (٢) 1. hay, aga: Firrî be ser dunyawe niye Hay ji bayê felekê nîne, Ji ti tiştî ne agadar e 2. têkilî, peywendî: Firrî niye be ser karekey êmewe Ti têkilî bi karê me ve nîne
firajan فراژان firajîn, peresîn, pêş ketin, guhertinên wa tê de çêbûn ku ji berê baştir / kêrhatîtir bibe
firajandin فراژاندن firajandin, peresandin, pêş xistin, pêşve birin, , guhertinên wa tê de çêkirin ku ji berê baştir / kêrhatîtir bibe
firajî فراژی firajî, peresan, pêşketin, pêşxistin, pêkhatina hin guhertinan di tiştekî / kesekî / heywanekî de ku wê / wî ji berê baştir / kêrhatîtir dike
firajîwer فراژیوەر firajîwer, guherbar, tişta diguhere yan dikare biguhere (t. baştir bibe)
firran فڕان bn firrkan
firrandin (1) فڕاندن (١) firrandin
firrandin فڕاندن bn rifandin
firawan فراوان fire, berfire, fireh, firhe, dijw. teng
firawanî فراوانی fireyî, berfireyî, firehî, firhetî, dijw. tengî
firçe فرچە firçe
fire فرە pirr, gelek
fire- فرە- pirr-, gele-: fireayînî pirrolî, pirrdînî, geledînî, firehizbî pirrpartî, firekulturî pirrçandeyî, pirrkulturî
fireayînî فرەایینی pirrolî, pirrdînî
firebêj فرەبێژ pirrbêj, zêdeaxiv
firrefirr (1) فڕەفڕ (١) firrefirr, vexwarina firr bi firr û deng ji devê xwe anîn
firrefirr (2) فڕەفڕ (٢) pirrepirr, dengê berdewam yê çeng û baskan dema firrinde / teyr difirrin
firehizbî فرەھزبی pirrpartî
firehizbayî فرەھزبایی pirrpartîtî, pluralîzm
fireyî فرەیی pirrî, gelekî, zêdeyî, mişeyî, zafî
firez فرەز qedîfe
fireneteweyî فرەنەتەوەیی pirrneteweyî, multînasyonal
firrê فڕێ avêtin, virr kirin:
~ dan ~ دان avêtin, virrvirrandin, virr kirin, virr (û) avêtin
firrêdiraw فڕێدراو avêtî, virrkirrî; bêxwedî(hiştî), bêxudan(hêlayî)
firrfirre فڕفڕە firrfirre, qelûna avî
firrfirroke فڕفڕۆکە firrfirrok, pêlîstokek zarokan e
firrfîng فڕفینگ persîv, êşa sarmayê
firrge فڕگە firrgeh, cihê firrîna balafiran
firrin فڕن firrne, firrin, tenûr
firrinde فڕندە 1. firrinde, balinde, teyr, tilûr 2. firrok, firrinde, tiştên difirrin
firrink فڕنک kunên difinan / pozan / bêvilan / lûtan
firrîn فڕین firrîn, li hewa meşîn, li hewa hatin û çûn (t. bi saya / alîkariya çeng û baskan)
firrîşte فڕیشتە firrîşte, melek, melaîket
firîw فریو xap, hîle, lêb, lêhb, fêl, dekûdolab
~ dan ~ دان xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin
~ xwardin ~ خواردن xapîn, hatin xapandin, lê(h)b lê bûn, lê(h)b lê hatin kirin, hîle lê bûn, hîle lê hatin kirin
firîwandin فریواندن xapandin, hîle lê kirin, dekûdolab lê kirin
firîwbaz فریوباز xapînok, hîlebaz, hîleker, lê(h)bok
firîwxor فریوخۆر xapînber, kesa/ê bi asanî têt xapandin yan lê(h)b / hîle lê tên kirin
firîz فریز firîz, giyayek e li mêrg û çîmenan şên dibe
firrka, firrka-firrka فڕکا، فڕکا-فڕکا panîk, bizdîn, behecîn
kewtin ~ کەوتن ~ bizdîn, behecîn, ketin panîkê
firrkan فڕکان bîsk, kêlîk, gav: Be firrkanêk gerrayewe Di gavekê de vegerî
firrkan, firrkan-firrkan فڕکان، فڕکان-فڕکان mat, ecêb, hêbetî, sosret, seyr
firrke, firrkê فڕکە، فڕکێ pirrepirr, pirrpirr, dengê çeng û baskan dema firrinde difirrin
firman فرمان 1. vatinî, erk, kar, xebat 2. rêz. lêker, verb, fiîl
firmêsk فرمێسک rondik, hêsir, esrîn, ava ji çavan têt dema kesek digirî yan giriyê wê / wî têt
firroke فڕۆکە firroke, balafirr, teyare
firrokenehêll فڕۆکەنەھێڵ dij-firroke, dij-balafirr, çekên dijî firrokeyan tên bikaranîn
firrokewan فڕۆکەوان firrvan, firrokevan, pîlot, kesa/ê firrokeyan difirrîne
firstade فرستادە peyamber, qasid
firoşga, firoşge فرۆشگا، فرۆشگە firoşge, firoşgeh, dikan
firoşraw فرۆشراو firotî, hatî firotin
firoştin فرۆشتن firotin, bi pare dan, bi kirrîn / standin dan
firoştinewe فرۆشتنەوە vefirotin, dîsan firotin
firset فرسەت delîv, derfet, firset, firsend, gav, mecal
firşteng فرشتەنگ bênteng, bênçik, dijw. bênfire
firt, firte فرت، فرتە firt, liva / lebata tavil û bilez: Firt xoy hawîşt Firt xwe avêt (ango bilez xwe avêt)
~ kirdin ~ کردن firtîn, firte-firt kirin, bi lezûbizav meşîn / hatin û çûn
firtene فرتەنە firtone, bahoz, barrove, tûfan
firzend فرزەند zarok, dûnde, biçûk
firû: ~ hênanewe فروو: ~ ھێنانەوە xwe tewandin / çemandin (li ber kesekî / tiştekî bi mebesta nîşandana qedir û qîmet)
firrûc فڕووج marir, marirk, mirîşkên nûgihayî
firrûfêll فڕووفێڵ dekûdolab, hîle, fenûfêl
firrûn فڕوون firrne, firrin, tenûr
firya, firyad فریا، فریاد hewar
~ kewtin ~ کەوتن li hewarê hatin; li hewarê çûn: Xelkîne, firwam kewin Xelkîno, li hewara min werin
~ kirdin ~ کردن hewar kirin, bi bang û gaziyan alîkarî xwestin
firyaguzar فریاگوزار xêrxwaz, kesa/ê li hewara hewcedaran diçe
fis فس fis, fisîn, fisikîn, dengê fisefisê
~ dan ~ دان fisandin, cotbûna dîk û mirîşkan, karê dîk mirîşkê digê
~fis pallewan ~فس پاڵەوان fisto, kesê xwe mêr û mezin dihesibîne lê di rastiyê de ne ti mêr e
fise, fisefis فسە، فسەفس fisefis, dengê "fisss..."
fiske فسکە pistîn, dengê pirr nizm (t li ber guhê kesekî)
fiskefisk فسکەفسک pistepist, peyivîna bi dengek pirr nizm (t li ber guhê kesekî)
fiş فش 1. fis, goga / pifdanka / tekerê hewa kêm tê de heye 2. pif, perçivî, nerm û hewayî 3. bn fis
fişe (1) فشە (١) yarî, henek, qerf, tirrane, tinazî, tiştek ne cidî
fişe (2) فشە (٢) bn fise
fişegallte فشەگاڵتە tirrane, tinazî, qerf, henek, yarî, galte
fişeker فشەکەر pesno, metho, pesnok, methok, xwemezinker
fişqiyat فشقیات qerf, henek, tirrane, galte, yarî, tinazî
fitîle فتیلە fitîl, fitîlk (wek ya fanosê)
fitîr فتیر bn fetîr
fitre فترە fitre, fitir
fitwa فتوا fitwa
fize فزە deng, pêjn
fîçqe فیچقە derzî, kutank, şirînqe, enjeksiyon
fîda فیدا gorî, cangorî, fîda
fîdayî فیدایی 1. fîdayî 2. di Iraqa serdema Sedam Huseyn de: komando
fîk فیک fît, fîrr, fîtvedan, dengê fîtefît
fîkan, fîkandin فیکان، فیکاندن fîtîn, fîtikîn, fît vedan, fîtefît kirin
fîke فیکە fîtik, dudik, fîrrfîrrk, fîtok, firîzok, alava pêfîtînê / pêfîtvedanê
~ kêşan ~ کێشان fîtîn, fît vedan, fîtikîn
~ lê dan ~ لێ دان li fîtikê / firîzokê dan
fîkefîk فیکەفیک fîtefît, dengê fîtînê / fîtvedanê
fîl فیل fîl (di şetrencê de jî)
fî'l فیعل lêker, verb
fîng, fîngefîng فینگ، فینگەفینگ kinekin, nalîn, girîna bi kinkinî
fîrran, fîrrandin فیڕان، فیڕاندن hinav çûn, zik çûn, fîrrikîn, fîşikîn, îshal hebûn
fîrist فیرست îndeks, fîrist, fihrist
fîrrke فیڕکە fîrrik, fîşik, hinavçûn, zikçûn, îshal
fîrro فیڕۆ (maliyet) pûç kirin, zêde mesref kirin
fîsan فیسان şil bûn, şilîn, şilikîn
fîsar فیسار (filan û) bêvan
fîsell فیسەڵ ziwa, zuha, hişk
fîş فیش fiş, fişefiş, dengê fişînê
fîşall فیشاڵ axivîna zêde dirêj û bêkêr
fîşefîş فیشەفیش fişefiş, dengê berdewam yê fişînê
fîşek فیشەک fîşek, teqok, telqe
fît (1) فیت (١) binas, xeta, xeletî, sûc: Axir hemû fîtî ew bû Jixwe hemû binasên / xetayên wê / wî bû, Jixwe ew sûcdarî hemûyê bû
fît (2) فیت (٢) ser-bi-ser, beramber, wekhev: Sed dolar bide û fît debîn Sed dolaran bide û em dê ser-bi-ser bin, Sed dolaran bide û em dê beramber bin
fît (3) فیت (٣) fît, fîtefît, (dengê) fîtînê / fîtvedanê
fîtefît فیتەفیت fîtefît, dengê berdewam yê fîtvedanê
fîz فیز qurretî, pozbilindî
fîzar فیزار nalîn, gilî, gazin, xem, derd, kul û kovan
fîzin فیزن qurre, pozbilind
fîzya, fîzîk فیزیا، فیزیک fîzîk
فوو pif, hewayê ji dev tê
~ dan ~ دان 1. pif dan, pifandin, hewa kirinê 2. nazdar kirin
~ kirdin ~ کردن pif kirin
~ tê kirdin ~ تێ کردن pif dan, hewa kirinê
fûdiraw فوودراو pifdayî, perçivandî, tijî hewa kirî
fûrhe فوورھە sûlavok, sûlav (t biçûk), cihê ava çem / rûbar lê ji bilindayiyekê dikeve erdek nizm
Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî