Gotûbêja bikarhêner:Balyozxane/Arşîv 2020

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Blae t6 2021 ve di mijara help de

Tu bi xêr hatî hevalê hêja. Hêvîdar im tu mayînde bî! --Jiju (gotûbêj) 18:53, 22 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Tomarkirina peyvên ji wêjeya kurdî biguhêre

Jkxr bnr: Wîkîferheng:Tomarkirina peyvên ji wêjeya kurdî û heke peyvên ku wateyên wan hûn dizanin hene li vir binivîsîn.

--Balyozxane (gotûbêj) 13:12, 1 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

prières biguhêre

Silav CathFR:! Min bibore te aciz dikim lê pirseke min heye. Gelo prière û prières divê du peyvên cûda bibe an jî prières tenê pirjimara prièreê ye? Spas!--Balyozxane (gotûbêj) 03:07, 23 adar 2020 (UTC)

Silav Balyozxane. Tu min aciz nakî. Do min wergera "conductrice" bi ajokar zêde kir û min rûpela conductrice bi wateyek ra saz kir, lê ez îro difikirim ku ew kêr nebû. Ji alîyê rêziman û manê, conductrice tenê forma mê ya conducteur e. Û prière tenê pirjimara prière′a ye. Te baş kir. Sipas. CathFR (gotûbêj) 15:25, 23 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav. Spas bo ravekirinê.--Balyozxane (gotûbêj) 17:15, 23 adar 2020 (UTC)Bersiv bide

Sererastkirinine min biguhêre

Silav hevalo/ê, ez hêvîdar im tu aciz nabî ji ber hin rastkirininan, [1] û hwd.. :-) silav --Şêr (gotûbêj) 13:38, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Û min ji bîr kir :(, tu bi xêr hatî nava me.   --Şêr (gotûbêj) 13:42, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Na lo acîz bûn çi ye? :D jixwe ez kurmancî nû hîn dibim. Loma nizanim peyv çawa tên xwendin ji ber wê her tim ku-IPA li ser wan daînim lê xuya ye ev jî ne baş e :D Kêfa min gelek tê dema dibînim xwendina rast a peyvan. Destxweş û malî ava :)--Balyozxane (gotûbêj) 13:45, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
De baş e. :)) Ser xêrê be û mala te jî ava be. Û ev belaya koronayê jî ji te dûr bimîne. Ez jî peyvên kurdî didim hev. Niha min nêzîkî 400 hezar dane hev (bêyî peyvên hevedudanî (wek mînak: amade kirin an jî sermaya zivistanê). Ez wan jî tevlî bikim, ez dê bigihîjim milyonek û nîv peyvên kurdî. Lê divê hin ratskirin bên kirin. Min bi hezaran kovar, rojname, nivîsên lêkolînî, nûçe û hwd. dane hev û ez wan bi programan didim analîzkirin. Ez jî hînî peyvên nû dibim. :)) Mala te jî ava -- Şêr (gotûbêj) 13:50, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Mixabin ji programan pir fêm nakim. Dema pirtûkekê de peyvekê dibînim, jêrê wê xêz dikim û dûre li vir yeko yeko zêde dikim :D Mala te ava û belaya koronayê ji te jî dûr bimîne înşele :)--Balyozxane (gotûbêj) 14:03, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Mixabin kêm kes xwe bi van tiştên wisa ji bo zimên mijûl dikin. :( Ez ji peyvan pir hez dikim :D Bi wan ji xewê radibim û bi wan re dikevim nav nivînan. :)) Kurdî zimanê pir dewlemend, lê hinekî jî tevlihev e :( --Şêr (gotûbêj) 14:08, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas. :) --Şêr (gotûbêj) 14:10, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
dev jê berde em ê bi hev re hemû peyvan lê zêde bikin :) --Balyozxane (gotûbêj) 14:21, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Pirtûk (rêziman) biguhêre

Silav bira, ez îro rastî vê pirtûkê rêzimanê hatim [2]. Min got dibe ku bala te jî bikişine. Silav --Şêr (gotûbêj) 11:31, 2 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Şêr. Mala te ava!--Balyozxane (gotûbêj) 11:32, 7 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Danasîn biguhêre

Keko @Balyozxane: di danasîna te de di babîlê de kurdî hinekî dizane, bu kullanıcının ana dili türkçedir, ev bikarhêner kurd e.. heye. Dibe ku xelet be Mohajeer (gotûbêj) 18:42, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Mohajeer. Mixabin ne xelet e, bira. Ez kurmancî ji pirtûkan hîn bûm. Dê û bavê min kurmancî diaxive lê mixabin ez bi tirkî mezin bûm. :/ Dema kurdiya min baştir be, ez ê wê biguherînim.--Balyozxane (gotûbêj) 18:45, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
temam :-) Mohajeer (gotûbêj) 18:46, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Bot biguhêre

Silav Balyozxane, ji bo bikaranîna botê, destûr pêwîst e. Bnr. gotûbêja vira: [3]--Ghybu (gotûbêj) 20:07, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu: Min jî dikira ji te ew bipirsa. Çawa dikarim destûr bistînim? --Balyozxane (gotûbêj) 20:13, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Min di nav rûpelê de nivîsandiye, bnr. Wîkîferheng:Bot. Rûpela vira jî bixwîne meta:Bot policy. Û Dema ku AutoWikiBrowser bi kar tînî vebijêrka "Options → Apply general fixes" rake, herfên bîçûk girr dike (Mînak: # [[kirin|Kirin]]... dike #[[Kirin]]...). Ji bîr meke Bot tiştên pirr rind dikin feqet xeletên pirr pirr giring jî dikin... Bi min pêşta teştên biçûk bike: ji bo testan û guherandinên biçûk pirsgirêk tine ye.--Ghybu (gotûbêj) 20:24, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Erê, jixwe ez jî tenê ji bo wan şablonan bi kar bînim. Û yeko yeko jî kontrol dikim. Min ew eyar jî rakir niha. Gelek spas. --Balyozxane (gotûbêj) 20:34, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Dengên bikarhêneran pêwîst e, burokrasî vitira ye :) Niha pirr zû ye ji bo dengdayinê. Hindek guherandinên biçûk û test bike.--Ghybu (gotûbêj) 20:40, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Hingê, ez dewam dikim :D --Balyozxane (gotûbêj) 20:49, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Herwiha li vira pirsgirêk bikaranîna AutoWikiBrowser nîne, tu dikarî bêdestûr guherandinan bikî (bi bûtona Save bot jî ne pêwîst e). Pirsgirêk bot di deqiqe de pirr guherandinan (Max edit) dike wana kêm bike.--Ghybu (gotûbêj) 20:54, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Ew şablona mijaran gelek diguhere loma bot otomatîk nîn e. Ez bixwe guherandinan yek bi yek save dikim. --Balyozxane (gotûbêj) 21:03, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Ghybu. Dema li ser AWB Find&Replace dikim, AWB li hemû rêzikan {{mecazî|tr}} zêde dike û divê ez yek bi yek wana jê bibim. Gelo regex heye {{mecazî|tr}} tenê li rêzika ku tê de (mec) heye zêde bike? Ev ^#.*\(mec\)$ rêzikên din naguherîne lê rêzika ku tê de (mec) heye jê dibe.--Balyozxane (gotûbêj) 12:58, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Te replace çito kod kiriye? Find: #\s*(.+)\s*\(mec\) Replace: # {{mecazî|tr}} $1--Ghybu (gotûbêj) 13:07, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Min kod nekiribû, AWB jê dibir û ez jî koda mecazî dizeliqand :D Gelek spas. Ew xweş dixebite :) --Balyozxane (gotûbêj) 13:19, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── Ji bo nivîsên vitira:

Find:

#\s*(.+)\s*
#\*\s*''(.+)\s*\(mec\)\s*''

Replace

# {{mecazî|tr}} $1
#* ''$2''

--Ghybu (gotûbêj) 13:44, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu: Temam, baş dixebite. 1 Malî ava! Niha Delay 8 seconds, Max edit 0 ye. Max edit çend bikim? --Balyozxane (gotûbêj) 14:10, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Bnr. [4]. Ji bo bikaranîna botê destûr pêwîst e   û hesaba botê tê bikaranîn.--Ghybu (gotûbêj) 14:16, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
1769 rûpel hene. Heke 1 min per edit bikim ew ê piştî 29 saetan xelas bibe :D --Balyozxane (gotûbêj) 14:21, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Temam ez paşê çêdikim. Te asteng dikin ji bo bikaranîna botê ya bêdestûr ...--Ghybu (gotûbêj) 14:26, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Niha 1 min per edit dixebite. Ew jî normal e dibêje Bot Policy.--Balyozxane (gotûbêj) 14:29, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Spas :)--Ghybu (gotûbêj) 14:36, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Jêbirin biguhêre

@Balyozxane: Bi AWBê jî tên jêbirin...--Ghybu (gotûbêj) 16:49, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu:Çawa?--Balyozxane (gotûbêj) 16:52, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Bi hesaba Rêveberê re bikev, di nav beşa Startê de Delete hatiye nivîsandin--Ghybu (gotûbêj) 16:57, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Erê lê çawa lîst çêbikim?--Balyozxane (gotûbêj) 17:09, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane:Here li ser beşa Make list (aliyê çep) paşê jî: Source --> Special page ---> (Make list) --> Pages --> UnusedCategories --> (Make a list)--Ghybu (gotûbêj) 17:11, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Keko, Special page ---> (Make list) -->Pages Kîjan Pages? Yanî All Pages heye, Pages with a Property û hwd hene lê tenê Pages tunne. Min hemû ceribandin lê 25000 rûpelên ketober dikevin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:21, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Erê... lîsteya vira (copy/paste) :)--Ghybu (gotûbêj) 17:32, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Temam. Min text file (utf8) çêkir, yeko yeko ez ê jê bibim piştî şîvê :D --Balyozxane (gotûbêj) 17:48, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Na... bi destan hemû listeyê di yek carî de kopî bike (select and copy) paşê jî here ser AWBê û bizeliqîne--Ghybu (gotûbêj) 17:52, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
mînak--Ghybu (gotûbêj) 18:03, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Min jî pêşî wisa kir lê nexebitî. Loma min text file çêkir. Niha baş e. --Balyozxane (gotûbêj) 18:10, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Ez dibêm gundên Sirucê bi alikariyê botê li wîkîpediyê zêde bikim. Çavkaniyên herî baş ji bo gundan çi ne? Dikarî fikrek bidî min?Ev peyama bêîmze ya Balyozxane (gotûbêjbeşdarî) ye.
Bo agadarî dema ku tu îmza xwe nanivisî şablona {{ragihandin}} neşuxilî ji ber vê yekê min peyama te nedîtibû...
 
Navên van gundan li ser OSMê hatine kurdî kirin
Çend çavkanî: [5] (li gorî van çavkaniyan hatiye çêkirin Şablon:1928, Şablon:1946, Şablon:1957, Şablon:1946), [6] (navên gund bi kurdî rind ne hatine nivîsandin feqet alîkariya te dike).
Herwiha bi min pêşta navên gundan li ser OpenStreetMapê sererast bike paşê lîsteya gundan çêke. Bo mînak min li ser OSMê navên gundên Sûrê lê zêde kir: [7]. paşê jî bi koordînatan ve tevlî Wîkîpediyayê kir, bnr. Sûr, Amed#Tax û gund.
Çito min lîste kir? Li vira ([8]) here li ser data (aliyê rast) hemû agahî li ser gundên Surê tên dîtin: nav bi kurdî/bi tirkî/koordinat.
Herwiha bnr. [9], [10], [11] (navên ku Nesim û min kurdî kirine)
Li ser Maptilerê qale me dikin :) [12] / [13]. Nexşeyên Maptilerê bi <iframe></iframe> tevlî malperên dibin. Mixabin wekî Google Mapsê nîne feqet dîsa jî rind e.
Erê paşê bi botê gotarên gund bi vî awayî tên çêkirin: Ecibê
--Ghybu (gotûbêj) 02:00, 31 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Min ji bîr kir hemû nivîsên înterfeysa OSMê Bikarhêner kurdî kiriye!--Ghybu (gotûbêj) 02:27, 31 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Gelek spas bo agahdariyên berfireh. Tiştek bipirsim. Tirkiyê vê lîsteyê heye? Di gotûbêja 1928ê de lînkek heye lê broken e. Ez ê çawa tirkiyê wan bibînim? --Balyozxane (gotûbêj) 02:31, 31 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
[14] (tenê va maye yên din winda bûne :) Sirûc vitira hatiye nivîsandin (r.16 pdf) :سروج bi tîpên latînî jî Seurudj--Ghybu (gotûbêj) Sirûç 03:08, 31 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Gundên Sirûcê: r. 347 (pdf) / Nivîsên latînî bi alfabeya frensî ye: bi frensî tê xwendin ne bi tirkî (ne hatiye tirkîkirin)! ([15])--Ghybu (gotûbêj) 04:06, 31 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Ev bû hefteyek kes dengê xwe neda :D Em çitto bikin? :) --Balyozxane (gotûbêj) 23:32, 3 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Çêkirina botê tenê heftek bû :) Bi min hin pirr zû ye... bibore :)) Paşê ez, Şêr û Bikarhêner dengê xwe didinê. Herwiha ji bo Wîkîpediyayê destûreke din pêwîst e.--Ghybu (gotûbêj) 23:45, 3 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Me bot çênekir tenê AWByê bi kar bînim :D Dîsa jî, temam. Lê ez dibêm ji bo wîkîpediyayê em destûr naxwazin ez ê tenê ji bo gundên sirûcê çêbikim. Wana jî 1 per min bes e, ne wisa? An jî dikarim ji te re dosyaya xwe bişînim, wana tu bi botê çêke? --Balyozxane (gotûbêj) 23:57, 3 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Dibînî csv loader çitto peyvên nêzîkî hev in tevlihev dike. 1 Ji bo wîkîpediyayê ditirsim bi kar bînim :/--Balyozxane (gotûbêj) 01:43, 5 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Ghybu. Ji bo botê ma ne bes e?--Balyozxane (gotûbêj) 21:09, 11 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Guehrtinên botê biguhêre

@Balyozxane: Silav, çima guhertinên bota te di "Guherandinên dawî" tên nîşan dan? -- Guherto (gotûbêj) 11:18, 30 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Guherto. Bota min hê bêdestûr e loma. :D Lê li gor polîtîkaya wîkiyê dixebite heta ku destûr bigire. --Balyozxane (gotûbêj) 11:25, 30 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Mass delete biguhêre

Taybet:Nuke  --Ghybu (gotûbêj) 03:18, 8 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

:D --Balyozxane (gotûbêj) 03:19, 8 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Bend biguhêre

Silav, nêrina te li ser vê mijarê ([16])? @Bikarhêner:?--Ghybu (gotûbêj) 20:37, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Ghybu. Bi rastî jî piştî ziman û berî rêziman gelek valahî heye. Lê wisa 1 rind xuya nake. Heke em dikarin wêne li beşa bilêkirinê zêde bikin û bendekî biçûk di navbera wêne û navder de hebe, ev 1, xweştir xuya bike. --Balyozxane (gotûbêj) 21:06, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Dema ku tu sê û çar wêne tevlî dikî çêdibe? Te ez fêm nekirim.--Ghybu (gotûbêj) 21:53, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Na. Min got cihê bilêvkirinê vala ye. Li cihê bilevkirinê eger em dikarin wêne bar bikin, rindtir be. Lê belê divê di navbera bilêvkirin û cihê rêzimanî (wek == Navdêr ==) de {{bend}} hebe daku wêne li vir rindtir xuya bike. Lê divê bend jî ji normalê biçûktir be. --Balyozxane (gotûbêj) 22:18, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Sitenotice biguhêre

MediaWiki:Sitenotice heye :) mînak--Ghybu (gotûbêj) 21:50, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Mala te ava, welleh :) --Balyozxane (gotûbêj) 22:07, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Peyvên bi du r biguhêre

@Balyozxane: Silav hevalê hêja, ez dibêjim ji bo beralîkirina rr -> r bi #BERALÎKIRIN [[abc]] (wextê go yek rûpelê vekê ji ber xwe ve diçê rûpela rast) baştir e ji ziman, cûre, şablona cûre, şablon (yek hewce ye bixwênê û duvre pêl lînka dî bikê). Ev beralîkirin jixwe li gora min demkî ne, ti sedem nîne ku ev gotar hê jî hebin piştî go me hemû girêdanên li ser peyvên "rr" jê bir. Tu çi difikirê? -- Guherto (gotûbêj) 16:53, 12 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Carina peyvên bi du rr jî di pirtûkan de tê bikaranîn û dema mirov nizane dibe pirsgirêk çêbe. Loma ez dibêm bila şablona rastnivîs em bi kar bînin çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 17:06, 12 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

SAMPA biguhêre

Te pirsîbû be SAMPA çi ye, https://en.wikipedia.org/wiki/SAMPA -- Guherto (gotûbêj) 11:36, 17 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: Mala te ava! :D Mebesta min ev bû ku çima li vir e, divê were bikaranîn an na? Tenê li ser rûpela silav hatibû bikaranîn loma bala min kişand. --Balyozxane (gotûbêj) 11:40, 17 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Tiştekî kevn e ji bonî kompûterên go nikarîbûn sembolên IPA şanî bikin. Ez dibêjim ne hewce ye em wê bi kar bênin û li gora go tenê di yek rûpel de dihat bi kar anîn, tu karê wê jê bibê? -- Guherto (gotûbêj) 11:43, 17 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr: çêkiriye lo ka em jê bipirsin heke ew naxwaze em kê jê bibin. @Guherto: --Balyozxane (gotûbêj) 11:46, 17 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Li min bibore biguhêre

Min digot qê şablona jimarka li ser zimanê markayî bû. Lê te çima kodê ji ziman/dane jê bir? Zimanekî wilo birastî jî heye.. -- Guherto (gotûbêj) 14:08, 11 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: Min pêşî lê nêrî min got belkî te ev kod çêkiriye lê bi rastî jî zimanek heye 2. Tu bibore min :D Lê koster ji navê markayekê tê ne ji zimanê markayê. --Balyozxane (gotûbêj) 14:11, 11 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Kategorî:Dîrokî biguhêre

Silav, Balyozxane. Li ser Wîkîferheng, kategorîyen Biyolojî, Aborî, Erdnîgarî û hwd hene. Te Kategorî:Dîrokî saz kir, a ku niha ji yek gotarê pêk tê. Ez dikarim Kategorî:Dîrok nav bidim wê ji bo ku navê wê navdêrek wekî yên din be? CathFR (gotûbêj) 22:02, 12 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav CathFR Bisekine ez şablona wê {{dîrokî|ku}} biguherînim bikim {{dîrok|ku}}.--Balyozxane (gotûbêj) 22:07, 12 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@CathFR: temam e. şablona {{dîrok|ku}} bi kar bîne. --Balyozxane (gotûbêj) 22:07, 12 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Zor sipas, Balyozxane! CathFR (gotûbêj) 16:42, 13 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Hejmara gotaran berî min dest bi çêkirina navan kir biguhêre

Hejmara gotaran berî min dest bi çêkirina navan kir: 818448

Hejmara gotaran a rojane Taybet:Statîstîk --Balyozxane (gotûbêj) 02:08, 13 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

nahewişînim biguhêre

ji bo vê peyvî alîkarî lazim e.

Wê mizgîna bi xêrê, tu li ser çavan hatî. Te em şa kirin. Xudê, mîr ji te razî bibin! U mizgîna te jî li ser seran û çavan. Her çi te bivê ez hazir im û nahewişînim. Kuro, de zû çend qurbānekan ser jê kin. Rewiye tine (gotûbêj) 21:10, 15 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Rewiye tine Peyv li vir hewişandin e. Di vê çavkaniyê de hewişandin wek esirgemek hatiye ravekirin û ez dibêm ew wate li vê hevokê jî baş tê. Yanî dibêje ez amade me her tiştî bikim. Lê bêle ferhenga me de ew peyv wek hêvişandin hatiye tomarkirin. Te wek hewişandin lê zêde bike, em ê dûre li ser wan peyvan gotûbêj bikin ka divê kîjan standard be. --Balyozxane (gotûbêj) 21:18, 15 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Devok biguhêre

Silav Balyozxane, pirseke min ji te re heye. Devoka min piçekî cuda ye ji yên we û ez naxwazim devokî binivîsim wextê go ez MediaWiki diwergerênim. Hûn ji "çênabê dirêjtir ji 1 bê" û "tu dixwazê vê biguherê" re çi dibêjin? -- Guherto (gotûbêj) 09:20, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Guherto, Min ê jî ji te re behsa hin wergerên te bikira lê dûre min got dev jê berde. Hin tiştên divê bala xwe bidî. Em li ser wîkiyê awayê standard bi kar bînin, ku nizanî lêkerek çawa tê bikaranîn hingê dikarî rûpela wê binêrî. Te rûpela pêşî û paşî guherand kir rûpela çûyî û "werê". Ew nabe. Werê=wisa ye. Diviya "were" binivîsanda. Lê rûpela pêşî û paşî ji ya were çêtir e. Herwiha li şûna "go", "ku" bi kar bîne. "çênabê dirêjtir ji 1 bê" ev bi inglîzî çi ye? "tu dixwazê vê biguherê"=tu dixwazî vê biguherînî? --Balyozxane (gotûbêj) 09:26, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: "çênabê dirêjtir ji 1 bê" = "cannot be longer than 1". Pêş/paş piçekî tevlîhev e, bi kurdîya min pês ya werê ye û paş ya cûyî ye. Ya înglîzî digot "previous" û ez dibêjim "çûyî" rasttir e ji "paş" (yan pêş, li gora devok...). Paş bi wateya "before" e, ne "previous". -- Guherto (gotûbêj) 09:30, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Naxwe "divê werê guhertin di têketinê de" bi devoka "standardtir" dibê "dive were guhertin di têketinê de"? -- Guherto (gotûbêj) 09:32, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto:"Divê were guhertin di têketinê de". Ji bo tevlihêvkirina pêş/paş ka vê gotûbêjê bixwîne, tu yê çi bifikirî? "cannot be longer than 1"= Ji yekî dirêjtir çênabe. --Balyozxane (gotûbêj) 09:39, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Ev jî li ser heman pirsgirêkê, nivîseke hevalekî ye. 1--Balyozxane (gotûbêj) 09:43, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Çima "cannot be longer than 10 characters" nabê "çênabe ji 10 tîpan dirêjtir be"? Serê min gêj bû, go 3 rûpel hebin (r.1) (r.2) (r.3), niha r.2 vekirî bê û yek herê paş de ma yek nayê r.1? -- Guherto (gotûbêj) 09:57, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Behsa çi dikî min fêm nekir--Balyozxane (gotûbêj) 09:59, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Bi înglîzî "cannot be longer than 10 characters" çima nabe "çênabe ji 10 tîpan dirêjtir be"? Ew çima dibe "ji 10 tîpan dirêjtir çênabe"? Ya pêşî (hejmar 1) çima ne rast e? -- Guherto (gotûbêj) 10:03, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Nizanim. Belkî dibe ez rast nizanim. Bibore :/ --Balyozxane (gotûbêj) 10:04, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Temam, naxwe ez ê wan newergerandî hêlim heta ku ez vê yekê 100% zanibim. Min "Rêbera Rastnivîsînê" kirî lê mixabin ew dagirtî tiştên ne girîng e, ez hêvî dikirim nivîsîna xwe baştir bikim lê bi dêla wê fêr bûm bê peyvên ji zimanên dî çawa dibin di kurdî de   -- Guherto (gotûbêj) 10:09, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Tişt pê nayê. Em ê hîn bibin înşele :D Em li vir Rêbera Rastnivîsînê bi kar nayînin. Dixwazî Pêvek:Rastnivîsî bînere hinek.--Balyozxane (gotûbêj) 10:12, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Guherto. Forma lêkerê "hate" jî yê devokî ye? "hat" an ji "hatiye", na?--Ghybu (gotûbêj) 13:50, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Rast e, li şûna hate hatiye bi kar bîne çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 15:26, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Ez "hat" çêtir dibînim. Jêbirin niha bûye, ne berî niha. "Hatîye" dibê weke wextekî çûyî. -- Guherto (gotûbêj) 16:44, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Min kire "hat". -- Guherto (gotûbêj) 16:45, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu û Balyozxane: Hevalno, kurdîya min ya di wergeran de gelekî devokî ye? Ez di gotûbêjan de 100% bi kurdîya xwe dinivîsênim lê di wergeran de 'standardtir' dinivîsênim. Belkî ne baş be ez MediaWiki diwergerênim, lê go ez nekim jixwe ti kes nakê û tiştên newergerandî weke xwe dimênin   -- Guherto (gotûbêj) 17:21, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Erê. Mixabin, tenê tu û Bikarhêner vî karî dikin. Pêşta Şêr jî hebû, niha ew qefiliye :) Bikarhêner reklama Translatewiki.net jî li ser tewitterê bikin belkî kesek alîkiariya me dike :) Spas!--Ghybu (gotûbêj) 01:11, 17 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Ez bahwer nakim ti kes gelekî serê xwe pê bieşênê, lê te ne got ma wergerên min gelekî devokî ne yan na, jkxr tu karê bêjê? -- Guherto (gotûbêj) 13:33, 17 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: "hate jêbirin" di înternetê de ji "hat jêbirin" bêhtir (×3) tê bikaranîn... -- Guherto (gotûbêj) 13:58, 17 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Google Translate "was deleted" wekî "hate jêbirin" diguherîne  . Bi min di nav wan wergeran de pirr wergerên otomatîk hene (îngilîzî -> zimanên din bi Google Translatê ji bo reklaman)--Ghybu (gotûbêj) 14:06, 17 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Bi ya min tu wergerên xwe bidomîne. Bila hinek devokî be tişt pê nayê :D Ji tunebunê çêtir e. Lê li vir Ghybu rast dibêje. Li şûna hate hat çêtir e ji bo standardê. --Balyozxane (gotûbêj) 14:18, 17 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Tu jî karê arî bikê (wergerên kevnbûyî yên girîng) :) -- Guherto (gotûbêj) 14:44, 17 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu û Balyozxane: "Hate çêkirin" gelekî bêhtir ji "hat çêkirin" tê bikaranîn, herwiha hin wergerên dî (ne ji min) jî dibêjin "hate" (di nava wergerên MediaWikiyê de hat=10 hate=38). Cudahîya hejmara encamên wan di înternetê de hingî mezin e ez qet bahwer nakim bi rîya Google Werger hatibin çêkirin. -- Guherto (gotûbêj) 15:35, 19 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Heke ti tiştê ku hûn bêjin nîn bê ez ê "hate" nivîsim. -- Guherto (gotûbêj) 16:03, 19 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Neke bira, li wir hatiye çêtir e. Hat jî ji "hate" çêtir e. Dîsa jî bi kêfa xwe yî. Çawa dixwazî bike. --Balyozxane (gotûbêj) 16:07, 19 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Hate/hat dema niha ye, hatîye dema çûyî ye. "Ew hate jêbirin" (ew niha hate jêbirin), "ew hatîye jêbirin" (ew berî niha wextekî hatîye jêbirin). Te ne got be çima "hat" ji hate çêtir e, ji bonî wê ez ê "hate" nivîsim. Jixwe bêhtir tê bikaranîn û heke ez "hat" binivîsim wê tevlîhev be. --

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── Hat/hate dema borî (past simple) ye. Hatiye dema boriya dûdar (past perfect). Dema tu tiştekî ji kesekî din dibihîzî jî dibêjî "hatiye". Di hevoka te de dema kesek din ew rûpel bixwîne, divê zanibe kesek din, berê kiriye. Herwiha çima hat ji hate çêtir e: Bnr. Di Pêvek:Rastnivîsiyê de hatiye ravekirin çima hat ji hate çêtir e. 1.--Balyozxane (gotûbêj) 16:27, 19 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Ew nivîs di kurteya guhertinê de tê nîşandan, di kurteyên wilo de "hate" bi min rasttir e ji "hatîye", kurteya bi "hatîye" dibê weke ku kesek jê birîye û ez li ser wê dinivîsim di kurteya xwe de, mînak "Beralîkirin ji bo (r.1) hatiye jêbirin, min jî beralîkirin ji bo (r.2) lê zêde kir.". Ez bixwe "hatin" weke "hate" ("past simple") dibêjim û "dan" weke "da" ("past simple") dibêjim, nabêjim "daye", di devoka min de "+e" nayê bikaranîn wextê ku bi dengdêrekê re xilas dibê. -- Guherto (gotûbêj) 16:41, 19 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Ku rêz ji standarda me bigrî, hingê yan hat bi kar bîne yan jî hatiye. "Hate" derî standardê ye. --Balyozxane (gotûbêj) 16:46, 19 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Naxwe standard bi min xelet e. Ez ê hew nivîsên ku di wergera wan de "hate"/"hat" wê ê bikaranîn wergerênim. -- Guherto (gotûbêj) 16:50, 19 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Pirsyar biguhêre

@Balyozxane: Devoka te kîjan e? Tu ji kû derê yî, heval? Ez ê belkî bilêvkirina devoka te jî lê zêde bikim bi îzna Xwedê. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:06, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Bira ez kurdî dûre ji pirtûkan hîn bûm niha li Sirûc/Rihayê me lê hê jî axaftina min gelek xirab e, loma hem devoka min tune ye û hem jî li ser IPA-ya kurdî nikarim tiştek bibêjim. Herwiha min jî ji te bixwesta, xwezî te hinek dengên peyvan jî qeyd bikira. Ku tu dengên xwe qeyd bikî û bişînî min ez dikarim alî te bikim ji bo amadekirinê û lêzêdekirinê. Spas. --Balyozxane (gotûbêj) 16:11, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Temam, spas. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:19, 21 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

veguherîn biguhêre

keko ma ev ne lêker e? Eger lêker be tu dikarî biguherî. https://ku.wiktionary.org/wiki/veguher%C3%AEn Rewiye tine (gotûbêj) 18:41, 1 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Rewiye tine: Hem lêker hem jî navdêr e divê em sererast bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 18:43, 1 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

subst rr biguhêre

Silav Balyozxane. Min dît ku te di "girrikkirin" de {{subst:Bikarhêner:Balyozxane/subs1|1= girikkirin|2=m}} bi kar anîye, min îro şablona xwe ya {{Guherto/rr-navdêr}} rast kir û yek tenê hewce ye zayendê binivîsê :) {{subst:Guherto/rr-navdêr|m}} hêvî dikim ku bikê ku xebata te hindiktir wext bigirê heke tu bixwazî wê bi kar bînê :) -- Guherto (gotûbêj) 18:45, 5 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane:. Min nizanibû te şablona xwe rast kiriye. Mala te ava, çiqas jê aciz dibim kes nizane welle :D --Balyozxane (gotûbêj) 18:48, 5 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Devokên ermenî li ser en.wikt biguhêre

Peyv=1, şablon= 1 --Balyozxane (gotûbêj) 23:00, 5 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

==== Herwiha ==== {{rel-top|recorded dialectal forms}} * {{alter|hy|բլոճ}}<ref name="HAB"/> * {{alter|hy|բլոջ||ար|աստպտ|նբ|վն|ուրմ}}<ref name=HLBB>{{R:hy:HLBB|vol=I|page=198a}}</ref><ref name="Amatuni"/> * {{alter|hy|բղոճ}}<ref name="HAB"/> * {{alter|hy|պլոճ||ակն}}<ref name="HAB"/><ref name=GB/> * {{alter|hy|պղոճ|պըղօճ|պուղօճ||ղրբ}}<ref name="HAB"/><ref name=Sargsyan>{{R:hy:Sargsyan|պըղօճ|page=623a}}</ref> <ref name=GB/><ref name=Sargsyan/> * {{alter|hy|պոլոճ||բղ|վն}}<ref name="HAB">{{R:xcl:HAB|պոլոճ|vol=IV|page=95a}}</ref><ref name=GB>{{R:hy:Ačaṙean:1913|պլոճ|page=913a}}</ref> * {{alter|hy|պողոճ||ննխ|t1={{non-gloss definition|also}} bogey}}<ref name="HAB"/><ref name=GB/> * {{alter|hy|բոլոճ|բոլոջ||բլխ|շիր|վն|ուրմ}}<ref name="HAB"/><ref name=HLBB/> * {{alter|hy|բօլօճ||շրկ}}<ref name="Amatuni">{{R:hy:Amatuni|բլոջ|page=105b}}</ref> * {{alter|hy|բողոճ||մշ|լոռի}}<ref name="HAB"/><ref name="Amatuni"/><ref name="HLBB"/><ref name="Amatuni"/> * {{alter|hy|բոլոնճ}}<ref name="HAB"/> {{rel-bottom}}

Navdêr (mê · nêr · mê û nêr) / Lêker / Rengdêr / Hoker / Biwêj biguhêre

Silav Balyozxane keko çire even jor wek şablon hene lê gotine pêşîyan, cînav, serenav nîne?Rewiye tine (gotûbêj) 20:39, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Rewiye tine. Hemû hene. Binêre:
Şablon
 
{{navdêr}} · {{serenav}} · {{lêker}} · {{rengdêr}} · {{hoker}} · {{cînav}} · {{girêdek}} · {{daçek}} · {{pêşdaçek}} · {{paşdaçek}} · {{bazinedaçek}} · {{artîkel}} · {{pirtik}} · {{baneşan}} · {{navgir}} · {{paşgir}} · {{pêşgir}} · {{reh}} · {{biwêj}} · {{hevok}} · {{gp}} (gotineke pêşiyan) · {{hejmar}} · {{tîp}} · {{sembol}} · {{kurtenav}}
Têkildar
--Balyozxane (gotûbêj) 20:40, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ez behsa zêdekirinê dikim. Te dît wexta mirov peyv zêde dike şablonê min jor parvekirî hazir hene mirov pêl dike otomatîk çêdibe. Mesela pêl navdêr dikim. zayend hwd. tên. Wisa ne hesantir e?Rewiye tine (gotûbêj) 20:54, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Te behsa Wîkîferheng:Peyvekê çêke dikî, temam ez ê çêkim --Balyozxane (gotûbêj) 20:56, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Rewiye tine! Bi min behsa {{MediaWiki Peyvekê çêke}} dike :)--Ghybu (gotûbêj) 21:14, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Xebera te ye   --Balyozxane (gotûbêj) 21:16, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu û Rewiye tine: Çêbû? --Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: çebû keko. mal û mezelê te ava.Rewiye tine (gotûbêj) 21:41, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Avatir! :) --Balyozxane (gotûbêj) 21:42, 6 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Balyozbot biguhêre

Silav, Tu dikarî navên şablonan jî seresat bikî:

  • {{tewîn-nav-ku| --> {{ku-tewîn-nav|
  • {{tew-nav-ku| --> {{ku-tew-nav|
  • {{tewîn-rd-ku| --> {{ku-tewîn-rd|
  • {{tewîn-l-ku| --> {{ku-tewîn-lk|
  • {{ku-tewîn-l| --> {{ku-tewîn-lk|
  • form=têper --> form=gerguhêz
  • form=têneper --> form=negerguhêz
  • \{\{tew\|(\w{1,3})\|form=(navdêr|lêker|rengdêr)\}\} --> {{$2|$1|form=erê}}

--Ghybu (gotûbêj) 15:33, 8 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu: Temam min tevlî kir. Spas! --Balyozxane (gotûbêj) 15:48, 8 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Tu jî dikarî koda xwe bilêvkirin û şablonên IPA û ku-kîte lê zêde bikî? {{ku-IPA}} {{ku-kîte}}--Balyozxane (gotûbêj) 23:01, 10 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Niha, ez formata peyvên kategoriya Kategorî:Formên navdêran (kurdî) sererast dikim. Mixabin di nav wan de çewtiyên giring hene (mînak). --Ghybu (gotûbêj) 23:37, 10 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Guherto. Dikarî ji me re lîsteyeke wisa Wîkîferheng:Pirjimar bê yekjimar ji bo formên navdêr û lêkeran yên wisa zénharekê çêkî? --Balyozxane (gotûbêj) 01:52, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane. Erê ez bahwer dikim, ka ez biceribînim. -- Guherto (gotûbêj) 14:43, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Min lîsteyê li Wîkîferheng:Form bê navdêr çêkir. -- Guherto (gotûbêj) 14:51, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Gelek spas!--Balyozxane (gotûbêj) 15:04, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Spasxweş, ti mînak dizanî ji bo formên bê lêker deqena ez karibim lîste ji bonî wan jî çêkim? -- Guherto (gotûbêj) 15:08, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Na, welle niha tiştek nayê bîra min. @Ghybu: tu dizanî?--Balyozxane (gotûbêj) 15:19, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Dikarî "dolivandin" bicerîbinî, min îro jê bir lê divê di bîrê de hebe. --Balyozxane (gotûbêj) 16:32, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Formên wê weke formên navdêran hatibûn çêkirin, ji bonî wê ew di lîsteya "Form bê navdêr" de hene. Min digot qê te formên weke "dixwar","dixwarin","dixwim"... -> "xwarin" digot. -- Guherto (gotûbêj) 16:57, 11 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Modul:ku-bilêvkirin / Wîkîferheng:IPA kurdî biguhêre

Silav, tu dikarî parastina van her du rûpelan rakî? Spas--Ghybu (gotûbêj) 17:21, 10 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Ghybu Min rakir. Qewet be!--Balyozxane (gotûbêj) 17:24, 10 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Kurtenav: WF biguhêre

Silav, bnr. phab:T152815--Ghybu (gotûbêj) 00:52, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

PS: mw:Help:Magic_words#Miscellaneous ({{#language:be|ku}} --> belarusî / {{#language:be|en}} --> Belarusian, CLDR)--Ghybu (gotûbêj) 00:52, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Min ew Belarusian dîtibû lê nizanim çima min nikaribû rast subst bikim   spas. Hingê ez ê modul û şablonên min çêkiribû jê bibim. Heyfa wextê min e welle.
ev phab:T152815 çi ye hîn min baş fêm nekir. Yanî bi kurtî dixwazî bibêjî {{kurterê}} ji aliyê Phabricator ve tê çêkirin? --Balyozxane (gotûbêj) 01:12, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
1) Jê mebe, min ji bo agadariyê nivîsand   2) Erê (WF --> Wîkîferheng). Herwiha bi Javascriptê tiştên baştir tên çêkirin, bo mînak tu dikarî hemû wergeran xwe bi xwe kurdî bikî. Mixabin dema min jî pir nemaye...--Ghybu (gotûbêj) 01:22, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Yaw Xwedê te bihêle. Haya min jê hebû   ez çend saet li wan magic wordsan dinêrim lê pir fêm nakim. Herwiha min hîn dest bi javascrîptê nekir û tiştên ku ji bo Phythonê hîn bûm min ji bîr kir  . Ez nizanim biryar bidim kîjan li vir giringtir e lua an javascript? hînbûna lua zortir e ji ber ku çavkaniyên xweş tune lê yên javascrîpt gelek in. --Balyozxane (gotûbêj) 01:35, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Photoshop? Hahaha Wan rojan kombersa min pir xirab e nikare Photoshop veke loma min bi PAINTê çêkir  . --Balyozxane (gotûbêj) 01:35, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Paint? Wow! Te pirr rind çêkiriye, min pêşta li vira seh kir :)--Ghybu (gotûbêj) 01:49, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Karibûm hin çêtir çêkira lê min got ka hema çêkim dev jê berde. Mînaka çêkirina rûpelên wisa heye? Ez hinek pê bilîzim daku hinek hîn bibim heta dengdan xilas bibe? :D --Balyozxane (gotûbêj) 01:51, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Nizanim mînak heye an na, min hin seh nekiriye. Herwiha APIya MediaWiki li vira ye: mw:ResourceLoader/Core modules / [17]--Ghybu (gotûbêj) 02:06, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Spas. 1 --Balyozxane (gotûbêj) 02:16, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Min te tirsandî  . Min mînakek li ser en.wiktionary dît (Citations): en:MediaWiki:Gadget-DocTabs.js / en:MediaWiki:Gadget-DocTabs.css--Ghybu (gotûbêj) 02:44, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas. Ez hîn nizanim navê wan çi ye loma erê tirsiyam   --Balyozxane (gotûbêj) 02:50, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Li vira tê ceribandin: Bikarhêner:Balyozxane/vector.js / Bikarhêner:Balyozxane/vector.css--Ghybu (gotûbêj) 02:53, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Li ser şablonan çi qas xweş rave dikin ka çawa tê guherandin. Lê li vira ti tişt nenivisandine. Divê yek bi yek biguherînim û bibînim kîjan kod çi kar dike  . Çima li ser MediaWiki:Common.jsê behsa Gotar/Gotûbêjê nake? Wana li kû ne? --Balyozxane (gotûbêj) 03:14, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
"Gotar"/"Gotûbêj" nivîsên standard in li ser Phabricatorê tên guherandin. Te li ser rûpelê (kirin) nivîsa "Citations" dît?--Ghybu (gotûbêj) 03:21, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Erê min dît, pêl kir rûpela Citations:kirin vekir, ez vegeriyam rûpela berê û hema çû. Dîsa nehat. Gelek efsûnî bû :D --Balyozxane (gotûbêj) 03:25, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Yanî dixwazî li vir 1 bibêjî çi?--Balyozxane (gotûbêj) 03:41, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Nivîsa "Tewandin" tenê li ser gotarên ku şablona {{ku-tewîn-lk}} (class="tewandin") hatiye tevlî kirin were nivîsandin. Niha li ser hemû rûpelan de ye...--Ghybu (gotûbêj) 03:44, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── @Ghybu: Me ew rûpela Citations:kirin çawa dît? Çima carek din xuya nake? --Balyozxane (gotûbêj) 11:07, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Min fêm nekir... Hertim xuya dike.--Ghybu (gotûbêj) 12:25, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Na, min tanê carekê dît. Edî xuya nake. Min hemû hevyazên xwe jêbir/ji nû ve ava kir, cacheyên xwe jê bir lê dîsa jî xuya nake. --Balyozxane (gotûbêj) 12:46, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
1--Balyozxane (gotûbêj) 20:34, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Li ser rûpela şoneke min îro Tewandin wek tab dît çiqas kêfxweş bûm   --Balyozxane (gotûbêj) 11:52, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Kanî? biguhêre

@Balyozxane: Li kû derê wisa dinivîsit? -- Hakîmo (gotûbêj) 10:04, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Hakîmo: bnr van şablonan çawa dixuyin: کوێر(kwêr), (Reşwî), Şablon:rêziman, Şablon:fêkî--Balyozxane (gotûbêj) 10:07, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Lê belê ez (kwêr), (reşwî), (rêziman), (fêkî) çêtir dibînim. Divêt bikarîner dengê xwe bidin ka kîjanê dixwazin. -- Hakîmo (gotûbêj) 10:11, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Bikarhêner, Şêr, û Guherto: Fikrên we? [18] --Balyozxane (gotûbêj) 10:15, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Ku herkes mîna te bike û bibêje "ez wisa çêtir dibînim, ez ê wisa bikim", dê ti caran karê wîkîferhengê xilas nebin. Ghybu (g · b · a) ji sala 2011an vir ve li ser wîkîferhengê dixebite, nêzîkî hemû şablonan wî çêkiriye, karê teknîkî ya wîkîferhengê gelek caran ew dike. Hinek rêz jê bigre. Heta dengdanek em çêkin, jkx bi ya me bike dûre ku dengdan erênî be, em ê jixwe bi ya te bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 16:16, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Temam, ez hingê ti guhartinên din en bilêvkirinê nakim heta ku dengdan teva dibit. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:20, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Mala te ava. Ez ê îşev dengdanek çêkim--Balyozxane (gotûbêj) 16:22, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Lê normalê de divê bikarhênerê ku dixwaze guhertinek çêke dengdanê çêke, lê li vir herkes li hêviya rêveberan e nizanim çima. --Balyozxane (gotûbêj) 16:26, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Te guherandinên xwe bidomîne. Van rojan gelek dengdan hene û bikarhêner jê aciz dibin loma ez ê rûpeleke li ser sazkirin û formatkirina rûpelan çêkim û ez ê fikrên we bipirsim. Li wir em ê gotûbêj bikin û dûre her tiştî bi hev re di dengdanekê de hal bikin.--Balyozxane (gotûbêj) 22:11, 19 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo û Balyozxane: Hevalino ez ya xwar tercîh dikim, wek (Reşwî), Şablon:rêziman, Şablon:fêkî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:49, 21 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: li vê derê mêze ke ka çawa nimandine. Li gorî min ku meriv parantezan jî xwar binivîsit, dê hingê neçê derkevine holê. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:21, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Belê keko li wir (di wîkiya îngilîzî de) wek ya te kirine. Lê ev hinekî tercîh e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:45, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Te got dengdan hewce ye lê te dengê xwe nadî, xêr e? Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Normalkirina gotaran--Balyozxane (gotûbêj) 16:46, 10 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Bibore, min hay jê nebû, lê min niha dengê xwe dayê. -- Hakîmo (gotûbêj) 11:38, 11 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Pirs biguhêre

Te gotibû "@Ghybu: Lê divê peyvên tirkî jî werin jêbirin ji ber ku wana ji Zana farqînî hatine çêkirin. Dikarî lîsteya wan jî çêkî? --Balyozxane (gotûbêj) 21:14, 26 îlon 2020 (UTC)". Ez bahwer dikim ku ev ji min re bû, ji ber ku te got "lîsteya wan " û min berî wê lîsteyin çêkiribû. Rast e? -- Guherto (gotûbêj) 16:14, 29 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Erê rast e, min hem ji te re hem jî ji Ghybuyî re gotibû lê çima min tu etîket nekirî nizanim. Hemû rûpelên tirkî ji hêla cyrusbotê ve hatine çêkirin divê werin jêbirin--Balyozxane (gotûbêj) 16:18, 29 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Ping@Guherto:--Balyozxane (gotûbêj) 16:18, 29 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Temam. -- Guherto (gotûbêj) 17:02, 29 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Pirseke dî, ez dikarim rûpelên weke nivêsandin bikim == {{ziman|ku}} == {{bnr|...}}? -- Guherto (gotûbêj) 17:02, 29 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: Erê lê ku karibî navdêr/lêker jî lê zêde bike. --Balyozxane (gotûbêj) 19:40, 29 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

IPA kurdî biguhêre

Silav Balyozxane ez dikarim li gor vê malperê IPA kurdî bikarbînim?[19] Lê min IPA ya vî kelîmeyî nêrî [20] hin herfê hatiye bikaranîn di nav vê malpera min parvekîrî de nînin. Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.

Silav Rewiye tine Bi Hakîmo (g · b · a) û Şêr (g · b · a) nîqaş bike li ser gotûbêja peyvê ku ew tiştek nebêjin çawa bixwazî biguherîne. --Balyozxane (gotûbêj) 21:05, 30 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Binêre gotûbêja Gotûbêja modulê:ku-bilêvkirin#i--Ghybu (gotûbêj) 23:02, 30 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Merheba. Ew lîste bi kêr nayê. Tê de xeletî hene û ji bo her deng tîpeke IPAyê nîşan nade. Bilêvkirin di hemû zimanan de li gora cihê ku tu jê tê tê guhertin, ji bonî wê te tîpên ku di wir de nînin dîtîye. Ez dibêjim IPAyê ji cihekî dî fêr bibe û li gora bilêvkirina xwe binivîse. Di wê lîsteyê de ne tenê xeletî jî hene lê bahwer im dengên ku di ti devokan de nayên bikaranîn jî hene. Tenê li gora "yek tîp yek deng" çêkirin, lê di kurdî de tîpek karê bêhtir ji yek dengan nîşan bidê û nivîsîna van weke yek IPA tîp ne rast e. -- Guherto (gotûbêj) 15:50, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Her bijî! Rûpela min jî hemî awayên cuda ên dengdêrên kirmancî nîşan didit. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:02, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Bi rastî we gotûbeja modulê xwand? Me çi nivisandiye? Herwiha ew lîste li gorî çavkaniyan hatiye çêkirin. IPAyên Hakîmo jî bêçavkanî ne û tenê xebatên wî ne (?)...--Ghybu (gotûbêj) 17:16, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Tu dengekî bi lêv bikê û duvre li IPAyê bihesînî û ew eynî bin ma ew bi dêla çavkanî ne baştir e? Niha ez nizanim Hakîmo çawa lîsteya xwe çêkiriye lê ew lîsteya li Wîkîpedîyaya înglîzî şaş e. -- Guherto (gotûbêj) 17:55, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu û Guherto: Ez du salan li ser xebitîme, keko. Wekî din ti kesî mîna min heta niha transkrîbsiyoneke wisa ye kûr ji bo hemî devokên kirmancî çênekiriye. Ma xebata min di ber avê da çûye? -- Hakîmo (gotûbêj) 18:07, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto, Ghybu, û Hakîmo: Mala we ava ji bo bersivan. Kek Hakîmo kerema xwe re dikarî lînka xwe IPA parve bikî? Herwiha hinekî sere min tevlîhev bû :D. Ez li gor çi herim?--Rewiye tine (gotûbêj) 19:40, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Te li Wîkîferheng:IPA kurdî nêrî? --Balyozxane (gotûbêj) 19:44, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ez li gor modûl herim temam e? ne wisa?--Rewiye tine (gotûbêj) 19:47, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────@Rewiye tine: Erê lê te dizanî çawa Modulê bixwînî? Mînak dibêje ["r"] = "ɾ", lê herwiha (peyv, '^ɾ', "r") jî heye. Te hem Modulê hem jî Wîkîferheng:IPA kurdî bi hev re binêre û li gorî wan bike. --Balyozxane (gotûbêj) 19:55, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Li gora modul herê çima {{ku-IPA}} bi kar nayînî? Wîkîferheng:IPA kurdî hinekî baştir e lê dîse ~10 deng kêm in, û çima ji ḧ ẍ û ' re dibêjê "ne-welatî"? Ew çî beaqilî ye? Ew jî tîpên şaş/ku kêm devokan de hene/ti devokan de nînin bi kar tînê.. Hemû ev lîste xuya dikin bi eynî çavkanî hatine çêkirin.. -- Guherto (gotûbêj) 07:15, 2 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Kerem ke (lînk)! Mixabin IPAya niha ye Wîkîferheng:IPA kurdî şaş e çunkî li gorî devokeke bi tenê çêbûye; transkrîbsiyona min transkrîpsiyoneke hevgirtî ye ji bo hemî devokên kirmancî. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:27, 2 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

cureya peyvan û peşnîyarek bo kelîmeyên standart biguhêre

Silav Balyozxane

1-wexta mirov gotarek nû çêdike cureyên peyvê wisa xuya dikin.https://snipboard.io/RA2hMd.jpg. Lê di gotarên heyî de ev cureyên peyva nînin. https://snipboard.io/TEDNLH.jpg. Eger hebin yê çêtir be. Bo me hesantir be. Mînak carina navder heye lê lêker an rengdêr tune heta mirov copy paste dike wext derbas dike.

2-li jêr {{ds-kirî|çawa}} tîkek kesk heye gelo em nikarin di gotara de jî dawîyê kelîme tîkek kesk bavejin? Biya min yên xweşiktir be.--Rewiye tine (gotûbêj) 19:27, 18 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

@Rewiye tine: 1) Xwedê ewqas komputerzanî nizanim, loma nikarim ew lê zêde bikim li rûpelên din. Gelo @Ghybu tu dizanî em çawa dikarin çêkin? 2) @Rewiye tine Erê xweş xuya dike lê nizanim ewqas heqê me heye em tiştek wisa bikin. Li ser Dîwanê jî binivîse ku hevalên din qebul bikin, em şablonekê çêkin. --Balyozxane (gotûbêj) 19:47, 18 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Rewiye tine. Dema guherandinê li bin vê rûpelê beşa "Beş û şablon" (li ser "Tevlî bike" bitikîne) wî karî dike. Biceribîne.--Ghybu (gotûbêj) 15:19, 20 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu:Min dît mala te ava lê hinek xef e. Peşnîyara min a jor çawa ye? Ma em nikarin şablonên sereke yanê herî zêde tê bikaranîn jor eşkere nîşan bidin?

Bersiv biguhêre

Silav birêz Balyozxane . سسک û سِسک heman tişt inEv peyama bêîmze ya Saberabdollahizad (gotûbêjbeşdarî) e.

Gelek spas! Hingê wisa سِسک bikin çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 14:45, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Pirsek biguhêre

Merheba Balyozxane, qusûrê ne mêzêne heke pirsa min te eciz bikî. Ez dizanim ku bêhtir kes nabêjin "difikirê", lê dibêjin "difikirî". Ma ew nabe ji bo berê fikirîn? "Tu çi difikirê?" = niha, "Tu çi difikirî?" = berê. Yek bi şiklê dî çawa vê dibêjê? -- Guherto (gotûbêj) 18:27, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: Na lo, aciz nabim. Min xwest karê xwe xilas bikim deqene ji bîr nekim min çi dikir. Nexwe, Xebera te ye mirov dikare "Tu çi difikirî" hem dema niha hem jî dema borî bi kar bîne. Ku naxwazî tevlihevî çêbe hingê dikarî difikiriyayî bi kar bînî. --Balyozxane (gotûbêj) 18:45, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Min jî ji te tiştek bipirsiya. Ma hûn ergatîvî bi kar nayînin? Tu pir caran wek "ez kirim", "jê birim" dibêjî. Mînak dema di stranekê de tu "te ez kuştim" dibihîzî çi fêm dikî? Kî kê kuşt? :D--Balyozxane (gotûbêj) 18:54, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
-iyayî bi dêla -î ne xweş çê dibe.. Nizanîbûm ku ev cudakirin (-ê û -î) di hin devokan de nîne. "te ez kuştim": Mirovê ku wî tiştî dibêjê ji kesekî hatîye kuştin. Lê bahwer im ya rast "te min kuşt" e? Birastî ez nizanim, carna dibêjim "min jê bir" carna jî "jê birim", ji kesekî pirsîbûm gotibûn ku ne cuda ne. Bo nimûne gotina te ya "Min jî ji te tiştek bipirsiya." bi devoka min gelekî cuda çêdibe :) -- Guherto (gotûbêj) 19:10, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Ergatîvî di zimanê kurdî de heye loma dema lêker gerguhêz e cînavên tewandî (min/te/wê/wî/van/wan) tê bikaranîn. Min ji gelek kesan "ez kirim" bihîst lê ya standard min kir e. --Balyozxane (gotûbêj) 19:17, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Dizanim ku heye :) Lê tam nizanim di kîjan peyvan de tê/nayê bikaranîn, bahwer im mixabin belkî hinekî winda bûbê / hatibê guhertin di devoka min de. Ji alîyê rêzimana lêkeran ve devoka min cuda ye. -- Guherto (gotûbêj) 19:21, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Gotina min ya "ji kesekî pirsîbûm gotibûn ku ne cuda ne" yanî bê di devoka min de belkî nebê, ne ku di kurdî de nîne :) -- Guherto (gotûbêj) 19:24, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Erê ne cuda ne, li deverên ku ergatîvî qels bûye tê bikaranîn lê di van devokan de jî ergatîvî tê fêmkirin. Tiştek ecêb e :D --Balyozxane (gotûbêj) 19:27, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

guherandin biguhêre

@Balyozxane: daxwazên standkirine gotara guherandin binêre çend gotare din tevlî bîne. Min nekarî serast bikim. Tevlîhev bûye.--Rewiye tine (gotûbêj) 13:58, 25 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Min lê nêrî min jî fêm nekir te çi kiriye :D --Balyozxane (gotûbêj) 17:36, 25 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane:min tiştekî nekir ez niza çawa çebû. Yane niha gimgimok, pel, pêşgîr xuya nakin lê wexta mirov guherandin diguherîne li jêr xuya dikin. Lê wexta mirov tiştek biguherîne hinik hişyarî tên.
wisa https://snipboard.io/LerARS.jpg --Rewiye tine (gotûbêj) 18:15, 25 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Bawer dikim çêbû. Lê hay jê hebe ji ber ku tu pir şablon bi kar tînî şablonên te tevlihev dibin dema kodek biçûk ji bîr dikî, pirsgirêkên mezin çêdibe. Dewsa kopîkirinê şablonên nû çêke ji bo wan ferhengan. Hin mînak {{ferhenga kurdî-rûsî}}, {{ferhenga kurdî-ermenî}}, {{Zana Farqînî}} --Balyozxane (gotûbêj) 18:29, 25 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

ADVANCE SEARCH biguhêre

Em dikarin vî biguherînin kurdî?https://snipboard.io/aMy9nN.jpg --Rewiye tine (gotûbêj) 11:39, 5 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Ji xeynî "Structure", "Files and images", "File type" (û yên tê de), "Sorting order (1), Sorting order (2)" min hemûya wergerand, wê piştî ~heftîkekê werin nîşandan. -- Guherto (gotûbêj) 14:09, 5 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Mala te ava! Te çawa tiştên wisa taybet li ser translatewiki dibînî? Yanî ez lê digerîm lê nizanim çawa bi dest bixim. --Balyozxane (gotûbêj) 17:01, 5 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Li rûpela newergarandî li tiştekî bi înglîzî digerim, cara pêşî hinek wext digirê lê carên dî wext nagirê. -- Guherto (gotûbêj) 17:27, 5 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Gelek spas. Ev baş bû. :D --Balyozxane (gotûbêj) 17:32, 5 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Mal ava @Guherto:. Yê gelek kêrî me were. Çimkî gelek kes ingilîzî nizanin û Advance Search ji bo lêkolînera lazim e. --Rewiye tine (gotûbêj) 21:08, 5 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane û Rewiye tine: Mala we jî ava :) -- Guherto (gotûbêj) 22:04, 5 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Kitêbek biguhêre

Merheba Balyozxane, pirseke min ji te re heye. Çend caran wextê ku ez li înternetê li tiştan digerim ev rûpel "https://muhaz.org/rzimana-kurd-kurmanc.html" (înglîzî) derdikevê. Ev kitêb bi min re heye lê ya 2002 ye. Di serê wê de dinivîsê "2017", û hin tiştên ku di ya 2002ê de nînin tê de hene. Pê li downloadê kirim çênebû, tu dizanê ma ev kîjan kitêb e? ISBNa ya 2002 û 2017 eynî ye serê min gêj bû, mereq dikim ma tu dizanê ka PDFa vê heye di înternetê de. -- Guherto (gotûbêj) 21:11, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Guherto. Ew ne tenê pirtûkekê ye. Çend pirtûk û nivîsar bi hev re hatine tevlî vê rûpelê kirine. Ya ku dibêje 2002 pirtûka Celadet Bedirxan (Bingehên gramera kurdmancî) ye. Binêre di naverokê de dibêje kîjan pirtûk tê de hene.--Balyozxane (gotûbêj) 21:19, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Temam, mala te ava. Ji ber formatê ferq nekiribûm vêce dibînim. PDFa ku ew jê hatiye çêkirin jî dîtim, li vir e. -- Guherto (gotûbêj) 21:21, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Avatir!--Balyozxane (gotûbêj) 21:28, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Abc biguhêre

Hiştin di wextê niha û yê berê de tê bikaranîn. Hêlan xeletîyeke nû ye. Bahwer im bi behdînî ye, tiştên vilo di wê devokê de hene. Hiştin wextê niha -hêl- wextê berê -hişt-. Maliştin wextê niha -mal- wextê berê -malişt-. -- Guherto (gotûbêj) 19:21, 30 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Ji rehê niha yê hiştin xeletîya hêlan çêbûye. -- Guherto (gotûbêj) 19:22, 30 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Hakîmo hinekî li ser vê nivîsîbû li vir. -- Guherto (gotûbêj) 19:25, 30 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Erê xebera te ye. Bibore. Min gelek car wisa dît loma min got qey her du awa jî rast in. Lê xuya ye hêlan tenê guhertoyekê. Ecêb e, Hevalên min ên Sirûcî dizanin hiştin çi ye lê tenê bi ji bo dema borî bi kar tînin, dema niha/fermanî li vir winda bûye. Hevalekî min got em dibêjin "Nêlînim" dibe ku ew jî guhertoyeke "nehêlim" be.--Balyozxane (gotûbêj) 19:47, 30 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Bi rastî jî ecêb e, tenê Xwedê zanê ma çend peyvên dî vilo tevlîhev bûne :( -- Guherto (gotûbêj) 20:07, 30 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

zaravayên kurdî biguhêre

@Balyozxane: silav. Di binbeja 'Bi zaravayên kurdî', zazakî heye biyam min em vî bugeherînin. Em dikarin bixin Kirdkî an Dimilî an Kirmançkî. An jî hemû bi hevre nivîsin(Kurdkî/Kirmanêkî/Dimilî/Zazakî). Devlet zazakî pêşxist em bi vî avayî bikarneynin ji bo me çêtir e.--Rewiye tine (gotûbêj) 19:41, 1 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Ez jî wilo difikirim, lê bahwer im "kirmanckî" bêhtir ji "kirmançkî" tê gotin. -- Guherto (gotûbêj) 19:44, 1 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav @Rewiye tine û Guherto:, Wîkîpediya zazakî heye, ku zaza ji zimanê xwe re dibêjin zazakî, em ê çawa navê zimanê wan biguherînin? Herwiha kirmanckî û dimilî wek devokên zazakî tên hesibandin, loma em koda zza bi kar tînin diq bi kar nayînin.
P.S. Ji bo nîqaşa li ser navên zimanan ji kerema xwe Modul:ziman yan jî Dîwanê bi kar bînin, da ku herkes karibin fikrên xwe bibêjin. --Balyozxane (gotûbêj) 11:36, 2 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zazakî#Binavkirina_xwebixwe -- Guherto (gotûbêj) 21:00, 2 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
→ Barkirin Gotûbêja modulê:ziman#zaravayên kurdî

Her cûre dengên sirûştê û amuran biguhêre

Silav @Balyozxane:, @Guherto: dengên sirûştê û dengên amûran; şireşira avê, qirçeqirça hestîyê hwd. kategorîyek çêkin çawa ye? Gelek balkêş e. Bi taybetî di edebîyata qefqazê de dengên sirûştê pir in û hev cuda kirine. Bi vî avayî dengên her tiştî em dikarin roj bi roj tomar bikin.--Rewiye tine (gotûbêj) 15:55, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Rewiye tine Me ew kategorî çêkiribû Kategorî:Dengê siriştî bi kurdî bi şablona {{f|ku|dengê siriştî}}--Balyozxane (gotûbêj) 16:19, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
gelo ji bo dengan yek çavkanî bes e?Rewiye tine (gotûbêj) 16:21, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Na dîsa 3 çavkanî hewce ye. --Balyozxane (gotûbêj) 16:32, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

a biguhêre

Formata wextan di rûpela beşdarîyan û di îmzeyan de hatiye guhertin, zanê kî guhert? Ez dibêjim ya berê gelekî baştir bû ev ecêb e û yek navê heyva bi tîpa mezin dest pê nakê... Guherto (gotûbêj) 20:28, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Ji ber nizanim çi "Biyolojiyabikurdi" guhertibû. li vir. Lê ev guhertin jî balkeş e, çima em li gora rêbera rastnivîsîne 2019 diçin? Min digot qê ew nedihat qebûlkirin? (ez jî hez jê nakim..). -- Guherto (gotûbêj) 20:31, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Li ser Wîkîferhengê gotibûn nabe lê ti kes ji MikaelF re li ser Wîkîpediyayê negot te çima guherand.   Bi min baş e ku em standardek bi kar tînin. Ghybu ew guhartina Biyoloji vegerandibû çima dîsa hat?--Balyozxane (gotûbêj) 21:34, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Gotina min ya li vir bixwîne, û ghybu tenê yekê vegerandibû, 6e dî hebûn. -- Guherto (gotûbêj) 21:38, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Em bêzar bûn ji nestandardbûnê law Xwedê arî me bike --Balyozxane (gotûbêj) 21:40, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
:( pirsek, te vê guhert, heta niha problem çênekiriye dibêjim ku em ferq nekin xeletî çêdikê ber weke xwe bimênê :) -- Guherto (gotûbêj) 21:42, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Min dîsa guhart :D Li vir dibêje $1 roj e loma biçûk e. Ne wisa?--Balyozxane (gotûbêj) 21:43, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Erê vêce rast e mala te ava :) -- Guherto (gotûbêj) 21:45, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Avatir :)--Balyozxane (gotûbêj) 21:46, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
@Guherto: Li ser Guhartinên dawî parzûnên çalak heye. Li wir butona x ?şemitiye? yanî cihê wê xirab bûye. Tu jî dibînî an pirsgirêk CSSa min e?--Balyozxane (gotûbêj) 23:12, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Li ser en.wikt jî eynî ye.--Balyozxane (gotûbêj) 23:13, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Ez jî dibînim -- Guherto (gotûbêj) 23:14, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Kî çi kiriye pir meraq dikim hemû wîkiya xirab kirine :D --Balyozxane (gotûbêj) 23:17, 9 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)

Li ber çe'vê min ev hemû weke bot xuya dikin, ti çi difikirê? Ev xwe hezirî çi dikin, spam? -- Guherto (gotûbêj) 19:46, 10 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)

Ez jî wisa difikirim, lê nizanim divê em tiştek bikin? Ji kesên zana bipirsin? Ghybu fikrê te?--Balyozxane (gotûbêj) 19:48, 10 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
@Guherto: bira binêre li ser en.wikt çiqasî ye [21] :D --Balyozxane (gotûbêj) 20:38, 10 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Lînka rast ev e, û ji ber ku bêhtir kes wiktionary bi kar tênin ew normal xuya dikê lê li cihekî bêdeng weke wîkîferheng ev ecêb e. -- Guherto (gotûbêj) 20:53, 10 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Di nav wan de her tişt jî hene :) spam, bot, en:Wikipedia:Sockpuppetry. Li ser Wîkîferhengê navên ku ne kurdî ne piranî vana ne...--Ghybu (gotûbêj) 23:23, 10 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)

help biguhêre

https://en.wikipedia.org/wiki/Special:Contributions/E4024 : 20:08, 11 November 2014 Bbb23 talk contribs blocked E4024 talk contribs with an expiration time of indefinite (account creation blocked) (Abusing multiple accounts: Please see: Wikipedia:Sockpuppet investigations/E4024)

https://en.wikipedia.org/wiki/Special:Contributions/Aybeg - created in 2014

https://en.wikipedia.org/wiki/Special:Contributions/Shadow4dark - created in 2015

Hi, the two Shadow4dark and Aybeg accounts belong to the Sockpuppet user of the Panturk E4024 saboteur. Please introduce him to the admins on the page below so that he will be blocked indefinitely. These Panturk and Bashgur have a strange hatred of the Kurds.

https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Sockpuppet_investigations/E4024

Blae t6 2021 (gotûbêj) 06:02, 1 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide

You can also report on the following pages. This user blocks Kurdish users. The person is racist.

https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Administrators%27_noticeboard

https://meta.wikimedia.org/wiki/Steward_requests/Global

Blae t6 2021 (gotûbêj) 06:10, 1 kanûna paşîn 2021 (UTC)Bersiv bide

Return to the user page of "Balyozxane/Arşîv 2020".