Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî

D biguhêre

da biguhêre

da- (1) da- (pêşgirtikek e dikeve destpêka hin peyvan, bi taybetî lêkaran, û wateyek nû dide wan ku bi pirranî liv û tevgerên ji jor berev jêr diyar dike):

da-, dak, dalk da-: dapîr dapîr, diya bavê yekî yan diya diya yekî

... da paşdaçekek e ku li gel van pêşdaçekan tê bikaranîn: lê da, pê da, tê da

da de, dê, de ka: Da dey werin! De werin (lo)!

dab werîs

dabarîn dabarîn, (baran, berf) dahatin, ji jor barîn jêr

dabestin girê dan, şidandin

dabeş parve, lêkve

            ~ bûn parve bûn

            ~ kirdin parve kirin, lêkve kirin, behr bi behr dan, parandin

dabeşandin parandin, parve kirin, lêkve kirin, behr bi behr dan

dabeşker parveker, lêkveker

dabezandin dahînan, da-anîn, anîn xwarê, anîn jêr; (ji hesp, ker û hwd) peya kirin

dabezîn dahatin, hatin xwarê, jê hatin xwarê; (ji hesp, ker û hwd) peya bûn

dabêjan vebijartin, paqij kirin, saf kirin, ji qirş-mirşan paqij kirin

dabêjraw vebijartî, paqijkirî, safkirî

dabiran vebirrîn, jê vebirrîn, jê qut kirin, jê cuda kirin

dabiraw vebirrî, jêvebirrî, jêqutkirî

dabirîn bn. dabiran

dabîn misoger, tekîd, esehî, piştrast; terxan

daçek rz daçek, hin peyvik in ku dikevin pêşiya peyva / peyvên serekî û demê yan cih diyar dikin, 'li malê', 'piştî nîvro'.

daçespaw xweragir, qayîm

daçespawî xweragirî, qayîmî

daçeqan, daçeqîn beş bûn; bel bûn, biloq bûn, zîq bûn, vekirî bûn / man

daçeqandin daçikandin, di erdê re çikandin, kutan erdê

daçilekan, daçilekîn bizdîn, behecîn, bizdan, bizdihan, be'ecîn, tirsek tavil ketin dilî

daçilekandin bizdandin, behecandin, be'ecandin, tirsek tavil xistin dilî

daçilekaw behecî,bizdayî; bizdok, behecok, bizdonek

daçoran miçiqîn, çik bûn, çikîn, hêdî-hêdî av jê kêm bûn ta ku bi temamî av jê qut bûn

daçorandin miçiqandin, çik kirin, çikandin, hêdî-hêdî av jê kêm kirin ta ku bi temamî av jê qut kirin

daçûn daçûn, çûn xwarê

dad (1) dad, edalet, heqî

dad (2) wey, ax, wax: Xwa dad! Wey Xwedêyo!

            ~ û bêdad! Weyla li minê / mino: Dad û bêdad le dest em dunyaye! Weyla li mino vê dinyayê! Ax ji derdê vê dinyayê!

dadan 1. (pênûs) tiraşîn, tûj kirin 2. dilop kirin, çipik jê hatin: Em serbane daeda Ev ban dilopan dike

            be ser mal da ~ bi ser malê de girtin

dadber dozker, dozveker, şikayetker

dade dadê: dayê; xwişkê

dadga, dadge dadge, dozge, dadgeh, dozgeh, mehkeme, cihê doz lê tên meşandin

dadger dadger, dadpirs, dozpirs, hakim

dadirûn vedirûn, pîne kirin, pinî kirin, cihê dirr(iyay)î yê cilan bi pate yan pîneyekê dîsan saxlem kirin

dadkuj nedadperwer, neheq, nerewa; binpêkerê mafan

dadnûs dadnivîs, doznivîs, noter

dadperwer dadperwer, dadevîn, dadhez, adil, rewa, biheq, kesa/ê ji heqiyê hez dike yan bo heqiyê dikoşe

dadperwerî dadperwerî, dadevînî, dadhezî, adilî, rewayî, heqî

dadpirs dadger, dadpirs, dozpirs, hakim

dadpirsî darizandin, dadpirsî, mehkeme kirin

dadwer dadnas, dadwer, mafnas, hiqûqnas, jurîst, pispora/ê hiqûqê

dadwerî dadnasî, dadwerî, mafnasî, hiqûq, hiqûqnasî, pisporiya hiqûqê

dafetan şerm (ji xwe) kirin

daga dapîr, pîrê, diya bavê yekî yan diya diya yekî

dager birêveber, serperişt, serkêş, rêveber

dageran dagerrîn, hatin xwarê, berev jêr hatin, dijw. hewa ketin

dagirtin 1. dagirtin, tijî kirin, tije kirin 2. niximandin, rapêçandin 3. danîn, deynan, anîn xwarê, peya kirin

dagirtinewe 1. vedagirtin, dîsan dagirtin, dagirtin ve 2. bagurrdan, bagurrdan kirin, bagurrdan (kevirek giran e) li ser banê xanî gerrandin daku serban qayim bibe û dilopan neke

dagîr dagir: dagîr kirdin dagir kirin, (cihek / welatek) girtin, zeft kirin, zemt kirin (t. bi zorê)

dagîran giran bîstin, (guhên baş nabîzin, kesên guhên wan giran in) 2. cangiran, dijw. çist û pist, çist û çeleng

dagîrandin bn dagîrsandin

dagîrker dagirker, (kesê / hêza / dewleta) cihek bi zorê girtiye

dagîrkiraw dagirkirî (cihek / welatek) girtî, zeftkirî, zemtkirî (t. bi zorê)

dagîrsan (agir / ronahî) vêketin, hilbûn, berbûnê

dagîrsandin (agir / ronahî) vêxistin, hilkirin, berdanê

dagîrsaw (agir / ronahî) hil, vêketî, hilbûyî, berbûyî, geş, gurr

daguşîn gemirandin, perixandin, mist dan, masaj kirin

dahat destkeft, dahat, qazanc, kar, feyde

dahatû 1. ayinde, pêşeroj, dema (yan tişta) bêt / were 2. (pirça / porra) şekirî, şehkirî

dahênan 1. peyda kirin, da-anîn, keşf kirin, damezrandin; raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin 2. şe, şeh (alavek didanokî bo sererastkirina yan veçirrandina pirçê / porr)

dahêner peydaker, daîner, keşifker; damezrîner; raberker, pêşkêşker, arasteker

dahol batirsok, ale, reşe (nîşaneyek e li nav bûstanan bo verevandina firrindeyan daku berhemên şên dibin nexwin)

dajdar pasevan, cerdevan, zêrevan, herese, çavdêr

dajendin, dajenîn 1. veqetandin, ji hev vekirin, ji hev derxistin (t. parçeyên makîneyan û hwd.) 2. pitepit kirin, gilî û gazin kirin bê ku gotinên xwe bi deng û zelal bibêje

dajgîr moxel, bêjing

dajimardin dajimartin, dahijmartin, berev jêr jimartin (wek: 5 - 4 - 3 - 2 - 1)

dajiyar pêdijî, dajiyar, tiştên / pareyên / alavên pêdivî bo jiyanê

dakendin jê kirin, pêlav / sol ji piyên / lingên xwe kirin, gustîlk ji tila xwe kirin, cil ji (ber) xwe kirin

dakewtin 1. daketin, ketin xwarê, ketin jêr 2. tehisîn, hilişîn, şemitîn, hulisîn 3. (êş, nesaxî, nexweşî) belav bûn 4. dest jê berdan, dev jê berdan, neyse kirin 5. bêzar bûn, ji şiyan ketin, ji taqet ketin

dakewtû daketî; bêtaqet, neşê, bêzar, bêzever

dakêşan dakişandin, dakêşan, berev jêr kişandin / kêşan

dakirmandin mirçandin, mirçe-mirç kirin, bi dengê mirçe-mirç tiştek xwarin

dakiroştin kirrandin, kerritandin, tiştek req gezandin, leq li tiştek req dan

dakişan 1. dakişîn, berev jêr kişîn 2. hedinîn, arimîn, tena bûn (wek pêl yan bahoz hedinîn ango hêza wan kêm bûn)

dakişe av dema seviya wê dadketî ye

dakokî piştgirî, piştevanî, alîgirî, layengirî

dakujandin birandin, vemirandin, telaftin, birhandin, dawî lê anîn, qelandin, qirr kirin

dakutan dakutandin, tê kutandin

dal navê tîpa "d" ya alfabeya (kurdî-)erebî

dal baz, şahîn

dalan bersifk, eywan, korîdor

dalandûrep qaştîk, tirrkok, tirrik, kesa/ê pirr dirêj û zeîf

dalde pena, stare, taraw, penageh, stargeh, spartgeh, tarawgeh, cihê xwe parastinê

            ~ dan sitirandin, parastin, pena dan (yekî), stare dan (yekî)

            ~ hênane ber xwe spartin (yekî / cihekî / tiştekî), pena birin (yekî / cihekî / tiştekî)

dalistin qewartin, bi kêrê yan alavek wek wê kolîn yan kun kirin

dalle bn dalde

dalye şitil, derx, şax, fîdan

dam dab, dam, edet, nerît, banek

            ~ û dezga, ~ û destûr damûdezge, mekanîzm, damûdestûr; rêveberî, kargêrî, îdare

damalîn jê kirin, ji tiştekî kirin, bê tiştek hiştin: çek damalîn ji çek kirin, bêçek kirin / hiştin

daman 1. bê tiştekî man, pêdivî / pêwîstî pê hebûn: Damaw e bo aw Pêdivî / pêwîstî bi avê heye 2. asê bûn, xetimîn, tê re man, jê sereder nebûn

damaw 1. jar, hejar, feqîr û hejar, tine, tinehe 2. rêwenda, bêçare

damawî 1. bêçaretî, bêumêdî 2. pêdivî, pêwîstî, kêmasî, tengasî

dame dam, damanê, lîstika damê

            ~kirdin dam lîstin, damanê kirin

damelaxas şelandî, talankirî, kesa/ê tiştên pê re bi zorê jê hatine standin

damelaxasî şelandin, talan, talankirin

            ~ kirdin şelandin, talan kirin, rût kirin, darûtandin, her tişt jê standin

damezran damezrîn, hatin damezrandin / danîn / avakirin / çêkirin / duristkirin

damezrandin damezrandin, danîn, deynan, avakirin, çêkirin, durist kirin (t. dezgehek); dest pê kirin

damezrêner damezrîner, sazimankar, daner, avaker, çêker, binedaner

damên bn dawên

damirdin, damirdinewe birihîn, vemirîn, telifîn, dawî lê hatin, qelihîn, qirr bûn, bê dûnde / ûcax mirin

damirkan, damirkanewe tebitîn, vehewihîn, arimîn, hêminîn, sekinîn, rawestîn, hedinîn, bêtevger man, nelivîn, neqeliqîn

damirkandin hedandin, tebitandin, arimandin, vehewihandin, tena kirin, rehet kirin, hêdî kirin, hêminandin, aram kirin, hêmin kirin

damxe dax, nîşankirina (t. guhên tewalan bo nasîna wan) bi sujandinê / sotinê / şewitandinê

damûdezga, damûdestûr mekanîzm; rêveberî, kargêrî, îdare

dan (1) dan, dayîn: dan be de dînar dan (ango firotin) bi deh dînaran; dan be kesêk dan kesekî; dan be şû dan şû, zewicandin (t. keç); dan be zewî da (ê)xistin erdê, li erdê dan; lê dan lê dan, lê xistin, qutan, deynan yekî; dan be ser da bi ser de girtin, êrişî yekî kirin; dan le şeqey bal firrîn; dane kêw 1. bi çolê ketin (kesek dîn ku ji mirovan direve) 2. çûn serê çiya, bûn şervan / pêşmerge / gerîla; dane be kirê dan bi kirê, bi kirê dan

dan (2) didan, diran

            ~ ajinîn berdidan paqij kirin, bi zilik / darik didan paqij kirin

            ~ (piya) nan li xwe anîn, dirkandin, îtîraf kirin

dan (3) dan, dexl, dexlûdan; qût; tomik, danê didin mirîşkan, firrindeyan û hwd

-dan -dank: guldan guldank, şekerdan şekirdank, çadan çaydank û hwd

dana jîr, zîrek, tûjbîn, zûtêgih

danajin berdidank, zilikê didanan, zilikê mirov (t. piştî xwarinê) didanên xwe pê paqij dike

danan 1. danîn, deynan, danîn erdê 2. (stran) nivîsîn 3. (awaz) çêkirin

danar lib, kit, heb (ya dan, genim, tomik û hwd)

            ~ danar lib lib, kitkite, heb heb, her yek bi tenê

danayî jîrî, zîrekî, tûjbînî, zûtêgihî

dane (1) lib, kit, heb, tene, dane

dane (2) didanok, didanên şe, mişarê û hwd

dane (3), danelixaw lixav

danebiraw parvenebar, tişta nikare bêt parvekirin yan ji hev parçekirin yan ji hev birrîn

daneçoqe çirqe-çirqa didanan (ji ber sarmayê)

daner daner, çêker, amadeker

danewandin çemandin, tewandin; şorr kirin, nizik kirin, berev jêr birin

danewîn çemîn, tewîn; şorr bûn, nizik bûn, berev jêr bûn

danexore tomik, danik, çend libên dan ku di xefikê yan tepikê de yan li ber wê tên danîn daku firrinde bên wan bixwin û bi wî awayî bikevin xefikê yan tepikê

dang 1. n rêje, sewiye 2. r wekhev, hevseng, parseng, bibalans

danirxandin danirxandin, biçûk hesibandin, kêmnirx hesêb kirin

danisqe taybet, xas, xusûsî, kêmpeyda, nayab

danist jîrî; hişmendî, aqilmendî, aqildarî; aqilê selîm

danîştin rûniştin; akincî bûn, bi cih bûn, cîwar bûn

danîştû rûniştî; akincî, bicîbûyî, şênî, rûniştvan

danîştwan rûniştvan, gelhe, şênî, nifûs, xelka li cihekî dijî

dansaz didansaz, doktorê didanan

dansazî didansazî, doktoriya didanan

danraw danî, deynayî, ya hatî danîn / deynan

danuştandin (huçik) hildan

danuştaw (huçik) hildayî

danû dan, dexl, dexlûdan

danûstandin danûstandin, gotûbêj, giftûgo, axiftina (ji dil yan fermî) li ser mijarekê

dapaçîn 1. dabirrîn, dar ji kok û qurm ve birrîn. 2. tê re kirin, tiştek tûj tê re kirin, kêr yan xencer lê kutan

dapiçiran, dapiçirîn beş kirin, faş kirin, fehş kirin (dev, çav û hwd zêde) vekirin; (pî, ling ji hev) faş kirin, vekirin, şeq kirin, dûr xistin

dapijan perritîn, perpitîn, pengizîn, pelate bûn, belave bûn

dapiloxandin bi ava germ sotin / şewitandin

dapilosîn, dapilostin lê dan, lê xistin, zora yekî birin, ji yekî birin

dapiroçke tevnpîrk

dapirûskan veqetîn, ji hev qut bûn, ji hev vebûn

dapîr dapîr, diya bavê yekî yan diya diya yekî

dapîre pîrê (pîrejin di çîrokên zarokan de)

dapoşran, dapoşrîn niximandin, nixamtin, di bin tiştekî ve parastin yan veşartin

dapoşraw niximandî, nixamtî, di bin tiştekî ve parastî yan veşartî

daqilîşan daqirçîn, qirçîn, wa şkestin ku dengê "qirç" jê bê

daqilîşandin daqirçandin, qirçandin, wa şkandin ku dengê "qirç" jê bê

daqilîşaw daqirçandî, qirçandî, wa şkestî ku dengê "qirç" jê hatibe

dar dar; dep, text, dar

-dar -dar (paşpirtikek rêzimanî ye bo diyarkirina xwedîtiyê): paredar, maldar, sermayedar

dara zengîn, maldar, dara, dewlemend, halxweş

daran, daranewe ji hal çûn, ji hiş çûn, bêhiş bûn, hiş di serî de neman

darayî darayî, malyetî, maldarî, dewlemendî; diravî, pareyî

darbend milbend, çarçeve, dorber

darbest darbest, tabût

dardest gopal, dardest

dardojen darmeşk

dare dor

dareben darkezwan

daremeît, dareterm darbest, tabût

daresme darkoke, firrindeyek e daran bi nikilên xwe kun dike

darest asteng, dijwarî, kend û kosp

daret rewş, şert, merc, hal

darêj kulînçe, kulçe, darêjk

darijan 1. darijîn, rijîn xwarê 2. qalib girtin, dirûv dan

darinde dirav, malyet

daring kerese, daring, malzeme, materyal, madde, xammadde

daristan daristan, darûbar, cihê gelek dar lê şên in

darişt 1. dirûv, şêwe, şikil 2. deq, berhem, nivîs, tekst

dariştin 1. pêkanîn, damezirandin, afirandin, dariştin, çêkirin 2. dirûv dan, şekl dan 3. dariştin, formule kirin

dariman hilweşîn, têk çûn, ruxîn, wêran bûn, xopan bûn, kembax bûn, kavil bûn

darimandin hilweşandin, têk birin, ruxandin, wêran kirin, xopan kirin, kembax kirin, kavil kirin, ji bingeh ve pûç kirin

darimaw hilweşî, têkçûyî, ruxî, wêran(bûyî), xopan(bûyî), kembax(bûyî), kavil(bûyî)

darinîn werîn, werihan, dawerîn, pel / belg / çilû ji daran ketin

darinraw rûtbûyî; hûtbûyî; verrûçikî

darizan pirtikîn, hûr bûn, hûr-hûr bûn, pirt-pirt bûn, hûrikîn, bi şkestinê parçe-parçe bûn

darizandin pirtikandin, hûr-hûr kirin, pirt-pirt kirin, hûrikandin, bi şkandinê parçe-parçe kirin

darizaw pirtikî, hûr-hûrbûyî, pirt-pirtbûyî, hûrikî, bi şkestinê parçe-parçebûyî

darîn depîn, darîn, textîn, tiştê ji dar / dep

darkunkere darkoke, firrindeyek e daran bi nikilên xwe kun dike

darpaç das, alavek pêbirrîna daran e

darqepîçan qaştîk, tirrkok, tirrik, kesa/ê pirr dirêj û zeîf

darşeq gulte

darşeqîn kaşok

dartaş necarr, dartiraş

dartaşî necarrî, dartiraşî

darûtan rût bûn, rûtikîn, pel / belg bi daran ve neman; hût bûn, hûtikîn, mû bi serî ve neman; rûçikîn, verûçikîn, pûrt pê ve neman

darûtandin rût kirin, rûtikandin, pel / belg bi daran ve nehiştin; hût bûn, hûtikandin, mû bi serî ve nehêlan; rûçikandin, verûçikandin, pûrt pê ve nehêliştin

darûtaw rût(bûyî), rûtikî; hût(bûyî), hûtikî; verrûçikî, pûrt pê ve nemayî

daruxan hilweşîn, têk çûn, daruxîn, kavil bûn, wêran bûn, pûç bûn, ruxîn, ji bingeh ve pûç bûn

daruxandin hilweşandin, têk birin, ruxandin, wêran kirin, xopan kirin, kembax kirin, kavil kirin, ji bingeh ve pûç kirin

daruxaw hilweşî, têkçûyî, ruxî, wêran(bûyî), xopan(bûyî), kembax(bûyî), kavil(bûyî), (ji bingeh ve) pûçbûyî

das 1. şalok, alavek e bo pêdirûna giya 2. das, alavek e bo pêbirrîna çilû yan darên zirav

dasekandin hedandin, arimandin, tena kirin, rehet kirin, hêdî kirin, hêminandin, aram kirin, hêmin kirin, sekinandin, rawestandin

dasolke 1. şalokok, şalokên biçûk 2. dasok, dasên biçûk

dastan dastan, destan, serpêhatî çîrok (t. yên evînî yan qehremanî)

daşkan 1. çemîn, tewîn, daşkîn, veçemîn, berê tiştekî bi aliyek din ve guherîn

daşkandin 1. çemandin, tewandin, daşkandin, veçemandin, berê tiştekî dan aliyek din 2. kêm kirin, jê kêm kirin, kêmandin

daşkelerm qirnebût

daşor tirraneker, tinazîbaz, galteker, henekbêj, qerfçî

daşore daxuşîn, erozyon, bi avê yan ba re çûna hin ax û kevirokên ser rûyê erdê ji cihê xwe û cihê ax jê çûye êdî bo çandinê wek berê baş nemîne

daşt sifteh, firotina yekem ya rojê

daştin (1) av dan, avandin

daştin (2) 1. tinazî pê kirin, tirrane pê kirin, galte pê kirin, henek pê kirin, qerf pê kirin 2. daliqandî şûştin

datekan daweşîn, (bi hejîna daran) fêkî ji daran ketin

datekandin daweşandin, (bi hejandina daran) fêkî ji daran xistin xwarê

datekaw daweşî, (bi hejîna daran) fêkiyên ji daran ketî; (aborî) têkçûyî, topavêtî, îflaskirî

datekîn bn. datekan

datekîw bn. datekaw

datepîn hilweşîn, ruxîn, datepîn, têk çûn, hilweşiyan, ruxiyan; (aborî) têk çûn, top avêtin, îflas kirin

datepîw hilweşî, ruxî, têkçûyî, datepî, hilweşiyayî, ruxiyayî

dateqandin lezandin, bizirandin, bizav kirin, lez kirin, lezûbez kirin

datilîşan perritîn, pijikîn, hincirrîn, kincirrîn, dirrîn, dirriyan, dirrhan, çirrîn, çirriyan, çirrhan, bûn kincirr, (t. cil) kevn bûn  û xwe saxlem û yekparçe negirtin

datilîşan perritandin, pijikandin, kincirrandin, hincirrandin, dirrandin, çirrandin, kirin kincirr, (t. cil) kevn kirin û pûç kirin

datilîşaw perritî, pijikî, kincirrî, hincirrî, dirrî, çirrî, çirrhayî

daw dav, xefik, tepik

            ~ (bo) nanewe dav (li ber) venan, dav (li ber) danîn

dawa daxwaz, xwestek, hêvî; doz, dawa, şikayet

            ~ kirdin xwestin, dawa kirin

dawakar dozveker, xwedîdoz, şikayetker, dawaker

dawaname dozname, şikayetname; daxwazname

dawbaz fêlbaz, hîlebaz, fena, şatir, şeytan

daweşan 1. hûr hûr bûn, parçe parçe bûn 2. ketin şermê, ji xwe şerm kirin

daweşandin 1. hûr-hûr kirin, parçe-parçe kirin 2. dan şermê, şerma yekî birin

daweşaw 1. hûr-hûr, hûr-hûrbûyî, parçe-parçe, parçe-parçebûyî 2. gazindo, bigilî, bigazin

daweşîn bn daweşan

dawet 1. vexwendin, dawet 2. dawet, cejn, şahî, şehyan

            ~ kirdin 1. vexwendin, dawet kirin 2. dawet kirin, cejn kirin, şahî kirin

dawer 1. bn dadwer 2. bn Xwa

dawên 1. dang, daw, danga / daw kiras, berdang 2. rewişt, reftar

dawêngir xwestok, parsek, dangirok, dawgirok

dawênk dawî, dûmahîk, diwayî, kotayî

dawênpak mestûr, biexlaq, binamûs, dawpak, saf, paqij; rastgo

dawênpîs bênamûs, bêexlaq, dawpîs, nesaf, pîs; derewîn

dawûderman giyayên derman

dax 1. n dax, nîşankirina (t. guhên tewalan bo nasîna wan) bi sujandinê / sotinê / şewitandinê 2. n jan, azar, ezyet, êş, kul, keder, derd, keser, xem, kovanî, kovandarî 3. mixabinî, heyf, dax 4. ax: Dax le dest em çarenûse! Ax felek! Ax ji destê felekê 5. r kel, gurrî, zêde germ

            ~ kirdin 1. dax dan, bi sujandinê nîşan kirin 2. kel kirin, gurrî kirin, pirr germ kirin

            ~ xwardin xem xwarin, derd kişandin

            be ~ewe mixabin, heyf, heyf e ku

daxdar xemgîn, xembar, bixem, kovandar, derdgiran

daxiran daxistin, daêxistin, bestin, qepat kirin, girtin, qilf kirin, kilîl kirin, kilît kirin

daxiraw daxistî, daêxistî, bestî, qepatkirî, girtî, qilfkirî, kilîlkirî, kilîtkirî

daxistin daxistin, daêxistin, bestin, qepat kirin, girtin, qilf kirin, kilîl kirin, kilît kirin

daxurpan datezîn, dacemidîn, şokek tezî / cemidî bi ser leşî de hatin

daxwaz daxwazker, dawaker, hêvîker

daxwazî daxwaz, xwestek, hêvî, dawa

daye dayê, dê, dayik

dayegewre dapîr, diya bavê yekî yan diya diya yekî, pîra yekî

dayelê dayê, dayikê (banga li dayikan)

dayen dayê, dayen, kesa zarokên kesek din wek zarokên xwe xwedî dike

dayenge dayengeh, dayêgeh, mala zarokan, cihê zarok lê tên xwedîkirin (t. bi roj dema dêbavên wan li kar in)

dayk dê, dayik, da, mader

daykane dayikane, bi awayê dayikan

dayke dayê

daykûbawk dêbav, dêûbav, dê û bav, da û bab, dayik û bav, mezinên kesekî

daylan seyr, sosret, ecêb

daylax canîhêştir, hêştirên hê mezin nebûne

dayîm herdem, hertim, hergav, hercar, herûher

            ~ û derem herûher, hertim

de (1) deh (jimare 10, X)

               ~ de deh deh, her carê deh

Amadekar: Husein Muhammed

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Çavkanî