Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

H h biguhêre

Soranî سۆرانی Kurmancî
ha ھا ha? çi? çawan? (Te) çi got?
ha (2) ھا (٢) ha? ma ne, yan: Toş dêyt, ha? Tu jî, ha? Tu jî dêyî? Tu jî dê bêyî, ma ne? Tu jî dê bêyî, yan?
ha (3) ھا (٣) ha, hanê, de ha, de hanê, işte, va ye, de va ye, kerem ke, fermû (t dema tiştek ji kesekî re têt dan li şûna bêt gotin: "Bigire")
ha (4) ھا (٤) ha! bizane ha! bizane ku, de min ji te re got
ha (5): ھا (٥): ha ... ha ... ha ... ha, geh ... geh, car ... car: Le lêre ha lewê li vir li wir, geh li vir geh li wir, car li vir car li wir
ha (6) ھا (٦) ([min] ham, [to] hayt, [ew] ha, [ême] hayn, [êwe] han, [ewan] han) Li şûna lêkera "bûn" têt bikaranîn: Ham le mall [Ez] li malê me. Hayt le mall? [Tu] li malê yî? û hwd.
-ha -ھا : -an (pêşpirtikek e bo diyarkirina pirrejimariya t jimaran): hezarha (bi) hezaran, milyonha (bi milyonan)
hac ھاج bn har û hac
hacet, hacet ھاجەت، ھاجەت alav, amûr, hacet
hacî ھاجی hecî, hacî, kesa/ê heca xwe bi cî aniye
hacîbadam ھاجیبادام navê birrek biskewîtan e
hacîbayef ھاجیبایەف bahîvtirşk
hacîleqleq ھاجیلەقلەق hacîleglege, leglege, quling
hacîrreng ھاجیڕەنگ bn hacîreş
hacîreş ھاجیرەش hacîreşk, hechecîk, çivîkek rewş e
haçe ھاچە bn dirêjayî
hafiz ھافز 1) hafiz, kesa/ê Qur'anê ji ber dizane, kesa/ê Qur'an ji ber kiriye 2) kor, bêçav, kore
haj ھاژ mat, matmayî, ecêbgirtî, sersam
hajandin ھاژاندن xwişîn, xuşîn, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê jê hatin
haje, hajehaj ھاژە، ھاژەھاژ xwiş, xwişexwiş, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê
haka ھاکا haha, aniha, di vê gavê de
hakayî ھاکایی hahayî, tişta aniha / haha bibe / bêt / biqewime
hakim ھاکم 1) (fermanrewa) hakim, padişah, fermanber, walî, rêveber, mîr 2) (dadgêrr, serokî dadga) dadgêrr, dadger, hakim, serokê dadgehê
hakimane ھاکمانە hakimane, wek / mîna hakiman; hikûmî, hukumetî, fermî
hakimêtî ھاکمێتی hakimî, hakimtî, rêveberî, fermanberî, hukim
hako ھاکۆ keteberî, tesadif: le ~ bi keteberî / tesadifî
hall ھاڵ hal, rewş, çawanî
~ û ehwall ~ و ئەھواڵ çawanî, rewş, hal û ehwal
hallî ھاڵی serwext, fama, têgihiştî, têgihandî, fehma
~ bûn ~ بوون tê gihîn, serwext bûn, fam kirin, tê gihiştin
~ kirdin ~ کردن tê gihandin, serwext kirin, famandin, fehmandin
hallaw ھاڵاو hilm, buxar, hewayê germ, ava wa germ bûye ku hildikeve hewa
hallet ھاڵەت rewş, destûdar, hal
hallî bûn ھاڵی بوون tê gihîn, tê gihiştin, fam kirin, serwext bûn, fehm kirin, fêm kirin
hallî kirdin ھاڵی کردن tê gihandin, dan famkirin, serwext kirin
ham ھام bn haw
hamar ھامار rastgeh, deşt
hamêz ھامێز hemêz, hembêz, koş, dergûş
han ھان pal, def, dehf, han, teşwîq
~ dan ~ دان şarandin, (li tiştekî) sor kirin, han dan, teşwîq kirin, berev (kirina tiştekî) def dan / pal pê radan
han (1) ھان (١) dinyadîtî, xwedîtecrûbe, pêzan
han (2) ھان (٢) bn ast
hana (1) ھانا (١) hewar, pena, stare, daxwaza alîkariyê kirin
~ birdine ber ... ~ بردنە بەر ... xwe spartin (kesekî / tiştekî), avêtin hewara (kesekî / tiştekî)
hana (2) ھانا (٢) hingiv, hingivîn. Tenê di vê gotinê de bi kar têt: Hanam kirde demit Devê te bihingiv be ("Min hingiv kir devê te." Dema kesek tiştekî pirr baş vedibêje û li şûna "sehet xweş" yan "dev xweş" mirov dixwaze gotinek hê şirîntir bibêjiyê)
hanaber ھانابەر hewarber, stareber, kesa/ê xwe dispêre (kesekî / tiştekî)
hanehan ھانەھان bn han
hander ھاندەر palder, defder, şarîner, sorker, teşwîqker
handiraw ھاندراو şarandî, (li tiştekî) sorkirî, teşwîqkirî, berev (kirina tiştekî) defdayî
hane ھانە bn kanî
hanê ھانێ bn ha (2)
hanîn ھانین bn hênan
hapulk ھاپولک bn derfet
har ھار har, dînûhar, dirrinde, venehewayî, bêtebat, şûm, neqet, destmatî
~ û hac ~ و ھاج şûm, neqet, venehewayî, destmatî, ya/yê destê xwe dike di nav her karî re tevî ku ne karê wê / wî be jî, t zarok yên ku ji ber nesekinîna xwe xirabiyan dikin û ziyanê digihînin kesekî yan tiştekî
harran ھاڕان bn harrîn
harraw ھاڕاو hêrayî, hêrandî, destarrkirî, (genimê, goştê û hwd) hûr-hûrkirî
harre, harreharr ھاڕە، ھاڕەھاڕ şinq, şingeşing dengê şkestina caman / şûşeyan
~ kirdin ~ کردن şingîn, dengê şkestina caman / şûşeyan jê hatin
harre ھاڕە kêzikek e
harriye ھاڕیە kêzek e
harî ھاری harî, dînûharî
harîkar ھاریکار alîkar, arîkar, alîkar
harîkarî ھاریکاری alîkar, arîkar, alîkar
harrîn ھاڕین hêran, hêrandin, hêrîn, destarr kirin, (genim, goştê û hwd) hûr-hûr kirin
harû ھاروو pidû, pû, alûne, pidî, goştê ber didanan
harûhûrt ھارووھوورت pozbilindî, qurretî, xwe mezin hesibandin / kirin
haş ھاش bn bêkellk
haşa ھاشا haşa, ne wa / wisan / wiha / wilo / hosa; ji bilî, ji xeynî, ... ne tê de: haşa huzûr haşa huzûr, ji bilî yên amade / hazir / li hizûrê
haşûhûş ھاشووھووش dengûdor, qerebalix, qerqeşe, gengeşe, şerrenîx
hat (1) ھات (١) dema borî ji lêkera hatin
hat (2) ھات (٢) bext, nesîb, şans: rêy çûn û nehat rêya bêvegerr, rêya çûn û nehatinê
hatin ھاتن hatin
~e dî ~ە دی bi cî hatin, bi cih hatin, rast derketin: Awatekanman hatine dî Hêviyên me bi cî hatin
hatinewe ھاتنەوە vegerrîn, vehatin, hatinve, dîsan hatin
~ yad / bîr ~ یاد / بیر hatin bîrê
hatûçû ھاتووچوو hatin-û-çûn; trafîk: polîsî ~ polîsê livok, polîsê gerrok, polîsê trafîkê
havil ھاڤل havil, xebat, berhem, encam
haw- ھاو- hev-, hev-, eynî-, êkûdu, hevûdin
hawahengî ھاواھەنگی hevahengî, lihevanîn; hevkarî, amadekirina tiştekî bi hev re
hawar (1) ھاوار (١) hawar, bang, gazî, hewar
~ birdin (bo) ~ بردن (بۆ) xwe spartin (kesekî), hawara xwe gihandin (kesekî)
~ lê hestan ~ لێ ھەستان hawar kirin, kirin qîrîn û hawar
hey ~! ھەی ~! hey hawar! wey li vî halî; hawar e!
Xwa ~! خوا ~! Hewar Xwedê!
hawar (2) ھاوار (٢) bn hewar
hawarî ھاواری hewarî, berbedel, mînek
hawarker ھاوارکەر hewarker, gazîker, bangker, kesa/ê hewarê dike
hawbend ھاوبەند hevbend, hevgir
hawbeş ھاوبەش hevbeş, hevpar, mişterek, pêkve, şirîk
hawbeşêtî, hawbeşî ھاوبەشێتی، ھاوبەشی hevbeşî, hevparî, mişterekî, şirîkî
hawbîr ھاوبیر hevbîr, hemfikir, kesên (li ser mijarekê) dîtin û baweriyên wan mîna hev in
hawcê ھاوجێ hevber, tiştên mîna / beramberî hev in
hawcor ھاوجۆر hevbirr, hevceleb, hevçeşn, hevcor, tiştên ji heman birrê ne / eynî hev in
hawcot ھاوجۆت hevcot, tiştên tam mîna hev; hevtov, zarokên cêwî / hevalcêmik yên ku tam dişibin hev
hawçaw ھاوچاو hevrik, dijber, kesên dijî hev
hawçawî ھاوچاوی hevrikî, dijberî, berberkî, dijîtiya hemberî hev
hawçax ھاوچاخ hevçax, hevserdem, hevdem, eynî demî; nûjen, hevçerx, nihoyî, modern
hawçek ھاوچەک hevçek, kesên bi hev re dijî tiştekî / kesekî şerr dikin
hawçeq ھاوچەق hevçeq, hevbin, tiştên bingeha wan yek e
hawçerx ھاوچەرخ bn hawçax
hawçeşn ھاوچەشن bn hawcor
hawçirre ھاوچڕە hevbêj, kesên bi hev re (tiştekî, t stranan) dibêjin
hawderd ھاودەرد hevderd, kesên derd û kulên wan eynî ne
hawdest ھاودەست hevdeste, mîna hev
hawdîn ھاودین hevdîn, hevol, kesên dînê wan eynî ye
hawen ھاوەن hawin
-hawêj -ھاوێژ -avêj, paşqertafek e dikeve pey hin peyvan û kirdeyan ji wan çêdike, nimûne: rimhawêj rimavêj, kesa/ê riman diavêje, tîrhawêj tîravêj
hawêr ھاوێر jihevkirina mih û berxan bo dema dotina mihan
hawha, hawhaw ھاوھا، ھاوھاو dengûdor, dingering, xiringediring, teqereq
hawîn ھاوین havîn, tavistan, germtirîn demsal, demsala piştî biharê û berî payizê, dijw. zivistan
hawîne, hawînî ھاوینە، ھاوینی havînî, havînîk, tiştên li havînê çêdibin (wek fêkî) yan kêrî havînê tên (wek cil)
hawînhewar ھاوینھەوار havîngeh, havînwar, cihê bênvedanê yê havînê
hawîştin ھاویشتن avêtin, havêtin, avêştin
hawîtin ھاویتن bn hawîştin
hawkar ھاوکار hevkar, hevxebit, hevşol, kesên / tiştên li gel hev karekî dikin yan dixebitin
hawkarî ھاوکاری hevkarî, hevxebat, hevşolî, karkirina bi hev re, şol kirina li gel hev, xebata pêkve
hawkat ھاوکات hevdem, bûyerên di eynî demê de diqewimin
hawkêş ھاوکێش hevkêş, paralel
hawkêşe ھاوکێشە hevkêşe, hevber, beramber, wekhev
hevkêşî ھەڤکێشی hevkêşe, paralelî, paralelîzm
hawla ھاولا hevhêl, hevla, hevlayen, tiştên aliyên wan eynî ne
hawlif ھاولف bn hawta
hawmall ھاوماڵ hevmal, kesên (ji / li) eynî malê
hawmil ھاومل hevnîr, gayên bi hev re vot pê têt kirin; (m) heval, hevrê, hevbar
hawnaw ھاوناو 1. hevnav, kesên navên wan eynî ne 2. hevwate, sînonîm, hevmane, du yan zêdetir peyv yên ku wateya / maneya wan eynî ye yan pirr nêzî hev e, nimûne: wek, mîna, şibî, eynî, nola, fena û hwd
hawneberd ھاونەبەرد hevrik, dijber, rikeber, kesên dijî hev
hawnişîn ھاونشین hawjîn, kesên bi hev re dijîn
hawniştiman ھاونشتمان bn hawwillat
hawnore ھاونۆرە hevdor, kesên doranê dikin, kesên bi dor cihê hev digirin û karekî dikin
hawpa ھاوپا hevtawan, hevguneh, kesên ziyanek / xirabiyek bi hev re kirine
hawpaye ھاوپایە hevpaye, kesên di pileya / dereceya xwe de hindî hev in
hawpeyman ھاوپەیمان hevpeyman, hevsoz, hevalbend, kesên li ser heman soz û peymanan hevkarî û alîkariyê didin hev û bi hev re dixebitin
hawpirsî ھاوپرسی hevpirsî, suhbet, pirsîna li halê hev
hawpişt ھاوپشت hevpişt, hevpal, kesên alîkariya hev dikin
biray ~ برای ~ birabav, birabab, kesên bavê wan yek e lê her yekê dayikek cuda heye; (m) birabav, kesên wa dilsozî hev in qey birayên hev in
hawraz ھاوراز hevraz, kesên tiştek / tiştên hev yê(n) raz / nepenî / nehînî dizanin
hawrrê ھاوڕێ heval, hevrê, hogir, dost, birader
hawrrêtî ھاوڕێتی hevalî, hevaltî, hevalînî, hevrêtî, hogirî, dostî, biraderî
hawsall ھاوساڵ hevjî, hevtemen, hevsal, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e
hawsame ھاوسامە hevbînahî, hevbîr, hemfikir, kesên baweriya / bînahiya / dinyabîniya wan wek hev e
hawsaz ھاوساز hevgir, hevsaz, hevkêr, tiştên kêrî hev tên
hawsede ھاوسەدە hevsedsal, kesên / tiştên li eynî sedsalê jiyane / qewimîne
hawseng ھاوسەنگ hevseng, serbiser, hevterazû, tiştên / kesên / giraniya / giringiya / bandora wan hindî hev e; rewşa yan rawesteya normal / asayî
hawsengî ھاوسەنگی hevsengî, serbiserî, balans
hawser ھاوسەر şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î
hawserdem ھاوسەردەم bn hawçax
hawsê ھاوسێ bn dirawsê
hawsinûr ھاوسنوور hevtixûb, hevsinor, cihên (t welatên) sinorên wan bi hev re ne
hawsiwênd ھاوسوێند hevsoz, hevsond, hevpeyman
hawsiwêndî ھاوسوێندی hevsozî, hevsondî, hevpeymanî, komplo
hawşan ھاوشان hevmil, kesên di pileya / asta / dereceya hev de; hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî
hawşar ھاوشار hevbajar, hevşar, hemşerî, kesên ji eynî bajarî
hawşêwe ھاوشێوە hevawa, hevşêwe, hevreng, tiştên bi eynî awayî / şêweyî / rengî
hawşîre ھاوشیرە hevşîr, kesên şîrê eynî dayikê xwarine lê ne ji eynî dayikê ne
hawta ھاوتا hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî / xurt û hwd
hawtek ھاوتەک pêvek, pêrek, tiştê(n) bi hinek / yek dî ve / re
hawtemen ھاوتەمەن hevjî, hevtemen, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e
hawterazû ھاوتەرازوو bn hawseng
hawwillat ھاووڵات hevwelat, kesên ji eynî welatî
hawwillatî ھاووڵاتی hevwelatî, kesa/ê ji welatekî ye û mafê wê / wî yê asayî wek ya / yê herkesa li wî welatî dijî heye
hawxak ھاوخاک hevax, cîran
hawxef ھاوخەف hevxew, kesên bi dinivin / radikevin / radizin
hawxiwan ھاوخوان hevsifre, kesên bi hev re dixwin û vedixwin
hawzêd ھاوزێد bn hawwillatî
hawzig ھاوزگ cêwî, hevalcêmik, hevzik, kesên bi hev re di heman demê de ji eynî dayikê bûne
hawziman ھاوزمان hevziman, kesên bi eynî zimanê wan (yê zikmakî) eynî ye
hawzom ھاوزۆم hevzom, hevcom, hevgom, kesên ji eynî zomê / comê / gomê / herêmê / deverê / aqarî
hazir ھازر amade, hazir
hazirî ھازری hazirî, amadeyî
he ھە he!? çi? ha!?
he, he' ھە، ھەع he', hi', ne', na, ne, no: He', nayem He', nayêm
he- ھە- he-: [min] hem [ez] heme, [to] heyt [tu] heyî, [ew] heye [ew] heye, [ême] heyn [em] hene, [êwe] hen [hûn] hene, [ewan] hen [ew] hene; [min] heme min heye, [to] hete te heye, ew heyetî wê / wî heye, ême hemane me heye, êwe hetane we heye, ewan heyane [e]wan heye
heb ھەب heb, hebik, tablet, dermanê lib-lib
hec (1) ھەج (١) hec, çûna Mekeh û Medîneyê bo bicîanîna yek ji erkên /erkanên îslamê; ziyaretkirina cihek pîroz
hec (2) ھەج (٢) armanca dawîn di lîstika tebelanê / xarbaziyê de
hecû ھەجوو bn daşorîn
heçulûr ھەچولوور rew-rew, reyîn / rewîna / hewîna har ya seyan / kûçikan
hed ھەد 1) hed, sinor, tixûb, rade, ast 2) wêrekî, bistehî
hedîs ھەدیس hedîs, pendên / şîretên / çîrokên têt bawerkirin ji devê Mihemed Pêxember in
heft ھەفت heft (jimare 7, VII)
hefta ھەفتا heftê (jimare 70, LXX)
heftamîn, heftamîn ھەفتامین، ھەفتامین heftêyem, heftêyemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftêyê
heftane ھەفتانە heftane, meaşê heft rojan; hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe
hefte ھەفتە hefte, heftî, heft roj, yekîneyek demî ye ji heft rojan pêk têt
heftem, heftemîn ھەفتەم، ھەفتەمین heftem, heftemîn (di rêzê de ya / yê / yên) heftê
hefteyî ھەفتەیی hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe
hej ھەژ bn heş
hejan ھەژان hejîn, hejiyan, hejihan, hatin hejandin, şilqîn, qeliqîn, livîn; (wurûjan) arîn, ariyan, arihan
hejandin ھەژاندن hejandin, şilqandin, qeliqandin, livandin; (wurûjandin) arandin
hejar ھەژار hejar, jar,belengaz, feqîr, reben, kêmhe, destkurt
hejarî ھەژاری hejarî, jarî, belengazî, feqîrî, rebenî, destkurtî
hejde ھەژدە hejde, hijdeh (jimare 18, XVIII)
hejdeha, hejdîha ھەژدەھا، ھەژدیھا bn ejdeha
hejdehem, hejdehemîn ھەژدەھەم، ھەژدەھەمین hejdem, hejdeyem, hejdemîn, (di rêzê de ya / yê) hejdeyê
hejend ھەژەند hejok, qeliqok, livok, venehewayî
hejêner ھەژێنەر hejîner, qeliqîner, livîner, ya / yê dihejîne; arîner, ya / yê diarîne
hejg ھەژگ 1. çeq, çiqil, çeqik, çikilk (yên daran / deviyan / tirraşan) 2. zend, dest; pî, ling
hekîm ھەکیم hekîm, bijîşk, nojdar, dermanker, luqman
hel ھەل delîv, derfet, firset, fersend, mecal, keys; car, gav, dem, kêlîk, bîsk, hal, neql
hell- ھەڵ- hil- (pêşqertafek e dikeve pêşiya hin peyvan û wateya berev jor / serî / silal dide wan)
helahel ھەلاھەل bn helayil
helahela ھەلاھەلا rîçalok, zîçarrok, perritî, pirtepirt, parçe-parçe
hellall ھەڵاڵ pûyîn, debax
~ dan ~ دان pûyîn, debax kirin
hellall ھەڵاڵ helal, rewa, durist, tiştê (bi taybetî ji alî dînî ve) destûr heye bêt kirin
hellalle (1) ھەڵاڵە (١) 1) lale, alale, le'le 2) sergul, gerrik, toza kulîlkan
hellalle (2) ھەڵاڵە (٢) awaz, melodî, dengê birêk û lihevhatî
hellallxor ھەڵاڵخۆر helalxwer, kesa/ê malê heram naxwe; kesa/ê malê ne yê wê / wî be bêyî destûr destdirêjiyê lê nake
hellallza, hellallzade ھەڵاڵزا، ھەڵاڵزادە helalza, helalzade, zaroka/ê ji dêbavên markirî çêbûye
hellamet ھەڵامەت persîv, arsim, harîk, zekem, asrîm, sarma
hellametî ھەڵامەتی persîvî, arsimî, harîkî, zekemî, asrîmî, sarmayî, kesa/ê persîvê girtiye, ya / yê bi persîvê ketiye
hellamsan ھەڵامسان enflasyon, bihabûna tiştan û daketina qîmetê pare
helane ھەلانە zembîl, sepet
helat ھەلات meth, pesn (t yên bêbingeh)
hellat ھەڵات bên, bêhn, bihn (ya pîs)
hellat ھەڵات tenê di rojhellat de: rojhilat, hêla / alê roj jê hiltê / radibe / derdikeve
hellatû ھەڵاتوو revok, ya / yê direve
hellatin ھەڵاتن bn hellhatin
hellawêz ھەڵاوێز hilawîstî, daliqandî, (bi dîwar / ristê ve) kirî
hellawird ھەڵاورد (ji hev) veqetandî / cuda(kirî)
hellawirdin ھەڵاوردن ji hev kirin, ji hev cuda kirin, ji hev veqetandin
hellawisan ھەڵاوسان 1. werimîn, perçivîn 2. berfire bûn, belav bûn
hellaxinîn ھەڵاخنین 1. girtin, qepat kirin (t kun yan rê) 2. xwe hilpîvan, qedirê kesekî şkandin bi gotina dijûnan li kesek wê / wî yê mirî
helayil: jehrî ~! ھەلایل: ژەھری ~! jehremar! quzilqurt! qurresim!
hellbest ھەڵبەست 1) helbest 2) lihevînayî, çêkirok, xapînok, lêbok
hellbeste ھەڵبەستە helbest, t çîrok yan dersa wek helbestê vehûnandî / lihevînayî
hellbestin ھەڵبەستن 1. hûnandin, vehûnandin, li hev anîn, hilbestin, kirin helbest 2) li hev anîn, çêkirin (t derek yan tiştek bo xapandin û lêb û hîleyan)
hellbestiraw ھەڵبەستراو 1) hûnandî, vehûnandî, lihevînayî 2) lihevînayî, çêkirî, çêkirok, xapînok, lêbok
hellbet, hellbete ھەڵبەت، ھەڵبەتە elbet, helbet, bêguman, jixwe, bêşik; belkî, dibe ku
hellbez ھەڵبەز (xwe)hilavêtin, xwe bilind avêtin
hellbezîn, hellbezînewe ھەڵبەزین، ھەڵبەزینەوە vejenîn, bi erdê ketin û jê bilind bûn
hellbijardin ھەڵبژاردن hilbijartin
hellbijêr ھەڵبژێر hilbijêr, ya/yê ku hildibijêre yan jî mafê hilbijartin û dengdanê heye
hellbijar ھەڵبژار 1) hilbijar, ya/yê tê yan dikare bê hilbijartin 2) bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî
hellbijarde ھەڵبژاردە bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî; hilbijartî, bijartî, yên ku hatine bijartin
hellbijardin ھەڵبژاردن hilbijartin, bijartin, ji nav hinan yek yan çend (kes / lib) qebûl kirin
hellbijêr ھەڵبژێر hilbijêr, ya / yê (hin kesan / tiştan) dibijêre; ya / yê mafê wê / wî yê dengdanê di hilbijartinan de heye
hellbijêrraw ھەڵبژێڕاو hilbijartî, ya/yê hatiye hilbijartin
helldan ھەڵدان hilavêtin
hellbirrîn ھەڵبڕین 1) hilketin, rabûn, bilind bûn 2) (ronahî) hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn 3) rê lê girtin, bersîng lê girtin (t li êrişên dijmin û nehiştin dijmin bi pêş bikeve)
hellbirwandin ھەڵبرواندن merriçandin, merçiqandin, perçiqandin, zirviçandin
hellbizirrkan ھەڵبزڕکان (rûyê mirov ji tirsan) zer bûn / spî bûn
hellbizirrkaw ھەڵبزڕکاو (rûyê mirov ji tirsan) zerbûyî / spîbûyî
hellçeqîn ھەڵچەقین tê kutîn, tê çûn, tê re çûn, çûn tê re (bizmar, derzî, strî û hwd di tiştekî re çûn)
hellçinîn ھەڵچنین 1) nijinîn, nijinandin, gidîş kirin, (li ser hev) kom / berhev kirin; dîwar danîn 2) (av yan ruhniyek dî) mêtin / mijîn (xwe)
hellçinraw ھەڵچنراو nijinî, nijinandî, gidîş kirin, (li ser hev) komkirî, (li ser hev) berhevkirî
hellçûn ھەڵچوون 1) firûn (t şîr dema zêde germ dibe û di ser qazanê / qûşxanê re diavêje) 2) hilketin, hewa ketin, berev jor / serî / silal çûn
helldan ھەڵدان hilavêtin, avêtin hewa; (firrfirrok) hilfirrandin; (çadir, kûn, xîvet) vedan; (zêde) pesnên / methên kesekî / tiştekî kirin; (gotina kesekî) vebirrîn; geş bûn, xemlxweş bûn
helldanewe ھەڵدانەوە (qepax / kevînk / serpoş / nivîn û hwd ji ser) rakirin
helldêran ھەڵدێران hilqulipîn, xwe hilqulipandin, li hewa / firrê xwe xwe qulipandin
helldirran ھەڵدڕان dirrîn, çirrîn, perritîn, hatin dirrandin / çirrandin / perritandin
helldirraw ھەڵدڕاو dirrî, çirrî, perritî, dirrayî, çirrayî, (ya / yê) hatî dirrandin / çirrandin / perritandin
helldirrîn ھەڵدڕین hildirrandin, hilçirrandin, dirrandin, çirrandin, bi devek tûj (t yê kêrê) dirrandin / çirrandin
helldirûraw ھەڵدرووراو hildirû, derdirû (tişta/ê deriyê wê / wî bi dirûnê / kêliyan hatiye girtin)
helldirûn ھەڵدروون hildirûn, derdirûn (bi dirûnê / kêliyan deriyê tiştekî girtin)
helle ھەڵە şaşî, xeletî, çewtî
helledawan ھەڵەداوان lez, bizav, lezûbizav, ecele, pele
hellehell ھەڵەھەڵ qîrrîn, qîjîn, dengûdor
heleke ھەلەکە 1. venehewîn, li cihê xwe nesekinîn / netebitîn 2. navê govendekê ye 3. navê birrek teyrê baz e
helhele ھەلھەلە tilîlî, dengê kêfxweşiyê di şahiyan de (t jin vedidin)
~ kêşan / lê dan ~ کێشان / لێ دان tilîlî vedan, kirin tilîlî
hellengûtin ھەڵەنگووتن hilingivîn, hilingiftin, likumîn, terpilîn
heleqmeleq ھەلەقمەلەق ehmeqî, serserî, gotinên / tiştên dûrî hiş û aqil
helleşe ھەڵەشە lezok, bilez, bizivok, bilezûbizav, bêsexbêr, bêdîqet
helleşeyî ھەڵەشەیی lezokî, bizivokî, lez, bizav, bêsexbêrî
hellet ھەڵەت asê, cihê mirov nikare bi asanî lê bimeşe; serhişk, neguhdar, mirovê serkêşiya wê / wî kirin dijwar e
hellewerr ھەڵەوەڕ kesa/ê têkilî nav karên (t axiftina) xelkê dibe
hellexerc ھەڵەخەرج felîte, destbelav, kesa/ê malê / pareyê xwe pirr xerc / pûç dike
hellfilîqandin ھەڵفلیقاندن merriçandin, merçiqandin, zirviçandin, perçiqandin
hellfilîqan ھەڵفلیقان merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn
hellfilîqaw ھەڵفلیقاو merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn
hellfirrandin ھەڵفڕاندن hilfirrandin, wa kirin ku tiştek bifirre (t bi lez)
hellfirrîn ھەڵفڕین hilfirrîn, firrîn (t zû firrîn dûr)
hellfirîwandin ھەڵفریواندن xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin
hellgerran ھەڵگەڕان hilgerrîn, li hindavî / raserî tiştekî gerrîn yan dewr dan; hilketin, hewa ketin, ji derek nizm meşîn derek bilind; berbelav bûn (dar yan giya dema pelên / çeqên xwe belavî derdorî xwe dike); (reng) guherrîn, lê bûn (rengek): Rengî zerd hellgerra Reng lê zer bûn (ango bûn spîçolkî / zerik)
hellgerranewe ھەڵگەڕانەوە qulipîn, vequlipîn, serberjêr bûn, berejavî bûn, dijber bûn
hellgêrranewe ھەڵگێڕانەوە bn hellgerranewe
hellgilloftin ھەڵگڵۆفتن perixandin, mizdan, destê xwe pêve anîn û birin
hellgirtin ھەڵگرتن hilgirtin
hellgîran ھەڵگیران hatin hilgirtin
hellgîraw ھەڵگیراو revandî, revayî (jin yan keç bi armanca markirina li xwe)
hellgîrsan ھەڵگیرسان hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn (agir); çêbûn, dest pê bûn, berpê bûn, afirîn; berbûn hev, li hev sor bûn
hellgîrsandin ھەڵگیرساندن hilkirin, vêxistin, berdan, geş kirin, gurr kirin (agir); çêkirin, dest pê kirin, berpê kirin, afirandin; berdan hev, li hev sor kirin
hellguşîn ھەڵگوشین givaştin, şidandin, guvaştin, jidandin
hellhatin ھەڵھاتن 1) (roj / heyv) hilhatin / rabûn / derketin 2) revîn, bazdan 3) (reng) guherrîn / guhorrîn 4) (hevîr) pif / bilind bûn; (bi hevîrtirşk) tirşîn, tirş bûn 5) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqîn
hellhênan ھەڵھێنان 1) (metelok / pirsgirêk) tê derxistin, pê hesîn, zanîn 2) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqandin 3) (çav[ên xwe] piştî nivistinê / nesaxiyê / bêhişiyê) vekirin
hellhênanewe ھەڵھێنانەوە vereşîn, hilavêtin, tişta xwarî / vexwarî zikê xwe dîsan di devê xwe re avêtin
hellhêncan ھەڵھێنجان 1) (av ji bîrê) hilkişandin / hilkêşan 2) (av ji derekê) çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik / hişk / ziwa / zuha bûn, (t ji ber germayê av jê) qut bûn
hellhênciraw ھەڵھێنجراو 1) (av ji bîrê) hilkişandî / hilkêşayî 2) (av ji derekê) çikî, miçikî, miçiqî, çik / hişk / ziwa / zuha bûyî, (t ji ber germayê av jê) qutbûyî
hellhêner ھەڵھێنەر têderx, kesa/ê metelokekê / pirsgirêkekê tê derdixe / hel dike
hellhênge ھەڵھێنگە hêlîn, kurkgeh, cihê mirîşk lê kurk dibe û hêkên xwe dimeriqîne
hellhênraw ھەڵھێنراو 1) têderxistî 2) meriqî; meriqandî 3) vekirî bn hellhênan
hellîz ھەڵیز çerm, pîst, post (yên heywanan); meşk
helljimar ھەڵژمار hiljimar, statîstîk, jimarko
helljimardin ھەڵژماردن hejmartin, hiljimartin, hijmartin, jimartin
helljimêrraw ھەڵژمێڕاو jimartî, hejmartî, hijmartî, hiljimartî
helk ھەلک zimanxweş, zimanşirîn, peyvzêrrîn
hellkalîn ھەڵکالین pitpit kirin, gilî / gazin / lome kirin
-hellken -ھەڵکەن -kol, -hilkol: gorrhellken gorrkol, kesa/ê gorran dikole / çêdike
hellkendin ھەڵکەندن 1) hilkolîn, hilkêlîn 2) hilkêşan, hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) deranîn / derînan 3) qewirandin, derxistin, kesek / tiştek neçar kirin ji derekê bireve
hellkenran ھەڵکەنران 1) hatin hilkolîn / hilkêlîn 2) hatin hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) hatin deranîn / derînan 3) hatin qewirandin / derxistin, kesek / tiştek hatin neçarkirin ji derekê bireve
hellkenraw ھەڵکەنراو 1) hilkolî, hilkolayî, hilkêlayî, (ya / yê) hatî hilkolîn / hilkêlîn 2) (ya / yê) hilkêşayî, hilkişandî, hatî hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) derînayî, hatî deranîn / derînan 3) qewirandî / derxistî, kesek / tiştek hatî neçarkirin ji derekê bireve
hellkewt ھەڵکەوت hilkeft, bone, minasebet
hellkewte, hellkewtû ھەڵکەوتە، ھەڵکەوتوو berkeftî, bijare, jêhatî, hêja; awarte, nejirêzê, têvel, cuda
hellkêş ھەڵکێش hilkêş, hilkişîn, ya / yê hildikêşe / hildikişîne
hellkêşan ھەڵکێشان hilkêşan, hilkişandin, kêşan / kişandin jor / serî / silal / hewa
hellkêşraw ھەڵکێشراو hilkêşayî, hilkişandî, ya / yê hatiye hilkêşan / hilkişandin
hellkirran ھەڵکڕان selixîn, veçirrîn, verûçîn, verûçikîn, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûn / çûn, bi sivikî birîndar bûn
hellkirrandin ھەڵکڕاندن selixandin, veçirrandin, verûçandin, verûçikandin, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vekirin / rakirin, bi sivikî birîndar kirin
hellkiraw ھەڵکراو (ala) hildayî bilindkirî; (ben, dezî, rîs) alandî, alayî; (huçik) hildayî; (agir / ronahî) hilkirî, vêxistî, berdayî, geşkirî
hellkirraw ھەڵکڕاو selixî, veçirrî, verûçî, verûçikî, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûyî / çûyî, bi sivikî birîndar(bûyî)
hellkizirandin ھەڵکزراندن kizirandin, kuzurandin, (goşt) li ser / ber agirî sor kirin
hellkişan ھەڵکشان hilkişîn, hewa ketin, hilketin, hilçûn, berev jor / serî / silal ve çûn
hellkişe ھەڵکشە rabûn, bilindbûn (a seviyeya avê)
hellko ھەڵکۆ lezok, bêsexbêr, nehişyar, kesa/ê ne têr hişyar / sexbêr / bidîqet e dema tiştekî dike, kesa/ê di karê xwe de zêde dilezîne û li xwe ne hişyar e
hellkollan, hellkollîn ھەڵکۆڵان، ھەڵکۆڵین hilkolîn, ax (kûr) kolîn daku tiştek di bin derbîne
hellkollraw ھەڵکۆڵراو hilkolî, hilkolayî; hilkolandî
hellkullîn ھەڵکوڵین hilkelîn, hilfûrîn, wa zêde kelîn / fûrîn ku di ser re avêtin
hellkutan: ~e ser ھەڵکوتان: ~ە سەر bi ser de girtin, êriş kirinê
hellla ھەڵلا şerrenîx, xirenîx, dengûdor, dijberî
helllûşîn ھەڵلووشین daûrandin, dabeliandin, dabeli'andin, da'ûrandin, zû yan bi hesûdî xwarin; nîçandin, nîç kirin, çipek / dilopek ji avê yan vexwirakek dî nehêlan
hellm ھەڵم hilm, bixar, buxar, dû, dûkêl
hellmallîn ھەڵماڵین hildan, hilmalîn, hilmaliştin
hellmallran ھەڵماڵران hatin hildan / hilmalîn
hellmallraw ھەڵماڵراو hildayî, hilmalî, hilmaliştî, hilmaliyayî
hellman ھەڵمان hilmîn, bûn hilm / buxar
hellmat ھەڵمات tebel, xar, tîl, holik, gogik
hellmatên ھەڵماتێن tebelanê, xaranê, tebelbazî, lîstika tebelan / xaran / tîlan
hellmeqo ھەڵمەقۆ pêncokanê, lîstikek / yariyek e bi pênc berkokên / kevirokên biçûk têt kirin
hellmet ھەڵمەت 1) êriş, pelamar, lêdan, biserdegirtin
hellmetcarr ھەڵمەتجاڕ operasyon, êriş, lêdan, biserdegirtin
hellmijîn ھەڵمژین hilmijandin, hilmêtin, av bi boriyan hilkişandin, av / hewa kişandin devê xwe, mêtin xwe
hellmîzan ھەڵمیزان hilmîstin, hilmîzîn, ji piyan ve mîstin / mîzîn
hellnan ھەڵنان 1) gavîn, gav avêtin, pêngav avêtin, hewa ketin 2) (dav / xefik / feq) venan / danîn
hellnîştin ھەڵنیشتن venîştin, (mirîşk / dîk li ser lîsê xwe) nivistin / razan / raketin / di xew çûn; venîştin, rehet rûniştin
hello ھەڵۆ eylo, elih, qertal, holî, qertel
helloll ھەڵۆڵ xilole, xulole
helok ھەلۆک kaşok, gopal, dar
helork, helorke ھەلۆرک، ھەلۆرکە landik, dergûşan, lehndik, dergûş, mehdik, dêdîk, deydik, colank, textê zarok tê de tên nivandin / razandin dema hê sava / biçûk in
hellpaçîn ھەڵپاچین qusandin; kurr kirin; cewandin, cew kirin
hellpaçraw ھەڵپاچراو qusandî; kurrkirî; cewandî, cewkirî
hepandin ھەپاندن bn hepîn
hellpe ھەڵپە bêrî, bêrîkirin, (tiştek pirr) xwestin, ji dil xwestin
hellpenman ھەڵپەنمان werimîn, perçivîn
hellperrandin ھەڵپەڕاندن (zarok) hilavêtin (û vegirtin)
hellperdawtin ھەڵپەرداوتن bn hellpaçîn
hellperrîn ھەڵپەڕین govend / dîlan / dawet kirin / girtin, reqisîn
hellperrkê ھەڵپەڕکێ govend, dîlan, dawet, reqas
hellpesardin ھەڵپەساردن spartin, pal dan, pişt dan, pala / pişta tiştekî / xwe dan tiştekî
hellpesarraw ھەڵپەساڕاو paldayî, piştdayî (tiştekî)
hellpêç ھەڵپێچ dang, daw, dawên, berdang
hellpêçan ھەڵپێچان 1) hilpêçan, hilpêçandin, hildan, rakirin 2) gihîn, gihiştin, ji kulîlk bûn fêkî
hellpêçraw ھەڵپێچراو 1) hilpêçayî, hilpêçandî, hildayî, rakirî 2) gihayî, gihiştî, ji kulîlk bûyî fêkî
hellpiçrran ھەڵپچڕان perritîn, çirrîn, dirrîn, hatin çirrandin / dirrandin
hellpiçrraw ھەڵپچڕاو perritî, çirrayî, dirrayî, çirrandî, dirrandî
hellpiçrrîn ھەڵپچڕین perritandin, çirrandin, dirrandin, vekirin
hellpijan ھەڵپژان (av û hwd) hilbilqîn, vemistin, hilvizîn, hilvizikîn, di ser re avêtin
hellpirrûkan ھەڵپڕووکان betilîn, westîn, kerrixîn, mandî bûn
hellpirrûkandin ھەڵپڕووکاندن betilandin, westandin, kerrixandin, mandî kirin
hellpirûkaw ھەڵپرووکاو betilî, westî, kerrixî, mandîbûyî
hellpirûzan ھەڵپرووزان kizirîn, suşîn, sujîn, şewitîn, bûn qerqûş(k)
hellpirûzandin ھەڵپرووزاندن kizirandin, sotin, sujandin, şewitandin, kirin qerqûş(k)
hellpirûzaw ھەڵپرووزاو kizirî, suşî, sujî, şewitî, (bûyî) qerqûş(k)
hellqe ھەڵقە bn ellqe
hellqirçan ھەڵقرچان çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik bûn, ziwa bûn, hişk bûn, ji ber germayê av jê qut bûn
hellqirçan ھەڵقرچان çikandin, miçikandin, miçiqandin, çik kirin, ziwa kirin, hişk kirin, bi germayê av jê qut kirin
hellqirçan ھەڵقرچان çikî, çikiyayî, miçikî, miçiqî, çik(bûyî), ziwa(bûyî), hişk(bûyî), ji ber germayê av jê qut(bûyî)
hellqullan, hellqullîn ھەڵقوڵان، ھەڵقوڵین hilbilqîn, bulqîn, dengê bilq-bilq / bulq-bulq yê ji avê têt (t dema dikele / difûre)
hellqunan, hellqunîn ھەڵقونان، ھەڵقونین îşqilîn, xwe hilavêtin (t bi lingekê gav avêtin)
hellqun-hellqun ھەڵقون-ھەڵقون îşqilk, îşqilkî, îşqilkanê, meşîna / bi rêveçûna li ser lingekî / piyekî
hellqurrandin ھەڵقوڕاندن qurtandin, qurçandin, (av û hwd) qurç-qurç / qurt-qurt vexwarin
hellqurtandin ھەڵقورتاندن (xwe tê ~) (destê) xwe kirin di nav karekî re, xwe têkilî karekî / tiştekî kirin
hellqutandin ھەڵقوتاندن bn hellqurtandin
hellrrijan ھەڵڕژان hilrijîn, hilrijan, hilrijiyan, av bi ser de çûn, av yan tiştek dî yê ruhn dema aman tijî dibe û av / ruhnî di ser lêvan re dirije
hellrrijraw ھەڵڕژراو hilrijî, hilrijayî, hilrijiyayî (bn hellrrijan)
hellrriştin ھەڵڕشتن hilrijandin, hilriştin, hilrêtin (bn ellrrijan)
hellsan ھەڵسان rabûn
~ û danîştin ~ و دانیشتن rabûn û rûniştin, irf û edet, rewişt
~ û kewtin ~ و کەوتن bizav, leptûliv, tevger
hellsandin ھەڵساندن rakirin
hellsanewe ھەڵسانەوە verabûn, dîsan rabûn
hellsaw ھەڵساو rabûyî
hellsengandin ھەڵسەنگاندن hilsengandin, nirxandin, berisandin, dan ber hev, li hev pîvan, nirxê / bihayê / giringiya tiştekî texmîn yan hesab kirin; kêşandin, giraniya tiştekî pîvan
hellsengêner ھەڵسەنگێنەر hilsengîner, nirxîner, kesa/ê dinirxîne / hildisengîne; pîvan, krîter
hellsipardin ھەڵسپاردن bn hellpesardin
hellsûkewt ھەڵسووکەوت leptûliv, tevger, rabûn-û-rûniştin
hellsûrran ھەڵسووڕان çêbûn, durist bûn, saz bûn, pêk hatin, afirîn, amade bûn, hatin pê, berpê bûn
hellsûrrandin ھەڵسووڕاندن çêkirin, durist kirin, saz kirin, pêk anîn, afirandin, amade kirin, anîn pê, berpê kirin
hellsûrraw ھەڵسووڕاو çêkirî, pêkînayî, durist(kirî), sazkirî, afirandî, amadekirî, berpê(kirî)
hellsûrrêner ھەڵسووڕێنەر çêker, pêkîner, duristker, sazker, amadeker, afirîner, birêveber
hellşaxîn ھەڵشاخین (piya) lê xwirrîn, gef lê kirin, enirrî û bi qehr li gel kesekî axivîn
hellşêlan ھەڵشێلان hilşêlandin, şêlandin, têkil kirin (t hevîr)
helltekan ھەڵتەکان hilhejîn, bi bingeh ve hejîn yan hatin hejandin
helltekandin ھەڵتەکاندن hilhejandin, bi bingeh ve hejandin; hêrandin, hûr-hûr kirin; (bejnûbala) xwe hejandin
helltek-helltek ھەڵتەک-ھەڵتەک hêdî-hêdî, bi sexbêrî, bi hişyarî (meş û birêveçûn)
helltekîw ھەڵتەکیو hilhejî, hilhejandî, bi bingeh ve hejî yan hatî hejandin
helltillîşan ھەڵتڵیشان perritîn, pirt-pirt bûn, parçe-parçe bûn, hûr-hûr bûn
helltillîşandin ھەڵتڵیشاندن perritandin, pirt-pirt kirin, parçe-parçe kirin
helltillîşaw ھەڵتڵیشاو perritî, pirt-pirt(bûyî), parçe-parçe(bûyî), hûr-hûr(bûyî)
helltirûşkan ھەڵترووشکان totî kirin, totî vedan, rûniştin
helltirrîn ھەڵتڕین finîn, finihan, ne li ser xêrê çûn (Wek nifirîn têt bi kar anîn: Helltirre! Bifine! Bifinihe! Here ji ber çavên min!)
helltîzandin ھەڵتیزاندن bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn
helltoqîn ھەڵتۆقین bilqîn, hilbilqîn, bilq dan; derketin, serê xwe deranîn; pirzik
helltûrrandin ھەڵتووڕاندن bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn
helltûtan ھەڵتووتان bn helltirûşkan
hellûje ھەڵووژە hilû, hilûk, încas, hilîk, hulûk
hellûjereşe ھەڵووژەرەشە hilûreşk
helûmerc ھەلوومەرج şertûşirûd, rewş, destûdar, kewdan, barûdox
hellwasîn ھەڵواسین hilawîstin, daliqandin, (bi dar / dîwar ve) kirin; li sêdare dan
hellwasran ھەڵواسران hatin hilawîstin, hatin daliqandin, hatin (bi dar / dîwar ve) kirin
hellwasraw ھەڵواسراو hilawîstî, daliqandî, (bi dar / dîwar ve) kirî
hellweran ھەڵوەران werîn, weşîn, weriyan, dawerîn, daweşîn, vewerîn, veweşîn, werihan, pel / dindik / tov jê veqetîn / cuda bûn
hellwerandin ھەڵوەراندن werandin, weşandin, vewerandin, veweşandin, pel / dindik / tov jê veqetandin / cuda kirin
hellwerîn ھەڵوەرین bn hellweran
hellweşan ھەڵوەشان 1) hilweşîn, ruxîn, têk çûn, pûç bûn 2) verûşîn, verûşan, verûşiyan, verûşihan, (girêk / dirûn) vebûn
hellweşandin ھەڵوەشاندن 1) hilweşandin, ruxandin, têk birin, pûç kirin 2) verûşandin, (girêk / dirûn) vekirin
hellweşaw ھەڵوەشاو 1) hilweşî, hilweşiyayî, ruxî, ruxiyayî, têkçûyî, pûçbûyî 2) verûşî, verûşiyayî
hellweşênraw ھەڵوەشێنراو 1) hilweşandî, ruxandî, têkbirî, pûçkirî 2) verûşandî, (girêk / dirûn) vekirî
hellwêst, hellwîst ھەڵوێست، ھەڵویست helwest, bîrewerî, dîtin û nerîn
hellwutin ھەڵووتن pesinandin, pesn dan, metihandin, meth kirin
hellxelletan ھەڵخەڵەتان xapîn, hatin xapandin, bi ser de çûn, lêb lê bûn, hîle lê bûn, lêhb lê hatin kirin
hellxelletandin ھەڵخەڵەتاندن xapandin, bi ser de birin, lêb lê kirin, hîle lê kirin, lêhb lê kirin, fêl lê kirin
hellxelletaw ھەڵخەڵەتاو xapî, xapandî, lêblêbûyî, lêhblêkirî, hîlelêbûyî, biserdebirî
hellxelletêw ھەڵخەڵەتێو xapînok, lêbok, lêhbok, ya / yê xapan / hîleyan / lêban dike yan dikare bibe sedema wan
hellxilîskan ھەڵخلیسکان hilisîn, tehisîn, şemitîn, hulusîn; xwişîn, xijîn, xuşîn, xîj bûn, xwiş bûn, terrişîn, şelipîn, xijikîn
hellxilîskandin ھەڵخلیسکاندن hilisandin, tehisandin, şemitandin, hulusandin; xwişandin, xijandin, xuşandin, xîj kirin, xwiş kirin, terrişandin, şelipandin, xijikandin
hellxiran ھەڵخران hatin raxistin / raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) hatin bi ristê ve kirin
hellxistin ھەڵخستن raxistin, raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) bi ristê ve kirin; bi cî kirin; berdest kirin
hellxwêndin ھەڵخوێندن (piya ~) bi xerabî basa kesekî kirin
hellzillepîn ھەڵزڵەپین pifîn, pif bûn, perçivîn, werimîn
hellzillepîw ھەڵزڵەپیو pif, pifî, pifbûyî, perçivî, werimî
hellzinîn ھەڵزنین bn hellgerran
hem ھەم hem, him, herwa, jî, û, herwiha: Hem eme û hem êwanîş hem em û hem jî ew, em jî û ew jî
hem ھەم z 'em, xweş e bo xwarinê: emî ke 'em ke, bixwe (zarê zarokan e)
hem- ھەم- bn haw-
-hem -ھەم -yem, paşqertafek e bo çêkirina jimarên rêzî ji jimarên sade dema jimara sade bi tîpek dengdêr bi dawî bêt: nohem nehem, (di rêzê de ya) nehê
hemahengî ھەماھەنگی bn hawahengî
hemall ھەماڵ 1) hemal, hilgir, xizmetkar, kedkar 2) karîte, darên banên xaniyan xwe li ser digirin
hemam ھەمام hemam, serşok; germav
heman ھەمان eynî, heman, wek, mîna, şibî
~ kat ~ کات hevdem, di eynî / heman demê de
hemayell ھەمایەڵ nivişte, niviştok, hemaîlk
hemaz ھەماز malzaro, malzarok, zarokdank, rehîm, cihê zarok tê de ye ji berî biwelide
heme- ھەمە- tev-, heme-, ji hemûyan, ya hemûyan; pirr-, gele-
hemedeşîn ھەمەدەشین bn hemşîn
hemelayene ھەمەلایەنە tevalî, hemealî; pirralî, gelekalî
-hemîn -ھەمین bn -hem
hemîşe ھەمیشە herdem, hergav, hercar; tim, hertim
hemîşe- ھەمیشە- her-: hemîşezîndû herzindî, hersax, nemir, hemîşebehar herbihar, herdem-bihar
hemîşeyî ھەمیشەیی herdemî, herherî, hetahetayî, ebedî, bêdemî
hemşîn ھەمشین mijmije, mişmiş, qeysî
hemû ھەموو hemû, hemî, giş, tev, gî, gişt, xirr; her: hemû şewêk / rojêk her şev / roj
hemûpirsî ھەمووپرسی gelpirsî, hemûpirsî, referendum
hemûwanî ھەموووانی gelemperî, giştî, tiştê / karê / malê hemûyan
hemûyî ھەموویی hemûyî, giştî, tevî, tevayî, gelemperî
hemwar ھەموار qebûl, razî, pesend, pejirandî, pejirbar, heqdar
hen ھەن (hûn / ew) hene (dema nihoyî pirrhejmar ji lêkara "hebûn")
hena ھەنا bn hana
henar ھەنار hinar (fêkiyek e)
henarde ھەناردە hinarde, îxracat, bo bazirganî eşya / mal ji welatekî birinek yek dî
henardin ھەناردن bn nardin
henase ھەناسە henase, nefes, bên (ya mirov dikêşe û berdide); axîn, oxîn (kişandin)
henasebirrkê ھەناسەبڕکێ bênbiserketin
henasesard ھەناسەسارد bextreş, bêsiûd, bênesîb
henasesiwar ھەناسەسوار bênçik, êlpik, astmayî
henasewiwarî ھەناسەوواری bênçikî, êlpikî, astma
henaw ھەناو hinav, ûr û rîvîk, nav
hencîr ھەنجیر hejîr, hêjîr
hend ھەند hin, hinek, hindek, çend (lib / heb û hwd)
hendaz ھەنداز hendaz, birêk, birêkûpêk, rêzkirî, birêz, sererast, sîstematîk
hende ھەندە hindî, bi qasî, temetî, bi temet
hender ھەندەر der, derve, dijw. hindirr
henderan ھەندەران derveyî welat; biyanistan, dûrî, xerîbî
henderho ھەندەرھۆ hêsk, colank
hendese ھەندەسە bn endaze
hendê, hendêk ھەندێ، ھەندێک hin, hinek, hindek; (kemêk) piçek, kêmek
~ car ~ جار carinan, hin car
henefî (1) ھەنەفی (١) henefî, mezhebek îslamê ye
henefî (2) ھەنەفی (٢) henefî, çeşme, kanî
heneza ھەنەزا nevis, zarokên mêrê / jina yekî yên ji jinek / mêrek dî
heng ھەنگ hing, mêşa hingiv / hingivînî
hengame ھەنگامە tevlihevî, serobinî
hengaw ھەنگاو 1. gav, pêngav 2. dem, gav, wext; heyam
~hawîştin / nan ~ھاویشتن / نان gav avêtin, gavîn
~ hênan ~ ھێنان gavandin, gava xwe di ser tiştekî re avêtin
hengdan ھەنگدان şan, şana hingiv / hingivînî
hengeşelê ھەنگەشەلێ îşqilk, bezîna / meşîna / xwe hilavêtina li ser yek piyî / lingî
hengill ھەنگڵ ran, qalçe, newq, hengil
hengillşellê ھەنگڵشەڵێ bn hengeşelê
hengiwîn ھەنگوین hingiv, hingivîn, berhemê şirîn yê hingan
hengûr ھەنگوور bn tirê
henisk ھەنسک îsk; (henasebirrkê) bênbiserketin
~ helldan ~ ھەڵدان îskîn, îske-îsk kirin, îsk hatin (kesekî)
heniskbirrkê ھەنسکبڕکێ bn henasebirrkê
henû, henûke ھەنوو، ھەنووکە niha, noke, nika, niho, bn êsta
henûkeyî ھەنووکەیی nihoyî, ya niha / noke / nika / niho
henûn ھەنوون sûn, hesûn, hilû kirin
hepe, hepehep ھەپە، ھەپەھەپ rew, rey, rewrew, dengê se / kûçik yan mîna wan; axiftina zêde û bêwate
hepesan ھەپەسان heyirîn, mat man, ecêbgirtî man / bûn, hêbitîn
hepesandin ھەپەساندن heyirandin, mat kirin, ecêbgirtî kirin, hêbitandin
hepesaw ھەپەساو heyirî, mat, matmayî, ecêbgirtî, hêbitî
hepîn ھەپین hewîn, rewîn, reyîn (dengkirina se / kûçik yan wek wan)
hepol, hepole, hepolemêşxor ھەپۆل، ھەپۆلە، ھەپۆلەمێشخۆر peledîn, delodîn, tirredîn, hepletiraş, xwelîbiser, rebenok, hol, aqilsivik, kêmaqil
heprûn ھەپروون hûr, hûr-hûr, parçe-parçe
heps ھەپس hefs, zindan, dîlî, êsîrî, êxsîrî, heps
hepsxane ھەپسخانە hefsxane, zindan, girtîxane, girtîgeh, dîlxane, êsîrxane
hepû ھەپوو z hepû, xilas, nema
heq, heq ھەق، ھەق maf, heq: Heqt e Tu heq î, Heqê te ye; Tu heqt nebê Karê te pê nebe, Tu xeman nexwe
heqanî ھەقانی adil, dadperwer; rastgo
heqayet ھەقایەت çîrok, heqayet
hegbe ھەگبە tûr, kîs, çante, tûrik, telîs, torbe, çewal
heqdest ھەقدەست heqdest, destmiz, meaş
her (1) ھەر (١) her
~ çî ~ چی her çi, çi: Her çî bibêt min le gell tom Çi bibe jî ez li gel te me; Her çi ew e, ta êsta diyar nebûwe Herçi ew e, hê diyar nebûye
~ emende ~ ئەمەندە her hinde, her ev qas; tenê hinde, tenê ev qas
~ ewende ~ ئەوەندە her hind, her ew qas; tenê hind, tenê ew qas
~ kat[êk] ~ کات[ئێک] her dema, her gava, kengî ku
~ kes[êk] ~ کەس[ئێک] her kes[ek]
~ nebê ~ نەبێ qene, ti nebe jî, çine-çine, çune-çune, qet nebe jî, herî kêm, bi kêmanî
~ şit ~ شت her tişt
~ yek ~ یەک her yek, herêk
her (2) ھەر (٢) her, bi berdewamî: Her wut dêm bellam nehat her digot dê bêm lê nehat
her (3) ھەر (٣) (tenya) tenê: Her carêk çûbûm Tenê carekê çûbûm
her (4) ھەر (٤) (dîsan, dîsanîş) her, dîsan, dîsa, dîsan jî: Çi billêyş her naçim Çi bibêjî her naçim, Çi bibêjî jî dîsan jî naçim
her (5): ~ êsta ھەر (٥): ~ ئێستا aniha, haha, vê gavê, vê kêlîkê, tam niha
herr, herrg ھەڕ، ھەڕگ herrî bn qurr
hera, hera û hurya ھەرا، ھەرا و ھوریا qerqeşe, şerrenîx, xirenîx, pevçûn, gengeşe
herra ھەڕا rev, bazdan, bez
~ kirdin ~ کردن revîn, bazdan, bezîn
herac ھەراج herac, mezat, mazat, bazara pitirandinê ya tê de mal dikeve destê kesa/ê herî zêde pare pê bide
heram ھەرام heram, qedexe, yasax, tişta nabe bêt kirin (t ya ji alî dînî ve hatiye qedexekirin)
herame ھەرامە ewk, ewka, ewkê, ew-a-dî, ew-ê-dî, çîk, çîkê, çîka
heramxor ھەرامخۆر heramxwer, bertîlxwer, rantxwer, kesa/ê malê ne yê wê / wî bi xwe ye dixwe / bi kar tîne bêyî destûr hebe; kesa/ê tiştên dîn heram kirine dixwe (bo nimûne: misilmanên goştê beraz bixwin)
heramza, heramzade ھەرامزا، ھەرامزادە bîje, bîjî, zaroka/ê ne ji dêbavên markirî çêbûye; şatir, şeytan, hîleker
heras ھەراس acizî, nerehetî, bêzarî, bîntengî, tengezarî
herasan ھەراسان tengezar, nerehet, bêçare, bêzar, bînteng
heraş (1) ھەراش (١) gihber, ya / yê li ber gihiştinê, ya / yê dê di nêz de gihiştî be (fêkî, keske)
~awis ~ئاوس maka li ber zanê; dayika li ber welidandinê
heraş (2): demheraş ھەراش (٢): دەمھەراش lewçe, zimandirêj
hercayî ھەرجایی binefş, gulbinefş
herd ھەرد tat, teht, helan
herde, herdebanan ھەردە، ھەردەبانان (cihê) tatî / tehtî / helanî
herdebîr ھەردەبیر dudil, dilwas, dilwaswas, bişik, biguman, bêbiryar
herdegêll ھەردەگێڵ derbider, gerrok, bêmal
herdû ھەردوو herdu
here ھەرە (ya/yê) herî / here, ...tirîn, ji hemûyan ...tir: rojî here sard roja herî sar, sartirîn roj, roja ji hemûyan sartir
herre ھەڕە mişar, destere, birrek (ya daran / asin û hwd)
herreme ھەڕەمە tevlihev, têkil, serûbin, bêserûber
heres ھەرەس 1. aşût, aşît, berfxwişî, axxwişî, dahatina axê / berfê ji erdek bilind berev yek nizm; lehî, rabûna avê, boşûna avê; şirrebaran, barana boş 2. hilweşîn, ruxîn, pûçbûn
herreşe ھەڕەشە gef, tehdîd, herreşe, lêxwirrîn
~ lê kirdin ~ لێ کردن gef / hereşe, tehdîd lê kirin / lê xwarin
~ û gurreşe ~ و گوڕەشە lêxwirrîn, bi peyvên hişk êriş kirin
heret (1) ھەرەت (١) gupik, lûtke, gupîtk, cihê herî bilind yê tiştekî (t çiyayan yan daran)
heret (2) ھەرەت (٢) demsal, werz
herewez ھەرەوەز hevkar; xizmetkar
herêm ھەرێم herêm, navçe, dever, cih, war
herêmî ھەرێمی herêmî, navçeyî, deverkî (ya / yê ne hemû netewe / welat / dinyayê)
herêz ھەرێز firîz, giya, gîha (t yê mêrg û çayir û çîmenan)
herfî ھەرفی berkêr, berxên berkêrê, pezê bo serjêkirinê têt xwedîkirin
hergîne ھەرگینە cerrûmerr, keramîk
hergîz ھەرگیز qet, hîç, ti car, çi car, qe
~aw hergîz ~ئاو ھەرگیز qet û qet, qet'en, hîç, ti car, çi car, qe
herî ھەری hirî, herî, pûrtê pez
herîf ھەریف hevta, wekhev, herîf, kesên / tiştên bi hêza / zîrekiya / şiyana / bedewiya û hwd xwe wek hev in; heval, hogir
herle ھەرلە kêz, kêzik
hermê (1) ھەرمێ (١) hirmî, hirmîk, karçîn, hermî
~ kêwîle ~ کێویلە hirmiya çolî / beyarî / bejayî
hermê (2) ھەرمێ (٢) pên, pehîn, pêhn (t ya li derqûna kesekî têt dan)
hermêpişkiwan ھەرمێپشکوان berbihar, dema pişkivîna hirmiyan
herwa ھەروا herwa, herwiha, herwisa
herweha ھەروەھا bn herwa
herzalle ھەرزاڵە bingeh, esas
herzan ھەرزان erzan, negiran, bihakêm, djw. giran, bihadar, bihagiran
~beha ~بەھا bihakêm, bihaerzan, erzan
herzanî ھەرزانی erzanî, negiranî, bihakêmî
herze ھەرزە 1. ciwan, xort, genc, cehêl, negihayî 2. tûle, tolaz, felîte, pûç
herzebêj ھەرزەبێژ kesa/ê axiftina wî dûrî aqilan e
herzeçene ھەرزەچەنە devjen, lewçe, zêdebêj
herzekar ھەرزەکار 1. ciwan, xort, genc, cehêl, gihber, kesa/ê di jiyek wa de ye ku dê haha bibe jin yan zelam 2. tûle, tolaz, felîte, pûç
herzekarane ھەرزەکارانە cahilane, ciwanane, xortane, karê ne mîna kesên gihayî û aqildar; tûlane, tolazane, felîtane, karê kesên pûç û nehêja
herzekarî ھەرزەکاری 1. ciwanî, xortî, gencî, cehêlî, gihberî 2. tûletî, tolazî, felîteyî
herzeyî ھەرزەیی ciwanî, xortî, gencî, cehêlî
hes (1) ھەس (١) (heye) heye, dijw. nîne, tine
hes (2) ھەس (٢) (xest) tîr, pît, pehêt
hes (3) ھەس (٣) bn hest
hesan ھەسان hesan, berê / kevirê pêhesûnê
hesan, hesanewe ھەسان، ھەسانەوە hewîn, vehewîn, hewiyan, hewihan, bêna xwe vekirin, (bi navdemî / demkî) li derekê bi cî bûn û bêna xwe vekirin
hesandin, hesandinewe ھەساندن، ھەساندنەوە hewandin, vehewandin, xwirak û vexwirak û cihê nivistinê / raketinê dan yekî; bên vekirin, bên dan yekî
hesar ھەسار hesar, kelhe, dîwar, dorbend
hesare ھەسارە bn estêre
hesawe ھەساوە hewayî, vehewî, hewiyayî, vehewiyayî, bênaxwevekirî, bêndayî
hesîr ھەسیر hêsîl, mafûr, xalîçe, berrik
hesîrmeyan ھەسیرمەیان cezakirina bi lêdana li ber çavên xelkê
hest (1) ھەست (١) hest, hes, his, pêhesîn, naz, dilîn
hest (2) ھەست (٢) bn hes (1)
hestan ھەستان bn hellsan
hestandin ھەستاندن bn hellsandin
hestber ھەستبەر hestber, bihest, hesas; nazdar
hestberî ھەستبەری hestberî, bihestî, hesasî; nazdarî
heste ھەستە nf hilo! rabe!
hestewer ھەستەوەر hestewer, hesas, alerjîk
hestewerî ھەستەوەری hestewerî, hesasî, alerjî
hestirî ھەستری strî, giyayên tûj
hestyar ھەستیار hestyar, kesa/ê dikare (bi asanî) hest bi tiştan bike / pê bihese
hestyarî ھەستیاری hestyarî, (bi asanî) hestkirina bi tiştan, pêhesîn
heş ھەش heş, îndîgo; heşî, şînî tarî
heşar ھەشار veşarî, veşartin, berşar
~ dan ~ دان veşartin, berşar dan, (li cihekî) wa bi cî kirin ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşardiraw ھەشاردراو veşartî, (li cihekî) wa bicîkirî ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşbeser ھەشبەسەر heşbiser, xwelîbiser, bêsiûd
heşerî ھەشەری zewqî, kêfî, keyfî, coşdar
heşheş ھەشھەش pasevan, çavdêr, zêrevan, heres, dergevan
heşir, heşr ھەشر، ھەشر heşir, daraz
heşt ھەشت heşt, heyşt (jimare 8, VIII)
heşta ھەشتا heştê, heyştê (jimare 80, LXXX)
heştalû ھەشتالوو xox, bn qox
heştamîn, heştahemîn ھەشتامین، ھەشتاھەمین heştêyem, heşêyemîn, (di rêzê de ya / yê) heştêyê / heştêyan
hefte, hefte ھەفتە، ھەفتە hefte, heftî, heft roj yên bi hev re yekîneyek demî pêk tînin û 52 ji wan dibin salek
heştem, heştemîn ھەشتەم، ھەشتەمین heştem, heştemîn, (di rêzê de ya / yê) heştan
heştyek ھەشتیەک heştyek, heştêk, yek ji heştan, 1/8
heta ھەتا 1. heta, ta, heya, heyanî 2. daku, bo ku, ji bo ku, da: Hatim heta pêt billêm Hatim daku bibêjim te, Hatim ji bo ku ji te re bibêjim 3. hê, hêj, hêşta, hê ku: Zû ke heta nemirdûwît şitêk bike Zû be hê nemirî tiştekî bike
~ diwayî ~ دوایی ta dawiyê; (htd) hwd, her wek dî
~ ser ~ سەر ta serî, ta dawiyê
hetar ھەتار zinar, kevir, ber
hetarek: ھەتارەک: Hetarek û metarek, hacî hecit mibarek "Bimbarek û tebarek, hecî heca te mibarek"
hetaw ھەتاو tav, hetav, roj
hethetoke ھەتھەتۆکە niviştok, hemaîlk (t yên bi stoyê zarokan ve tên kirin)
hetîw ھەتیو sêwî, êtîm, bavmirî, daymirî, kesa/ê herdu dêbavên wê / wî yan yek ji herduyan mirine; (m) xwelîbiser, rezîl
û metîw و مەتیو kolanî, zarokên kolanan, zarokên bêkes / bêxwedî
hetîwbar ھەتیوبار sêwîbar, (jin) daysêwî, dayêtîm, jina mêrê wê miriye û zarokên hûr hene; (piyaw) bavsêwî, babsêwî, bavêtîm, babêtîm
hetîwxane ھەتیوخانە sêwîxane, xaniyê / lêgeha sêwiyan / êtîman
hetk ھەتک bn etk
hetre ھەترە pelate, belav
hetwan ھەتوان melhem, milhem
hevall ھەڤاڵ heval, hawrrê
hevde ھەڤدە hevde (jimare 17, XVII)
hew (1) ھەو (١) hew! 'ew! vêca ev / ew çi ye / çima!
hew (2) ھەو (٢) kul, birîn; werimîn, perçivîn
hew ھەو 'ew! hew! (peyvikek e dide diyarkirin ku yê wê dibêje mat maye yan ecêbê serê wî girtiye: ev çi ye!? ev çawan wa ye!?)
hewa ھەوا hewa, seqa, siqa, avûhewa; ba; esman
hewa (2) ھەوا (٢) piçek, kêmek, hinek
hewa ھەوا bn hewa (1)
hewall, hewallekan ھەواڵ، ھەواڵەکان nûçe, dengûbas, peyam, êxbar; hal, rewş, kewdan, barûdox
hewalle ھەواڵە raguhestin, raguhezandin, hinartin, şandin; spartin
~ be gewalle ~ بە گەواڵە beramber, hember, bergind, bedel, berdêl
hewallguzarî ھەواڵگوزاری agastînî, îstîxbarat
hewançe, hewançe: ~ dan ھەوانچە، ھەوانچە: ~ دان hilavêtin, berev jor / serî / silal avêtin
hewançerro, hewançerro ھەوانچەڕۆ، ھەوانچەڕۆ roket, sarox, hewa-avêşk
hewandinewe ھەواندنەوە vehewandin, xwedî kirin, xudan kirin, matî jê kirin, sereguhiya yekî kirin
hewanewe ھەوانەوە vehewîn, tebitîn, hedinîn, sekinîn, rehet bûn, rawestîn, li cihê xwe man
hewawî, hewawî ھەواوی، ھەواوی fekirin, hêvkirin, berêxwedan, nerîn, nihêrtin
hewawîlke, hewawîlke ھەواویلکە، ھەواویلکە 1) hewayîk, eriyal 2) roet, sarox, hewa-avêşk
hewar ھەوار war, kamp, lêmangeh, havîngeh, cihê havînan koçer yan seyranî lê dijîn
hewarge ھەوارگە wargeh, havîngeh, kamp, aqar, kûngeh, kongeh
hewarî ھەواری kûn, kon, xîvet, çadir
hewayî ھەوایی hewayî, seqayî, siqayî; bayî; esmanî
Hewbira ھەوبرا bn Hewtewane
hewcarr ھەوجاڕ hevcarr, gasin
hewcoş ھەوجۆش 1) asinê / hesinê helandî 2) mesîn, misînk
hewda ھەودا ben, dezî, benik, rîs, ta
hewell ھەوەڵ pêşîn, ewil, yekem
hewes ھەوەس hewes, daxwaz, arezû, hêvî, çêj, tam, xwestina tiştekî pirr / ji dil
~ lê bûn ~ لێ بوون ji dil xwestin, hewes hebûn
hewesdar, heweskar ھەوەسدار، ھەوەسکار dilxwaz, hewesdar, biarezû, dilsoz, dildar, kesa/ê tiştekî pirr / ji dil dixwaze
hewê ھەوێ hewî, jina mêrê wê jinek yan çend jinên dî jî hebin ji wan jinan re hewî ye, ew hewiyên hev in
hewên ھەوێن hêvên, haveyn, dermankek e dikin nav hevîr daku hevîr pê pif bibe û kêrî pehtina nan bêt
hewînc ھەوینج giyayek derman e
hewînewe ھەوینەوە bn hewanewe
hewîr ھەویر hevîr, hêvîr, ar û av û hêvênê têkilî hev hatine kirin daku nan jê bêt çêkirin
hewll, hewll ھەوڵ، ھەوڵ koşîn, hewl, têkoşîn, lê xebitîn, koşîş, cehd, ceribandin, mihawele
~ dan ~ دان koşîn, tê koşîn, hewl dan, mihawele kirin, lê xebitîn, cehd dan
hewr ھەور ewr, 'ewr
hewramî, hewramanî ھەورامی، ھەورامانی hewramî: zaravaya hewramî ya kurdî; her tiştê / kesa/ê ji herêma Hewraman ya Kurdistanê
hewraz ھەوراز evraz, berjor
~ û nişêw ~ و نشێو evrazî û nişîvî
hewreballa ھەورەباڵا balexane, avahiyên bilindiya wan digihe ber ewran
hewretirîşqe ھەورەتریشقە birûsk, şirqîna ewran
hewrîs ھەوریس (dara) qaç, hevriz, hêvriz, merx, dara kêmê
hewsar ھەوسار hefsar, hevsar, benê bi serê hespan / keran û hwd tê ve tê girêdan daku pê bên kişandin yan zeft kirin; alava serkêşiyê / serkêşîpêkirinê
hewselle ھەوسەڵە bênfireyî, sebr, taqet, xwegirî, baldirêjî
hewş, hewşe ھەوش، ھەوشە hewş, dermal, bermal, derdorên malê (t dema bi tan / çeper / dîwar hatine tixûbkirin)
hewt ھەوت heft (jimare 7, VII)
hewtane ھەوتانە bn heftane
hewte ھەوتە 1) hefte 2) heftî, heft rojên piştî zewicînê / welidandina zarok ku bûk / dayik li gor edetan ji malê dernakeve
hewtem, hewtemîn ھەوتەم، ھەوتەمین heftem, heftemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftê
Hewtewane ھەوتەوانە Heftbira, Termê Mexîl, Hirça Mezin (komek stêran e)
hewtîr ھەوتیر demance (ya heftlibxwer)
hewz ھەوز hewz, birk, birka avê
hewzane ھەوزانە hewzane, heqê (bikaranîna) hewzê
hey ھەی hey! hêy! ey! wey! (peyvikek bang- / fermankirinê ye): hey hawar!
heya ھەیا fedî, fihêt, şerm, eyb, heya
heybet ھەیبەت hêbet, heybet, sosret, seyr, ecêb
heyf ھەیف heyf, mixabin
heynî ھەینی în, eynî, cum'e, roja xutbeyê, ji rojên hefteyê ya piştî pêncşemê û berî şemiyê
heyran ھەیران 1) heyran, gorî, qurban, kesa/ê wa pirr ji tiştekî / kesekî hez dike ku dikare xwe jê re bike gorî / qurban 2) heyranok, heyran, birrek stranên kurdî ye
heys ھەیس heyîn, hebûn
heyş ھەیش jiyan, derbara jiyanê, îdareya jiyanê, meşîna / meşandina jiyanê
~ pê hellgirtin ~ پێ ھەڵگرتن jiyan lê dijwar kirin
heyşo ھەیشۆ fehêt, fedî, şerm, eyb
~ lê hellgîran ~ لێ ھەڵگیران xwe di bêşermiyê danîn, derpiyê xwe dan ser milê xwe, mîna bêşerman kirin
heytar ھەیتار bn kêr
heyte ھەیتە 1) nesefandî, venebijartî 2) polîs 3) komek leşkerên osmanî
heytûhot, heytûhût ھەیتووھۆت، ھەیتووھووت dengûdor, heytûhot, heysûbeys, deng û qerebalix zêde û bêwate
heywan ھەیوان 1) eywan, bersifk, sefik 2) şaneşîn, balkon
heywan ھەیوان heywan, lawir, ajal
heywanan ھەیوانان havîn, dema mirov dikare li eywanan binive (ji derengî biharê ta berpayizê)
heywanat ھەیوانات heywanet, koma / civata lawiran / ajalan / heywanan
heyzeran ھەیزەران heyzeran, rûl, qamûş
hez ھەز hez, viyan, xwestin, evîn, hêvî, daxwaz
~ lê bûn ~ لێ بوون çêtirandin, hez lê bûn, viyan, xwestin
~ lê kirdin ~ لێ کردن jê hez kirin, hez jê kirin
~ û nahez ~ و ناھەز dost û dijmin
hezar ھەزار hezar, hizar (jimare 1000, M)
hezare ھەزارە hezarsal, hezare, mîlenyûm
hezarem, hezaremîn ھەزارەم، ھەزارەمین hezarem, hezaremîn, (di rêzê de) ya / yê hezarê
hezaryek ھەزاریەک hezaryek, hezarêk, yek ji hezaran, 1/1000
hezbêle ھەزبێلە giyaderman, davûderman, giyayên wek derman tên bikaranîn
hezîran, hezîran ھەزیران، ھەزیران pûşber, hezîran, 6em meh ji salnameya romî
hezm ھەزم helandin (t ya xwarinê)
~ bûn ~ بوون (xwarin) helîn / hatin helandin
~ kirdin ~ کردن (xwarin) helandin
hezret ھەزرەت 1) hezret, amadeyî, hazirî 2) hezret, rêzdar, birêz, hêja
ھێ navê tîpa H / h
ھێ navê tîpa H / h
hêdere ھێدەرە bn gamêş
hêdiz ھێدز aciz
hêdî ھێدی hêdî, dijw. zû, pît, bilez, hêl
hêl ھێل hêl, qaqûle
hêll ھێڵ xet, rêz, hêl; ray, rê
~î asinî ~ی ئاسنی rayên asinî, asinrê, asinên / hesinên trên li ser dimeşin
hêllan ھێڵان hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin
hêlane ھێلانە hêlîn, cihê firrinde hêkên xwe tê de diparêzin
hêlim ھێلم zeliqek, çirrek, demûş, debûş, lehîm, girek
hêlînc ھێلینج êlinc, ilq
~ dan ~ دان ilqîn, êlincîn, êlinc kirin / dan
hêliz ھێلز heliz (navê giyayekê ye)
hêllkarî ھێڵکاری grafîk, xetkarî, hêlkarî
hêlke ھێلکە hêk; (hî masiyan) xerz, xirz; (gun) hêlik, gun, ritil
hêlkewron ھێلکەورۆن hêkrûn
hêlkeyî ھێلکەیی hêkî, (tişta dirûvê / şikilê wê) mîna hêkê
hêma (1) ھێما (١) nîşan, hêma, remz, sembol, nîşe
hêma (2) ھێما (٢) bn hêşta
hêmayî ھێمایی sembolîk, hêmayî, nîşeyî, remzî
hêmin ھێمن aram, rehet, nerm, hêdî
hêminî ھێمنی aramî, rehetî, nermî, hêdîkî
hênan ھێنان anîn, înan, hînan
~e dî ~ە دی bi cî anîn, kirin rastî
hênanewe ھێنانەوە 1) vegerandin, anîn ve, dîsan anîn 2) ji devê xwe avêtin (zû piştî ku bo xwarinê xistiye devê xwe)
hêncan ھێنجان bn hellhêncan
hêre ھێرە bn êre
hêriş ھێرش êriş, biserdegirtin, pelamar
hêro ھێرۆ hêro (navê gulekê ye)
hêwer ھێوەر tî, birayê mêrê kesekê
hêriş ھێرش êriş
hêstir ھێستر bn êstir
hêş ھێش bn gasin
hêşta ھێشتا hê, hê jî, hîn, hîna, hêşta, ta niha, heta noke
hêştin ھێشتن hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin
hêşû ھێشوو wîşî, guşî (yê tirî / xurmeyê)
hêşxan ھێشخان aşxane, odeya xwiraka malê tê ve têt parastin
hêwaş ھێواش hêdî (tişta / mirovê pêdivî bi demek dirêj heye ta ku biqewime / bibe / bike), dijw. zû, bilez, lezgîn, pît, hêl; hêdî, rehet, aram, tena
hêwaşî ھێواشی hêdîtî, rehetî, tenahî, aramî
hêwaşkar ھێواشکار (mirova/ê yan tiştê - t dermanê -) hêdîker, tenaker, rehetker, aramker
hêwer ھێوەر tî, birayê mêrê kesekê
hêwerjin ھێوەرژن jintî, jinên tiyên kesekî
hêwerza ھێوەرزا (kiç) keçtî, keçên birayên mêrê kesekê; (kurr) kurrtî, kurrên birayên mêrê kesekê
hêwir ھێور 1) rehet, aram, tena 2) objektîv, hêwir, dûrî hestên kesînî / şexsî
hêwirane ھێورانە 1) bi rehetî, bi aramî, bi tenahî 2) bi objektîvî, hêwirane
hêwîrî ھێویری 1) rehetî, aramî, tenahî 2) objektîvî, hêwirî
hêz ھێز hêz, quwet, şiyan, xurtî, taqet
hêza ھێزا pûjan, pûşan, tihtawik, nane, ne'ne
hêzim ھێزم êzing, tirrik, darên sotinê / şewitandinê
hikûmet ھکوومەت hikûmet, hukumet, civata wezîran (û serokkomar), serokatiya dewletê, rêveberiya dewletê
hil ھل qebûl, pesend, razîbûn
hisêb ھسێب hesab, hisêb
hizb ھزب partî, hizb
hizir, hizr ھزر، ھزر hizir, fikir, raman, pûnij
~ kirdin ~ کردن hizirîn, fikirîn, ramîn, pûnijîn
hizirî, hizrî ھزری، ھزری hizirî, hizrî, ramanî, fikirî, pûnijî
ھی yê, ya; yên ew nan hî min e ew nan yê min e, eme awe hî êwe niye Ev av ne ya we ye, kitêbekanî sur hî ew in Pirtûkên sor yên wî ne
hîkmet ھیکمەت hikmet, hişmendî, aqildarî, hişyarî; hiş, aqil
hîlandin ھیلاندن hîrrandin, hîrre-hîrr kirin, dengê hespan kirin
hîle (1) ھیلە (١) lêb, hîle, lêhb, xap, xapandin, fêl, fen
be ~ بە ~ 1) bi hîle 2) bîlasebeb, bê ti sedemekê
hîle (2), hîlehîl ھیلە (٢)، ھیلەھیل hîrre-hîrr, dengê bilind yê hespan
hîlke, hîlkehîlk ھیلکە، ھیلکەھیلک hîl, hîlhîl, tîq, tîqtîq, tîrqetîrq, kenê bêterz
hîç ھیچ qet, ti, hîç, çu; neti, netitişt
hîçî ھیچی hîçî, tineyî, çineyî, çuneyî, ne-ti-tiştî
hîdayet ھیدایەت rêberî, rênîşandan, hîdayet
hîlak ھیلاک westayî, mandî, betilî, kerrixî; mirin, hîlak
hîmet ھیمەت koşîn, koşîş, hewl, cehd, hîmet, berxwedan
hîn (1) ھین (١) ewk, ewê-dî, ewa-dî, ew-çî-ke, ewkê, ewka, filanok
hîn (2) ھین (٢) hîn, fêr, ilim, ders, wane
~ bûn ~ بوون hîn bûn, fêr bûn, elimîn, ders / wane (ji tiştekî / kesekî) wergirtin
~ kirdin ~ کردن hîn kirin, fêr kirin, elimandin, ders / wane dan (yekî)
hînce, hînce ھینجە، ھینجە kit, hece, tîp, herf
~ kirdin ~ کردن kitandin, hece kirin, tîp bi tîp / herf bi herf gotin
hîr ھیر gêjok, peledîn, sergêjok
hîsab ھیساب hesab; matematîk
hîwa ھیوا hêvî, umêd, awat, hîvî; daxwaz; xwestek.
hîwabirraw ھیوابڕاو bêhêvî, hêvîşkestî, hêvînemayî
hîwadar ھیوادار hêvîdar, umêdewar, bihêvî
hîy... ھیی... bn hiy...
hîz ھیز hîz (h wek heft), qehbe, gander, qehbik, xwefiroş, bêşerm, rûreş
hîzane ھیزانە hîzane, bi bêşermî, wek qehbikan
hîze ھیزە pîst, çerm, post (t yê reş bo têdeparastina rûn)
hîzell ھیزەڵ neşê, nekar, kesa/ê nikare / neşê tiştekî bike
hîzêtî ھیزێتی hîzî, hîzîtî, karê hîzan
ho (1) ھۆ (١) sedem, sebeb, faktor, say, bone, mak, hîm, hêm, hêman, şert, merc
~ danewe ~ دانەوە xêr dan, berhem dan, ber dan, bereket dan, hêjayî tiştekî bûn
~ kirdinewe ~ کردنەوە bi kêr hatin, kêrhatî bûn
be ~ بە ~ ji ber: Be hoy ewe min nayem Ji ber wê / wî / hindê ez nayêm
ho (2) ھۆ (٢) ho! hê! hêy! (peyvikek e bo bang-, ferman- yan hişyarkirinê têt bikaranîn): Ho kurre wa meke! Ho kurro, wa neke!
hobe: be ~ ھۆبە: بە ~ bi hev re, li gel hev, tev, pevre, pêkve, vêkre
hodar ھۆدار hîmdar, mantiq, lojîk, tişta sedema xwe ya asayî yan diyar heye û dikare bêt famkirina ka çima wa ye yan wa dibe
hocene ھۆجەنە niviştî, nivişte
hode ھۆدە ode, jore
hogir ھۆگر pêvek, pêrek (tişta bi tiştek dî ve ye yan li gel wê ye); hogir, heval û hogir
hokar ھۆکار hîmker, bandorker, sedem, sebeb
hokill ھۆکڵ xizmetkar, berdestk; xulam, noker
hol ھۆل kotan, cihê tankirî / çepekirî bo parastina pez yan terş tê ve
holl (1) ھۆڵ (١) hol, hal, salon
holl (2): çoll û holl ھۆڵ (٢): چۆڵ و ھۆڵ çol û hol, virtîvala, cihê ti tişt lê ne
hol ھۆل hol [h wek heft], nezan, gêjelok, xwelîbiser, peledîn, ti-nizan, çu-nizan
hole ھۆلە bn gêre
holik, holk ھۆلک، ھۆلک kolik, holik, koxik, xanîk (yê biçûk û bêserûber)
hon ھۆن kezî, hûn
honer ھۆنەر helbestvan, hozanvan, helbestnivîs
honîn, honînewe ھۆنین، ھۆنینەوە hûnandin, vehûnandin, kezî çêkirin / saz kirin / durist kirin; hûnandin, helbest danîn / nivîsîn / amade kirin / saz kirin
honraw, honrawe ھۆنراو، ھۆنراوە hûnandî, vehûnandî, helbest, hozan
hoqe, hoqe ھۆقە، ھۆقە hoqe, yekîneyek pîvanê ya nêzî 0,3 kîlogramî ye
horr ھۆڕ têrr, çewal, tûrik, kîs, telîs, torbe
horrin ھۆڕن horrin, tûtik, dengê agadarkirinê yê tirimpêlan û hin tiştên dî
hordû ھۆردوو artêş, ordî, leşker, cêş, esker
horre ھۆڕە hoo! boo! wiştê-êê lelo! (bo mêran) wiştê-êê lelê! (bo jinan) (dengê li dijî kirinên kesekî bi armanca ku ew kirin nayên pejirandin yan jî kesa/ê dike "boo!" yan "hoo!" pê ne razî ye)
horêşe ھۆرێشە bn rêwî
horî ھۆری horî, zeriyên biheştê, keçên bedew / pak / xama li biheştê
horte ھۆرتە edet, banek, irf û edet, torre
hoş (1) ھۆش (١) hiş, , hay, bîr, mejî
hoş (2) ھۆش (٢) şoş! şoş kero! şoşe were! (bangkirina li keran)
hoşbirr ھۆشبڕ hişbirr, bêhişker, haybirr, bêhayker
hoşmend ھۆشمەند hişmend, hişyar, haydar, aqildar, biaqil, têgihiştî, zana, ronakbîr, rewşenbîr
hoşmendî ھۆشمەندی hişmendî, hişyarî, haydarî, aqildarî, biaqilî, têgihiştinî, zanayî, ronakbîrî, rewşenbîrî
hoşyar ھۆشیار hişyar, haydar, kesa/ê hay ji xwe heye; şiyar, kesa/ê ne di xew e
hoşyarane ھۆشیارانە hişyarane, haydarane, bi hişyarî, bi haydarî
hoşyarî ھۆشیاری hişyarî, haydarî; şiyarî, nedixewî
how ھۆو ha! belê! te çi ye! (bersiva ho (2) )
hoz ھۆز hoz, êl, eşîr, binemal, ûcax
hozkî ھۆزکی hozkî, êlkî, eşîrkî, binemalkî, bi hozî
hozan ھۆزان hişmend, hişyar, aqildar, zana, xwenda, zanyar, têgihiştî, dinyadîtî
hozanî ھۆزانی hişmendî, hişyarî, aqildarî, zanayî, xwendayî, zanyarî, têgihiştinî, dinyadîtinî
htd ھتد (kurbêje ji heta diwayî) hwd, her wek dî, her wek wan
hucet ھوجەت bn hêz, zor
hucre ھوجرە hucre, odek, odeya biçûk
huje ھوژە giyayek e şorbe jê têt çêkirin
hukim, hukm ھوکم، ھوکم 1) hukim, hikim, ferman, desthilat, rêveberî, serokatî 2) daraz, hukim, biryara dadgehê yan daîreyek dî ya fermî / resmî
hukimdar ھوکمدار fermandar, hukimdar, serok, desthilatdar
hukmet ھوکمەت bn hikûmet
hule ھولە pîsatiya hêştiran / deveyan / sareyan
hulesê ھولەسێ angaşt, îdîa
hulhulî ھولھولی guherrok, xweranegir, guherrbar
huma ھوما firrindeyek çîrrokane ye ku herdem piştî şewitîna xwe dîsan ji nav xweliya xwe radibe û vedijî û bûye sembola nemirina hêviyan. Di zimanên ewropî de jê re "fenîks" (bi îngilîzî "phoenix") têt gotin
humellxeza ھومەڵخەزا tevlihevî, serobinî, taromarî
humêd ھومێد bn umêd
huner ھونەر 1. huner, afirînerî, efrînerî 2. hinêr, hunêrî, şiyan, jêhatin, karîn, kanîn
~ niwandin ~ نواندن hinêr / jêhatin nimandin / nîşan dan
~e ciwanekan ~ە جوانەکان hunerên spehî
hunerga ھونەرگا hunergeh, cihê huneran
hunerî ھونەری hunerî, afirînerî
hunermend ھونەرمەند hunermend, afirîner
hunermendane ھونەرمەندانە hunermendane, afirînerane, bi hunermendî, wek hunermendan
hunerwer ھونەروەر 1. bn hunermend 2. jêhatî, bihinêr, bişiyan, hinêrwer
hurde ھوردە bn hûrde
hurre ھوڕە bn wurre
hurrew ھوڕەو garrana berazên kûvî
hurmet ھورمەت rêzgirtin, hurmet, qedirgirtin, qîmetgirtin
Hurmiz ھورمز Hormiz, Hirmiz: di zerdeştiyê de xwedayek e; gerrestêra Hormiz, Jupîter
hurûjan ھورووژان bn wujûwan
hurûjim ھورووژم bn êriş, pelamar
huştir ھوشتر hêştir, deve, sare
huştirewan, huştirwan ھوشترەوان، ھوشتروان hêştirvan, siwara/ê yan xwediya/ê hêştirê / hêştiran
huzeyran ھوزەیران pûşber, hezîran, xezîran, meha 6em ji salnameya romî, meha piştî gulanê û berî tîrmehê
huzûr ھوزوور hizûr, pêşberî, hizûr, bi amadebûna (kesekî): le huzûrî dadga da li pêşberî dadgehê, li hizûra dadgehê
ھوو sûde, kêr, kelk, mifa, feyde, kar, qezenc, qazanc
hûha ھووھا hooha! boo! hoo! (tinazî / henek / galte pê kirin)
hûhûkere ھووھووکەرە kund, bum, bim
hûrr ھووڕ dengûdor, dengê bilind / nexweş
hûrde ھووردە hûrde, pareyê asinî / biçûk / kêmnirx; hûr, biçûk
hûrdebînî ھووردەبینی hûrnerî, tûjandin, vekolandin, hûrsehî, hûr lênerîn / vekolandin / pûnijîn bo diyarkirina rastîniya tiştekî
hûş ھووش bn haşûhûş
hûşe ھووشە meth, pesn, qurretî, pozbilindî
hûşekar ھووشەکار metho, pesno, xwemezinker; xweperest, ezperest
hût ھووت avilke, neheng, hût, balîna, mezintirîn lawirê guhandar yê avî
Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî