Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

D biguhêre

de biguhêre

de (2) de, dê: De were De were, De bêne De bîne, De ba bêt De bila bêt, De ba bihata De bila bihata / hatiba

de- di-: deçim diçim, debird dibir, nedezanî nedizane

de'ba dehbe, heywan, nemirov

debaşîr tebeşîr

debax, debax dantavê, reşbûn (li ber tavê)

               ~ dan / kirdin dan tavê, li ber tavê reş kirin

debaxxane, debaxane, debaxxane dantavgeh, cihê mirov xwe yan tiştekî dide (ber) tavê

debdebe 1. şeng, şehyan, cejnane 2. gir, gelek mezin, gewre

debe (1) 1. peqlîşk, şeqok (li boyaxê / siboqê) 2. şeq, jihevvebûyî 3. avis

debe (2) dewlik, amanek avê û ruhniyên dî ye

debeng delodîn, peledîn, tirredîn, kerçove, aqilsivik, kêmaqil, netemam, apter

debengî delodînî, peledînî, tirredînî, kerçovetî, aqilsivikî, kêmaqilî, netemamî, apterî

debê 1) dibe, gengaz e, mimkin e 2) divê, pêdivî ye, pêwîst e

debistan dibistan, fêrgeh, xwendingeh, medrese, mekteb, cihê ders lê tên xwendinê

debîr erkedar, karmend, memûr, wezîfedar, xebîr

deblax canîhêştir, hêştira hê mezin nebûye

Decal Decal, Deccal, Dij-Mesîh

de'ecanî bn de'ba

def def, înstrumentek muzîkê ye

defe: ~y şan navmil, hestiyên navmilan

defir aman, firax, firaq

defjen defjen, kesa/ê li defê dide

defr bn defir

defter defter, tênivîsk

degeneg kotek, tade, zor, zilm, tehda, te'da

deger nirx, biha, bihagiranî

degmen kêm, mînîmal; kêm car; kêmpeyda

            be ~ kêm car

dehem, dehemîn dehem, dehemîn, 10., (ya / yê / yên) dehê / dehan

dehol dehol, dahol

deholjen, deholkut deholqut, kesa/ê li daholê dide

dej mayî, bermayî, jibermayî, xercnekirî

dek de: Dek be xêr bêy De bi xêr hatî; hey, xwezî: Dek sax nebît! Hey / xwezî sax nebî!

<?xml:namespace prefix = st1 ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags" /><st1:State><st1:place>del</st1:place></st1:State> wêrek, dilêr, biste, mêrxas, aza

del dêl, dêhl, hin heywanên mê (wek se, beraz, şêr): leberaz dêleberaz, beraza mê, legurg dêlegur(g), gur(g)a mê, lemeymûn dêlemeymûn, meymûna mê, leseg dêlese, seya mê, leşêr dêleşêr, şêra mê, lewurç dêlehirç, hirça mê

delak berber, porrkurrker, pirçkurrker, sertiraş

delakxane berberxane, porrkurrkirinxane, pirçkurrkirinxane, sertiraşxane

delal navbeynkar, bergerr, ajan, mezatker

delalane destheqê / destmizê navbeynkar / bergerr / ajan / mezatker

delandin riştin, rijandin; çipandin, dilopandin, dilop kirin

delaqe şeq, qeliş, derz, kelş, kelaştin, kelişandin

            ~ tê xistin şeq xistinê, kelaştin, derizandin, kelişandin

delb (cil / pêlav) mezin, fire

dele, deledel lerz, recf

            ~ kirdin lerizîn, recifîn

deleçe nazdarker, dilxweşker

deleçeyî nazdarî, dilxweşkirin

delek simor, zerdewa

delese meth, pesn, xwe yan kesek / tiştek mezin kirin yan mezin hesibandin

delê, delêt, delêtin dibêje, dibê, dibêjit, dibêjitin, dibêt, dibêjît

delîqanî bêşerm

delubîber bîber, îsot, filfil

deluqel nefsmezin, qure, pozbilind

delû aqilsivik, peledîn, hepledîn, dîn, delî, delodîn, tirredîn, hepletiraş, apter

delûkar aqilsivik

delûv setil, satil; zerik

delya (1) bn derya

delya (2) pirr, gelek, mişe, zaf, zor, zêde

delyadil merd, comerd, dilfire

delyalûş xwere, bixwere, pirrxwer, kesa/ê pirr dixwe

dem (1) dev

            ~ xoş! Dev xweş! Sehet xweş! (dema kesekî tiştek xweş gotibe)

dem (2) dev, devik (devê alavên pêbirrînê, wek kêr, birrek, çeqo)

dem (3) (kat) dem, wext, zeman, kat; bîsk, kêlîk, delîv, delîve

dem- min di-: demzanî min dizanî, demkird min dikir, demxward min dixwar

demamk maske, rûpoş, rûyîn, rûdank

deman- me di-: demanxwênd me dixwend, demanbijard me dibijart, demanparast me diparast

demançe demance

demandin 1. (agir) gurr kirin, geş kirin, hilkirin, vêxistin, (agir) berdan (tiştekî) 2. (çay) dem kirin, demandin

demar demar, reh, rih

demargîr serhişk, fanatîk, radîkal

demargirî serhişkî, fanatîzm, radîkalîzm

demawdem devkî, bi dev gotina tiştekî ji kesekî bo kesek din

demax 1. (lût) poz, difin, bêvil, lût 2. (demax) demax

dembest, dembestkiraw devgirêdayî, devgirtî

dembên lixav, devgirek, devgirêdek

dembil devminok, kesa/ê axiftina wê / wî mine-minokî ye

dembir dawîn, talî, dûmahî

demdirêj dirêjbêj, kesa/ê mijarekê zêde dirêj dike

deme kinar, qirax, lêv, serlêv

demelaske zarîkirin, zehrîvekirin, texlîd, lasayî

demenî persîv, (êşa) sarma

damerakol, damerakole dûpişk

demeteqê devjenkî, suhbeta ne giring / fermî

demew 1. berev, nêzî: Demew êware bû Berev êvarê bû (ango dê di nêz de biba êvar) 2. demewjûr berevjor, serberjor, ser ber bi jor ve, demewxwar berevjêr, berevxwar, serberjêr, ser ber bi jêr ve

demewane co, cok

demewer zêdebêj, pirrbêj

demewerî zêdebêjî, pirrbêjî

demewnixûn serberjêr, ser li ciyê binî û bin li ciyê serî

demheraş lewçe, zimandirêj

demheraşî lewçetî, zimadirêjî

demîn 1. (agir) gurr bûn, geş bûn, hilbûn, vêketin, (agir) berbûn (tiştekî) 2. (çay) dem bûn, demîn

demnixûn serberjêr, ser li ciyê binî û bin li ciyê serî

demkut devqut, kesa/ê devê xwe venake yan devê wê / wî hatiye girtin

dempel devbeş, devfire

dempîs zimandirêj

dempîsî zimandirêjî

dempûçel bêdidan, bêdiran

demsûr jixwebawer

demter bêjok, kesa/ê dibêje (dijwateya kesa/ê dike), kesa/ê dibêje lê napêje

demterî bêjokî, pirr gotin bêyî kirin

demûçaw serûçav, rû

demûdan devûdidan, devûdiran

demûdest tavilê, di cî de, serdanser, derhal

demûduwan dîtin û raman, bîrûray, helwest, boçûn

demûlimoz devûlixav

demûpil suhbet, axiftin

demwal (aman, firax) nizm, dijw. kûr

demwer methok, pesnok, kesa/ê pirr pesnan (t. yên xwe) dide / methan (t. yên xwe) dike

demxoşane mizgînî, nûçeya / peyama xweş / xêr

dena yan, yan na, <st1:City><st1:place>eger</st1:place></st1:City> na: Bêne, dena min nayem Bîne, yan (<st1:City><st1:place>eger</st1:place></st1:City> neînî) ez nayêm.

dendûk bn denûk

deng deng, dey; (di hilbijartinan de) deng, ray

            ~ danewe deng vedan, olan dan

            ~ derçûn deng (jê) hatin, deng (jê) derketin

            ~ diran / gîran deng ketin (bi temamî)

            ~ hilbirîn deng(ê xwe) bilind kirin

            ~ nûsan deng ketin (ne bi temamî)

            ~ û seng deng û pêjn: bê deng û seng bêpêjn, mit, bê deng û pêjn

dengedeng dingeding, dingering, heytûhot, qerebalix

dengegaz kêmbêj, kesa/ê kêm diaxive / dipeyive

dengeşe bn dengedeng

denggiwê galgal, galegot, galegal, gotinên bêbingeh

denggîraw dengketî (bi temamî)

dengnûsaw dengketî (ne bi temamî)

dengsazî dengsazî, fonetîk

dengûbas nûçe, dengûbas, êxbar, xeber

dengzil dengbilind

denik tovik, dendik; lib (ya ceh, genim, nîsk, nok û hwd)

            denke denke lib lib, kit kit, yek yek, êk êk

denûk nikil, nukul

deq (1) deq, berhem, tekst, nivîs

deq (2) tam: Yek mangî deq e min çawêrêm Tam mehek e ez bendewar im

deqendûqin guherok, xweranegir, guherbar, nemayinde

deqîqe deqe, deqîde, xulek, 60 çirke / saniye, 1/60 saet

deqne deqne, xêra didin feqeyan

der (1) der, derve, dijw. hindirr, hundurr, jor

der (2) (derga) dergeh, derî, derok, cihê mirov tê re dikare biçe hindirr û jê derbikeve

der- der-, pêşpirtikek e dikeve pêşiya hin peyvan û wateyên nû didiyê: derçûn, derkirdin, derbirrîn û hwd

-der -der, paşpirtikek e dikeve paşiya hin peyvan û wateya "kesên tiştekî didin" dide peyvan: fermander

deramet destkeft, qazanc, kar, feyde

            ~ bûn bazar hebûn, tişt hatin firotin

deraw bn derbend

derawsê bn dirawsê

derawurd weşan, belavok; berhem, deq

derbarey derbarî, di warê ... de, li ser ...

derbaz derbas, derbas, bor, buhur

            ~ bûn derbas bûn, borîn, buhurîn, bihartin

            ~ kirdin derbas kirin, borandin, buhurandin, bihartin

derbazge buhur, bor, derbasgeh, cihê tê re borîn / derbasbûnê / borandinê / derbaskirinê

derbeder derbider, aware, mişext, sergûmkirî, derkirî, derxistî; revok; beradayî, gerrok

derbederî derbiderî, awareyî, mişextî, sergûm, surgun; revokî; beredayîtî, gerrokî

derbend derbend, buhur, neqeb, rêyên teng yên di çiyayên asê re derbas dibin

derbest berbend, têkildar, pêve, pêvegirêdayî, girêdayî, derbest; xemxwer

derbestî berbendî, têkildarî, pêveyî, pêvegirêdayîtî, giêrdayîtî, derbestî; xemxwerî, matîjêkirin, sereguhî

derbir tûj, hişk (t. m.); xurt, hêzdar, bihêz

derbirîn gotin, derbirin, anîn ziman

derbirdin debare kirin, îdare kirin, qetandin

derbiwardin nekirin, nekirî hêlan / hiştin; li derveyî tiştekî hiştin / hêlan

derbuwardin nekirin, nekirî hêlan / hiştin; li derveyî tiştekî hiştin / hêlan

derbûn (pirzik, peqlûşk, lîr, dûmel) derbûn, çêbûn, diyar bûn, xwiya bûn

derbûne kuçe, kolan (t. yên varê û neserekî)

derçûn derçûn, derketin, hatin derê / derve; (ji yan di ezmûnekê / îmtîhanekê / ceribidinekê de) derçûn, bi ser ketin; (pirtûk / kovar / rojname) derçûn, weşîn, hatin weşandin, belav bûn; (kesek) filitîn, revîn, xwe xilas kirin; (bi destî yekî ji devê wê / wî) derçûn; (ji fîşek çek) teqîn, derçûn; (derfet, delîv) ji dest çûn, ji dest derçûn, derfet yan delîv yan îmkan ji dest dan yan wenda kirin; piştî kirinê diyar bûn ku tiştek bi awayekî ye: Çîrokeket zor xoş derçû Çîroka te xweş derçû / derket ango Diyar bû ku çîroka te xweş e

derd derd, kul, keder, kovan, keser, xem; êş, nesaxî; jan; pirsgirêk, problem

            ~ e derd e; (be daxewe) mixabin, heyf e (ku)

derdan 1. vale kirin, xalî kirin; vale, xalî, dijw. tijî, tije 2. (êşekê / nesaxiyekê / nexweşiyekê kesek) girtin 3. xuh dan, xwê dan, ji ber westînê yan germê av bi leşê kesekî de hatin

derdest berdest, liberdest, tiştên mirov dikare bi asanî xwe bigînê, tiştên nêzîk in, tiştên nêzîkî dest in, tiştên li ber destê mirov in

            ~ xistin berdest kirin, xistin ber destê mirovî

derdestî berdestî, liberdestî, nêzîkî, nêzîkî mirov, nêzîkî dest

dere gelî, newal, nihal, dol

derebeg derebeg, feodal, axa

derebegî, derebegêtî derebegî, feodalîzm, feodalî, axatî

derece derece, pile, paye

derem hertim, herdem, hergav

            daîm û ~ her û her, hertim

deretan çare, hel, (mecazî) derman: Derdim deretanî bo niye Derdê min derman nîne, derdê min bêçare ye

derewe derve, der, derê, dijw. hindirr, jorve, di nav de

            bo ~ derve, derê: Min bo derewe deçim Ez diçim der / derve / derê

            le ~ li derê, li derve

            le ~we ji derê, ji derve; ji derve ve

derê bn derewe

derfet delîv, derfet, îmkan, fersend, firset, gengazî, delîve, dema yan rewşa mirov dikare tê de tiştek (ku wek din nayê kirin yan nikare bi asanî bêt kirin) bike

            ~ hênan delîv / derfet / îmkan bi kar anîn, ji delîvê / derfetê / îmkanê sûde / kelk / mifa /feyde wergirtin / kirin

derfirtandin dervirrandin, derpirrandin, derçikilandin, derkirin, bi zorê dan der, wa kirin ku tiştek bi zorê derbikeve yan serê xwe derbîne

derga dergeh, derî, derok, derge, cihê mirov tê re dikare biçe hindirr û jê derbikeve

            ~ kutan derî qutan / kutan, li derî dan / xistin (t. bi hêz)

            ~ xir kirdin derî / dergeh qilifandin / qilif kirin / qilif dan, derî daxistin

            le ~ dan li derî dan / xistin

dergane derok, deriyên biçûk

dergawan dergevan, dergehvan

dergûş pêçik, landik, dergûş

derhanîn bn derhênan

derhatin derhatin, derketin, diyar bûn, xwiya bûn, serê xwe deranîn

derhatû derhatî, diyar, berçav, xwiya

derhawîştin deravêtin, derhavêtin, deravêştin, derhavêştin, deravêjtin, avêtin derê; red kirin, qebûl nekirin, dijw. bijartin

derhênan deranîn, derînan, derhînan, derhanîn, anîn der / derê / derve

derhênraw derînayî, hatî deranîn, înayî der

derîçe 1. derok, deriyên / dergehên biçûk 2. pencerok, pencereyên biçûk

derk bn derga

derkenar 1. (di nivîsînê de) têbînî 2. perav, derav, berav, qerax, qirax, kenar, berkinar

derkewt 1. derket, derkeft (raweya demên borî ji lêkera derkewtin derketin, derkeftin) 2. diyarde, fenomen 3. derdirûv, rû, serrû

derkewtin derketin, derkeftin, hatin der / derê / derve; (kovar, pirtûk, rojname) weşîn, belav bûn, derçûn, hatin weşandin; diyar bûn, xwiya bûn, aşkira bûn, zelal bûn, berçav bûn, ron bûn

derkewtû derketî, derkeftî, hatî der; diyar, aşkira, xwiya, zelal, berçav, ron, eşkere

derkêşan derkêşan, derkişandin, kişandin der, bi kişandinê anîn der

derkirdin 1. derxistin, derkirin, ji cihekî avêtin / kirin derê 2. derxistin, weşandin, belav kirin 3. derkirin, hinare kirin, hinartin, îdxalat kirin, ji welatekî birin yek dî; derkirin, bi qaçaxî ji welatekî / cihekî birin yek dî 4. (pirzik, peqlûşk, lîr, dûmel) derkirin ango peqandin

derkiraw derkirî, derxistî, deranî, derînayî, derhînayî, derhênayî

derkird weşan, belavok; berhem, deq

derkirdin derxistin; derkirin

derling derling, delîng, herdu derên / devên binî yên derpî / pantolon / şelwal û hwd

dermal derazînk, astane, derçik, şêmig, derîzan, dêrzigeh, pêder, şîpane, bilindeka li ber deriyan

derman derman, îlac

dermange, dermanxane dermanxane, eczexane, cihê derman lê tên standin

dermanzan dermannas, pisporê dermanan, kesên ji pîşeya xwe dermanan dinasin

derperandin derpirrandin, derçikilandin, derkirin, bi zorê dan der, wa kirin ku tiştek bi zorê derbikeve yan serê xwe derbîne

derperîn derpirrîn, derçikilîn, bi zor yan bi lez derketin yan xwe dan der

derperîw derçikilî, tişta serê wê rêkûrast berev jor derketiye

derpoqîn derhatin, serê xwe deranîn, xwiya bûn, serê xwe hilanîn

derpoqî derhatî, tişta serê xwe deranî, xwiya, serhilanî

derqel pirtik, parçok, parîk, parçe, parî

ders ders, wane, fêrkirin, hînkirin, elimandin

            ~ pê wutin ders dan (kesekî), (kesek) fêr / hîn kirin, (kesek) elimandin

derteng derbend, neqeb, berteng, buhur, rêyên teng yên di çiyayên asê re derbas dibin

derû bênvedan, bênvekirin, rehetî, îstîrehet

            ~ lê kirdinewe rehetî dan (kesekî / tiştekî) bên dan (tiştekî), delîva / derfeta bênvedanê / bênvekirinê dan kesekî / tiştekî: Xwa derût lê bikatewe Xwedê rehetiyê bide te

derûber dorber, derdor, hawirdor, dewrûber, dewrûdor, çaralî; navçe, herêm; zom, com, gom

derûdeşt derdeşt, deşt û çol, cihê pan û vekirî û neasê

derûdirawsê dormal, cîran, kesên mala wan nêzî ya mirov e

derûjûr: ~ kirdin her çûn der û hatin hindirr - çûn der û hatin hindirr

derûn derûn, ruh, can, giyan; (wîjdan) wijdan, ûjdan

derûnî derûnî, ruhî, ruhanî, canî, giyanî; sinc, rewişt, exlaq, moral

derûnsaz psîkiyatr, derûnsaz, bijîşkên / nojdarên ruhî / derûnî / giyanî

derûnzan derûnnas, psîkolog

derwaze 1. dergeh, deriyên mezin 2. azîne, awa, şêwe, metod, tewir

derwêş derwêş

derwêşî derwêşî

derxistin derxistin, derêxistin; diyar kirin, xwiya kirin, aşkira kirin, beyan kirin; nîşan dan; destnîşan kirin; pîşan dan

derxward: ~ dan 1. xwarandin, dan xwarin, pê dan xwarin (t. bi zorê) 2. têkil kirin, tevlî kirin, tevlihev kirin, tiştek kirin nav tiştek dî

derya derya, zerya, behr

derz bn ders

derzî (1) derzî, dirêzî

derzî (2) cildirû, dirûnker, terzî, derzî

des- dest-, des., dez-, pêşpirtikek e dikeve pêşiya peyvan û wateya "dest" dide wan

desa de, de ka, de madem wa ye..., haydî, dê

            ~ dey de! de haydî! de yella! dê ka!

desebuxçe çantik, çentik, çanteyê destan

deselat desthilat, rêverberî, hêz, hukum, hukumranî, serdestî; bandor, kargêrî, tesîr

deselatdar desthilatdar, hêzdar, serdest, hukumran; bibandor, bandorker

deselatî desthilatî, rêveberî, hêzdarî, hukumranî, serdestî

desere destere, birrek, mişar, testere

desfiroş etar, bazirganên / tacirên tiştên xwe digerînin û difiroşin

desinde, desinge desinde, tehsîsat

desindexor, desingexor desindegir, tehsîsatgir, desindewergir, tehsîsatwergir, desindestîn, desindedar

desk, deskegul destik, baq (yê gulan û hwd)

desmal desmal, kefîk

desnûs destnivîs

desroke desmal, kefîk

dest (1) dest; zend

            ~ be ser da girtin dest bi ser de girtin, desteser kirin

            ~ gîran mijûl bûn

            ~ kuşîn dest givaştin

            ~ birîn dest rakirin, dest hildan

            ~ lê helgirtin dest jê berdan, dev jê berdan, bes kirin

            ~ piya nan dest danîn ser; dest pê ve nan

            ~ tê werdan dest tê werdan, tedexulî kirin, destên xwe kirin nav karên kesek dî re

dest (2) dest, taxim, bedle, qat, taxima cilan

destajo kedî, kehî; zirrşerm, dijw. kûvî; şermîn

destar destarr

destawdest: ~ kirdin ji destên kesekî dan / ketin destên kesek dî, ji destekî dan / ketin destek din

destawêz: ~ kirdin perixandin, mist dan

destçin destdirû, tiştên bi dest hatine dirûn / kêlîkirin

destdar hêzdar, destdar, bibandor; maldar, zengîn, dewlemend

destdarî hêzdarî, destdarî, bandor; maldarî, zengînî, dewlemendî

destdirêj şerrok, êrişker, şerrxwaz, belakirr

destdirêjk kêlbetan

destdirêjî destdirêjî, şerrokî, êrişkerî, şerrxwazî, belakirrî; destdirêjî, tecawiz

deste deste, kom, taxim

destbendî hevgirî, hevpeymanî

desteber dilsoz; piştevan, piştgir

desteberî dilsozî; piştevanî, piştgirî

destebira 1. destebira, koma hevalan 2. destebira, hevta, tam mîna hev: Ew dîktator çû belam emeş destebirayetî Ew diktator çû lê ev jî destebirayê wî ye / ev jî tam wek wî ye

destejino, deste-ejino destseqet

destelat bn deselat

destele cerr, cêrr, amanên / firaqên ji axê hatine çêkirin

destemo 1. (lawir) kedî, kehî, dijw. kûvî 2. sernerm; bindest

destestêre, deste-estêre destestêr, komstêr, koma stêran

destewane destparêzk, tiştek e mirov bi ser destên xwe de digire daku destên xwe ji xeteriyê / pîsiyê biparêze dema karekî dike

destewdawên tika, rica, hêvî, daxwaz

            ~ bûn xwe avêtin ber bextê yekî, hêvî ji yekî kirin

destewsar hefsar

desteykar destekar, personel, koma karkeran li kargehekê

destxanû destxanî, apartman

destgir 1. çembil, destik, destikên qazanan / qûşxanan 2. destgir, demgir, wextgir, tişta kirina wê gelek demê dixwaze

destgîr berdestk, alîkar; rêber

destî: ~ destî pê kirdin xapandin, xirrandin, hîle lê kirin

destkar destkar, kesên karên destan (wek dirûn, kêlîkirin) dikin

destkewt destkeft, bidestketî; bidestxistî

destkewtin destketin, bidestketin

destkêş destgork, tilgork, lepik, dezgork, destkêşk, cilek e mirov dike destên / tilên xwe daku wan ji sarmayê biparêze

destkird bidestçêkirî; çêkirok

destkurt 1. destkurt, feqîr, kêmhe, hejar, belengaz, perîşan 2. bêbandor, bêtesîr, bêwate

destnerowîştû bêbandor, bêtesîr, nekarîgêr, ne-efektîv, bêwec, bêfêde

destniwêj destnivêj, destnimêj, şûştina bo nivêjê / nimêjê

            ~ girtin destnivêj girtin / şûştin

            ~ ş<st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State> destnivêj şkestin / ketin

            ~ şkandin destnivêj şkandin / xistin / êxistin

            ~ şiştin destnivêj şûştin / girtin

destpêşkerî pêşgavî, înîsiyatîf

destqurs goc, destgiran

destrast 1. destrast 2. segvan, kesa/ê zîrek e di lêdana tîr yan fîşekê yan tiştek wek wan li wî cihî yê digiritê

destrowîştû bibandor, bitesîr, karîgêr, efektîv

destsûk destsivik

destûbird 1. lez, bizav, lezûbizav 2. pît, bilez, lezgîn, bilezûbizav, zû

            ~ lê kirdin lezûbizav lê kirin, lezandin

destûpil destûlep, hinêr, jêhatîtî, şiyan

destûr 1. destûr, izin 2. edet, irf, destûr, qanûn, zagon 3. rêziman

destûrî 1. destûrî, izinî 2. qanûnî, makezagonî

destxaw destsist, destxav, sistûxav

destxero xapandî, xirrandî, hîlelêbûyî

            kirdin xapandin, xirrandin, hîle lê kirin

destxeroyî xapandin, xirrandin, hîle, hîlekirin, hîlelêkirin

destxet destnivîs, destxet, nivîsîna bi dest

destxoş! destxweş! sehet xweş! her bijî! aferîn!

destyar alîkar, berdestk, hevkar, harîkar

destyarî alîkarî, harîkarî, berdestkî, hevkarî

deşt deşt

det- te di-: detwut te digot, detbird te dibir, dethêna te dianî

detan- we di-: detanzanî we dizanî, detanwîst we dixwest, detanjimard we dijimart

detîr (tivengên / demanceyên) dehlibxwer, (tivengên / demanceyên) deh fîşek dikarin bên têkirin

dever dever, navçe, herêm, cî, cih, war

dew (pele) lez, bizav, lezûbizav, ecele 2. (rakirdin) bezîn, bazdan; revîn

dewam dewam, dom

            ~ kirdin domandin, dewamandin, dom kirin, dewam kirin

dewan (1) (xêra) pît, lezgîn, beza, bilez, tişta zû dibeze / dimeşe

dewan (2) (cewherdar) birqok, biriqdar; teyisok

dewen tirraş, kêrat, devî, bûş, devîçirrk, darkolik, kem, dirrîk, çîtik, terraş

dewîn (rakirdin) bezîn, bazdan, revîn, pît / bilez meşîn

dewît pêzeweng, kodoş, kesa/ê <st1:City><st1:place>jinan</st1:place></st1:City> û mêran digihînin hev daku bi pare cot bibin ango bikevin têkiliyên cinsî

dewlemend, dewlemen zengîn, paredar, halxweş, xanedan, dewlemend, maldar

dewlemendî, dewlemenî zengînî, paredarî, halxweşî, xanedanî, dewlemendî, maldarî

dewlet 1. dewlet 2. mal, maliyet, dewle, dewlemendî, zengînî, malûmilk

dewar kon, kûn, xîvet, çadir, xîme

dewr 1. dewr, dor, dorber, çaralî, derdor, hawirdor 2. dewr, serdem, çerx, qirn

            ~ dan dewr dan, li dor zivirîn; (gemaro dan) dorpêç kirin

dewrandewr dorber, çaralî

dewrî sênîk, teyfik, lalik, dewrî

dexezar nesax, nexweş, nesaxdiyar, nexweşxwiya

dexîl gorî, qurban, heyran: Dexîlit bim! Ez gorî (te bim)! Ez heyran(î te bim)! Ez qurban(î te bim)!

dexl (1) dexl, dexlûdan, genim û ceh

dexl (2): ~ kirdin têkil dan, tevlihev kirin, têk werdan, destkarî lê kirin

dey de, dê

            ~ ba de ka: Dey ba zû keyn De ka em zû kin

dey- wê di-; wî di-: deygirt wê / wî digirt, deysend wê / wî distand, deyzanî wê / wî dizanî

deyan dehan, bi dehan

deyan- wan di-: deyangirt wan digirt, deyansend wan distand, deyanzanî wan dizanî

deyeha bi dehan

deyek dehêk, dehyek, yek ji dehan, 1/10

deyî dehî, desîmal

deysa de madem wa ye, neyse: Deysa, min nayem Madem wa ye, ez nayêm

dez- dez-, des-, dest-, pêşpirtikek e dikeve pêşiya peyvan û wateya "dest" dide wan: dezga dezge, dezgîran destgirtî, yar

dezga dezgeh

dezgadar dezgedar, meyfiroş, barvan, meyxaneçî

dezgêr etar, bazirganên / tacirên tiştên xwe digerînin û difiroşin

dezgîr berdest, tiştên mirov dikare xwe bigihîniyê

dezgîran dezgir, destgirtî, yar, keçeheval yan kureheval

dezmaye sermaye, mal, maliyet

dezû dezî, ben, benik

dezûle demar

Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî