Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

Ev beş dê were berfirehkirin.

S s biguhêre

sa... biguhêre

sa I 1. de, dê, de: Sa ba biroyn! De em biçin! 2. ku, madem, madem ku: Sa ke wa bê Ku wisa be.

sa II geşî, zelalî, delalî

sa III sî, sih, sîber

sabat kepir, banê ji çilûyê daran bo sîdanê û parastina ji tava rojê

sabrên nêrî, bizinên nêr

sabûn sabûn

sac I şîş, sifşe, cax, sac

sac II tîk, sac, darek e (Tectona grandis)

saçme secme, parçeyên bombeyan yên ku difirrin û dikarin mirovan birîndar bikin

sadanî cûnekê tiriyê zer e

sadar bn sayewer

sade sade, xwerû, saf, pak, paqij

sadir mişar, rêzeka biçûk ya erdê çandî

sadî sadîzm, zilmhezî, stemdostî

sadîger, sadîst sadîst, zilmhez, stemdost

sa’et saet: 60 deqîqe; demjimêr

saf saf, safî, xwerû, sade

safo aman, firax, qap

sakar xwerû, sade; pak, paqij; bêguneh, saf

sako çiyayê rût, çiyayên bêdar

sal sal (12 meh)

salane salane, her sal, her sal carekê

salar salar, serok, serokerkan, serleşker, fermandar

sale salî: mindalêkî pênc-sale zarokekî pêncsalî

salname salname, teqwîm, kalender

salor têgihiştî, fehma, hestiyar

salroj salveger, salroj

sam sehm, heybet, sam

samdar bisehm, biheybet

samal sahî, sayî, esmanê zelal, bêewr

saman maliyet, mal, mal û milk, heyîn, saman, sermiyan, sermaye

samandar zengîn, dewlemend, xwedîmal, xwedîmaliyet, maldar

same lihevkirin, pêkhatin, sulh, têkgihiştin

samotk sawir, reşê şevê, xeyalet, fantom

san bn helsan

sana, sanahî bn asan, asanî

sandin I bn sendin

sandin II bn helsandin

sansor sansur, qedexekirina yan bisinorkirina medyayê

santîm, santîmître santîm, santîmetre, 1/100 metre

sap gidîş, giyayê li ser hev komkirî

sapîte karîte, binban, banê xanî ji aliyê hindir ve

saqe sedeqe, xêr, bêş

saqol cûreyeke zembîlan/sepetan e

sara sehra, berrî, deşt, çol, cihê hişk û rût

saranişîn sehrayî, sehrajîn, berrînişîn, deştî, çolistanî, çolî

sard sar, cemidî, tezî, ne germ, ne kel

~ û germ sar û germ, têhnşîr, ne germ û nej î sar, li qayde

~ û sir sirr û seqem, pirr sar

sardayî bn sardî

sardemenî saremenî, vexwarinên sar wek ava cemidî û şerbetê û kolayê

sardesingan kolîk, nexweşiya zarokên ku di du-sê mehên pêşîn de pirr digirîn

sardeşer şerrê sar, cenga sar, cenga ku tê de çek nayên bikaranîn lê bi propagandayê yan têkiliyên dijminane du yan çend alî dijîtiya hev dikin

sardî sarî, sarma, serma, rewşa sar; sarî, dilsarî, bêcoşî, bêdilgermî

sare bn sibeynê

sarêj (birîna) kewiyayî, saxbûyî

~ bûn kewîn, (birîn) sax bûn

~ kirdin kewandin, (birîn) sax kirin

sarme I nexşên rengîn (bi taybetî li ser kurtanên hespan)

sarme II navê riwekekê ye

sarumar bêhna pîs û bihêz

sat bîsk, kêlîk, gav; saet, dem: satêk lemew pêş berî gavekê, berî bîskekê

satewext delîve, derfet, mecal, keys

satme dev lê negerrîn, bîskekê lal bûn

satore şefir, kêr, sator

sawa sava, bebik, pitik, zarokên berşîr, nûbûyî

sawar, sawer savar, bulxur

sawe kerî, celeb, koma pezî

sawîlke xeşîm, sade, saf, cahil, nefehma, nezan, hol, aqilsivik

sax, sax sax, bisilametî, zindî, ne nexweş, ne êşewî yan birîndar, ne mirî

saxî, saxî saxî, saxlemî, silametî, tenduristî

saxt kar, encama karekî

saxte sexte, çêkirok, kopî, mizewir, ne eslî, ne heqîqî, ne orijînal

saxtekar, saxteçî sextekar, hîleker

saxtekarî, saxteçêtî sextekarî, hîlekerî

saxtman avahî, bîna, xanî

saye say, xêr: le sayey to da bi saya te, bi xêra te, ji dewleyî serê te; le sayey to we bo xatirê te, ji ber te, sera te

sayeqe sahî, sayî, esmanê zelal, bêewr

sayewer parêzer, kesê yan tiştê ku kesekî yan tiştekî diparêze

sayewişk zikreş, ne xêrxwaz, ne alîkar

sayî sahî, sayî, esmanê zelal, bêewr

sayklon sîklon, bager, babelîsk, tornado

sayle hewdel, şorbeya ron

saz I saz, biziq, amûreke muzîkê ye

saz II saz, çêkirî, lihev, duristkirî

-saz –saz, çêker, tamîrker, duristker

sazan (-sazê-) pêk hatin, li hev hatin, berpê bûn, peyda bûn, çêbûn, qewimîn, realîze bûn; hazir bûn, amade bûn; tamîr kirin

sazandin (-sazên-) durist kirin, çêkirin, amade kirin, hazir kirin, li hev anîn, pêk anîn, saz kirin, harmonîze kirin, sazandin

sazinde, sazinge 1. sazbend, sazvan, sazlêder, muzisyen 2. lewçe, zimandirêj, zêdebêj, pirbêj

sazker, sazkar sazker, duristker, çêker, amadeker, hazirker

se... biguhêre

sebat xurtî, qayimtî, xweragirî, reqî, hêzdarî

sebaret be ... der barê…, li ser ..., di biwarê... de, derbareyî..., sebaretî ..., di warê ... de

sebeb sebeb, sedem, hoy, hokar

sebet, sebete selik, sepet, zembîl, qufik, tiriyane

sebetçin, sebeteçin sepetçin, zembîlçêker, seliksaz

sebetol_ke sepetik, selikok, zembîlk, qufik

sebir, sebr sebr, sebir, sabirî, hedan, bêhnfirehî, tehemil

sebîl I qelûn

sebîl II rêbaz, rêç, terîqet

sebûn sebûn, bayekî germ û xurt

sebûrî sebir, hedan, sebûrî, tehemil, bêhnfirehî, xweragirî, berxwedêrî

secde sicde, sucde, di nivêjkirinê de enî danîn ser erdê

sed sed, 100

sedan sedan, seda, bi sedan, bi seda

sedane sedî, sedane, sedsalî

sede sedsal, qirn, sede, heyama sed salan

sedef sedef, lûl, lu’l, mîne

sedeha sedan, bi sedan

sedem, sedemîn sedem, sedemîn, ya/yê sedan/sedê

sedrî cûreyek birincê dirêjok û bêhndar e

sedyek sedyek, sedêk, yek ji sedê/sedan

seg se, kûçik, (z) hewo, seg

seh_en sênî, sênîk, sehen, tirar

sendin standin, stendin, sendin; kirrîn

senger asêgeh, senger, çeper, keleh, kelhe

sepan pale, dirûkar, dirûvan

sepandin sepandin, ferz kirin, li ser ferz kirin

sepanî paletî, dirûkarî, dirûvanî

sepole aqilsivik, peledîn, delodîn, tiredîn

ser ser, serî, sere, serik: car

seran giregir, serok, serkirde; seran, pirhejmariya peyva ”ser”

serane serane, sere, baca şexsî, vêrgiya li gor hejmara kesên malbatê; fîdye, pareyê rizgarkirina kesekî revandî

seranser seranser, sertaser, ji serekî heta serê din, ji rexekî heta rexê din, bi temamî, hemû

seranserî seranserî, sertaserî, giştî, umûmî, amî, tevî, hemûyî

serapa ji serî ta piyan, ji şilikê ta şimikê

serapîçe binban, serban ji aliyê binî/hindirê xanî ve

seraraw lêzêdekirî

serasa derasayî, serasa, neasayî, nenormal

serasayane derasayane, serasayane, nenormalane

serasê bn serêşe

serasîme matmayî, ecêbgirtî, heyirî

seraw destav, avdest, avdestxane, destavxane, lavabo, edeb, edebxane, daşir,

serawird, serawurd esil, binyat, jêder, çavkanî, serekanî

seraza azad, hur, serbixwe, xweser, serazad

serazayî azadî, hurî, serbixweyî, xweserî, serazadî

ser be ser bi ..., aîdî ..., girêdayî ...

serbajêr serbajar, paytext, asîme

serban serban, ban, serê xanî, banê xanî

serbaqî zêdehî, zehfî, mişetî

serbas mijar, babet, berbehs, serbehs, mewzû

serbaz leşker, esker, serbaz, sipa

serbazge leşkergeh, ordîgeh, eskergeh, serbazgeh, maesker, garîzon, kampa leşkerî

serbazî leşkerî, eskerî, serbazî, sipayî

serbekil_awe baran an berfa boş û zêde

serberan sivande, sivde

serberewjêr bn serberewxwar

serberewjûr serberjor, serevraz, berjor

serberewjûre serberjorî, berjorî, serevrazî

serberewxwar serberjêr, sernişîv, berjêr

serberewxware serberjêrî, sernişîvî, berjêrî

serberz serbilind, serfiraz

serberzî serbilind, serfirazî

serbeser serbiser, ser-bi-ser, yek-bi-yek, yekser

serbest serbest, azad, berdayî; bi kêfa xwe

serbestî serbestî, azadî, rizgarî, huriyet

serbeş serpişk, serpar, serbeş, beşa serekî, pişka mezin

serbexo serbixwe, xweser, rizgar, azad

serbexoyî serbixweyî, xweserî, rizgarî, azadî, serxwebûn

serbizêw har, hêç, netebitî, neqet, şûm, bêhedan

serbirr serjêker, serbir

serbirraw serjêkirî, serbirrî

ser birrîn ser jê kirin, ser birîn

serburd serpêhatî, bûyer

sercem sercem, seranser, tevahî, tev, gişt, hemû, hemî

sercencal_ zêde mijûl, pir meşxul

sercêga rûnivîn, çarçev, mêzer, mişot

sercêyî navnivîn, seks, têkiliya cinsî

sercil sercil, cilê ku li ser pişta hesp û dewarên din datînin

serçawe serekanî, çavkanî, jêder, kanî

serçewt ser_cemiyayî, veçemiyayî, tewiyayî, xwehr

serçil_ bêsexbêr, bêdîqet, hayjixwene, neguhdar, nearam

serçiya serçiya, serê çiya, zozan, bilindgeh

serçopî serçemk, serkêşa/ê govend û dîlanan

serdan serdan, seredan, mêvanî, ziyaretkirin

serdar serdar, serok, rêber, birêveber, serkêş, serheng, pêşeng, pêşewa

serdaw serdav, sarinc, selace, dolaba sar, odeya sar, embara sar

serdarî serdarî, serokatî, rêberîtî, birêveberî, serkêşî, serhengî, pêşengî, pêşewatî

serdem serdem, heyam, zeman, çerx, çax, qirn

serdeq mor, muhr, xetim

serder serder, ziyaretker, mêvan, sereder, serdanker

serder kirdin rizgar kirin, filitandin, xilas kirin, qurtal kirin

serdest serdest, zal, serwer, bihêz, xurt

serdeste serdeste, serkom, serdeh, onbaşî, korpral

serdulkane, serdulke zêmar, stranên şînî û behiyan

sere 1) sere, serik 2) sira, dor 3) serpişk, serbeş, sere, numerator 4) navsere, navsal, ne genc û ne pîr

serebizût serbizot, darê ku serekî wî bizot e anku dişewite 2) meteorî, dûvstêrk

serencam serencam, encam, netîce, dawî, dûmahî

serepet dirûv, hizir, delîl, belge, têderxistin

serera, sereray tevî, tevî ku, digel hindê jî ku, herçend, herçend e ku

sereriste destpêk, serê hevokê, serê cumleyê, destpêka gotinê

serero ya li gor serê xwe diçe, yê bi serê xwe diçe

sereta destpêk, sereta, bîdaye

seretayî destpêkî, seretayî, bîdaî, berayî, berahî

serexulê sergêjî

serêlçî balyoz, sefîr, serêlçî, serqasid

serêşe serêşî, serêş

serfiraz serfiraz, serbilind, serberz, rûspî, biserketî

serger sîsark, qertel

sergerd heyran, qurban, gorî, fidaî, cangorî, canfidaî

sergerdan gêj, bêhiş, bêçare

sergerdanî gêjîtî, bêhişîtî, bêçaretî

sergerm sergerm, bicoş, biheyecan, dilxwaz

sergermî sergermî, ços, heyecan, dilxwazî

sergewre sermezin; serok, rêber, serkêş; serekî, sereke, mezin

ser girtin bi cih hatin, pêk hatin, durist bûn, bi ser ketin

serguhêz serok, rêber, serkêş, serdar

sergul serik, destpêk, ser

serguruşte, serguzeşte serpêhatî, çîrok, jiyanname

serincrakêş balkêş

serjimar serjimar, serjimêrî, hejmartina nifûsê

serkar serkar, şef, serokê karî, birêveberê karî

serkel gupik, lûtke, serê çiyayî yan bilindahiyeke din

serkeş wêrek, cesûr, bisteh, bicur’et, bicesaret, biwêr

serkeşî wêrekî, cesaret, bistehî, cur’et, biwêrî

ser kewtin bi ser ketin, bi ser keftin, qazanc kirin, serkeftî bûn; hilkişîn, hewa ketin, hilketin, çûn serî

serkewtuwane serketiyane, bi serketî, bi awayekî serketî, serfirazane, mizaferane

serkewtû biserketî, biserkeftî, serketî, sekeftî, mizafer, serfiraz

serkêş şehmûz, şûm, neqet, netebitî, nearam, nerehet, bêhedan, bêsebr; serhişk; serkêş, pêşvero

serkêşî şehmûzî, şûmî, neqetî, netebitîn, nearamî, nerehetî, bêhedanî, bêsebrî; serhişkî; serkêşî, pêşverotî

serkirdayetî serokatî, fermandarî, serkêşî, pêşengî, serkirdayetî, komandarî, serdarî

serkirde serok, serkirde, serdar, fermandar, komandar

ser kirdin ser danê, teslîm bûn, radest bûn, xwe li ber çemandin, xwe radest kirin

ser kirdinewe pûnijîn, hizirîn, bîr lê kirin, tê fikirin, xeyal kirin

serkiwêr bn serkwêr

serkiz sernerm, bindest, nefsbiçûk, mutewazî

serkizî sernermî, bindestî, nefsbiçûkî, mitewazîtî

serkilom qerase, darê asêkirina dergehan

serkomar serokkomar, serokcumhûr, serokdewlet; serokeşîr, axa

serkulle lixav, liwan, zîn

serkutker serkutker, tepeserker, çewisîner, bindestker, zalim, zordest, zorba

serkutkiraw tepeserkirî, serkutkirî, çewisandî, bindestkirî, zorlêkirî, mezlûm, zilmlêkirî

serkut kirdin tepeser kirin, serkut kirin, çewisandin, bindest kirin, zulm lê kirin, tade lê kirin

serkwêr matmayî, ecêbgirtî, sersurmayî, heyirî, hêbetgirtî

serkwêrî matman, ecêbgirtin, sersurman, heyirîn, hêbêtîbûn

serle, ser le serê: serle beyanî serê sibê, serê spêdê

ser le nwê, serlenwê ji nû ve, ji serî ve, ji destpêkê ve

serlepênaw cangorî, canfida

ser le qur xwelî bi serî werbûn, xwelî bi serê xwe werkirin

serleşker serleşker, fermandar, fermande, zabit, komandar

serlêdan serlêdan, serlêxistin; seredan, serdan, ziyaretkirin

serliq serçeq, çeqê serekî; serliq, serokê liqekê, serokê komeke leşkerî yan siyasî

sermaye sermaye, mal, saman, maliyet, milk, kapîtal

sermayedar sermayedar, maldar, samandar, milkdar, kapîtalîst

sermayedarî sermayedarî, kapîtalîzm

sermayî bîrhatin, bîranîn

sermest serxweş, sermest, mest

sermeşq nimûne, mîsal, modêl

sermeşqane diyariya zavayî bo bûkê

sermewqulat qulîpank, teqle, balqazî, qulopanî

sermêz mêzer, mişot, perdeya ser maseyan anku mêzeyan

sermile zozan, rastgeha ser çiyayî

sermiyan sermiyan, serek, sereke, serekî, reîs, reîsî

sermor muhrkirî, morkirî, bimuhr, muhrdar, xetimkirî

sername navnîşan, adres, unwan

ser nan, sernan bi rê ketin, çûn, berê xwe dan

sernaw sernav; paşnav, leqet, navê malbatî

sernawkane diyariya pîrikê, diyariya ku malbata zarokê dide pîrika ku alîkariya welidandina zarokê kiriye

sernerm sernerm, rehet, aram, hedirî, tena

sernizm serşor, ne serfiraz

sernûs sernivîs, nivîsa serekî; redaksiyon, verastkirin

sernûser sernivîser, edîtor, redakteker, verastker

serok serok, reîs, prêzîdênt, serkirde, serdar, pêşeng, pêşewa

serokayetî serokatî, serokayetî, reîsî, serkirdetî, serdarî, pêşengî, pêşewatî

serpak tev, gişt, hemû, hemî, xirr, tevahî

serpal_e serpale, çawîş, serokê paleyan

serpel serpel, serçawîş, astsubay, pileyeke efseriyê ye

serper_ dûlik, rex, alî, teref

serper_e sernav, sernûçe, rubrîk

serperç nakokî, nelihevî, dijhevî, rikeberî

serperişt birêveber, serperişt, serok, midûr, manajer, gerînende

serperiştî birêveberî, serperiştî, serokatî, midûrîtî, manajerî, gerînendetî

serpetî serrût, servekirî, bêşaşik, bêcemedanî

serpê serpê, peya, piyade, gerokê bi piyan / lingan

serpêç serhişk, înato, biînad, bi-israr

serpêçî serhişkî, înat, înad, israr

serpêyî serpêyî, bi lez, neplankirî

serpoş kevînk, dersok, çarik, çarşef

serqal_ mijûl, meşxul, xerîk, bilez

serqal_î mijûlahî, meşxulî, xerîkî, lez

serqap qepax, serdank, derdank, derqifank

serqebran goristan, ziyaret, mezar

serqel_em sernivîser, edîtor

serqel_emane bihayê niviştiyan ku didin melayan

serqotîn serrût, serhût, bêporr, bêpirç

serqûl_e cûreyek ji tiriyê mor/reş e

serreq serreq, serhişk, înato, bi-înad

serreş serreş, porreş, pirçreş; xidam, carî, keça xizmetkar

serrast serrast, rastgo, sadiq, wefadar, bawerpêkirî, dilsoz

serrût serrût, serhît, serhût, servekirî, sernenixamtî, bêşaşik, bêdersok, bêkevînk, bêçarik

sersam matmayî, ecêbgirtî, matbûyî

sersamî matman, ecêbgirtin, matbûn

serserekî bi ser ve, bi rû ve

serserêtî serserîtî, tûletî, tolazî, sûtalî, şeqawetî

serserî serserî, tûle, tolaz, sûtal, şeqawe, neguhdar, neberpirsiyar

sersext xweragir, berxweder, xurt, qayîm

sersûk dilsivik, sersivik, bêxem, terkexem

sersûkî dilsivikî, sersivikî, bêxemî, terkexemî

ser sûr_ man mat man, ecêb girtin, ecêbgirtî bûn, behitîn, heyirîn, hêbetî bûn

serşan sermil, aliyên jorîn yên milan

serşêt dîn, peledîn, tiredîn, delodîn, har, hêç

serşîn naletî, lanetî, xezeblêbûyî, naletlêketî, lanetlêkirî

serşor_ serşor, sernizm, rûreş, şermezar, ketî şermê, xistî şermê

serşor_î serşorî, sernizmî, rûreşî, şermezarî

sertapa, sertapê sertapê, ser ta pê, ji serî heta piyan, ji şilikê ta şimikê

sertaser seranser, sertaser, ji serekî heta serê din, ji rexekî heta rexê din, bi temamî, hemû

sertaserî seranserî, sertaserî, giştî, umûmî, amî, tevî, hemûyî

serterîde serçete, serokê komeke xirabîkar

sertil_ bijare, jêhatî, berkeftî, hêja

sertiwêj, sertwêj sertûk, banê hişk jê ku mastî digire

sertîp serkom, serokê komekê; general

sertund serreq, serhişk, înato, bi-înad

seru her yek, heryek, herêk

serubend I serdem, zeman, dem, çax, wext, heyam

serubend II girêk, serê benikî, serê bendikan

seruber biserûber, bikêr, bikêrhatî, kafî, bes, têr

serubin serobin, serûbin, tevlihev, têkil, têkvedayî, pelate, belawela, ji serî heta binî

seruçaw serûçav, rû, sûret, xuyang

serudemî demdemkî, carcarî, carinayî, binavber, binavbir

serugwêlak serûçav, rû, sûret, xuyang

serumal serûmal, mal û can, her tiştê kesekî

serumir bênavbir, berdewam, herdem, hergav

serupê serûpê, serûpêk, ser û lingên pezî yên bo xwarinê kelandî

serupêç dersok, kevînk, kefî, egale, laçik, serpêçk, serpoşî, şaşik, cemedanî

serusaxt, serusext serwextî, hay, aga, agadarî, haydarî, hayjêhebûn, nasîn, naskirin

serusekewt devûlêv, devûlixav, rû

serusemene hatin, gihiştin, serdan, seredan

serusîma serûsîma, rû, serûçav, xuyang

seruşwên serûşûn, cih, cihê lêmanê, cihê lêbûnê

serû serî, silal, di ser re, jor; bakur, şîmal

serûtir silaltir, serretir, di-ser-re-tir, jortir; bakurtir

serwer serwer, hukimran, zal, serdest, karbidest, serdar, deshilatdar, zoran, hakim

serwerî serwerî, hukimranî, zal, serdestî, karbidestî, serdarî, zoranî, hakimiyet

serwesta serhoste, serhosta, hosteyê serekî

serxew hînişk, kurtexew, xewa kurt

serxêl_ serêl, serokhoz, axa, serokeşîr

ser xistin bi ser xistin, serfiraz kirin, serkeftî kirin

serxoş serxweş, mest, serserî, mendehoş

serxoşî serxweşî, mestî

serzarî zarvekirin, zehrîvekirin, çavlêkirin, lasayîkirin, teqlîdkirin

serzelût serhît, serrût, bêpor, bê mûyên serî

serzemîn, serzewî sererdî, seraxî, serzevî, serzemîn

setil_ setil, satil, zerik, dewlik

sewz kesk

sexirdan mêdek, mêzer, sifre, cawê ku xwarin li ser tê danîn

sext dijwar, asê, zehmet, hişk, req, sext

sextî dijwarî, asêtî, zehmetî, sextî, hişkî, reqî

sexur_ rîx, pîsatî, gû

...


si... biguhêre

sibeynê sibê, siba, sibehî

sik zik

silaw (intj.) silav, selam, merheba, rojbaş; (n) silav, silavdan, merhebayî

sing sîng

...

sî... biguhêre

sîpare namilke, broşûr

sîxwar xwîsar, sarma

sîxur sîxur, casûs, cehsûs, ya / yê karê wê / wî peydakirina agadariyên nehînî ye bi dizîkî

sîxurane bi dizîkî, ji dizîkî ve, sîxurane


su... biguhêre

supa leşker, esker

supas spas

supasî spasî

sur sor


sû... biguhêre

sûd, sûde mifa, kelk, feyde

sûqan hestî

sûtan sotin, şewitîn, suşîn

sûtandin sotandin, şewitandin, sujandin

Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî