Pêvek:soranî-kurmancî/dê-dû
D biguhêre
dê…dû biguhêre
dê (1) (gund) gund
dê (2) (gel, çilûy wuşk) gil, gilgile, çilûyê hişk (pelên / belgên hişk yê daran) ku payizê ji daran werîne
dê! peyvikek fermanî ye bo ajotina terşûtewal. Di kurmancî de bo pez (ango mih, berx û beranan) "hirehir!" û bo terş (ango bizin, karik û nêriyan) jî "çiteçit!" têt bikaranîn.
dêbaçe pêşgotin, nasandina / destpêka pirtûkê / mijarê
dêhat derbajar, gund, deverên nebajar yan derî / dûrî bajar
dêhatî derbajarî, nebajarî, gundî, kesên / tiştên nebajarî
dêl bn del
dêm dêm, erdê bi dest mirovan nehatiye avdan
dêmî (1) dêmî, tiştên li erdê dêm şên bûne
dêmî (2) malî, xwemalî
dêmîle dêmikî, fêkiyên / keskiyên (sebzeyên) li ber avdana baranê şên dibin
dêmke şemedank, amanek / firaxek avê ye mirov wek çantik li gel xwe digerrîne
dênişîn gundî, gundnişîn, xelkê gund
dêr (1) dêr, kilîse, perestgeha fileyan / mesîhiyan
dêr (2) dereng
dêr rêz, xet (ya nivîsînê)
dêran dêrîn, dêran, (tiştek / taybetiyek di xwe de) hebûn, (xwedî tiştekî) bûn
dêraw co, cok
dêrî derengî
dêrîk bn mêjû
dêrîn dêrîn, kevnar, qedîm
dêrînbaw tradîsyon, kevneşop
dêrînbîr tradîsyonalîst, kevneperwer, kevneşopparêz
dêrîne kevnare, (tiştên / serdemên) kevnar / qedîm
dêrînxwaz kevneperest
dêw dêw, hût, di mîtolojiyê de hin heyberên gir û gewre ne
dêz gewr (t. gewrî tarî), xwelîrengî, ji rengê xweliyê
didan didan, diran
dij dij, zid, ters, hember, beramber
~ westan dij raswestan, dijberî kirin; li ber xwe dan
dijayetî dijîtî, dijberî, dijayetî
dijewata dijwate, dijmane, peyvên wateya / maneya wan tam dijî hev e wek: reş û spî, sar û germ, nerm û req
dijkar dijber, nakok
dijkarî dijberî, dijminatî; nakokî, lihevnekerî
dijmin dijmin, neyar, dijw. dost, yar, heval, hevrê
dijminane bi dijminatî, bi neyarî, dijminane
dijminayetî dijminatî, neyarî, neyartî, dijminayetî
dijwar dijwar, zehmet, çetîn, sext, dijw. asan, sanahî, hêsan, sanayî
dijwên pîs, qirêj
dijwênî pîsî, qirêjî
dijxû belakirr, şûm, neqet, venehewayî, şerrok, şerrxwaz
dijyar dijber; berevaj
dijyarî dijberî; berevajîtî
dil dil
~ henûn dil dil razî bûn
~ pê sûtan dil pê sujîn / sotin / şewitîn
~ rifandin dil bijandin, dil hebandin, dil birin xwe, bal kişandin, dên kişandin
~ rengan dilsar bûn, xeyal şkestin, dil şkestin
~ şkandin dil şkandin, xeyidandin, sil kirin, aciz kirin
dilara dilveker, tişta dilê mirov pê xweş dibe
dilber dilber, delala ber dilî, yar, kesa ketiye dilê yekî
dilbeste dilbij, dilxwaz, kesa dilê wê / wî ketiye tiştekî, kesa/ê tiştekî dixwaze
dilbend dilbijîn, dilhebîn, dêndar, balkêş, tiştê dilê mirovan dibijîne xwe, tiştê pirr balkêş e
dilbêdar haydar, sexbêr, miqate, hayjixwehe
dilçesp dilbijîn, balkêş, balkêşîn, dênkêş, dilkêş, tiştek ku dilê mirov dibe xwe
dildar dildar, evîndar, viyayî, xweşdivî, xoşewîst, yar, dost, hezkirî
dildarî dildarî, evîn, evîndarî, viyan, xoşewîstî, dostî, hezkirin, eşq
dilekutê dilqutî, qutequta dil, lêdana pît / bilez ya dil
dilelerze, dilelerzê bn dilekutê
dilerawkê dudilî, dilwasî, dilwaswasî, şik, guman
dilêr wêrek, dilêr, gernas, mêrxas, fêris, çeleng, palewan, aza, qehreman, cengawer, camêr, mêr
dilêrane bi mêranî, bi wêrekî, bi gernasî, bi mêrxasî, bi fêrisî, bi çelengî, bi pehlewanî, bi camêrî
dilêrî mêranî, wêrekî, dilêrî, gernasî, mêrxasî, fêrisî, çelengî, palewanî, azayî, qaremanî, cengawerî, camêrî, mêrî
dilêşe dilêşî, êşa dilî; kul, xem, derd, keder, keser; kerb, qehr
dilfirawan bênfire, bisebir, baldirêj, bêhnfireh
dilfirawanî bênfireyî, sebir, bisebirî, baldirêjî, bêhnfirehî
dilfirên bikelecan, biheyecan
dilkerewe dilveker, tişta dilê mirov pê xweş dibe
dilkirmê, dilkirmin, dilkirmol dilwas, dilwaswas, biguman, bişik, dilpîs
dilkoçer dilguher, (kesa/ê dilê wê / wî) xweranegir, (kesa/ê dilê wê / wî) guherbar
dilnaz dilnaz, hestyar, hîsedar
dilnerm dilnerm, diltenik, dilovan
dilnewa dilhedîn, tişta dil rehet dike
dilnewayî dilhedînî, rehebûna / rehetkirina dil
dilniya pişrast, eseh, tekîd, jixwerazî, misoger
dilniyayî pişrastî, esehî, tekîdî, jixwerazîtî, misogerî
dilop dilop, çip, çipa avê / baranê
dilopandin dasefandin, dawerivandin, dapalandin, dilipandin, dilopandin, kewidandin
dilope darijî, çipeçipî, dilop-dilop rijîn avê
dilovan dilovan, dilnerm, diltenik, birehim
dilovanî dilovanî, dilnermî, diltenikî, rehim, merhemet
dilpak dilpak, dilpaqij, dilsaf, qenc, bêgune
dilpakî dilpakî, dilpaqijî, dilsafîtî, qencî, bêguneyî
dilpîs dilpîs, dilwas, dilwaswas, bişik, biguman, kesa/ê baweriya wê / wî nayê
dilrencaw dilsar, dilşkestî, xeyalşkestî, bêhêvîbûyî
dilreq dilreq, bêrehim, bêdilovanî
dilrifên dilbijîn, dilhebîn, balkêş, dêndar
dilrifênî dilbijînî, dilhebînî, balkêşî, dêndarî
dilrin diltezîn, tişta dil xemgîn dike
dilrûn bn dilxoş
dilsard dilsar, xemsar, sersar, bêcoş, dijw. dilgerm, bicoş
dilsard dilsarî, xemsarî, sersarî, bêcoşî, dijw. dilgermî, bicoşî
dilsext dilreq, bêrehim, bêdilovanî
dilsûtên dilsoj, kesên / tiştên dilê mirovan pê disuşe / dişewite, gunehên mirovan pê tê, rezîl, riswa
dilsoz dilsoz, jidil, xemxwer, bisoz, kesên ji dil tiştek in yan tiştekî dikin
dilsozane bi dilsozî, dilsozane, ji dil
dilsozî dilsozî, jidilî, xemxwerî, bisozî, kirina tiştekî ji dil
dilşad şad, şa, dilşad, kêfxweş, dilxweş, bextiyar, bextewer, xweşbext
dilşadî şadî, dilşadî, kêfxweşî, dilxweşî, bextiyarî, bextewerî, xweşbextî
dilşkaw dilşkestî, xeyidî, sil(bûyî), aciz(bûyî)
dilşkist bêntengî, bêsebirî, balkurtî, balkinî
dilşkist bêntengî, bêsebirî, balkurtî, balkinî
dilteng bênteng, bêsebir, balkurt, balkin
diltengî bêntengî, bêsebirî, balkurtî, balkinî
dilxoş dilxweş, kêfxweş, keyfxweş, dilşad, şa, şad
dilxoşî dilxweşî, kêfxweşî, keyfxweşî, dilşadî, şadî
dilxurpê dilqutî, qutequta dil, lêdana xurt ya dil
dima bn paş
dine bn han
dir hov, wehş, barbar; xirab, bedmebest, dijw. qenc; belakirr, şerro
diran didan, diran
diran dirrîn, çirrîn, perritîn, kincirrîn, hincirrîn, dirriyan, dirrihan
dirandin dirrandin, çirrandin, perritandin, kincirrandin, hincirrandin
dirav, diraw pare, dirav, pere
diraw hevrêyî, hevalbendî
diraw dirrî, çirrî, perritî, kincirrî, hincirrî, dirriyayî, çirriyayî
dirawsê dormal, cîran; derdor
dirdong aciz, zivêr, nerehet, sil, xeyidî, bêzar
dirdongî acizî, zivêrî, nerehetî, silî, xeyidîtî, bêzarî
direng dereng, direng, texîr, bêwext, ne di dema xwe de, ne di dema pêdivî de dijw. zû; di dema xwe de
~ xistin paş xistin, paşve xistin, taloq kirin
~ û zû, ~ û zûyî zû-dereng, yan zû yan dereng, yan niha yan carek din (tiştek dê her bibe)
direw dirûnî, karê birrîna giya
direwker dirûnker, kesa/ê giya didirû
direwş (1) dirêş, (TIRKÎ: BiZ)
direwş (2) ala, perçem, bayrax
direwşan, direwşanewe biriqîn; teyisîn; çirisîn
direwşe birq, biriqîn; teyisok, teyisîn; çirûsk, çirîsk, çirisîn
direwşedar geş, birqok, biriqdar; teyisok; çirûskdar, çirisok
direxşan geş, biriqdar, biriqok, zelal, teyisok
direxşanewe biriqîn, geş bûn, birq dan; teyisîn; çirisîn
dirext dar
dirêj dirêj, dijw. kurt, kin
~e pê dan domandin, dewam kirin
dirêx, dirêx texsîr: Hîç katêk dirêxman nekirdûwe Me ticarî texsîrî nekiriye; Dirêx bo nebûnî xwênewarî! Ax ji derdê nexwendewariyê!
dirf nîşe, nîşane, delîl, gova
dirin bên, bêna pîsiyê, bihn, bêhn, bîn
dirindane hovane, wehşane, dirrindane, barbarane
dirinde hov, wehş, dirrinde, barbar, nemirov
dirişt gir, girs, zexm, mezin, gewre
diriştî girî, girsî, zexmî, mezinî, gewretî, giratî, zexmatî, mezinatî
dirj xav, sist
dirk strî, strîk
dirkan xwiya bûn, aşkira bûn, diyar bûn, belû kirin, (rastî) derketin holê, eşkere bûn
dirkandin xwiya kirin, aşkira kirin, diyar kirin, belû kirin (rastî) anîn holê, eşkere kirin; dirkandin, îtîraf kirin
dirkaw diyar, xwiya, aşkira, belû, bellî, berçav, zelal
dirke deng, pêjn, dey: Dirke nekey! Dey neke! Deng neke! Pêjnekê ji xwe neîne ha!
dirm nesaxî, nexweşî, epîdemî
dirne rik, serhişkî, înat, ji ser ya xwe nehatin xwarê
~ lê girtin rik lê girtin, serhişk bûn, ji ya xwe nehatin xwarê, riko bûn
diro derew
dirofîşal methok, metho, pesno, kesa/ê bi derew metheyan dike yan pesnan dide
dirok dirrok, çirrok, dirrînok, çirrînok, tiştê yan alava dikare tiştan bidirrîne / biçirrîne
diroyîn derewî, gotina bêbingeh
dirozin derewîn, derewker
dirozinî derewînî, derewkerî
diruşm diruşm, nîşane; slogan
dirust durist, dirist, durust, rast; sax, saxlem; (xanî) ava, çêkirî, avakirî
~ kirdin durist kirin; rast kirin; sax kirin; ava kirin; çêkirin
dirustî duristî, rastî; saxî, saxlemî
dirustker duristker; rastker; saxker; avaker; çêker
dirustkiraw duristkirî; rastkirî; saxkirî; avakirî; çêkirî
dirustbêj rastgo, rastîbêj
dirûd silav, mehrebayî: Mihemed Pêxember, dirûdî Xwa lê bê Mihemed Pêxember, silavên Xwedê lê bin; Be dirûd bît Bi xêr biçî, oxir be, ser çavan biçî
dirûdal dehlûdirr, cihê têrstrî
dirûman dirûn, karê dirûnê
dirûn 1. dirûn, cil çêkirin 2. dirûn, giya birrîn
dirwêne dirûnî, karê dirûnê
dirz derz, derizîn, şkestin bê ku hûr-hûr bibe
~ birdin / dan derizîn, şkestin bê ku hûr-hûr bibe
~ tê kirdin derizandin, şkandin bê ku hûr-hûr bibe
diş (1) diş, xwişka mêrê jinekê
diş: ~ kirdin (di lîstikan / yariyan de) dora xwe nekirin, derfeta xwe bi kar neanîn
diwa dû, pey, dûv; paş; dawî, dûmahî; (li) pişt
~ biran birihan, birihîn, telifîn, hemû mirin
~ car cara berî vê; (cara) taliyê, (cara) dawiyê, (cara) dûmahiyê, dûmahîkê
~ be ~ li pey hev, li dûv hev, yek li dû ya din
~ kewtin 1. li paş man 2. ketin pey / dû / dûv (yekî), dan pey (yekî)
~ xistin paş xistin, bi paş êxistin, paşve êxistin, taloq kirin
be ~ geran lê gerîn
be ~ hênan bi dawî anîn
diwakewtû paşvemayî, pêşneketî
diwamîn dawîn, ya/yê li sirayê li pey / dûv hemûyan
diwaroj ayinde, dûveroj, pêşeroj, demên bên
diwatir paşî, dûre, peyre, dûvra
diwatirîn dawîn, dawîtirîn
diwawe paşve, berev paş, ber bi paş ve
diwayî 1. dawiyê, dûmahiyê; taliyê 2. paşî, piştre, paşê
~ hatin bi dawî hatin, gihan dawiyê, temam bûn
~ lê hênan dawî lê anîn, dûmahîk lê înan, bi dawî kirin
diwayîn dawî, encam, kotayî, temamî
diwê, diwênê do, duh, duhî, duhinî, roja berî îro û piştî pêr
diwêt (1) ximavdank, hibirdank, şûşeya ximavê / hibir
diwêt (2) dot, duht, keç, qîz, kiç
diyan file, mesîhî, îsawî, xrîstiyan; gawir, kafir
diyar diyar, xwiya, berçav, xuya, tişta têt yan dikare bêt dîtin; diyar, xwiya, zelal, ron, aşkira, eşkere
diyarde diyarde, fenomen, bûyerek / rastiyek berçav
diyarga diyarge, cihê jê çavdêrî li tiştekî têt kirin
diyarî (1) diyarî, hediye
diyarî (2) berçavî, xwiyayî, xwiyabûn, rewşa hatin dîtinê, rewşa hatin ber çavan: Diziyeke le kê diyarî da? Kî derket dizîker?
diz (1) diz, dizîker, kesa/ê dizînê dike
diz (2) asêgeh, senger, kele, kelhe, qela
dizdar pasevanên / cerdevanên / parêzerên asêgehan / sengeran / keleyan
dizerê varê, avarê, rêya kêt têt bikaranîn
dizî, dizêtî dizî, karê dizînê
dizîn dizî, dizî kirin
dizînewe jê kirin, jê dûr xistin
minal le şîr ~ zarok ji şîr vekirin
diznêro sîxur, casûs, zêrevan
dizran hatin dizîn
dizraw dizî, tişta hatiye dizîn
dizrêw neviyayî, nehezkirî, nefretkirî, lanetkirî, pîs, kirêt, necis
dî (ya / yê / yên) dî / din / dîtir
dîd dîtin, dîtin û raman, bîrûbawer, bîrûray: Le dîdî towe cejnekeman çon bû? Bi dîtina te cejna me çawan bû?
dîde 1. bînahî, hinêra / şiyana / karîna dîtina tiştan / bûyeran / diyardeyan 2. pêbînik, çavik, çav
dîke (ya / yê / yên) dî / din / dîtir
dîkeş (ya / yê / yên) din / dî / dîtir jî
dîl dîl, êsîr, êxsîr, girtî, zindankirî
dîlî dîlî, êsîrî, êxsîrî
dîlan gêjelok, peledîn, tirredîn, hepledîn, hepletiraş
dîlanê 1. (colan) hejîn 2. (helperkê) govend, dîlan
dîqet hay, aga, dên, bal, dîqet
dîreg stûn, dîrek
dîsan, dîsanewe dîsan, cardin, dubare, dîsa, car dî jî
dîş hûrûmûr, kelûpel
dîte çiku, ji ber ku, çunke
dîtin dîtin, bi çavan aga / hay jê bûn
dîtinewe vedîtin, dîsan dîtin (t. tiştek wendabûyî)
dîw al, alî, rex, hêl
dîwan (1) dîwan, helbestên berhevkirî
dîwan (2) dîwan, eywan, civat, encûmen, konsey
dîwar dîwar, taq
dîwexan mêvanxane, odeya mêvanan
dîy- Bo peyvên bi "dîy-" dest pê dikin, binere "dîy-", wek: dîyar bn diyar, dîyarî bn diyarî
do dew (vexwarinek e ji av, mast û xwê têt çêkirin û tezî têt vexwarin): "Kes be doy xoy nalê tirş e" "Kes nabêje: dewê min tirş e"
doj mat, seyr, ecêb
~ daman mat man, ecêbê girtin, ecêbê serê yekî girtin
dojdamaw matmayî, ecêbgirtî
doje doje, cehenem, agiristan, dozex
dol (1) gelî, cihek nizm (û teng) di navbera du cihên bilind (gir, çiya) de
dol (2) dewl, dewlik, amanek / firaxek avê ye
dolab dolab, qubale, qemsor
dolaw çala avê
dolçe dewlik, amanek / firaxek avê ye
dolezê newal, nihal, ava di cihek nizm /(û teng) yê navbera du cihên bilind (gir, çiya) de re dibore
dolke kûpik; dewlik; cerrik
doran xisirîn, têk çûn, dijw. bi ser ketin
dorandin jê birin, xisirandin, têk birin, bi ser ketin
dorge girav, cihek ax yê ku her çar aliyên wî av in
dorjing tenî
dorniç tenî
dost dost, heval, birader, hevrê; yar, evîndar
dostane dostane, ji dil, dilsozane, bi dostînî, bi hevaltî; yarane, bi evîndarî
dostanetî dostî, dostînî, dostanetî, hevaltî, hevalînî, biraderî; yaretî, evîndarî
dostênî dostî, dostînî, dostanetî
doş bn doj
doşaw doşav
doşawî 1. doşavî, tişta ji doşavê yan doşav tê 2. çeşnek tirî
doşek doşek, nivînek nerm e bo li ser nivistinê / raketinê / razanê
doşekele doşekok, doşekên biçûk
doşenî doşînî, karê dotinê
doşîn doşîn, dotin, duhtin
doşraw dotî, doşî, duhtî (bizina / miha / çêla şîr jê hatiye dotin / derxistin)
dox (1) (t. "barûdox") rewş, şert û merc, şert û şirûd, hel û merc, kawdan, hal
dox (2) navik, nîvek, navend
doxî bingehîn, giring, serekî
doxyan navik, nîvek, navend
doxyanî bingehîn, giring, serekî
doz doz, dawa, daxwaz; mebest, merem; armanc
dozex doje, cehenem, agiristan, dojeh, dozex
dozîn dîtin, peyda kirin, pêrgî hatin; lê gerîn, li pey gerîn
du'a dua, lava, lavaj, liyan, hêvî û daxwaz kirin ji xweda yan mezinek olî / dînî
~ gîra bûn dua qebûl bûn, wek duayên yekî çêbûn
~ xwastin xatir xwastin, gotin "bi xatirê te / we"
du'axwazî xatirxwazî
~ lê kirdin xatir jê xwestin, gotin "bi xatirê te / we"
dugme bişkoj, dugme, qupçe
dujmin dijmin, neyar, dijber
dukan dikan, firoşgeh
dukandar dikandar, xwedîdikan
dukandarî dikandarî, karûbarên (xwediyê) dikanê
duktor doktor; bijîşk, nojdar, tixtor
dunya dinya, cîhan, gerdûn; xelk, alem
dur durr, morîk, mircan, cewer, micewher
durd gerode, remolte, gemorte, xilte (ava binê amanan / firaqan ya ji ber qirş-mirşan pîs e û nayê vexwarin, çaya di bin peyaleyan de dimîne û ji ber ku tov tê de ye nayê vexwarin)
durv nîşe, nîşane, delîl, gova
duşmin bn dujmin
duwa bn diwa
duwane cêwî, cêmk, cotik, cêmik
duwê, duwênê do, duh, duhî, duhinî, roja berî îro û piştî pêr
duwêt (1) ximavdank, hibirdank, şûşeya ximavê / hibir
duwêt (2) dot, duht, keç, qîz, kiç
duxreme xiyarmast, mastê xiyarên kerkirî hatine têkilkirin
duxter
duxter (1) doktor, tixtor, nojdar, bijîşk, pisîşk
duxter (2) f. keç, dot, qîz, kiç
dû (1) du (jimare 2, II)
dû (2) pey, dû, dûv bn diwa
dû (3) dûkêl, dûman, dûxan
dûawan duav, cihê du çem / robar lê digin hev û dibin yek
dûbad ducarî, duqatî, dumilî, duhêlî, dualî
dûbare dubare, ducarî, tekrar, ji nû ve, ji nişka ve
~ bûn / bûnewe dubare bûn, dîsan qewimîn, tekrar bûn
~ kirdin / kirdinewe dubare kirin, dîsan kirin, tekrar kirin
dûbarepat bn dûpat
dûberekî hevrikî, duberî, rikeberiya di navbera du aliyan de
~ û sê lê kirdin bi lez û bizav karek kirin
~ westan hevrikî kirin, li dij hev rawestîn
~ xistin nêwan hêvotin, berdan hev, kiş kirin hev
dûca duca, kare
dûçar pêrg, rast, tûş
~î (şitêk) bûn pêrgî / rastî (tiştekî) hatin; tûşî (tiştekî) bûn
dûçendane ducar, ducarî hindî tiştekî, ducarî ji tiştekî mezintir / biçûktir / dirêjtir / kurttir û hwd.
dûçerxe 1. duçerxe, duçerxî 2. bîsîklet, kerkê asinî, hespikê asinî
dûd bn dû (3)
dûdare darbest, tabût, darên kesên mirî li ser tên rakirin û bo veşûştinê yan binaxkirinê dibin
dûdekî qûnder, homoseksuel, sodomî, îbne
dûdil dudil, dilwas, dilwaswas, biguman, bişik
dûdil dudilî, dilwasî, dilwaswasî, guman, şik
dûdman dûnde, ûcax, zirriyet, dûndeh, malbat, binemal, sûlal; hoz, êl, eşîr
dûdmankiwêr bêdûnde, bêûcax, bêzirriyet
dûfaq qosk, duçeq, duşeq, tiştên bi dirûvê / şikilê "v"
dûg dûng, daw, dawa mihan (beşa ji leşê mihan ya derqûna wan diniximîne)
dûguman bn dûdil
dûhem, dûhemîn bn dûwem, dûwemîn
dûkan bn dukan
dûkel dûkêl, dûman, dûxan; hilm, buxar
dûkelawî dûkêlî, dûkêlgirtî, dûxanî, dûmanî, dûxangirtî, dûmangirtî
dûkeldan dûkêlkêşk, kunek e li banê xanî bo ku dûkêl / dûman / dûxan tê re hilbikeve derveyî xanî
dûkeldiraw dûkêlî, dûkêlgirtî, dûxanî, dûmanî, dûxangirtî, dûmangirtî; hilmdayî
dûkelgîr, dûkelkêş dûkêlkêşk, kunek e li banê xanî bo ku dûkêl / dûman / dûxan tê re hilbikeve derveyî xanî
dûla dual, dualî, duhêlî, durexî; (derî / pencere) duqat
dûlge pesn, pesnebêjî, gotarek pesndanê (t. bo bîranîna kesên mirî)
dûlike duşeq, duçeq, qosk
dûlone dual, duhêlî, dualî, duşaxî, duçeqî, duqatî
dûlûle dulûlî, duborî, dukunî, tivengên dulûlî
dûmalekî dumalî, dumalikî, dema jin û mêr di eynî malê de dijîn lê maiyeta xwe ji hev cuda dihêlin
dûmel lîr, peq, peqûşk, peqûşkên li leş çêdibin
dûmelek daholk, çeşnek daholên biçûk e
dûmirekî bi herdu destan
dûnihom duqat, duqatî, xaniyên duqat
dûnîme dunîv, nîv û nîv
~ kirdin nîvandin, nîv û nîv kirin, wa parçe kirin ku nîvek li aliyekî û nîva din jî li aliyek din bimîne
dûpat dubare, tekrar, dîsan
~ kirdin 1. dubare kirin, dîsan kirin, tekrar kirin 2. deng vedan, olan dan
dûpel duşeqî, duçeqî, qosk
dûpê dupî, dulingî, jîndarên du pî / pê / ling hene; dupêpikî, tiştên du pêpik / pî / pê / ling hene
dûpişk dûpişk, dûlipî
dûqat duqat; ducarî
dûqet duhêlî, dualî, durexî
dûr dûr, dijw. nêz, nêzîk
le ~ dûrewe ji dûr; ji dûr ve
dûrayî dûrahî, dûrayî, mezafe, dîstans
dûrbîn dûrbîn, kesa/ê pêşeroja mijarekê dibîne yan wê li ber çavan digire
dûrdest dûrdest, tişta destê mirov bi asanî nagiyê, dijw. berdest
dûrendîşe dûrpûnij, dûrfikir, sexbêr, kesa/ê dûr difikire û mijarê bi berfireyî li ber çav digire û li pêşeroja wê dirame
dûrî dûrî, dûratî
dûrlesoz bêhest; objektîv
dûrû durû, xapînok
dûsibey dusibe, dusibê, roja piştî sibe / sibê / sibehî bêt
dûşemme, dûşemmû duşem, duşemb, ji rojên hefteyê ya piştî yekşemê û berî sêşemê
dûta duta, duqat, ducar
dûtiwê, dûtuwê duhêlî, dualî, duqat
dûwan (1) şêwirîn, suhbet kirin, (li gel hev) axiftin, qise kirin, şor kirin, (li ser mijarekê) peyivîn, bas kirin, qal kirin
dûwan (2) duyan, duwan, du liban / heban / kitan: Dûwan debînim Duyan dibînim, du (ji wan) dibînim; cot
dûwan-dûwan du-du, cot-cot, du bi du, her du carekê
dûwanbêj şiroveker, raveker, basker, liseraxiv, kesa/ê li ser mijarekê diaxive
dûwander peyvder, axiftger, kesa/ê axiftinekê pêşkêş dike
dûwandin axaftin, peyivandin, li gel yekî suhbet kirin, wa kirin ta ku kesek biaxive
dûwange axiftgeh, cihê axiftinên gelemperî, cihê axiftinên bo raya giştî
dûwane cêwî, cêmk, hevalcêmk, du xwişk yan du bira yan xwişkek û birayek yên bi hev re ji diya xwe bûne; du tiştên tam mîna hev
dûwanze dazde, duwanzdeh, (jimare 12, XII)
dûwem, dûwemîn duyem, (ya / yê / yên) duyê / duyan, (ya / yê / yên) pişta (ya / yê / yên) yekem / pêşîn
dûxale duxalok, duniqtok (di niqteşaniya nivîsînê de nîşaneya ":")
dûxew: ~ bûn xew lê herimîn
dûzaxe: ~ kirdin nerehet kirin, aciz kirin