Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

L l biguhêre

Soranî سۆرانی Kurmancî
la لا al, alî, rex, hêl; cem, nik, bal, ba, dev; ber; neserekî, duyem; dor, derdor, dorber; pirt, par, pişk
~ birdin ~ بردن dan / birin aliyekî
~ çûn ~ چوون xwe vedan, xwe dan aliyekî, ji rê rabûn, veder bûn, rêya kesekî / tiştekî kirin
~ danan ~ دانان danîn / deynan aliyekî
~ dan ~ دان dan alî, dan rexekî, ji ser rê rakirin, veder kirin, vedan
~ kirdin ~ کردن berê xwe dan
~ lê kirdin ~ لێ کردن alîkarî kirin
~ tê kirdin ~ تێ کردن pişta / guhê xwe danê, pûte pê nekirin, giringî nedanê
xo ~ dan خۆ ~ دان xwe vedan, xwe dan aliyekî, veder bûn, ji ser rêya kesekî / tiştekî rabûn
lababet لابابەت albabet, babeta duyemîn / neserekî
labar لابار albar, tiştê li gel barê serekî tê barkirin
laberhem لابەرھەم alberhem, berhema neserekî / duyemîn
labiraw لابراو dayî / birî aliyekî
lacang لاجانگ cênîk
lacîwerd لاجیوەرد lacîwerd, şînî zelal
laçû لاچوو demkî, berdemî, dw. berdewam, herdemî
ladê لادێ derbajar, gund
ladêyî لادێیی gundî, derbajarî
laencam لاەنجام albandor, alencam, bandora / encama neserekî / duyemîn
laf لاف meth, pesn
~ û gezaf ~ و گەزاف meth û pesn
lafaw لافاو lehî, lêhî, avrabûn
lagîr لاگیر alîgir; piştevan
lagîrî لاگیری alîgirî; piştevanî
lajig لاژگ nezan, bêhay, bêaga
lajigî لاژگی nezanî, bêhayî, bêagayî
lak لاک kelex, term (t yê lawirên sekitî / mirî)
lakarî لاکاری karê pirtdemî, karê ne bo temamî rojê (ango 8 saetan), karê neserekî / duyemîn
lakêş لاکێش kêmkêş, kesa/ê carinan cigareyan dikêşe
lakêşe لاکێشە stêl, çargoşeya çik, rektangel
lakollan لاکۆڵان alkolan, kolana neserekî / duyemîn
lal لال lehl, yaqût (dirr û miceherek e)
lall لاڵ lal, bêziman (kesa/ê nikare qet yan baş zimanê xwe bigerrîne û bipeyive)
lallanewe لاڵانەوە lava / dia / dua kirin, hêvî kirin, tika / rica kirin, xwestin
lale لالە xal, birayê dayika kesekî, bn xall I
lalle لاڵە tika, rica, hêvî, daxwaz, dua, lava
lalengî لالەنگی lalengî, tangerîn (navê fêkiyekî ye)
lallepete لاڵەپەتە nîvlal, kesa/ê baş nikare zimanê xwe bigerrîne û bipeyive lê ne bi temamî lal e
lalixawe لالخاوە aliyê devî
lalî لالی bn lale
lallî لاڵی lalî
lalo لالۆ bn lale
lallupall لاڵوپاڵ pelate, pijale, belawela
lam لام navê tîpa "L" di alfabeya kurdî-erebî de
~elîfla ~ئەلیفلا di alfabeya kurdî-erebî de tîpên hevedudanî "LA"
~î qellew ~ی قەڵەو tîpa di alfabeya kurdî-erebî de "LL" ku di soranî de wek tîpa "l" di peyva "sal" de tê xwendin
lamil لامل stu; patik, paşstu
lan, lane لان، لانە hêlîn, mala firrindeyan / teyrikan; kunc, mala hin lawiran
lanewaz لانەواز derxistî, aware, mişext, derbider, derkirî, bêmal, bêhêlîn, penaber
lanewazî لانەوازی derbiderî, mişextî, awareyî, bêmalî, penaberî
lapall لاپاڵ beten, aliyek çiyayekî / girekî
laperre لاپەڕە 1) rûpel, berperr 2) serlêv, alperr, marjînal
lapçîn لاپچین lapçîn, lafçîn, gezme, pêlav, sol
laq لاق ling, pî, pê, bn qaç
laqe: ~ kirdin لاقە: ~ کردن dest tê werdan, destê xwe kirin di nav karekî re, xwe tûşî tiştekî kirin, dest kirin (tiştekî), dest (li tiştekî) dan
laqirdî لاقردی qerf, henek, tirrane, galte, yarî
lar لار xwar, xwehr, xêl, çemayî, tewî, tewayî, çemandî, tewandî, dw. rêk, rast
larelar لارەلار hejhejok, bi hejhejokî
larrew لاڕەو varê, avarê, aliyekî rê, derî rê, rexî rê, ne li ser rê
larewlar لارەولار xwarûvîç, çepûçûrr
larrê لاڕێ alrê, rêya neserekî / duyemîn
larî لاری xwarî, xwehrî, xêlî
las لاس qane, îqna, razî
lasar لاسار serhişk, înato, biînat
lasarî لاساری serhişkî, înat
lasayiyane لاساییانە lasayiyane, texlîdane, zarveker, îmîtatîv
lasayî لاسایی zarvekirin, çavlêkirin, lasayî, texlîd
~ kirdinewe ~ کردنەوە zarve kirin, texlîd kirin, çav lê kirin, lasayî kirin
lasayîker لاساییکەر zarveker, çavlêker, texlîdker, lasayîker
laseng لاسەنگ bêseng, alseng, bêbalans
lasengî لاسەنگی bêsengî, alsengî, bêbalansî
lask لاسک destik
lastîk لاستیک lastîk, plastîk, elastîk
laş لاش laş, leş, beden, gewde; kelex, term, cesed; mirar
laşan لاشان yekal, rêyên tenê yekalî
laşe لاشە bn laş
laşerr لاشەڕ şerrnexwaz, aştîxwaz, pasîfîst
laşerrî لاشەڕی şerrnexwazî, pasîfîzm, aştîxwazî
lat لات jar, hejar, feqîr, bêhal, belengaz, perîşan, reben, nehe
~ û liwar ~ و لوار feqîr û hejar
~ û liwat ~ و لوات reben û perîşan
laterraf لاتەڕاف tenişt, rex, teref, alî
latirqewç لاترقەوچ vajî, berevajî, berûpişt, serberjêr
latuxm لاتوخم jêrcûn, jêrtuxm, cûnên / tuxmên / celebên / coreyên ji hin cûnên / tuxmên celebên serekî
law لاو ciwan, genc, xort, law
lawandinewe لاواندنەوە 1) lorandin, lorîk pê gotin, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan gotin
lawanewe لاوانەوە lorîk, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan
lawaz لاواز lawaz, qels, bêhêz, zeîf, nazik, hejar, lehwaz, dw. xurt, bihêz
lawazî لاوازی lawazî, qelsî, bêhêzî, nazikî, hejarî, zeîfî, dw. xurtî, hêzdarî, bihêzî
lawçak لاوچاک xortemêr, xweşxort
lawe لاوە balkêşî, balkişan, dênkişandin, bi alî xwe ve birin, qanekirin, îqnakirin,
lawekî لاوەکی biçûk, kêm, neserekî, duyemîn
lawelawe لاوەلاوە bn lawe
lawênî لاوێنی bn lawêtî
lawêtî لاوێتی ciwanî, gencî, xortî
lawik لاوک lawik, cûnek stiranên kurdî ye
lawirge لاورگە parasît, pêrejîn
lawje لاوژە cûnek stiranên kurdî yên evînî ye
lawlaw لاولاو navê giyayekî ye
lawuk لاووک bn lawik
lay لای alî; hêl
layen لایەن al, rex, tenişt, alî, hêl
layengir لایەنگر alîgir, piştevan, piştgir
layengirî لایەنگری alîgirî, piştevanî, piştgirî
laylaye لایلایە lorîk, stiranên dergûşan / landikan, stiranên bo zarrokên biçûk tên gotin dema landikên wan tên hejandin
le لە 1) li; (le ... da) di ... de, tê de; li 2) (le ...ewe) ji
~ ara (da) ~ ئارا (دا) berdest, amade, hazir; li meydanê; di nav de
~ ast ~ ئاست li ber / pêşberî / miqayeseyî (kesekî yan tiştekî)
~ ban ~ بان li ser; li serbanî
~ batî / ciyatî ~ باتی / جیاتی li şûna, li dewsa, pêşve, ji dêlva
~ bar ~ بار li ber, bicihkirî, amade, li cihê xwe yê rast
~ bar birdin ~ بار بردن ji ber birin (t zarrok); wa kirin ku bi ser neketin
~ bar bûnewe ~ بار بوونەوە welidandin, hemleya xwe danîn (dayika Xwedê zarrokê wê dide)
~ bar çûn ~ بار چوون ji ber çûn, hemle têk çûn, zarrok pêşdem û mirî welidîn
~ bar kewtin ~ بار کەوتن têk çûn, bi ser neketin; ji taqet û şiyan ketin
~ bare / bareyî ~ بارە / بارەیی li ser, li dor, derheq, derbareyî (mijarekê / babetekî),
~ ber ~ بەر 1) ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku) 2) li ber, li pêş 3) (le pênawî, bo xatirî) ji ber, (ji) bo xatirê, bi pêxemet 4) ji ber, ezber, bêyî ku lê binere: Ew zor şî'r le ber dezanê Ew gelek helbestan ji ber dizane 5) (cil û berg) (cil û berg) lê, li ber: Kirasekey le berî ke, ba zû biçîn Kirasê wê bike ber (lê bike) daku em zû biçin
~ ber çî ~ بەر چی ji ber çi, çima, (ji) bo çi, çire, çira, sedema wê çi ye (ku)
~ ber dem da ~ بەر دەم دا li pêşberî / rûyê / hizûra (kesekî)
~ le ber dest da ~ لە بەر دەست دا berdest, li ber dest, tişta/ê mirov dikare (bi asanî) xwe bigihîniyê
~ ber ewe ~ بەر ئەوە ji ber hindê, ji ber wê yekê, ji ber wê çendê, lew, lewre, lewma, loma, lema
~ ber hellsan ~ بەر ھەڵسان pêşve rabûn, rabûn daku bixêrhatinê li (kesekî / tiştekî) bike
~ ber kirdin ~ بەر کردن ji ber kirin, ezber kirin
~ ... bew lawe ~ ... بەو لاوە ji bilî..., ji ... pêve, ji xeynî...: Le min bew lawe kesî tir lê nebû Ji bilî min kes lê nebû, ji min pêve kes lê nebû, ji xeynî min kes lê nebû.
~ bin ~ بن li bin, di bin (tiştekî) ve
~ binewe ~ بنەوە ji bin ve
~ birew ~ برەو li ber zêdebûnê
~ birîtî ~ بریتی li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve
~ bîn gîran ~ بین گیران (xwarin) li gewriyê (asê) man
~ bîr birdinewe ~ بیر بردنەوە ji bîrê (bîra kesekî) birin, wa kirin ku (tiştek) ji bîra (kesekî) biçe
~ bîr bûn ~ بیر بوون li bîrê (bîra kesekî) bûn
~ bîr kirdin ~ بیر کردن ji bîr kirin
~ … da ~ … دا 1) li … 2) di … de
~ ciyatî ~ جیاتی li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve
~ çap dan ~ چاپ دان çap kirin, (pirtûk / rojname û hwd) derxistin; dan çapkirin, dan derxistin
~ çaw: ~ چاو: lew çawit! va ye! işte, ha ev e! li ber çavê te ye!
~ çaw ... da ~ چاو ... دا di çav(î) de; li ber, ger bêt berhevdan / miqayesekirin: Le çaw to da tawanekanim hîç nîn! Li ber tawanên / xirabiyên te, yên min ne ti ne! (Ger xirabiyên min û te bên berhevdan / miqayesekirin, yên min qet ne ti tişt in.)
~ ... çûn ~ ... چوون şibîn (tiştekî), wek tiştekî bûn, pê ve çûn, bi ser ve bûn: Kurrekeyş her lêy eçê Kurrê wî jî dişibiyê, Kurrê wî jî wek wî ye
~ daw derhatin ~ داو دەرھاتن jê (ji belayekê / dijwariyekê) filitîn / xilas bûn
~ dem ~ دەم ji devê (kesekî / lawirekî)
~ demêkewe ~ دەمێکەوە ji mêj, ji mêj ve ye, ev demek dirêj e (ku)
~ dest dan ~ دەست دان 1) li dest(î) dan, li dest(î) xistin 2) (delîv / derfet / jiyana xwe û hwd.) ji dest dan, hinda / wenda kirin
~ dewr gerran ~ دەور گەڕان xwe gorî / qurban kirin
~ diwa(y şitêk) ~ دوا(ی شتێک) piştî (tiştekî), li dû (tiştekî), li pey (tiştekî), li dûv
~ dû ~ دوو dû re, dûvre, bo razî kirinê: Hatûwe le dûm Hatiye dû(v) min re (= Hatiye min razî / qane bike. Hatiye ji min daxwaz bike.)
~ em ~ ئەم bn lem
~ 'eyn ~ عەین bn le heman
~ 'ezretana ~ عەزرەتانا li erd û esmanan ("Ez li esmanan li te digerrim, tu li erdê bi dest min dikevî."), pirr bi coş
~ êre ~ ئێرە bn lêre
~ gell ~ گەڵ li gel, di gel, pê re, bi (tiştekî / kesekî) re; di dema (bûyerekê) de
~ gell ewe(ş) da ke ~ گەڵ ئەوە(ش) دا کە tevî ku ... (jî), herçend e (ku) .... jî: Le gell eweş da ke temenim bîst sall bû, her beminyan dewut: "Tu minall ît." Tevî ku ez bîstsalî bûm jî, wan her digote min: "Tu zarrok î."
~ gerr da bûn ~ گەڕ دا بوون xebitîn, di gerrê / tevgerê de bûn
~ gerr kewtin ~ گەڕ کەوتن êdî nexebitîn, ji gerrê / tevgerê ketin, ji kar ketin
~ gij ~ گژ bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol
~ gire ~ گرە bn lêre
~ go çûn ~ گۆ چوون xirabe bûn, êdî nexebitîn
~ go kewtin ~ گۆ کەوتن bn le go çûn
~ go xistin ~ گۆ خستن xirabe kirin, wa kirin ku êdî nexebite
~ giwê ~ گوێ 1) li (ber) guhê (kesekî) 2) li hindavî / kinarî / rex / qiraxa (tiştekî)
~ giwê kirdin ~ گوێ کردن 1) kirin guhê (xwe / kesekî) 2) paşguh kirin, paş guhê xwe ve avêtin, pûte pê nekirin, giringî nedanê
~ hemû ... (da) ~ ھەموو ... (دا) 1) li hemû / hemî 2) li her: le hemû katêk da herdem’. 'bw: Le hemû kaseyek da eskiwê ye Tila / tiliya / tibla xwe dike di nav her tiştî re
~ hoş xo çûn ~ ھۆش خۆ چوون ji hal çûn, ji hiş çûn, aga / hay ji xwe neman
~ jêr ~ ژێر li bin; li jêr
~ jêr (şitêk) da ~ ژێر (شتێک) دا 1) di bin (tiştekî) ve; li bin (tiştekî) ve 2) li jêr
~ jêrewe ~ ژێرەوە ji binî ve; ji jêr ve
~ jûr ~ ژوور li jor, li serî, li silal, li hindavî / raserî (tiştekî); ji jor, ji serî, ji silal, ji hindavî / raserî (tiştekî)
~ kanga ~ کانگا ji binê / kûratiya (tiştekî): le kangay dillmewe ji kûratiya dilê min (ve)
~ kellk kewtin ~ کەڵک کەوتن bûn bêwec / bêkêr, êdî (bi) kêr nehatin
~ kellk xistin ~ کەڵک خستن bêkêr / bêwec kirin, wa kirin ku tiştek êdî bibe bêkêr / bêwec
~ kerem kewtin ~ کەرەم کەوتن bn le kellk kewtin
~ kin ~ کن li nik, li cem, li bal, li dev, li rex, li tenişt, li gel
~ kin xo ~ کن خۆ qaşo, xwedêgiravî, hesaba xwe
~ kiwê ~ کوێ li kû, li kû ve, li kû derê, li çi cihî
~ kiwêwe ~ کوێوە ji kû, ji kû ve, ji kû derê ve, ji kêrê ve, ji çi cihî (ve)
~ kîs çûn ~ کیس چوون ji kîsê (kesekî) çûn, derfet / delîv ji dest çûn, îmkan wenda bûn
~ kîs dan ~ کیس دان ji kîs dan, ji dest dan, derfet / delîv / îmkan ji dest dan / wenda kirin
~ kurtî ~ کورتی bi kurtî, bi kinî
~ kurtî birrînewe ~ کورتی بڕینەوە kurt vebirrîn, nehiştin / nehêlan / rê nedan ku (t suhbet) dirêj bibe
~ lawe ~ لاوە ji alî ve, ji al(iy)ekî ve, ne rikerast
~ layekewe ~ لایەکەوە ji al(iy)ekî ve, ji milekî ve, ji layekî ve
~ layekî tir(îş)ewe ~ لایەکی تر(ئیش)ئەوە al(iy)ek dî / din ve (jî), ji milek dî / din ve jî, ji rexek dî / din ve (jî)
~ layen kesêkewe ~ لایەن کەسێکەوە ji alî kesekî ve, ji kesekî
~ mêjewe ~ مێژەوە ji mêj ve, demek / heyamek dirêj e / bû ku
~ nakaw ~ ناکاو ji nişkê ve, qewimîna bûyerekê bêyî ku kesek li bendê be
~ nax da ~ ناخ دا di kûr de, di kûratiyê de
~ naw ... (da) ~ ناو ... (دا) bn le nêw
~ nêw ... (da) ~ نێو ... (دا) li nav, li nêv; di nav / nêv ... de
~ nêwan ... (da) ~ نێوان ... (دا) li navbera (du tiştan) de, navberî (du tiştan)
~ nîwan ... (da) ~ نیوان ... (دا) bn le nêwan ... (da)
~ pallewe ~ پاڵەوە paldayî, rûniştî, hewante
~ paş ~ پاش piştî, li dû, li pey, li dûv
~ paşan (da) ~ پاشان (دا) paşî, paşê, dûre, dûrve, peyre
~ paş mile ~ پاش ملە li pişt guhê (kesekî), baskirina kesekî dema ew bi xwe ne amade / hazir
~ pena ~ پەنا 1) li pişt, li paş 2) li ber stara (kesekî / tiştekî): Le penay Xwa da bin! Li ber stara Xwedê bin! Spartiyî Xwedê bin! Xwedê we bistirîne!
~ pesta ~ پەستا bi berdewamî, bê rawestan, bê navbirr
~ pê kirdin ~ پێ کردن (pêlav / sol) kirin piyê (xwe / kesekî)
~ pê kirdinewe ~ پێ کردنەوە (pêlav / sol) ji piyê (xwe / kesekî) kirin
~ pênaw ~ پێناو bo, ji ber, (ji) bo xatira/ê (tiştekî), bi pêxemet
~ pêş ~ پێش li pêş, li hember; li pêşiya (kesekî / tiştekî), li berî / berahîka (kesekî / tiştekî)
~ pirr ~ پڕ ji nişkê ve, bi lez
~ pirrêk da ~ پڕێک دا ji nişkekê ve, ji nişkê ve, bi lez û bê plan
~ pişt ~ پشت li pişt, li paş
~ qestî ~ قەستی 1) ji qesta, ji yarî ve, ne ji dil 2) ji qesta, bi mebest, bi zanebûn
~ rrastî (şitêk) ~ ڕاستی (شتێک) li rasta (tiştekî), hemberî / miqabilî (tiştekî)
~ rrastî da ~ ڕاستی دا bi rastî; di rastiyê de
~ rregûrîşe ~ ڕەگووریشە ji reh û rîş(an) ve, ji bingeh ve
~ rrê laçûn ~ ڕێ لاچوون xwe ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê derçûn, xwe ji (ser) rê dan aliyekî
~ rrê ladan ~ ڕێ لادان ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê dan aliyekî
~ rrêz (da) ~ ڕێز (دا) li rêzê, di rêzê de; bi rêz, yek li pey / dû ya din
~ rrû(y kesêk) da ~ ڕوو(ی کەسێک) دا li rûyê (kesekî), di rûyê (kesekî) de, li ber çavên kesekî
~ rrû da man ~ ڕوو دا مان neçar man, mecbûr bûn
~ rrû da westanewe ~ ڕوو دا وەستانەوە li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe ragirtin
~ rrû(y kesêk/ şitêk)ewe ~ ڕوو(ی کەسێک/ شتێک)ئەوە ji ber (tiştekî), ji sedema (tiştekî): Le rrûy nebûnî kitêbewe natiwanîn ders bideyn Ji ber (ti)nebûna kitêban em nikarin dersê bidin; ji alî (tiştekî) ve: Le rrûy abûriyewe ji alî aborî ve
~ rrû hatin ~ ڕوو ھاتن wêrîn, wêriyan, bistehî / wêrekî hebûn, cesaret / cur'et kirin
~ ser kirdin ~ سەر کردن rê dan ku kesek beşdarî (t lîstikê) bibe
~ ser kirdinewe ~ سەر کردنەوە li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe parastin
~ ser la ~ سەر لا li ser lêva / rexê / tenişta / aliyê (tiştekî)
~ ser şan ~ سەر شان li ser milê (kesekî), erkê / berpirsiyariya (kesekî)
~ ser westa ~ سەر وەستا li ber destê hoste, li ber tamîrkirinê
~ ser westan ~ سەر وەستان li benda / hêviya (tiştekî / kesekî) man / rawestîn / sekinîn
~ ser xo ~ سەر خۆ 1) bi dilê xwe, hêdî-hêdî, rehet-rehet, bê lez û bez 2) liserxwe, bn leserxo
~ ser xo çûn ~ سەر خۆ چوون ji hal çûn, ji xwe çûn, aga / hay ji xwe neman
~ ser xo kirdin ~ سەر خۆ کردن bi dilê xwe kirin, bê lez û bez kirin, hêdî-hêdî kirin
~ serêkî tirewe ~ سەرێکی ترەوە ji serek dî / din ve, ji rexek dî / din ve; ("li aliyekî / milekî mesele wiha ye" û) li aliyê / milê dî / din
~ sêdare dan ~ سێدارە دان li sêdarê dan, daliqandin, xeniqandin, xendiqandin, (mirov) bi darekê ve hilawîstin daku bimire
~ şîr birrînewe ~ شیر بڕینەوە ji şîr ve kirin, êdî şîrê dayikê nedan zarrokekî/ê
~ taw ~ تاو ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku), çiku, çimkî, çunke
~ tek ~ تەک bn le gell
~ tenîşt ~ تەنیشت li tenişt, li rex, li nik, li cem, li bal, li ba, li dev, nêzîkî (tiştekî)
~ wê ~ وێ 1) li wir, li wê derê, li wêrê 2) ji wir, ji wê derê, ji wêrê
~ wê rra ~ وێ ڕا di wir re, di wê derê re, di wêrê re
~ wên derê ~ وێن دەرێ bn le wê
~ wêwe ~ وێوە ji wir, ji wê derê, ji wêrê; ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve
~ wûze(y kesêk) da bûn ~ وووزە(ی کەسێک) دا بوون jê hatin, karîn, pê çêbûn, ji destî hatin, şiyan
~ xem çûn / rrexsîn ~ خەم چوون / ڕەخسین bi ser xwe bûn, serbest bûn (zarrok yan firrinde ku êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan namîne)
~ xew hellsan ~ خەو ھەڵسان ji xew rabûn, şiyar bûn, hişyar bûn
~ xew rraperrîn ~ خەو ڕاپەڕین (ji xew) ceniqîn, veceniqîn, hilceniqîn
~ xêw derçûn ~ خێو دەرچوون fehma bûn, mezin bûn, (zarrok) gihiştin wê pileya temenî ku êdî dikare bi xwe xwe xwedî bike
~ xirte çûn ~ خرتە چوون (hestî / til / tilî / tibl) ji geh çûn, ji cih çûn (lew êşîn)
~ xişte birdin ~ خشتە بردن xirrandin, ji ser rêya rast birin, kafir kirin, xapandin, lêb / hîle / dekûdolab lê kirin
~ xo ~ خۆ ji xwe, ji alî xwe ve (bêyî ku jê bêt pirsîn / xwestin)
~ xo bûrdin ~ خۆ بووردن bo xwe nekirin xem, guh nedanê
~ xo çûn ~ خۆ چوون ji xwe çûn, ji hal çûn, aga / hay ji xwe neman
~ xo da rrabînîn ~ خۆ دا ڕابینین di xwe re dîtin, wa hesibandin ku dikare tiştekî bike: Le xo da rranabînim le ser ew babete binûsim Di xwe re nabînim li ser wî babetî binivîsim (Bawer nakim dê ji min were ku li ser wî babetî binivîsim)
~ xo kirdin ~ خۆ کردن ji xwe kirin, li xwe biyan / xerîb kirin, ji xwe dûr xistin
~ xorrayî ~ خۆڕایی bîlasebeb, bêsebeb, ne ji ber ti tiştî; bêkêr, bêwec, bêmifa
~ xowe ~ خۆوە ji ber xwe ve, ji xwe ve, ji alî xwe ve
~ xurênî ~ خورێنی bi exrînî, bi zikê birsî / birçî, bêyî ku tiştek xwaribe
~ xwar ~ خوار li jêr, li xwarê, nizmtir
~ yad bûn ~ یاد بوون li bîra (kesekî) bûn, hatin bîra (kesekî)
~ yad kirdin ~ یاد کردن ji bîr kirin, ji bîra (kesekî) çûn, neman li bîra (kesekî)
~ yek ~ یەک 1) li yek / êk 2) li hev / hevdu / êkûdu
~ yek berbûn ~ یەک بەربوون berbûn hev, pev çûn, êrişî hev kirin, bera hev bûn / çûn
~ yek berdan ~ یەک بەردان berdan hev, bera hev dan, wa kirin ku (du mirov / kom û hwd) êrişî hev bikin
~ yek bûn ~ یەک بوون 1) ji hev bûn (serekaniya wan eynî) 2) ji hev (cuda) bûn, ji hev veqetîn, ji hev sil bûn, ji hev xeyidîn
~ yek çûn ~ یەک چوون şibîn hev, mîna hev xwiya kirin, dirûvê / rengê wan wek hev bûn
~ yek dan ~ یەک دان 1) li hev dan, li hev xistin, bi hev ketin, li hev qelibîn, deynan êkûdu 2) li hev dan, xistin hev, bi hev re girê dan, zeliqandin
~ yek kirdin ~ یەک کردن 1) li hev kirin, kêrî hev hatin; li hev kirin, pêk hatin, aşt bûn, sulh kirin 2) ji hev (cuda) kirin
~ yek negeyiştin ~ یەک نەگەیشتن di hev negihiştin, ji hev fam nekirin
~ tirazan ~ ترازان ji hev vebûn / veqetîn / cuda bûn, pêkve neman
~ ziman (kesêk)ewe ~ زمان (کەسێک)ئەوە ji zarê / devê (kesekî)
~ ziman kewtin ~ زمان کەوتن ji ziman ketin, nekarîn bipeyive
-le -لە -ik, -k, -ok (paşbendek e bo biçûkkirina hin peyvan): birale birak, pişîle pisîk, pişîk
-lle -ڵە bn -le
lebarî لەباری kêrhatin, biwecbûn, bikêrbûn
leberçav لەبەرچاڤ berçav, diyar, xwiya, tişta tê dîtin yan dikare (bi asanî) bê dîtin
leblebî لەبلەبی leblebî, nokên qelandî
lebz لەبز (e) gotin, qese, peyv, bêje, kelîme
leçer لەچەر çepel, çirûk, çirîk, tema, nemerd, temah, tema'
leçerî لەچەری çepelî, çirûkî, çirîkî, temayî, nemerdî, temahî, tema'î
leçik لەچک kevînk, dersok, serpoş
legell لەگەڵ bn le gell
legen لەگەن legen, amanek mezin yê avê ye
legij لەگژ bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol
lefaf لەفاف birînpêçk, lifaf
lehîm لەھیم zilqek, lehîm
lek لەک kurdên lek, kurdên bi zaravaya kurdî ya lekî dipeyivin
lekan لەکان cûnek pêlavên / solên ser berfê ye
leke لەکە lewt, tewz, leke, teqme, pîsatiya li ser tiştekî
lekedar لەکەدار lewitî, tewizî, lekedar
~ bûn ~ بوون lewitîn, tewizîn, herrimîn, pîs bûn
~ kirdin ~ کردن lewitandin, tewizandin, herrimandin, pîs kirin
lekedarî لەکەداری lewitînî, tewizînî, lekedarî, herrimînî
lekî لەکی lekî, zaravayek zimanê kurdî
lel لەل kip, kipîn, kipên, dengek nizm / kurt / biçûk: Nawêrê billê lel Newêre kipênê ji xwe bîne, Newêre ti dengî bike
~ kirdin ~ کردن kipîn, kipên ji xwe anîn
le'l لەعل bn lal
lele لەلە 1) xulam, evd, xizmetkar: Ey min leley tom!? Ma ez xulamê te me!? 2) hînker, fêrker, perwerdeker
leleyî لەلەیی xulamî, evd, xizmetkarî
lem لەم 1) li vê; li vî 2) ji vê; ji vî
~ cêgaye da ~ جێگایە دا li vî cihî, li vê derê, li vir
~ dîwewe ~ دیوەوە ji vî alî / milî / rexî / teniştê ve
~ew ber ~ئەو بەر berî niha, beriya vê gavê
~ew (be) diwa ~ئەو (بە) دوا ji niha şûnve, ji noke pêve
~ew la ~ئەو لا bn lemew (be) diwa
~ew lawe ~ئەو لاوە ji bilî vê, ji vê pêve(tir), ji xeynî vê
~ew pêş ~ئەو پێش berî niha, beriya niha
leman لەمان li van, li evan
lemanewe لەمانەوە ji van, ji evan
lemerr لەمەڕ ya / yê (kesekî): kerekey lemerr to kerê te
lempa لەمپا lampe, lempe, çira, şewl, gulop, ronahî
lemper لەمپەر asteng, kos lemper, baraj
~ perrandin ~ پەڕاندن asteng rakirin / nehêlan / nehiştin, rê xweş kirin
lenc, lence لەنج، لەنجە lîtik, xwehilavêtin
~ kirdin ~ کردن lîtik li xwe dan, bilind meşîn, xwe hilavêtin
lencîn لەنجین lîtikîn, lîtik li xwe dan, xwe hilavêtin
le'net لەعنەت lanet, nalet, le'net, ne'let, xezeb, bela
leng لەنگ 1) leng, kulek, seqet 2) nelihev, nehevseng, neparseng, bêbalans, newekhev
lenger لەنگەر 1) lenger, asinê giran / qurs yê diavêjin binê avê daku keştî / belem ji cihê xwe neçe 2) hevsengî, parsengî, balans, lihevî 3) teşîrêsk, sekinîna yan lidorxwezivirîna li hewa (ya firrindeyan / firrokeyan) 4) wezn, qafiye (ya helbestan) 5) sênî, beleme
lengere لەنگەرە hejek, lengere, pendulum, tiştikên dihejin
lengerî لەنگەری bn lenger
lengêze لەنگێزە tavîbaran, şirrebaran, barana pirr boş
lengî لەنگی 1) lengî, kulekî, seqetî 2) nelihevî, newekhevî, bêparsengî, bêbalansî
lengîn لەنگین lengîn, kulîn, wek lengan / kulekan / seqetan meşîn / bi rê ve çûn
lep لەپ lep, paniya destan
~î dest ~ی دەست lepê destî
lepalep لەپالەپ lepelep, du lep hemberî hev
lepaşecêmaw لەپاشەجێماو peymayî, bermayî, mîras, mîrat, kelepûr
lepewrrû لەپەوڕوو devûdev, rû-û-rû
~ kewtin ~ کەوتن devûdev ketin, rû-û-rû ketin
lepî لەپی lepî, wek / mîna lepan / lepên destan
lepmall لەپماڵ lepmal, malîna / <?xml:namespace prefix = st1 ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags" /><st1:country-region><st1:place>mali</st1:place></st1:country-region>ştina / paqijkirina bi lepan / lepên destî
~ kirdin ~ کردن bi lepan malîn / maliştin / paqijkirin
leq لەق leq, leqleqok, livlivok, ne şidayî / baş pê ve girêdayî
leqan لەقان leqîn, leqleqîn, livlivîn, baş li cihê xwe nesekinîn
leqandin لەقاندن 1) leqandin, leqleqandin, livlivandin, velivandin, vehejandin, ji cihê wê / wî hinekî anîn û birin 2) dalivandin, dahejandin, daçemandin, datewandin, da-anîn, daînan, serê xwe bi mebesta "belê / bila" livandin
leqe لەقە pên, pehîn, pêhn, derbeyên bi (t binê) piyên mirovan; zîtik, zîçik, derbeyên bi simên dewaran
~ weşandin ~ وەشاندن pên / pehîn veweşandin / tê werkirin
leqeb لەقەب paşnav; bernav
leqefirtê لەقەفرتێ bn leqe
leqekut لەقەکوت pêqutk, pêkutk, çendîn car li dû hev piyên xwe li erdê dan / kutan / qutan
leqeleq لەقەلەق leqleq, leqeleq, bn leq
leqeşêl لەقەشێل bn leqe
leqleq لەقلەق leglege, quling, firrindeyek ling- û stulkdirêj e
leqîn لەقین bn leqîn
leqûloq لەقوولۆق leqleqok, livlivok, hejhejok
lerr لەڕ lawaz, qels, zeîf, qaştîk, çermok
~ û lawaz ~ و لاواز qels û qaştîk, pirr lawaz / zeîf
leran لەران lerizîn, recifîn, ricifîn; qeliqîn, livîn
lerandin لەراندن lerizandin, recifandin, ricifandin; qeliqandin, livandin
lerandin لەراندن velerizandin, verecifandin, vericifandin; veqeliqandin, velivandin
leranewe لەرانەوە velerizîn, verecifîn, vericifîn; veqeliqîn, velivîn
lere, lereler لەرە، لەرەلەر lerz, recifk; qelik, liv, lebat
lerrî لەڕی lawazî, qelsî, zeîfî, qaştîkî, çermokî
lerînewe لەرینەوە bn leranewe
lerrok لەڕۆک bn lerzok
lerrû لەڕوو rastgo, rastbêj, dw. derewker
lerrûyî لەڕوویی rastgoyî, rastbêjî
lerz لەرز lerz, recifk, livîna leşî ji ber sarmayê yan tirsê
lerzan لەرزان lerizîn, recifîn, leş ji ber sarmayê yan tirsê livîn; vehejîn; velivîn, veqeliqîn;
lerzandin لەرزاندن lerizandin, recifandin; vehejandin; velivandin, veqeliqandin
lerze لەرزە bn lerz
lerzek لەرزەک bn lerz
lerzîn لەرزین bn lerzan
lerzok لەرزۆک lerizok, recifok, ya / yê ku dilerize; vehejok; livlivok, velivok, veqeliqok
leserkerewe لەسەرکەرەوە berevan, parêzvan, berxwedêr
leserxo لەسەرخۆ 1) liserxwe, kesa/ê bi xwe dikare karûbarên xwe bi rê ve bibe, kesa/ê xwedî şiyan / taqet 2) hêdî, rehet, bêlezûbez
leserxoyî لەسەرخۆیی 1) liserxweyî 2) hêdîkayî, bêlezûbezî
leş لەش leş, laş, beden, gewde, kelex
leşî لەشی leşî, tişta têkildarî leş
leşkir لەشکر leşker, leşkir, esker, artêş, ordî, şerrvan, şerrker, ordû
leşkirga لەشکرگا leşkergeh, navenda / cihê leşker lê
leşkirgêrr لەشکرگێڕ leşkergêrr, stratejîsta/ê leşkerî
leşkirgêrrî لەشکرگێڕی leşkergêrrî, stratejiya leşkerî
leşkirnişîn لەشکرنشین bn leşkirga
leşqurs لەشقورس leşgiran, keslan, tembel
leşsûk لەشسووک leşsivik, destsivik, zîrek, çalak, aktîv
leşûlar لەشوولار bejnûbal
let, lete لەت، لەتە qed, parçe, pirt, ker
letger لەتگەر budje, hesaba lêçûn û jêhatinan
letke لەتکە bn let
letûkut لەتووکوت bn letûpet
letûpet لەتووپەت qedûped, pirtûmirt, parçe-parçe
lew لەو 1) li wê; li wî 2) ji wê; ji wî
~e be der ~ە بە دەر ji derî wê, li derî wê, ew ne tê de, ji bilî wê, ji xeynî wê
~e be diwa ~ە بە دوا bn lewe diwa
~e bew lawe ~ە بەو لاوە ji wê wêvetir, ji wê wêdetir
~e diwa ~ە دوا piştî wê; ji wê pêve
~e pêş ~ە پێش berî wê, beriya wê
~ lawe ~ لاوە ji wî alî / milî / rexî / serî ve
~ perr ~ پەڕ di zêdetirîn bilindiyê / spehîtiyê / zîrekiyê û hwd de: lew perrî ciwanî da di bilindtirîn pileya bedewiyê de
~ serewe ~ سەرەوە ji wî serî / rexî / alî / milî ve
lewan لەوان 1) li wan 2) ji wan
lewane ye لەوانەیە dibe ku, belkî, gengaz e ku, mimkin e ku
lewaşe لەواشە cûnek nanê tenûrê yê dirêjok e
lewaze لەوازە çartilk, çetelk
lewç, lewçe لەوچ، لەوچە lewçe, zêdebêj, zêdeaxiv, kesa/ê zêde dipeyive, kesa/ê çi tê ber devî dibêje; rûqayim, bêşerm
lewçelewç لەوچەلەوچ lemçelemç, xwarina / cû(ti)na bi dengek bilind ji ber ku dev vekirî dikirrîne / dicû
lewçeyî لەوچەیی lewçeyî, zêdebêjî, zêdeaxivî, axivîna / peyivîna / şitexilîna / xeberdana zêde û bêwate; rûqayimî, bêşermî
lewen لەوەن leven, rûl, qamûş, qamîş, çîq, giyayek dirêj e ku di avê de yan li ber avê şên dibe
lewerr لەوەڕ mêrg, çîmen, şayir, şêngeh; çerîngeh, çergeh, çêrgeh, çêrîngeh
~ kirdin ~ کردن çerandin, çêrandin, giya pê dan xwarin; çerîn, çêrîn, giya xwarin
lewerran لەوەڕان çerîn, çêrîn, giya / gîha xwarin, dema heywan giyayê li mêrg û çîmen û çayiran şên dibe dixwin
ber ser kesêkewe ~ بەر سەر کەسێکەوە ~ ji kîsê kesekî xwarin / jiyan: Hîç îşêk naka; be ser minewe elewerrê Ti kar û sen'etî nake; ji kîsê min dixwe / dijî
lewerrga لەوەڕگا çerîngeh, çêrgeh, cihê / meydana çerînê
lewerrîn لەوەڕین bn lewerran
lewê لەوێ 1) li wir, li wê derê, li wêrê 2) ji wir, ji wê derê, ji wêrê
lewêç لەوێچ mist, kulm, lep (tijî / miştî mistekî / kulmekî / lepekî xwê / şekir û hwd)
lewênderê لەوێندەرێ bn lewê
lewêrra لەوێڕا di wir re, di wê derê re, ji wêrê re
lewêwe لەوێوە ji wir, ji wê derê, ji wêrê; ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve
lewsawe لەوساوە ji hingê ve, ji vê demê ve, ji wê gavê şûnve
lews لەوس lêv (t lêva jêrîn ya şorr / dirêj / stûn), bn lêw
lewsin لەوسن lêvşorr, lêvşotirrk, kesa/ê lêva wê / wî ya jêrîn zêde dirêj e
lexem لەخەم 1) mîn, mayin, lexem, elxam (hin alavên teqok in ku tên binaxkirin daku piyê dijminan bikeve ser û biqete) 2) tunel, şkefta herdu aliyan ve vekirî
lexemrrexsîw لەخەمڕەخسیو serbixwe, serbest(zarrokên yan firrindeyên êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan nemaye)
lexişteber لەخشتەبەر xapîner, xirrîner, xapînok
lexwanetirs لەخوانەترس jixwedênetirs, xirab, bêîman, nebawer
lexwanetirsî لەخوانەترسی jixwedênetirsî, xirabî, bêîmanî, nebawerî
lexwatirs لەخواترس jixwedêtirs, rast, durist, biîman, bawer, bawermend, qenc, heq, rêrast
lexwatirsî لەخواترسی jixwedêtirsî, îman, bawerî, qencî, rastî, rêrastî, duristî, heqî
leylax لەیلاخ bn kiwêstan
leylûk لەیلووک bn colan, colane
lez لەز lez, bizav, lezûbez, lezûbizav, zûkahî, pîtî, ecele
lezgêrr لەزگێڕ lezgîn, bilez, bibizav, bilezûbizav, bilezûbez, pît
lezgêrrî لەزگێڕی lezgînî, bizav, lezûbez, lezûbizav, pîtî
lezandin لەزاندن lezandin, bizivandin, lez lê kirin
lezet لەزەت çêj, tam, lezet
lezîn لەزین lezîn, bizivîn, lez kirin, ecele kirin, lezûbez kirin, lezûbizav kirin, pîtîn
lezjimêr لەزژمێر bn lezpîw
lezpîw لەزپیو lezpîvk, alava leza / bizava meşîna tiştekî dipîve
لێ 1) lê, li wê / wî / wan 2) jê, ji wê / wî / wan
~ bêzran ~ بێزران jê kerrixîn, jê betilîn, pê ve kerrixîn / betilîn / westîn, pê ve mehû bûn, êdî nexwestin, êdî bala / dêna (kesekî) nekişandin
~ bûnewe ~ بوونەوە 1) jê vebûn, jê veqetîn, jê filitîn 2) bela xwe jê vekirin, hêlan, rê danê 3) jê çêbûn, jê peyda bûn, jê berpê bûn
~ bûrdin ~ بووردن lê borîn, lê negirtin, efû kirin, bexşandin
~ çuwandin ~ چوواندن şibandin (hev / tiştekî), kirin mîna / wek hev / tiştekî, wek hev / tiştekî lê kirin; pişaftin, bişaftin, helandin, asîmîlandin, asîmîle kirin
~ çûn ~ چوون şibîn (tiştekî), pê ve çûn, wek / mîna / nola / fena / şibî tiştekî bûn yan xwiya kirin: 'Elî zor le Osman eçê Elî pirr dişibe Osman, Elî gelek wek Osmanî ye, Elî gelek mîna Osmên dixwiye
~ çûnewe ~ چوونەوە jê qut bûn, êdî nekirin: Mirîşkekeman le hêlke çûtewe Mirîşka me êdî hêkan nake
~ dan ~ دان 1) lê dan, lê xistin, pê dadan, deynan (tiştekî / kesekî), qutan, kutan; (amûrek muzîkê) lê dan / jenîn / jenandin / jendin / qutan 2) (bîra avê / kend) kolan 3) (şitil / fîdan) çandin / çikilandin / kirin di axê re
~ daşkandin ~ داشکاندن jê daxistin, jê kêm kirin, jê kuştin (t bihayê / nirxê malî)
~ diran ~ دران hatin lê dan
~ diwan ~ دوان suhbet kirin, axivîn, axiftin, peyivîn, şitexilîn, xeber dan, qese kirin
~ firrê dan ~ فڕێ دان jê avêtin, jê kêm kirin
~ gerran ~ گەڕان jê gerrîn, hêlan, hiştin, hêliştin, bela xwe jê vekirin, bi tenê hêlan; jê hêlan, nehêlan têkil / tevlî bibe
~ girtin ~ گرتن lê girtin, rê nedanê; pê girtin: Heşîş pêy girtûwe Heşîş pê girtiye, Dîtiye ku heşîş pê heye û (lew) girtiye
~ gorran ~ گۆڕان lê şaş kirin, li hev şaş kirin, xirrîn, xirrihan, xapîn, hatin xirrandin / xapandin, tiştek li ber kesekî xelet bûn
~ gorrîn ~ گۆڕین lê şaş kirin, xirrandin, xapandin, li ber kesekî xelet kirin
~ hatin ~ ھاتن 1) lê hatin, lê qewimîn, bi serî hatin: Çî le konesaetekt hat? Çi li saeta te ya kevn hat? Ka saeta te ya kevn? 2) lê hatin, kêr hatin, bo baş bûn: Cilûbergekanî niwêy zor dên Cilên wî yên nû pirr lê tên, Cilên wî yên nû bo wî xweşik dixwiyin
~ hellbirrîn ~ ھەڵبڕین rakirin, bilind kirin, hildan
~ helle bûn ~ ھەڵە بوون (tiştek) li ber kesekî hinda / wenda / berze bûn, lê şaş bûn, rêya xwe şaş kirin
~ hellkewtin ~ ھەڵکەوتن bi ser hilbûn, ew tişt / cih dîtin yê ku lê digerre
~ hellsan ~ ھەڵسان lê rabûn, dijî (kesekî / tiştekî) rabûn / derketin / li ber xwe dan, tiştek qebûn nekirin
~ kela bûn ~ کەلا بوون xwe jê varê kirin, xwe jê avarê kirin, xwe jê dan alî, hevza xwe jê kirin, xwe jê parastin
~ kirdinewe ~ کردنەوە jê kirin, piçandin, çinîn (gul, fêkî ji daran, keske / sebze ji nav bûstan); jê vekirin, pê ve nehêlan / nehiştin; devê xwe lê vekirin, bi gotin êrişî kesekî kirin
~ kollînewe ~ کۆڵینەوە vekolîn, lê kolîn, lêkolîn li ser tiştekî kirin, azmûn lê kirin, seh kirin
~ la birdin ~ لا بردن jê birin, jê kêm kirin, jê veqetandin, jê vekirin
~ mare kirdin ~ مارە کردن lê mar kirin, lê mehr kirin, jinek / keçek dan kurrekî / zelamekî
~ morr bûnewe ~ مۆڕ بوونەوە eniya xwe lê şidandin, cênîkên xwe lê şidandin (ji ber ku jê qehirî / enirrî ye)
~ nan ~ نان (xwarin) danîn ser agirî; (bar) li (dewarekî) kirin; bi bernavî bangî / gazî / dey li kesekî kirin (wek "Heme / Mem / Miho" li şûna "Mihemed")
~ negirtin ~ نەگرتن lê negirtin, rê danê; lê negirtin, lê borîn, efû kirin, bexşandin
~ pirr bûn ~ پڕ بوون jê têr / tijî bûn, pê ve / jê kerrixîn
~ qewman ~ قەومان lê qewimîn, (bela / qeza / miqeder) bi serî hatin, tûşî (t belayekê) hatin
~ rrawestan ~ ڕاوەستان lê sekinîn, lê rawestîn, li cihekî bênvedan; li ser (babetekî / mijarekê) rawestîn / sekinîn, pûte bi (mijarekê) dan, giringî dan babetekî, li ser babetekî nivîsîn / peyivîn / vekolîn
~ têk çûnewe ~ تێک چوونەوە şexitîn, tevlihev bûn, serûbin bûn, gêj bûn
~ tûjînewe ~ تووژینەوە vekolîn, lê kolîn, lê vetûjîn, seh kirin, axulme kirin, teftiş kirin
~ we ~ وە jê, ji wê / wî / wan; jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve
~ wergerranewe ~ وەرگەڕانەوە lê vegerrandin, bersiva (kesekî) dan (t dema du kes bi hev re stiranan dibêjin ku yek dibêje û yê din lê vedigerrîne)
~ westan ~ وەستان bn lê rrawestan
~ westanewe ~ وەستانەوە li ber / hember (tiştekî / kesekî) rawestîn / sekinînin, li ber xwe dan, xwe ragirtin, dijî kesekî rabûn, berevanî ji xwe kirin
~ weşanewe ~ وەشانەوە jê hatin, pê çêbûn, karîn, şiyan, kêr hatin
~ wurd bûnewe ~ وورد بوونەوە lê hûr bûn, bi hûrî / sexbêrî / kûrûdûr / dûvûdirêj seh kirin tiştekî daku wê baş fam bike, vekolîn, lê kolîn, tûjîn, tûjandin
~ xefetan ~ خەفەتان xem jê xwarin, (tiştek li / bo kesekî) bûn xem / kul / mereq / derd / kovan
~ xoş bûn ~ خۆش بوون lê borîn, lê negirtin, bexşandin, efû kirin, lê hatin rehmê
~ xurrîn ~ خوڕین ajotin, tirimpêl meşandin / anîn û birin
-llê -ڵێ - (rayê lêkera 'gutin / wutin') -bêj- (ji 'gotin'): Min dellêm Ez dibêjim
lêbûrde لێبووردە lêbor, lênegir, bexşîner, bexşende, rehman, rehîm, efûker
lêbûrdin لێبووردن lêborîn, lênegirtin, efû, bexşandin
lêbûrdû لێبووردوو lêborî, lênegirtî, efûkirî, bexşandî
lêçû لێچوو eynî, heman, şibî
lêçûnêtî لێچوونێتی bn lêçûnî
lêçûnî لێچوونی hevrengî, şibînî, şibîtî, wekhevî, mînahevî, mînayî, nolayî, fenayî, wekîtî, eynîtî
lêder لێدەر lêder, kesa/ê (t amûrek muzîkê wek sazê / kemanê / deholê) lê dide
lêdû لێدوو raveker, şiroveker
lêfe لێفە lêf, lihêf, lihêfk, nivînek (stûr) e mirov bo xweparastina ji sarmayê bi xwe dadide dema dinive / radize / radikeve
lêhatû لێھاتوو kêrhatî, lêhatî, bikêr
lêj لێژ xwehr, xwar, xwêl, nerêk, nerast, çemiyayî, tewiyayî; (rêya) zivirrok, çepûçûrr, xwarovîç, xwehrovîç
lêjaw لێژاو herrik, ava bilez diherrike / dimeşe
lêjayî لێژایی bn lêjî
lêje لێژە bn lêj
lêjî لێژی xwehrî, xwarî, xwêlî, xwehrayî, xwehrahî, nerêkî, nerastî; zivirrokî, çepûçûrrî, xwarovîçî, xwehrovîçî
lêk لێک 1) lêk, li hev(du), lev(du), li êk(û)du, li yek(û)du 2) jêk, ji hev, jev, ji yek(û)du, ji êk(û)du
~ birran / bûnewe ~ بڕان / بوونەوە jêk / ji hev veqetîn, jêk / ji hev vebûn, jêk / ji hev cuda bûn, jêk dûr ketin, jêk qut bûn
~ berbûnewe ~ بەربوونەوە pev çûn, berbûn êk(û)du
~ berdan ~ بەردان berdan hev / êk(û)du, bera hev dan, li hev xurrandin
~ ciya kirdinewe ~ جیا کردنەوە jêk cuda kirin, ji hev cuda kirin, ji hev qut kirin; (dema du yan çend kes pev çûne) jêk vekirin, ji hev vekirin
~ dan ~ دان lêk dan, (parçeyên / pirtên tiştekî) xistin hev
~ kirdinewe ~ کردنەوە ji hev kirin, ji hev cuda kirin, lêkve kirin
~ nan ~ نان (çav) miçandin, neqandin, danîn ser hev, girtin; (devê xwe) girtin, dan êk, lêvên xwe danîn ser hev
~ rrewînewe ~ ڕەوینەوە jêk sist bûn, ji hev sist bûn, ji hev vebûn
lêkdiraw, lêkdirawe لێکدراو، لێکدراوە lêkdayî, berhevkirî; (di rêzimanê de) hevedudanî
lêkolînewe لێکۆلینەوە vekolîn, lêkolîn, azmayîş, azmûn, sehkirin
lêll لێڵ şêlî, şêlû, nezelal; tîr; mijî, bimij, bi mij û moran; ewrîn, şêliya çavan
lêllaw لێڵاو şêlav, ava şêlî / şêlû
lêllayî لێڵایی ewrik, ewrikê / şêlatiya ser çavan, kêmasiya nezelaldîtinê ya çavan
~ dahatin ~ داھاتن ewrik / şêlatî ketin ser çavan, êdî bi çavên xwe baş nedîtin; biwêj: Lêllayîm dabêt boy! Nemînim bû wî! Ez qurbanî wî bim!
lêlle لێڵە tarîgewrik, xumamî, dema spêdeyan yan êvaran ku dinya ne tarî û ne jî ronahî ye
lêllî لێڵی şêlîtî, nezelalî, mijûmoranî, nexwiyayî
lêm لێم li min; ji min
lêman لێمان li me; ji me
lêpirsraw لێپرسراو bn berpirsiyar
lêqewmaw لێقەوماو lêqewimî, lêqewimiyayî, biserîhatî, gorî, qurban(ê belayekê / erdhejînekê / şerrekî û hwd)
lêr لێر dehl, dehlûdirr, daristan, cihê dar lê şên dibin (t yên pirr dar / devî / terraş di nav hev re ne yan li nêzî hev in)
lêrane لێرانە bn lêre
lêrewar لێرەوار dehlistan, dehlûdirr, daristana asê / borr / boş
lêre لێرە vir, vê derê, vira, vêrê, vê dirê, vî cihî; li vir, li vê derê, li vêrê, li vê dirê, li vî cihî; ji vir, ji vê derê, ji vira, ji vêrê, ji vê dirê, ji vî cihî
~ be diwawe ~ بە دواوە ji vir pêve, ji vê derê pêve, ji vî cihî pêve; ji niha pêve, ji noke şûnve
lêreş لێرەش vir jî, vê derê jî; li vir jî, li vê derê jî; ji vir jî, ji vê derê jî
lêsan, lêsanewe لێسان، لێسانەوە alîstin, alastin, zimanê xwe li ser gerrandin, zimanê xwe pê ve anîn û birin
lêse لێسە moçik, kefçî
lêsîn, lêsînewe لێسین، لێسینەوە bn lêsan, lêsanewe
lêş لێش ava bilez diherrike; zêde, bêqam, pirr, mişe
lêşaw لێشاو bn lêş
lêt لێت li te; ji te
lêtan لێتان li we; ji we
lêw لێو lêv (dev û lêv)
lêwan لێوان tirar, kas, amanek avvexwarinê ye
lêwar لێوار serlêv, lêv, rex, kinar, qerax, lêwar
lêwawlêw لێواولێو bi-lêvan-re, ta berlêvan dagirtî, mişt, tijî, tije, dagirtî, ta berlêvan dagirtî / tijî / mişt, wisan tije ku ger piçek din lê bêt zêdekirin dê birije
lêwe I لێوە ١ jê, ji wê / wî / wan; jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve
lêwe II لێوە ٢ ta, pejî, êş, jan
lêwedar لێوەدار tawî, pejîdar, kesa/ê ta digire
lêwrrêj لێوڕێژ lêvrêj, zêde, ya zêde ku di ser lêvan / berlêvan re dirije
lêxurr لێخوڕ ajo, ajovan, kesa/ê tiştekî diajo
lêy لێی li wê / wî; ji wê/wî
lêyan لێیان li wan; ji wan
lêzan لێزان jêzan, amator, kesa/ê hinekî ji tiştekî dizane lê di wî warî de ne pispor / zana ye
lêzg لێزگ bênvedangeha firrindeyan / teyrikan
lêzge لێزگە benê / zincîra morîkan
lêzm, lêzme لێزم، لێزمە lehî, avrabûn; tavî, şirrebaran, baran boş / pirr
liç لچ lêv (t ya jêrîn)
liçestûr لچەستوور lêvstûr
liçin لچن bn liçestûr
liçûlêw لچوولێو devûlêv
lifke I لفکە ١ lîfik, parçeyek pateyê girr e bo pêşûştina amanan
lifke II لفکە ٢ navê giyayekî ye
lik لک liq, pirt, pişk, parçe, par, beş
likan لکان [-likê-] zeliqîn, man pêve, ketin pêve, pêve bûn
likandin لکاندن zeliqandin, pêve kirin, xistin pêve
likawe لکاوە pêvek, servek, tişta neserekî ya li gel ya serekî
likênraw لکێنراو pêvekirî, zeliqandî
lim لم xîz, qûm, ax
limîn لمین xîzîn, qûmîn, axî, tişta/ê ji xîzî / qûmî
limoz لمۆز poz, difin, kepî, bêvil (t ya heywanan)
ling لنگ 1) ling, pî, pê, laq; derling, deling, delîng 2) lib, kit, tek, heb
lingelerê لنگەلەرێ lerz, recifîn
lip لپ bn liq
liq لق liq, çeq, çeqil, çiq, çiqil, şax, gulî, aj, ajik, çuqlî
lirf: ~ lê dan لرف: ~ لێ دان daqurandin, da'ûrandin, bi lez (bê cûn / cûtin) xwarin
lirfelirf لرفەلرف birre-birr, dengê bayê bihêz
listin, listinewe لستن، لستنەوە [-lês-] alîstin, zimanê xwe pê ve anîn û birin
liwan لوان lê hatin, kêr hatin
liwandin لواندن lê anîn / înan, kêr anîn / înan
liwar لوار bn lat û liwar
liwaw لواو lêhatî, kêrhatî; aşt
lixaw لخاو lixav
liyan لیان cûnek pêlavên / solên ser berfê ye
lîçall لیچاڵ rîçal, reçel, lîçal
lîjne لیژنە 1) lijne, licne, deste, kom, komîte 2) (lîjnedar) koma darên / êzingên / terrikên / tirrikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin
~ kirdin ~ کردن kom kirin, berhev kirin, danîn ser hev
lîjnedar لیژنەدار koma darên / êzingên / terrikên / tirrikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin
lîk لیک gilîz, gilêz, şorrik, kefşil, ava bi devûlêvên mirovan de dê xwarê
lîkin لیکن gilîzok, gilîzo, kesa/ê gilîz / şorrik / kefşîl bi devûlêvan ve tê xwarê
lîme لیمە parçe, ker, qed, pirt
lîmo لیمۆ lîmon, leymon, fêkiyek tirş e
lîmonî لیمۆنی enirrî, esebî, înato, qehrokî
lîmoyî لیمۆیی lîmonî, ji rengê lîmonê, mîna rengê lîmonê
lînc لینج çirrîk, kesa/ê yan tişta bi asanî ji mirovî venabe yan bela xwe ji mirovî venake
~ û fînç ~ و فینچ çirrîk, kesa/ê yan tişta wek benîştî ji mirovî venabe
lîncî لینجی çirrîkî, bn lînc
lîndû لیندوو bn hewîrtiş
lîp لیپ 1) gav, pêngav (t yên dirêj) 2) (benê / bizîngê / têla / werîsê pirr / gelek) dirêj 2) lep, kulm, hind / ewqas xwarin ya ku mirov bi carekê diavêje devê xwe
~ lê dan ~ لێ دان lep lê dan, bi lepan ketin ser, bi destan bi coşek / hezek mezin pirr xwarin
lîpawlîp لیپاولیپ bn lêwawlêw
lîq لیق lîç, nermok, nermovîç, nerm (t fêkiyên / keskeyên / sebzeyên pirr gihiştî)
lîqin لیقن bn lîq
lîr لیر lîr, pirzik, kulik
lîs I لیس ١ lîs, venîştek, cihê bênvedana / nivistina firrindeyan (t dîk û mirîş<st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State>)
lîs II لیس ٢ gopal, çogan, baston, darikê mirov xwe dispêriyê daku bêyî ketin bikare bi rê ve biçe
lîs III لیس ٣ (lîsî çallçalloke) tevnê tevnpîrkê
lîsk لیسک bn tîşk
lîste لیستە lîste, rêzname, nameya / kaxeza / perrê navê tiştan / kesan lê hatine rêzkirin / nivîsîn
lîtaw لیتاو lîçav, lîça avê, gerrika ava biherrî / biteqn / biçamûr tê de
lîte لیتە bn lîtaw
lîwa لیوا (e) 1) parêzgeh, wîlayet 2) lîwa, tûgay (yekîneyek leşkerî ye)
lîxin لیخن şêlî, şêlû, (ava) nezelal
lo لۆ bn bo
lobiya لۆبیا bn lobya
lobya لۆبیا navê giyayekî ye
lok لۆک ben, bizîng, werîs
loke لۆکە pembû
lokkiraw لۆککراو girêdayî, benkirî, bizîngdayî, werîskirî
lole لۆلە zz bn rrolle
loleke لۆلەکە bn lole
lolo لۆلۆ cûnek stiranan e
lome لۆمە lome, gazin, gilî
lone لۆنە ta, lone: dezûy dûlone deziyê duta
long لۆنگ kevînk, dersok, serpoş; desmal; xawlî
loq I لۆق ١ gav, pêngav (t dema mirov xwe diavêje)
loq II لۆق ٢ leqleqok, hejok, lerizok, recifok
loqandin لۆقاندن (xwe) hilavêtin, bi çargavkî meşîn
loqe لۆقە çargavkî
~ kirdin / hawîştin ~ کردن / ھاویشتن çargavkî kirin, bi çargavkî meşîn
lor لۆر rewş, kawdan, hal, barûdox
lore لۆرە cûnek stiranan e
lorî لۆری lorî, tir, kamyonên dirêj
lort لۆرت (< ing. lord) pirr zengîn / dewlemend / halxweş
lote لۆتە tiriyê merriçî / rizî
lotiyêtî لۆتیێتی lotiyetî, lotîtî, hunera mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen; qeşmerî
lotî لۆتی lotî, mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen; qeşmer
lotrewan لۆترەوان tirredîn, peledîn, delodîn, bêteşe, pêkenok, qerfok, hepletiraş
lotrewanî لۆترەوانی tirredîn, peledînî, delodînî, bêteşeyî, pêkenokî, qerfokî, hepletiraşî
loxan لۆخان şahî, festîval, gala
lozender لۆزەندەر gir, bejndirêj, zexm, girs
lurr لوڕ lor, nijada / gelê lor, kurdên bi zaravaya lorî dipeyivin
lurrî لوڕی lorî, zaravaya lorî ya zimanê kurdî
Lurristan لوڕستان Loristan, herêma / welatê loran
luwan لووان bn liwan
luwandin لوواندن bn liwandin
luwar لووار bn liwar
luwaw لوواو bn liwaw
لوو bîrov, pirzik, cihê werimî / perçî yê leşî
lûde لوودە gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî
lûl لوول lol, balol, badok, badbadok; (pirça / porrê) xelek, qij, qijavij, nehilû
~ dan ~ دان badan, kirin lol / balol / badok
lûlaq لوولاق ling, çok, lûlaq
lûle لوولە lûlî, sîlînder
lûlêne لوولێنە cûnek cerran / cerrikan yê lûlîdirêj e
lûleyî لوولەیی lûlîkî, wek lûliyê
lûlk لوولک bilûl, bilûr, fîq (alavek muzîkê ye)
lûlkiraw لوولکراو badayî, badok, lolkirî
lûrandin لووراندن lûrîn, zûrîn (dengê guran / ba)
lûre, lûrelûr لوورە، لوورەلوور lûrelûr, zûrezûr (dengê guran / ba)
lûs لووس hilû, hilis, nerm, rêk
~ û pûs ~ و پووس hilû (t gep û alek piştî tiraşîna rihan)
lûske لووسکە kose, bêrih, kesên rih lê nehatine
lûsûpûs لووسووپووس hûtûhilû, hût û hilû (t gep û alek dema nû hatine tiraşîn)
lûşîn لووشین bn helllûşîn
lûşkandin لووشکاندن kinkinîn, bi dengek nizm girîn
lûşke, lûşkelûşk لووشکە، لووشکەلووشک kinkin, giriyê bi dengek nizm
lût I لووت ١ poz, difin, kepî, bêvil
~ çûzanewe ~ چووزانەوە xeyidîn, sil bûn
~ pijan ~ پژان xwîn ji pozê / difinê / kepiyê / bêvilê hatin
~ sirrîn ~ سڕین (poz / difin / kepî / bêvil) kif kirin
~ şkan ~ شکان poz şkestin; ketin şermê
lût II لووت ٢ rût, hût, rûs, xwas
lûtberz لووتبەرز pozbilind, kesa/ê xwe pirr mezin dihesibîne
lûtberzî لووتبەرزی pozbilindî
lûte لووتە (peyvek neşirîn e bo kesên poz-/ difinmezin) pozo; pozê: Heme-lûte Memê pozo; Eyşe-lûte Eyşê pozê
lûtela لووتەلا biyanbûyî, xerîbbûyî, jêdûrketî
lûtewane لووتەوانە xizêm, difinark, pirtika zêrrîn ya li şûna guhan (guhark) dixin poza / difina xwe
lûtfiş لووتفش pozfiş, difinfiş, pozkunikmezin, kesa/ê kunikên poza / difina / kepiya / bêvila wê / wî mezin in
lûtke لووتکە gupik, gupîtk, lûtke, cihê / beşa herî bilind
lûtqullinge لووتقوڵنگە difinşalok, pozxwehr, kesa/ê kepiya wê / wî çemiyayî / tewiyayî ye
lûtzil لووتزل pozmezin, difinmezin
lûzew لووزەو rêjen, herrik, av, çem, rûbar
Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

la al, alî, rex, hêl; cem, nik, bal, ba, dev; ber; neserekî, duyem; dor, derdor, dorber; pirt, par, pişk

~ birdin dan / birin aliyekî

~ çûn xwe vedan, xwe dan aliyekî, ji rê rabûn, veder bûn, rêya kesekî / tiştekî kirin

~ danan danîn / deynan aliyekî

~ dan dan alî, dan rexekî, ji ser rê rakirin, veder kirin, vedan

~ kirdin berê xwe dan

~ lê kirdin alîkarî kirin

~ tê kirdin pişta / guhê xwe danê, pûte pê nekirin, giringî nedanê

xo ~ dan xwe vedan, xwe dan aliyekî, veder bûn, ji ser rêya kesekî / tiştekî rabûn

lababet albabet, babeta duyemîn / neserekî

labar albar, tiştê li gel barê serekî tê barkirin

laberhem alberhem, berhema neserekî / duyemîn

labiraw dayî / birî aliyekî

lacang cênîk

lacîwerd lacîwerd, şînî zelal

laçû demkî, berdemî, dw. berdewam, herdemî

ladê derbajar, gund

ladêyî gundî, derbajarî

laencam albandor, alencam, bandora / encama neserekî / duyemîn

laf meth, pesn

~ û gezaf meth û pesn

lafaw lehî, lêhî, avrabûn

lagîr alîgir; piştevan

lagîrî alîgirî; piştevanî

lajig nezan, bêhay, bêaga

lajigî nezanî, bêhayî, bêagayî

lak kelex, term (t yê lawirên sekitî / mirî)

lakarî karê pirtdemî, karê ne bo temamî rojê (ango 8 saetan), karê neserekî / duyemîn

lakêş kêmkêş, kesa/ê carinan cigareyan dikêşe

lakêşe stêl, çargoşeya çik, rektangel

lakolan alkolan, kolana neserekî / duyemîn

lal lehl, yaqût (dirr û miceherek e)

lal lal, bêziman (kesa/ê nikare qet yan baş zimanê xwe bigerrîne û bipeyive)

lalanewe lava / dia / dua kirin, hêvî kirin, tika / rica kirin, xwestin

lale xal, birayê dayika kesekî, bn xal I

lale tika, rica, hêvî, daxwaz, dua, lava

lalengî lalengî, tangerîn (navê fêkiyekî ye)

lalepete nîvlal, kesa/ê baş nikare zimanê xwe bigerrîne û bipeyive lê ne bi temamî lal e

lalixawe aliyê devî

lalî bn lale

lalî lalî

lalo bn lale

lalupal pelate, pijale, belawela

lam navê tîpa "L" di alfabeya kurdî-erebî de

~elîfla di alfabeya kurdî-erebî de tîpên hevedudanî "LA"

~î qelew tîpa di alfabeya kurdî-erebî de "L" ku di soranî de wek tîpa "l" di peyva "sal" de tê xwendin

lamil stu; patik, paşstu

lan, lane hêlîn, mala firrindeyan / teyrikan; kunc, mala hin lawiran

lanewaz derxistî, aware, mişext, derbider, derkirî, bêmal, bêhêlîn, penaber

lanewazî derbiderî, mişextî, awareyî, bêmalî, penaberî

lapal beten, aliyek çiyayekî / girekî

lapere 1) rûpel, berperr 2) serlêv, alperr, marjînal

lapçîn lapçîn, lafçîn, gezme, pêlav, sol

laq ling, pî, pê, bn qaç

laqe: ~ kirdin dest tê werdan, destê xwe kirin di nav karekî re, xwe tûşî tiştekî kirin, dest kirin (tiştekî), dest (li tiştekî) dan

laqirdî qerf, henek, tirrane, galte, yarî

lar xwar, xwehr, xêl, çemayî, tewî, tewayî, çemandî, tewandî, dw. rêk, rast

larelar hejhejok, bi hejhejokî

larew varê, avarê, aliyekî rê, derî rê, rexî rê, ne li ser rê

larewlar xwarûvîç, çepûçûrr

larê alrê, rêya neserekî / duyemîn

larî xwarî, xwehrî, xêlî

las qane, îqna, razî

lasar serhişk, înato, biînat

lasarî serhişkî, înat

lasayiyane lasayiyane, texlîdane, zarveker, îmîtatîv

lasayî zarvekirin, çavlêkirin, lasayî, texlîd

~ kirdinewe zarve kirin, texlîd kirin, çav lê kirin, lasayî kirin

lasayîker zarveker, çavlêker, texlîdker, lasayîker

laseng bêseng, alseng, bêbalans

lasengî bêsengî, alsengî, bêbalansî

lask destik

lastîk lastîk, plastîk, elastîk

laş laş, leş, beden, gewde; kelex, term, cesed; mirar

laşan yekal, rêyên tenê yekalî

laşe bn laş

laşer şerrnexwaz, aştîxwaz, pasîfîst

laşerî şerrnexwazî, pasîfîzm, aştîxwazî

lat jar, hejar, feqîr, bêhal, belengaz, perîşan, reben, nehe

~ û liwar feqîr û hejar

~ û liwat reben û perîşan

lateraf tenişt, rex, teref, alî

latirqewç vajî, berevajî, berûpişt, serberjêr

latuxm jêrcûn, jêrtuxm, cûnên / tuxmên / celebên / coreyên ji hin cûnên / tuxmên celebên serekî

law ciwan, genc, xort, law

lawandinewe 1) lorandin, lorîk pê gotin, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan gotin

lawanewe lorîk, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan

lawaz lawaz, qels, bêhêz, zeîf, nazik, hejar, lehwaz, dw. xurt, bihêz

lawazî lawazî, qelsî, bêhêzî, nazikî, hejarî, zeîfî, dw. xurtî, hêzdarî, bihêzî

lawçak xortemêr, xweşxort

lawe balkêşî, balkişan, dênkişandin, bi alî xwe ve birin, qanekirin, îqnakirin,

lawekî biçûk, kêm, neserekî, duyemîn

lawelawe bn lawe

lawênî bn lawêtî

lawêtî ciwanî, gencî, xortî

lawik lawik, cûnek stiranên kurdî ye

lawirge parasît, pêrejîn

lawje cûnek stiranên kurdî yên evînî ye

lawlaw navê giyayekî ye

lawuk bn lawik

lay alî; hêl

layen al, rex, tenişt, alî, hêl

layengir alîgir, piştevan, piştgir

layengirî alîgirî, piştevanî, piştgirî

laylaye lorîk, stiranên dergûşan / landikan, stiranên bo zarrokên biçûk tên gotin dema landikên wan tên hejandin

le 1) li; (le ... da) di ... de, tê de; li 2) (le ...ewe) ji

~ ara (da) berdest, amade, hazir; li meydanê; di nav de

~ ast li ber / pêşberî / miqayeseyî (kesekî yan tiştekî)

~ ban li ser; li serbanî

~ batî / ciyatî li şûna, li dewsa, pêşve, ji dêlva

~ bar li ber, bicihkirî, amade, li cihê xwe yê rast

~ bar birdin ji ber birin (t zarrok); wa kirin ku bi ser neketin

~ bar bûnewe welidandin, hemleya xwe danîn (dayika Xwedê zarrokê wê dide)

~ bar çûn ji ber çûn, hemle têk çûn, zarrok pêşdem û mirî welidîn

~ bar kewtin têk çûn, bi ser neketin; ji taqet û şiyan ketin

~ bare / bareyî li ser, li dor, derheq, derbareyî (mijarekê / babetekî),

~ ber 1) ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku) 2) li ber, li pêş 3) (le pênawî, bo xatirî) ji ber, (ji) bo xatirê, bi pêxemet 4) ji ber, ezber, bêyî ku lê binere: Ew zor şî'r le ber dezanê Ew gelek helbestan ji ber dizane 5) (cil û berg) (cil û berg) lê, li ber: Kirasekey le berî ke, ba zû biçîn Kirasê wê bike ber (lê bike) daku em zû biçin

~ ber çî ji ber çi, çima, (ji) bo çi, çire, çira, sedema wê çi ye (ku)

~ ber dem da li pêşberî / rûyê / hizûra (kesekî)

~ le ber dest da berdest, li ber dest, tişta/ê mirov dikare (bi asanî) xwe bigihîniyê

~ ber ewe ji ber hindê, ji ber wê yekê, ji ber wê çendê, lew, lewre, lewma, loma, lema

~ ber helsan pêşve rabûn, rabûn daku bixêrhatinê li (kesekî / tiştekî) bike

~ ber kirdin ji ber kirin, ezber kirin

~ ... bew lawe ji bilî..., ji ... pêve, ji xeynî...: Le min bew lawe kesî tir lê nebû Ji bilî min kes lê nebû, ji min pêve kes lê nebû, ji xeynî min kes lê nebû.

~ bin li bin, di bin (tiştekî) ve

~ binewe ji bin ve

~ birew li ber zêdebûnê

~ birîtî li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve

~ bîn gîran (xwarin) li gewriyê (asê) man

~ bîr birdinewe ji bîrê (bîra kesekî) birin, wa kirin ku (tiştek) ji bîra (kesekî) biçe

~ bîr bûn li bîrê (bîra kesekî) bûn

~ bîr kirdin ji bîr kirin

~ … da 1) li … 2) di … de

~ ciyatî li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve

~ çap dan çap kirin, (pirtûk / rojname û hwd) derxistin; dan çapkirin, dan derxistin

~ çaw: lew çawit! va ye! işte, ha ev e! li ber çavê te ye!

~ çaw ... da di çav(î) de; li ber, ger bêt berhevdan / miqayesekirin: Le çaw to da tawanekanim hîç nîn! Li ber tawanên / xirabiyên te, yên min ne ti ne! (Ger xirabiyên min û te bên berhevdan / miqayesekirin, yên min qet ne ti tişt in.)

~ ... çûn şibîn (tiştekî), wek tiştekî bûn, pê ve çûn, bi ser ve bûn: Kurekeyş her lêy eçê Kurrê wî jî dişibiyê, Kurrê wî jî wek wî ye

~ daw derhatin jê (ji belayekê / dijwariyekê) filitîn / xilas bûn

~ dem ji devê (kesekî / lawirekî)

~ demêkewe ji mêj, ji mêj ve ye, ev demek dirêj e (ku)

~ dest dan 1) li dest(î) dan, li dest(î) xistin 2) (delîv / derfet / jiyana xwe û hwd.) ji dest dan, hinda / wenda kirin

~ dewr geran xwe gorî / qurban kirin

~ diwa(y şitêk) piştî (tiştekî), li dû (tiştekî), li pey (tiştekî), li dûv

~ dû dû re, dûvre, bo razî kirinê: Hatûwe le dûm Hatiye dû(v) min re (= Hatiye min razî / qane bike. Hatiye ji min daxwaz bike.)

~ em bn lem

~ 'eyn bn le heman

~ 'ezretana li erd û esmanan ("Ez li esmanan li te digerrim, tu li erdê bi dest min dikevî."), pirr bi coş

~ êre bn lêre

~ gel li gel, di gel, pê re, bi (tiştekî / kesekî) re; di dema (bûyerekê) de

~ gel ewe(ş) da ke tevî ku ... (jî), herçend e (ku) .... jî: Le gel eweş da ke temenim bîst sal bû, her beminyan dewut: "Tu minal ît." Tevî ku ez bîstsalî bûm jî, wan her digote min: "Tu zarrok î."

~ ger da bûn xebitîn, di gerrê / tevgerê de bûn

~ ger kewtin êdî nexebitîn, ji gerrê / tevgerê ketin, ji kar ketin

~ gij bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol

~ gire bn lêre

~ go çûn xirabe bûn, êdî nexebitîn

~ go kewtin bn le go çûn

~ go xistin xirabe kirin, wa kirin ku êdî nexebite

~ giwê 1) li (ber) guhê (kesekî) 2) li hindavî / kinarî / rex / qiraxa (tiştekî)

~ giwê kirdin 1) kirin guhê (xwe / kesekî) 2) paşguh kirin, paş guhê xwe ve avêtin, pûte pê nekirin, giringî nedanê

~ hemû ... (da) 1) li hemû / hemî 2) li her: le hemû katêk da herdem. bw: Le hemû kaseyek da eskiwê ye Tila / tiliya / tibla xwe dike di nav her tiştî re

~ hoş xo çûn ji hal çûn, ji hiş çûn, aga / hay ji xwe neman

~ jêr li bin; li jêr

~ jêr (şitêk) da 1) di bin (tiştekî) ve; li bin (tiştekî) ve 2) li jêr

~ jêrewe ji binî ve; ji jêr ve

~ jûr li jor, li serî, li silal, li hindavî / raserî (tiştekî); ji jor, ji serî, ji silal, ji hindavî / raserî (tiştekî)

~ kanga ji binê / kûratiya (tiştekî): le kangay dilmewe ji kûratiya dilê min (ve)

~ kelk kewtin bûn bêwec / bêkêr, êdî (bi) kêr nehatin

~ kelk xistin bêkêr / bêwec kirin, wa kirin ku tiştek êdî bibe bêkêr / bêwec

~ kerem kewtin bn le kelk kewtin

~ kin li nik, li cem, li bal, li dev, li rex, li tenişt, li gel

~ kin xo qaşo, xwedêgiravî, hesaba xwe

~ kiwê li kû, li kû ve, li kû derê, li çi cihî

~ kiwêwe ji kû, ji kû ve, ji kû derê ve, ji kêrê ve, ji çi cihî (ve)

~ kîs çûn ji kîsê (kesekî) çûn, derfet / delîv ji dest çûn, îmkan wenda bûn

~ kîs dan ji kîs dan, ji dest dan, derfet / delîv / îmkan ji dest dan / wenda kirin

~ kurtî bi kurtî, bi kinî

~ kurtî birînewe kurt vebirrîn, nehiştin / nehêlan / rê nedan ku (t suhbet) dirêj bibe

~ lawe ji alî ve, ji al(iy)ekî ve, ne rikerast

~ layekewe ji al(iy)ekî ve, ji milekî ve, ji layekî ve

~ layekî tir(îş)ewe al(iy)ek dî / din ve (jî), ji milek dî / din ve jî, ji rexek dî / din ve (jî)

~ layen kesêkewe ji alî kesekî ve, ji kesekî

~ mêjewe ji mêj ve, demek / heyamek dirêj e / bû ku

~ nakaw ji nişkê ve, qewimîna bûyerekê bêyî ku kesek li bendê be

~ nax da di kûr de, di kûratiyê de

~ naw ... (da) bn le nêw

~ nêw ... (da) li nav, li nêv; di nav / nêv ... de

~ nêwan ... (da) li navbera (du tiştan) de, navberî (du tiştan)

~ nîwan ... (da) bn le nêwan ... (da)

~ palewe paldayî, rûniştî, hewante

~ paş piştî, li dû, li pey, li dûv

~ paşan (da) paşî, paşê, dûre, dûrve, peyre

~ paş mile li pişt guhê (kesekî), baskirina kesekî dema ew bi xwe ne amade / hazir

~ pena 1) li pişt, li paş 2) li ber stara (kesekî / tiştekî): Le penay Xwa da bin! Li ber stara Xwedê bin! Spartiyî Xwedê bin! Xwedê we bistirîne!

~ pesta bi berdewamî, bê rawestan, bê navbirr

~ pê kirdin (pêlav / sol) kirin piyê (xwe / kesekî)

~ pê kirdinewe (pêlav / sol) ji piyê (xwe / kesekî) kirin

~ pênaw bo, ji ber, (ji) bo xatira/ê (tiştekî), bi pêxemet

~ pêş li pêş, li hember; li pêşiya (kesekî / tiştekî), li berî / berahîka (kesekî / tiştekî)

~ pir ji nişkê ve, bi lez

~ pirêk da ji nişkekê ve, ji nişkê ve, bi lez û bê plan

~ pişt li pişt, li paş

~ qestî 1) ji qesta, ji yarî ve, ne ji dil 2) ji qesta, bi mebest, bi zanebûn

~ rastî (şitêk) li rasta (tiştekî), hemberî / miqabilî (tiştekî)

~ rastî da bi rastî; di rastiyê de

~ regûrîşe ji reh û rîş(an) ve, ji bingeh ve

~ rê laçûn xwe ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê derçûn, xwe ji (ser) rê dan aliyekî

~ rê ladan ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê dan aliyekî

~ rêz (da) li rêzê, di rêzê de; bi rêz, yek li pey / dû ya din

~ rû(y kesêk) da li rûyê (kesekî), di rûyê (kesekî) de, li ber çavên kesekî

~ rû da man neçar man, mecbûr bûn

~ rû da westanewe li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe ragirtin

~ rû(y kesêk/ şitêk)ewe ji ber (tiştekî), ji sedema (tiştekî): Le rûy nebûnî kitêbewe natiwanîn ders bideyn Ji ber (ti)nebûna kitêban em nikarin dersê bidin; ji alî (tiştekî) ve: Le rûy abûriyewe ji alî aborî ve

~ rû hatin wêrîn, wêriyan, bistehî / wêrekî hebûn, cesaret / cur'et kirin

~ ser kirdin rê dan ku kesek beşdarî (t lîstikê) bibe

~ ser kirdinewe li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe parastin

~ ser la li ser lêva / rexê / tenişta / aliyê (tiştekî)

~ ser şan li ser milê (kesekî), erkê / berpirsiyariya (kesekî)

~ ser westa li ber destê hoste, li ber tamîrkirinê

~ ser westan li benda / hêviya (tiştekî / kesekî) man / rawestîn / sekinîn

~ ser xo 1) bi dilê xwe, hêdî-hêdî, rehet-rehet, bê lez û bez 2) liserxwe, bn leserxo

~ ser xo çûn ji hal çûn, ji xwe çûn, aga / hay ji xwe neman

~ ser xo kirdin bi dilê xwe kirin, bê lez û bez kirin, hêdî-hêdî kirin

~ serêkî tirewe ji serek dî / din ve, ji rexek dî / din ve; ("li aliyekî / milekî mesele wiha ye" û) li aliyê / milê dî / din

~ sêdare dan li sêdarê dan, daliqandin, xeniqandin, xendiqandin, (mirov) bi darekê ve hilawîstin daku bimire

~ şîr birînewe ji şîr ve kirin, êdî şîrê dayikê nedan zarrokekî/ê

~ taw ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku), çiku, çimkî, çunke

~ tek bn le gel

~ tenîşt li tenişt, li rex, li nik, li cem, li bal, li ba, li dev, nêzîkî (tiştekî)

~ wê 1) li wir, li wê derê, li wêrê 2) ji wir, ji wê derê, ji wêrê

~ wê ra di wir re, di wê derê re, di wêrê re

~ wên derê bn le wê

~ wêwe ji wir, ji wê derê, ji wêrê; ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve

~ wûze(y kesêk) da bûn jê hatin, karîn, pê çêbûn, ji destî hatin, şiyan

~ xem çûn / rexsîn bi ser xwe bûn, serbest bûn (zarrok yan firrinde ku êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan namîne)

~ xew helsan ji xew rabûn, şiyar bûn, hişyar bûn

~ xew raperîn (ji xew) ceniqîn, veceniqîn, hilceniqîn

~ xêw derçûn fehma bûn, mezin bûn, (zarrok) gihiştin wê pileya temenî ku êdî dikare bi xwe xwe xwedî bike

~ xirte çûn (hestî / til / tilî / tibl) ji geh çûn, ji cih çûn (lew êşîn)

~ xişte birdin xirrandin, ji ser rêya rast birin, kafir kirin, xapandin, lêb / hîle / dekûdolab lê kirin

~ xo ji xwe, ji alî xwe ve (bêyî ku jê bêt pirsîn / xwestin)

~ xo bûrdin bo xwe nekirin xem, guh nedanê

~ xo çûn ji xwe çûn, ji hal çûn, aga / hay ji xwe neman

~ xo da rabînîn di xwe re dîtin, wa hesibandin ku dikare tiştekî bike: Le xo da ranabînim le ser ew babete binûsim Di xwe re nabînim li ser wî babetî binivîsim (Bawer nakim dê ji min were ku li ser wî babetî binivîsim)

~ xo kirdin ji xwe kirin, li xwe biyan / xerîb kirin, ji xwe dûr xistin

~ xorayî bîlasebeb, bêsebeb, ne ji ber ti tiştî; bêkêr, bêwec, bêmifa

~ xowe ji ber xwe ve, ji xwe ve, ji alî xwe ve

~ xurênî bi exrînî, bi zikê birsî / birçî, bêyî ku tiştek xwaribe

~ xwar li jêr, li xwarê, nizmtir

~ yad bûn li bîra (kesekî) bûn, hatin bîra (kesekî)

~ yad kirdin ji bîr kirin, ji bîra (kesekî) çûn, neman li bîra (kesekî)

~ yek 1) li yek / êk 2) li hev / hevdu / êkûdu

~ yek berbûn berbûn hev, pev çûn, êrişî hev kirin, bera hev bûn / çûn

~ yek berdan berdan hev, bera hev dan, wa kirin ku (du mirov / kom û hwd) êrişî hev bikin

~ yek bûn 1) ji hev bûn (serekaniya wan eynî) 2) ji hev (cuda) bûn, ji hev veqetîn, ji hev sil bûn, ji hev xeyidîn

~ yek çûn şibîn hev, mîna hev xwiya kirin, dirûvê / rengê wan wek hev bûn

~ yek dan 1) li hev dan, li hev xistin, bi hev ketin, li hev qelibîn, deynan êkûdu 2) li hev dan, xistin hev, bi hev re girê dan, zeliqandin

~ yek kirdin 1) li hev kirin, kêrî hev hatin; li hev kirin, pêk hatin, aşt bûn, sulh kirin 2) ji hev (cuda) kirin

~ yek negeyiştin di hev negihiştin, ji hev fam nekirin

~ tirazan ji hev vebûn / veqetîn / cuda bûn, pêkve neman

~ ziman (kesêk)ewe ji zarê / devê (kesekî)

~ ziman kewtin ji ziman ketin, nekarîn bipeyive

-le -ik, -k, -ok (paşbendek e bo biçûkkirina hin peyvan): birale birak, pişîle pisîk, pişîk

-le bn -le

lebarî kêrhatin, biwecbûn, bikêrbûn

leberçav berçav, diyar, xwiya, tişta tê dîtin yan dikare (bi asanî) bê dîtin

leblebî leblebî, nokên qelandî

lebz (e) gotin, qese, peyv, bêje, kelîme

leçer çepel, çirûk, çirîk, tema, nemerd, temah, tema'

leçerî çepelî, çirûkî, çirîkî, temayî, nemerdî, temahî, tema'î

leçik kevînk, dersok, serpoş

legel bn le gel

legen legen, amanek mezin yê avê ye

legij bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol

lefaf birînpêçk, lifaf

lehîm zilqek, lehîm

lek kurdên lek, kurdên bi zaravaya kurdî ya lekî dipeyivin

lekan cûnek pêlavên / solên ser berfê ye

leke lewt, tewz, leke, teqme, pîsatiya li ser tiştekî

lekedar lewitî, tewizî, lekedar

~ bûn lewitîn, tewizîn, herrimîn, pîs bûn

~ kirdin lewitandin, tewizandin, herrimandin, pîs kirin

lekedarî lewitînî, tewizînî, lekedarî, herrimînî

lekî lekî, zaravayek zimanê kurdî

lel kip, kipîn, kipên, dengek nizm / kurt / biçûk: Nawêrê bilê lel Newêre kipênê ji xwe bîne, Newêre ti dengî bike

~ kirdin kipîn, kipên ji xwe anîn

le'l bn lal

lele 1) xulam, evd, xizmetkar: Ey min leley tom!? Ma ez xulamê te me!? 2) hînker, fêrker, perwerdeker

leleyî xulamî, evd, xizmetkarî

lem 1) li vê; li vî 2) ji vê; ji vî

~ cêgaye da li vî cihî, li vê derê, li vir

~ dîwewe ji vî alî / milî / rexî / teniştê ve

~ew ber berî niha, beriya vê gavê

~ew (be) diwa ji niha şûnve, ji noke pêve

~ew la bn lemew (be) diwa

~ew lawe ji bilî vê, ji vê pêve(tir), ji xeynî vê

~ew pêş berî niha, beriya niha

leman li van, li evan

lemanewe ji van, ji evan

lemer ya / yê (kesekî): kerekey lemer to kerê te

lempa lampe, lempe, çira, şewl, gulop, ronahî

lemper asteng, kos lemper, baraj

~ perandin asteng rakirin / nehêlan / nehiştin, rê xweş kirin

lenc, lence lîtik, xwehilavêtin

~ kirdin lîtik li xwe dan, bilind meşîn, xwe hilavêtin

lencîn lîtikîn, lîtik li xwe dan, xwe hilavêtin

le'net lanet, nalet, le'net, ne'let, xezeb, bela

leng 1) leng, kulek, seqet 2) nelihev, nehevseng, neparseng, bêbalans, newekhev

lenger 1) lenger, asinê giran / qurs yê diavêjin binê avê daku keştî / belem ji cihê xwe neçe 2) hevsengî, parsengî, balans, lihevî 3) teşîrêsk, sekinîna yan lidorxwezivirîna li hewa (ya firrindeyan / firrokeyan) 4) wezn, qafiye (ya helbestan) 5) sênî, beleme

lengere hejek, lengere, pendulum, tiştikên dihejin

lengerî bn lenger

lengêze tavîbaran, şirrebaran, barana pirr boş

lengî 1) lengî, kulekî, seqetî 2) nelihevî, newekhevî, bêparsengî, bêbalansî

lengîn lengîn, kulîn, wek lengan / kulekan / seqetan meşîn / bi rê ve çûn

lep lep, paniya destan

~î dest lepê destî

lepalep lepelep, du lep hemberî hev

lepaşecêmaw peymayî, bermayî, mîras, mîrat, kelepûr

lepewrû devûdev, rû-û-rû

~ kewtin devûdev ketin, rû-û-rû ketin

lepî lepî, wek / mîna lepan / lepên destan

lepmal lepmal, malîna / <?xml:namespace prefix = st1 ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags" /><st1:country-region><st1:place>mali</st1:place></st1:country-region>ştina / paqijkirina bi lepan / lepên destî

~ kirdin bi lepan malîn / maliştin / paqijkirin

leq leq, leqleqok, livlivok, ne şidayî / baş pê ve girêdayî

leqan leqîn, leqleqîn, livlivîn, baş li cihê xwe nesekinîn

leqandin 1) leqandin, leqleqandin, livlivandin, velivandin, vehejandin, ji cihê wê / wî hinekî anîn û birin 2) dalivandin, dahejandin, daçemandin, datewandin, da-anîn, daînan, serê xwe bi mebesta "belê / bila" livandin

leqe pên, pehîn, pêhn, derbeyên bi (t binê) piyên mirovan; zîtik, zîçik, derbeyên bi simên dewaran

~ weşandin pên / pehîn veweşandin / tê werkirin

leqeb paşnav; bernav

leqefirtê bn leqe

leqekut pêqutk, pêkutk, çendîn car li dû hev piyên xwe li erdê dan / kutan / qutan

leqeleq leqleq, leqeleq, bn leq

leqeşêl bn leqe

leqleq leglege, quling, firrindeyek ling- û stulkdirêj e

leqîn bn leqîn

leqûloq leqleqok, livlivok, hejhejok

ler lawaz, qels, zeîf, qaştîk, çermok

~ û lawaz qels û qaştîk, pirr lawaz / zeîf

leran lerizîn, recifîn, ricifîn; qeliqîn, livîn

lerandin lerizandin, recifandin, ricifandin; qeliqandin, livandin

lerandin velerizandin, verecifandin, vericifandin; veqeliqandin, velivandin

leranewe velerizîn, verecifîn, vericifîn; veqeliqîn, velivîn

lere, lereler lerz, recifk; qelik, liv, lebat

lerî lawazî, qelsî, zeîfî, qaştîkî, çermokî

lerînewe bn leranewe

lerok bn lerzok

lerû rastgo, rastbêj, dw. derewker

lerûyî rastgoyî, rastbêjî

lerz lerz, recifk, livîna leşî ji ber sarmayê yan tirsê

lerzan lerizîn, recifîn, leş ji ber sarmayê yan tirsê livîn; vehejîn; velivîn, veqeliqîn;

lerzandin lerizandin, recifandin; vehejandin; velivandin, veqeliqandin

lerze bn lerz

lerzek bn lerz

lerzîn bn lerzan

lerzok lerizok, recifok, ya / yê ku dilerize; vehejok; livlivok, velivok, veqeliqok

leserkerewe berevan, parêzvan, berxwedêr

leserxo 1) liserxwe, kesa/ê bi xwe dikare karûbarên xwe bi rê ve bibe, kesa/ê xwedî şiyan / taqet 2) hêdî, rehet, bêlezûbez

leserxoyî 1) liserxweyî 2) hêdîkayî, bêlezûbezî

leş leş, laş, beden, gewde, kelex

leşî leşî, tişta têkildarî leş

leşkir leşker, leşkir, esker, artêş, ordî, şerrvan, şerrker, ordû

leşkirga leşkergeh, navenda / cihê leşker lê

leşkirgêr leşkergêrr, stratejîsta/ê leşkerî

leşkirgêrî leşkergêrrî, stratejiya leşkerî

leşkirnişîn bn leşkirga

leşqurs leşgiran, keslan, tembel

leşsûk leşsivik, destsivik, zîrek, çalak, aktîv

leşûlar bejnûbal

let, lete qed, parçe, pirt, ker

letger budje, hesaba lêçûn û jêhatinan

letke bn let

letûkut bn letûpet

letûpet qedûped, pirtûmirt, parçe-parçe

lew 1) li wê; li wî 2) ji wê; ji wî

~e be der ji derî wê, li derî wê, ew ne tê de, ji bilî wê, ji xeynî wê

~e be diwa bn lewe diwa

~e bew lawe ji wê wêvetir, ji wê wêdetir

~e diwa piştî wê; ji wê pêve

~e pêş berî wê, beriya wê

~ lawe ji wî alî / milî / rexî / serî ve

~ per di zêdetirîn bilindiyê / spehîtiyê / zîrekiyê û hwd de: lew perî ciwanî da di bilindtirîn pileya bedewiyê de

~ serewe ji wî serî / rexî / alî / milî ve

lewan 1) li wan 2) ji wan

lewane ye dibe ku, belkî, gengaz e ku, mimkin e ku

lewaşe cûnek nanê tenûrê yê dirêjok e

lewaze çartilk, çetelk

lewç, lewçe lewçe, zêdebêj, zêdeaxiv, kesa/ê zêde dipeyive, kesa/ê çi tê ber devî dibêje; rûqayim, bêşerm

lewçelewç lemçelemç, xwarina / cû(ti)na bi dengek bilind ji ber ku dev vekirî dikirrîne / dicû

lewçeyî lewçeyî, zêdebêjî, zêdeaxivî, axivîna / peyivîna / şitexilîna / xeberdana zêde û bêwate; rûqayimî, bêşermî

lewen leven, rûl, qamûş, qamîş, çîq, giyayek dirêj e ku di avê de yan li ber avê şên dibe

lewer mêrg, çîmen, şayir, şêngeh; çerîngeh, çergeh, çêrgeh, çêrîngeh

~ kirdin çerandin, çêrandin, giya pê dan xwarin; çerîn, çêrîn, giya xwarin

leweran çerîn, çêrîn, giya / gîha xwarin, dema heywan giyayê li mêrg û çîmen û çayiran şên dibe dixwin

ber ser kesêkewe ~ ji kîsê kesekî xwarin / jiyan: Hîç îşêk naka; be ser minewe elewerê Ti kar û sen'etî nake; ji kîsê min dixwe / dijî

lewerga çerîngeh, çêrgeh, cihê / meydana çerînê

lewerîn bn leweran

lewê 1) li wir, li wê derê, li wêrê 2) ji wir, ji wê derê, ji wêrê

lewêç mist, kulm, lep (tijî / miştî mistekî / kulmekî / lepekî xwê / şekir û hwd)

lewênderê bn lewê

lewêra di wir re, di wê derê re, ji wêrê re

lewêwe ji wir, ji wê derê, ji wêrê; ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve

lewsawe ji hingê ve, ji vê demê ve, ji wê gavê şûnve

lews lêv (t lêva jêrîn ya şorr / dirêj / stûn), bn lêw

lewsin lêvşorr, lêvşotirrk, kesa/ê lêva wê / wî ya jêrîn zêde dirêj e

lexem 1) mîn, mayin, lexem, elxam (hin alavên teqok in ku tên binaxkirin daku piyê dijminan bikeve ser û biqete) 2) tunel, şkefta herdu aliyan ve vekirî

lexemrexsîw serbixwe, serbest(zarrokên yan firrindeyên êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan nemaye)

lexişteber xapîner, xirrîner, xapînok

lexwanetirs jixwedênetirs, xirab, bêîman, nebawer

lexwanetirsî jixwedênetirsî, xirabî, bêîmanî, nebawerî

lexwatirs jixwedêtirs, rast, durist, biîman, bawer, bawermend, qenc, heq, rêrast

lexwatirsî jixwedêtirsî, îman, bawerî, qencî, rastî, rêrastî, duristî, heqî

leylax bn kiwêstan

leylûk bn colan, colane

lez lez, bizav, lezûbez, lezûbizav, zûkahî, pîtî, ecele

lezgêr lezgîn, bilez, bibizav, bilezûbizav, bilezûbez, pît

lezgêrî lezgînî, bizav, lezûbez, lezûbizav, pîtî

lezandin lezandin, bizivandin, lez lê kirin

lezet çêj, tam, lezet

lezîn lezîn, bizivîn, lez kirin, ecele kirin, lezûbez kirin, lezûbizav kirin, pîtîn

lezjimêr bn lezpîw

lezpîw lezpîvk, alava leza / bizava meşîna tiştekî dipîve

1) lê, li wê / wî / wan 2) jê, ji wê / wî / wan

~ bêzran jê kerrixîn, jê betilîn, pê ve kerrixîn / betilîn / westîn, pê ve mehû bûn, êdî nexwestin, êdî bala / dêna (kesekî) nekişandin

~ bûnewe 1) jê vebûn, jê veqetîn, jê filitîn 2) bela xwe jê vekirin, hêlan, rê danê 3) jê çêbûn, jê peyda bûn, jê berpê bûn

~ bûrdin lê borîn, lê negirtin, efû kirin, bexşandin

~ çuwandin şibandin (hev / tiştekî), kirin mîna / wek hev / tiştekî, wek hev / tiştekî lê kirin; pişaftin, bişaftin, helandin, asîmîlandin, asîmîle kirin

~ çûn şibîn (tiştekî), pê ve çûn, wek / mîna / nola / fena / şibî tiştekî bûn yan xwiya kirin: 'Elî zor le Osman eçê Elî pirr dişibe Osman, Elî gelek wek Osmanî ye, Elî gelek mîna Osmên dixwiye

~ çûnewe jê qut bûn, êdî nekirin: Mirîşkekeman le hêlke çûtewe Mirîşka me êdî hêkan nake

~ dan 1) lê dan, lê xistin, pê dadan, deynan (tiştekî / kesekî), qutan, kutan; (amûrek muzîkê) lê dan / jenîn / jenandin / jendin / qutan 2) (bîra avê / kend) kolan 3) (şitil / fîdan) çandin / çikilandin / kirin di axê re

~ daşkandin jê daxistin, jê kêm kirin, jê kuştin (t bihayê / nirxê malî)

~ diran hatin lê dan

~ diwan suhbet kirin, axivîn, axiftin, peyivîn, şitexilîn, xeber dan, qese kirin

~ firê dan jê avêtin, jê kêm kirin

~ geran jê gerrîn, hêlan, hiştin, hêliştin, bela xwe jê vekirin, bi tenê hêlan; jê hêlan, nehêlan têkil / tevlî bibe

~ girtin lê girtin, rê nedanê; pê girtin: Heşîş pêy girtûwe Heşîş pê girtiye, Dîtiye ku heşîş pê heye û (lew) girtiye

~ goran lê şaş kirin, li hev şaş kirin, xirrîn, xirrihan, xapîn, hatin xirrandin / xapandin, tiştek li ber kesekî xelet bûn

~ gorîn lê şaş kirin, xirrandin, xapandin, li ber kesekî xelet kirin

~ hatin 1) lê hatin, lê qewimîn, bi serî hatin: Çî le konesaetekt hat? Çi li saeta te ya kevn hat? Ka saeta te ya kevn? 2) lê hatin, kêr hatin, bo baş bûn: Cilûbergekanî niwêy zor dên Cilên wî yên nû pirr lê tên, Cilên wî yên nû bo wî xweşik dixwiyin

~ helbirîn rakirin, bilind kirin, hildan

~ hele bûn (tiştek) li ber kesekî hinda / wenda / berze bûn, lê şaş bûn, rêya xwe şaş kirin

~ helkewtin bi ser hilbûn, ew tişt / cih dîtin yê ku lê digerre

~ helsan lê rabûn, dijî (kesekî / tiştekî) rabûn / derketin / li ber xwe dan, tiştek qebûn nekirin

~ kela bûn xwe jê varê kirin, xwe jê avarê kirin, xwe jê dan alî, hevza xwe jê kirin, xwe jê parastin

~ kirdinewe jê kirin, piçandin, çinîn (gul, fêkî ji daran, keske / sebze ji nav bûstan); jê vekirin, pê ve nehêlan / nehiştin; devê xwe lê vekirin, bi gotin êrişî kesekî kirin

~ kolînewe vekolîn, lê kolîn, lêkolîn li ser tiştekî kirin, azmûn lê kirin, seh kirin

~ la birdin jê birin, jê kêm kirin, jê veqetandin, jê vekirin

~ mare kirdin lê mar kirin, lê mehr kirin, jinek / keçek dan kurrekî / zelamekî

~ mor bûnewe eniya xwe lê şidandin, cênîkên xwe lê şidandin (ji ber ku jê qehirî / enirrî ye)

~ nan (xwarin) danîn ser agirî; (bar) li (dewarekî) kirin; bi bernavî bangî / gazî / dey li kesekî kirin (wek "Heme / Mem / Miho" li şûna "Mihemed")

~ negirtin lê negirtin, rê danê; lê negirtin, lê borîn, efû kirin, bexşandin

~ pir bûn jê têr / tijî bûn, pê ve / jê kerrixîn

~ qewman lê qewimîn, (bela / qeza / miqeder) bi serî hatin, tûşî (t belayekê) hatin

~ rawestan lê sekinîn, lê rawestîn, li cihekî bênvedan; li ser (babetekî / mijarekê) rawestîn / sekinîn, pûte bi (mijarekê) dan, giringî dan babetekî, li ser babetekî nivîsîn / peyivîn / vekolîn

~ têk çûnewe şexitîn, tevlihev bûn, serûbin bûn, gêj bûn

~ tûjînewe vekolîn, lê kolîn, lê vetûjîn, seh kirin, axulme kirin, teftiş kirin

~ we jê, ji wê / wî / wan; jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve

~ wergeranewe lê vegerrandin, bersiva (kesekî) dan (t dema du kes bi hev re stiranan dibêjin ku yek dibêje û yê din lê vedigerrîne)

~ westan bn rawestan

~ westanewe li ber / hember (tiştekî / kesekî) rawestîn / sekinînin, li ber xwe dan, xwe ragirtin, dijî kesekî rabûn, berevanî ji xwe kirin

~ weşanewe jê hatin, pê çêbûn, karîn, şiyan, kêr hatin

~ wurd bûnewe lê hûr bûn, bi hûrî / sexbêrî / kûrûdûr / dûvûdirêj seh kirin tiştekî daku wê baş fam bike, vekolîn, lê kolîn, tûjîn, tûjandin

~ xefetan xem jê xwarin, (tiştek li / bo kesekî) bûn xem / kul / mereq / derd / kovan

~ xoş bûn lê borîn, lê negirtin, bexşandin, efû kirin, lê hatin rehmê

~ xurîn ajotin, tirimpêl meşandin / anîn û birin

-lê- (rayê lêkera 'gutin / wutin') -bêj- (ji 'gotin'): Min delêm Ez dibêjim

lêbûrde lêbor, lênegir, bexşîner, bexşende, rehman, rehîm, efûker

lêbûrdin lêborîn, lênegirtin, efû, bexşandin

lêbûrdû lêborî, lênegirtî, efûkirî, bexşandî

lêçû eynî, heman, şibî

lêçûnêtî bn lêçûnî

lêçûnî hevrengî, şibînî, şibîtî, wekhevî, mînahevî, mînayî, nolayî, fenayî, wekîtî, eynîtî

lêder lêder, kesa/ê (t amûrek muzîkê wek sazê / kemanê / deholê) lê dide

lêdû raveker, şiroveker

lêfe lêf, lihêf, lihêfk, nivînek (stûr) e mirov bo xweparastina ji sarmayê bi xwe dadide dema dinive / radize / radikeve

lêhatû kêrhatî, lêhatî, bikêr

lêj xwehr, xwar, xwêl, nerêk, nerast, çemiyayî, tewiyayî; (rêya) zivirrok, çepûçûrr, xwarovîç, xwehrovîç

lêjaw herrik, ava bilez diherrike / dimeşe

lêjayî bn lêjî

lêje bn lêj

lêjî xwehrî, xwarî, xwêlî, xwehrayî, xwehrahî, nerêkî, nerastî; zivirrokî, çepûçûrrî, xwarovîçî, xwehrovîçî

lêk 1) lêk, li hev(du), lev(du), li êk(û)du, li yek(û)du 2) jêk, ji hev, jev, ji yek(û)du, ji êk(û)du

~ biran / bûnewe jêk / ji hev veqetîn, jêk / ji hev vebûn, jêk / ji hev cuda bûn, jêk dûr ketin, jêk qut bûn

~ berbûnewe pev çûn, berbûn êk(û)du

~ berdan berdan hev / êk(û)du, bera hev dan, li hev xurrandin

~ ciya kirdinewe jêk cuda kirin, ji hev cuda kirin, ji hev qut kirin; (dema du yan çend kes pev çûne) jêk vekirin, ji hev vekirin

~ dan lêk dan, (parçeyên / pirtên tiştekî) xistin hev

~ kirdinewe ji hev kirin, ji hev cuda kirin, lêkve kirin

~ nan (çav) miçandin, neqandin, danîn ser hev, girtin; (devê xwe) girtin, dan êk, lêvên xwe danîn ser hev

~ rewînewe jêk sist bûn, ji hev sist bûn, ji hev vebûn

lêkdiraw, lêkdirawe lêkdayî, berhevkirî; (di rêzimanê de) hevedudanî

lêkolînewe vekolîn, lêkolîn, azmayîş, azmûn, sehkirin

l şêlî, şêlû, nezelal; tîr; mijî, bimij, bi mij û moran; ewrîn, şêliya çavan

law şêlav, ava şêlî / şêlû

layî ewrik, ewrikê / şêlatiya ser çavan, kêmasiya nezelaldîtinê ya çavan

~ dahatin ewrik / şêlatî ketin ser çavan, êdî bi çavên xwe baş nedîtin; biwêj: layîm dabêt boy! Nemînim bû wî! Ez qurbanî wî bim!

le tarîgewrik, xumamî, dema spêdeyan yan êvaran ku dinya ne tarî û ne jî ronahî ye

lî şêlîtî, nezelalî, mijûmoranî, nexwiyayî

lêm li min; ji min

lêman li me; ji me

lêpirsraw bn berpirsiyar

lêqewmaw lêqewimî, lêqewimiyayî, biserîhatî, gorî, qurban(ê belayekê / erdhejînekê / şerrekî û hwd)

lêr dehl, dehlûdirr, daristan, cihê dar lê şên dibin (t yên pirr dar / devî / terraş di nav hev re ne yan li nêzî hev in)

lêrane bn lêre

lêrewar dehlistan, dehlûdirr, daristana asê / borr / boş

lêre vir, vê derê, vira, vêrê, vê dirê, vî cihî; li vir, li vê derê, li vêrê, li vê dirê, li vî cihî; ji vir, ji vê derê, ji vira, ji vêrê, ji vê dirê, ji vî cihî

~ be diwawe ji vir pêve, ji vê derê pêve, ji vî cihî pêve; ji niha pêve, ji noke şûnve

lêreş vir jî, vê derê jî; li vir jî, li vê derê jî; ji vir jî, ji vê derê jî

lêsan, lêsanewe alîstin, alastin, zimanê xwe li ser gerrandin, zimanê xwe pê ve anîn û birin

lêse moçik, kefçî

lêsîn, lêsînewe bn lêsan, lêsanewe

lêş ava bilez diherrike; zêde, bêqam, pirr, mişe

lêşaw bn lêş

lêt li te; ji te

lêtan li we; ji we

lêw lêv (dev û lêv)

lêwan tirar, kas, amanek avvexwarinê ye

lêwar serlêv, lêv, rex, kinar, qerax, lêwar

lêwawlêw bi-lêvan-re, ta berlêvan dagirtî, mişt, tijî, tije, dagirtî, ta berlêvan dagirtî / tijî / mişt, wisan tije ku ger piçek din lê bêt zêdekirin dê birije

lêwe I jê, ji wê / wî / wan; jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve

lêwe II ta, pejî, êş, jan

lêwedar tawî, pejîdar, kesa/ê ta digire

lêwrêj lêvrêj, zêde, ya zêde ku di ser lêvan / berlêvan re dirije

lêxur ajo, ajovan, kesa/ê tiştekî diajo

lêy li wê / wî; ji wê/wî

lêyan li wan; ji wan

lêzan jêzan, amator, kesa/ê hinekî ji tiştekî dizane lê di wî warî de ne pispor / zana ye

lêzg bênvedangeha firrindeyan / teyrikan

lêzge benê / zincîra morîkan

lêzm, lêzme lehî, avrabûn; tavî, şirrebaran, baran boş / pirr

liç lêv (t ya jêrîn)

liçestûr lêvstûr

liçin bn liçestûr

liçûlêw devûlêv

lifke I lîfik, parçeyek pateyê girr e bo pêşûştina amanan

lifke II navê giyayekî ye

lik liq, pirt, pişk, parçe, par, beş

likan [-likê-] zeliqîn, man pêve, ketin pêve, pêve bûn

likandin zeliqandin, pêve kirin, xistin pêve

likawe pêvek, servek, tişta neserekî ya li gel ya serekî

likênraw pêvekirî, zeliqandî

lim xîz, qûm, ax

limîn xîzîn, qûmîn, axî, tişta/ê ji xîzî / qûmî

limoz poz, difin, kepî, bêvil (t ya heywanan)

ling 1) ling, pî, pê, laq; derling, deling, delîng 2) lib, kit, tek, heb

lingelerê lerz, recifîn

lip bn liq

liq liq, çeq, çeqil, çiq, çiqil, şax, gulî, aj, ajik, çuqlî

lirf: ~ lê dan daqurandin, da'ûrandin, bi lez (bê cûn / cûtin) xwarin

lirfelirf birre-birr, dengê bayê bihêz

listin, listinewe [-lês-] alîstin, zimanê xwe pê ve anîn û birin

liwan lê hatin, kêr hatin

liwandin lê anîn / înan, kêr anîn / înan

liwar bn lat û liwar

liwaw lêhatî, kêrhatî; aşt

lixaw lixav

liyan cûnek pêlavên / solên ser berfê ye

lîçal rîçal, reçel, lîçal

lîjne 1) lijne, licne, deste, kom, komîte 2) (lîjnedar) koma darên / êzingên / terrikên / tirrikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin

~ kirdin kom kirin, berhev kirin, danîn ser hev

lîjnedar koma darên / êzingên / terrikên / tirrikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin

lîk gilîz, gilêz, şorrik, kefşil, ava bi devûlêvên mirovan de dê xwarê

lîkin gilîzok, gilîzo, kesa/ê gilîz / şorrik / kefşîl bi devûlêvan ve tê xwarê

lîme parçe, ker, qed, pirt

lîmo lîmon, leymon, fêkiyek tirş e

lîmonî enirrî, esebî, înato, qehrokî

lîmoyî lîmonî, ji rengê lîmonê, mîna rengê lîmonê

lînc çirrîk, kesa/ê yan tişta bi asanî ji mirovî venabe yan bela xwe ji mirovî venake

~ û fînç çirrîk, kesa/ê yan tişta wek benîştî ji mirovî venabe

lîncî çirrîkî, bn lînc

lîndû bn hewîrtiş

lîp 1) gav, pêngav (t yên dirêj) 2) (benê / bizîngê / têla / werîsê pirr / gelek) dirêj 2) lep, kulm, hind / ewqas xwarin ya ku mirov bi carekê diavêje devê xwe

~ lê dan lep lê dan, bi lepan ketin ser, bi destan bi coşek / hezek mezin pirr xwarin

lîpawlîp bn lêwawlêw

lîq lîç, nermok, nermovîç, nerm (t fêkiyên / keskeyên / sebzeyên pirr gihiştî)

lîqin bn lîq

lîr lîr, pirzik, kulik

lîs I lîs, venîştek, cihê bênvedana / nivistina firrindeyan (t dîk û mirîş<st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State>)

lîs II gopal, çogan, baston, darikê mirov xwe dispêriyê daku bêyî ketin bikare bi rê ve biçe

lîs III (lîsî çalçaloke) tevnê tevnpîrkê

lîsk bn tîşk

lîste lîste, rêzname, nameya / kaxeza / perrê navê tiştan / kesan lê hatine rêzkirin / nivîsîn

lîtaw lîçav, lîça avê, gerrika ava biherrî / biteqn / biçamûr tê de

lîte bn lîtaw

lîwa (e) 1) parêzgeh, wîlayet 2) lîwa, tûgay (yekîneyek leşkerî ye)

lîxin şêlî, şêlû, (ava) nezelal

lo bn bo

lobiya bn lobya

lobya navê giyayekî ye

lok ben, bizîng, werîs

loke pembû

lokkiraw girêdayî, benkirî, bizîngdayî, werîskirî

lole zz bn role

loleke bn lole

lolo cûnek stiranan e

<st1:City><st1:place>lome</st1:place></st1:City> <st1:City><st1:place>lome</st1:place></st1:City>, gazin, gilî

lone ta, lone: dezûy dûlone deziyê duta

long kevînk, dersok, serpoş; desmal; xawlî

loq I gav, pêngav (t dema mirov xwe diavêje)

loq II leqleqok, hejok, lerizok, recifok

loqandin (xwe) hilavêtin, bi çargavkî meşîn

loqe çargavkî

~ kirdin / hawîştin çargavkî kirin, bi çargavkî meşîn

lor rewş, kawdan, hal, barûdox

lore cûnek stiranan e

lorî lorî, tir, kamyonên dirêj

lort (< ing. lord) pirr zengîn / dewlemend / halxweş

lote tiriyê merriçî / rizî

lotiyêtî lotiyetî, lotîtî, hunera mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen; qeşmerî

lotî lotî, mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen; qeşmer

lotrewan tirredîn, peledîn, delodîn, bêteşe, pêkenok, qerfok, hepletiraş

lotrewanî tirredîn, peledînî, delodînî, bêteşeyî, pêkenokî, qerfokî, hepletiraşî

loxan şahî, festîval, gala

lozender gir, bejndirêj, zexm, girs

lur lor, nijada / gelê lor, kurdên bi zaravaya lorî dipeyivin

lurî lorî, zaravaya lorî ya zimanê kurdî

Luristan Loristan, herêma / welatê loran

luwan bn liwan

luwandin bn liwandin

luwar bn liwar

luwaw bn liwaw

bîrov, pirzik, cihê werimî / perçî yê leşî

lûde gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî

lûl lol, balol, badok, badbadok; (pirça / porrê) xelek, qij, qijavij, nehilû

~ dan badan, kirin lol / balol / badok

lûlaq ling, çok, lûlaq

lûle lûlî, sîlînder

lûlêne cûnek cerran / cerrikan yê lûlîdirêj e

lûleyî lûlîkî, wek lûliyê

lûlk bilûl, bilûr, fîq (alavek muzîkê ye)

lûlkiraw badayî, badok, lolkirî

lûrandin lûrîn, zûrîn (dengê guran / ba)

lûre, lûrelûr lûrelûr, zûrezûr (dengê guran / ba)

lûs hilû, hilis, nerm, rêk

~ û pûs hilû (t gep û alek piştî tiraşîna rihan)

lûske kose, bêrih, kesên rih lê nehatine

lûsûpûs hûtûhilû, hût û hilû (t gep û alek dema nû hatine tiraşîn)

lûşîn bn hellûşîn

lûşkandin kinkinîn, bi dengek nizm girîn

lûşke, lûşkelûşk kinkin, giriyê bi dengek nizm

lût I poz, difin, kepî, bêvil

~ çûzanewe xeyidîn, sil bûn

~ pijan xwîn ji pozê / difinê / kepiyê / bêvilê hatin

~ sirîn (poz / difin / kepî / bêvil) kif kirin

~ ş<st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State> poz şkestin; ketin şermê

lût II rût, hût, rûs, xwas

lûtberz pozbilind, kesa/ê xwe pirr mezin dihesibîne

lûtberzî pozbilindî

lûte (peyvek neşirîn e bo kesên poz-/ difinmezin) pozo; pozê: Heme-lûte Memê pozo; Eyşe-lûte Eyşê pozê

lûtela biyanbûyî, xerîbbûyî, jêdûrketî

lûtewane xizêm, difinark, pirtika zêrrîn ya li şûna guhan (guhark) dixin poza / difina xwe

lûtfiş pozfiş, difinfiş, pozkunikmezin, kesa/ê kunikên poza / difina / kepiya / bêvila wê / wî mezin in

lûtke gupik, gupîtk, lûtke, cihê / beşa herî bilind

lûtqulinge difinşalok, pozxwehr, kesa/ê kepiya wê / wî çemiyayî / tewiyayî ye

lûtzil pozmezin, difinmezin

lûzew rêjen, herrik, av, çem, rûbar

Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî