Gotûbêja modulê:ku-bilêvkirin

Şiroveya dawî: 16 kanûna pêşîn 2023 ji aliyê Şêr ve di mijara Kîtekirin de

Parastin biguhêre

@Şêr: Te parastina rûpelê hertim kiriye?--Ghybu (gotûbêj) 15:39, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu:, bnr, û bnr. Ji ber ku guherandin tên kirin (bê çavkanî]. Bi rastî hevalê Hakîmo rojê 10 caran bilêvkirina peyvekê diguherîne û ez bawer im ku ew bi IPAyê zêde nizane an jî ne bilêvkirina standard tevlî modulê dike. --Şêr (gotûbêj) 16:20, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Ji ber ku wekî ku ez dibînim, ew jî nizane ew peyv çawa tê xwendin û min jî nexwest bilêvkirina modulê "xira" bike. Ji ber ku peyvên bi pirsgirêk, em divê IPAya wan manûel divê tevlî bikin. Û bnr. [1]--Şêr (gotûbêj) 16:21, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Min pê re gotûbêj jî kir, lê dîsa jî bê encamekê modulê diguherîne. Min lewma hertim kir. --Şêr (gotûbêj) 16:23, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Ma ez parastina wê rakim? --Şêr (gotûbêj) 16:25, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Ez û bikarhênerên din jî nikarinê vê rûpelê biguherînê...--Ghybu (gotûbêj) 16:54, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

i biguhêre

@Şêr: ["i"] = "ɘ" ?--Ghybu (gotûbêj) 20:24, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Bi min ev ne rast e û ev jî ne rast e: [2] --Şêr (gotûbêj) 20:51, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Bikarhêner:Hakîmo jî carinan nizane ew peyv çawa tên xwendin û li gorî wî her kes xelet e. :) --Şêr (gotûbêj) 20:52, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Çend çavkanî li vira hene: dengdêr / bêdeng. Herwiha [3] (nav bi kurdî).
bnr [4], pel 11], [5], lê hin çavkanî jî ɨ nîşan didin. pel 6 --Şêr (gotûbêj) 22:07, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
@Şêr: Hemû herêmên Kurdistanê de deng yek nînin (ɯ/ɪ/ɨ); bi înglîzî, bi elmanî, bi frensî jî witira ye (bo mînak bnr. pomme ("sêv") bi frensî). Ji ber vê yekê dema ku IPA tê nivîsandin navê herêmê jî pêwîst e. Feqet  IPA: tiştik din e ...--Ghybu (gotûbêj) 22:18, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Rast dibêjî, divê ez carekê li mînakên li vir binêrim. [6] -- Şêr (gotûbêj) 22:23, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
[7] --Şêr (gotûbêj) 22:26, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Erê, min dîtibû. @Şêr û Jiju: Me re tiştik vitira pêwîst e: [8]. Bo mînak gotina peyva sêvê li Amedê, li Mêrdînê, li Colemêrgê, li Dêrsimê,... em jî wana paşê li gel IPA ve dinivîsînê... Modula "ku-IPA" tenê bo alikariyê ye :)--Ghybu (gotûbêj) 22:33, 8 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

@Şêr, Hakîmo, û Ferhengvan: ??. Li ku derê tîpên i/ɘ/ û e/æ/, ... tên bilêvkirin?--Ghybu--Ghybu (gotûbêj) 14:15, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Ghybu,
min li jor ramana xwe diyar kiribû û ez hîn jî wisa difikirim. Divê em li gorî çavkaniyên hene tevbigerin (nêrîna min). --Şêr (gotûbêj) 14:19, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr û Ghybu: Merheba, hevalên hêja. Ez bilêvkirina Mîr Celadet Elî Bedirxan u ya Roger Lescot tercîh dikim. Di pirtûka wan Grammaire kurde (Dialecte kurmandji) [9] da tête diyarkirin ko "e" nêzîkî dengê [æ] "a" ya inglîzî ye. Min jî pê derxist ko piraniya insanên pîr wî wek [æ̠] bi lêv dikin lê ji bo sivikkirinê min ev xêza han ji binî rakir u kire [æ]. Herwiha "i" nêzîkî dengê [ə] e ya elmanî ye (kommen, gehen u machen), u min jî pê derxist ko insanên pîr wî wek [ɘ] bi lêv dikin. "u" ("wi") jî pevdeng e, yanî [ʷɘ] ye, lê ji bo sivikkirinê min kire [ɵ]. Wekî din jî "dest", "dil" u "kur" wek "dast", "del" u "kwer" jî hatine pêşkêşkirin ji bo transkrîpsyonê. Hakîmo (gotûbêj) 16:04, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav, pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Lescot lêkolînek li ser IPAya kurdî nîne û tenê "e allemand dans «machen»" hatiye nivîsandin IPA ne hatiye dayîn. Herwiha dengê /ɘ/ vitira tê bilêvkirin (bnr. w:en:Mid central vowel: deng) (w:en:Close-mid central unrounded vowel)... Bê çavkaniyên nû ez ê dîsa vebigerim guhertoya kevn.--Ghybu (gotûbêj) 20:21, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Ew ne /ɘ/ ye; te /ə/ nîşanî min da. Hakîmo (gotûbêj) 20:39, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Yekê jî ez baweriya xwe bi alfabeya Celadet Bedirxan tînim. Wî her zaravayên kirmancî jî rind dizanî, u herwiha fonetîk jî, lê IPA ne bi dest wî bû; ew jî rast e, lê bi gotinê ji me ra eşkere kiriye ka çawa têne bilêvkirin. Ko tu vegerînî ez ê belkî vê Wîkîferhengê biterkînim. ---Hakîmo (gotûbêj) 20:54, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Em dengdanekê çê bikin baştir e, wisa nabe! Her kes nikare bi dengekî biaxive (ji xeynî te gelek bikarhênerên din jî hene, ramanên wan jî hewce ne ;) ) û lihevkirineke hevpar pêwîst e... Spas! --Şêr (gotûbêj) 21:20, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Bi min dengên herêmên xwe qeyd bikin ([10]) û paşî jî em li gorî wan IPAya kurdî binivîsînin  --Ghybu (gotûbêj) 21:27, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Mîkrofona min tine ye haha. Hakîmo (gotûbêj) 21:32, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Biracan, beşdariyên te jî gelek hêja ne. Lê wekî min got, em divê bi hev re (ne li dijî hev) rêyeke hevpar bibînin a ku dilê me hemûyan xweş bike. Xebatên te jî pir hêja ne. Wek Ghybu got, her kes (ne yek, du), an jî herî kêm divê 5-6 kes dengan amade bikin û em jî li gorî wan IPAyê rast bikin. - Silav û rêz --Şêr (gotûbêj) 21:43, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr:Sax bî, kekê ezîz. Erê, gotina te rast e. Hakîmo (gotûbêj) 21:46, 4 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Kirpandin/giraniya peyvê biguhêre

Ji gotûbêja Gotûbêj:çileyê havînê / çileyê havînê

@Ghybu, Bikarhêner, û Balyozxane: Min hewl da awayê bilêvkirina vê peyvê lê zêde bikim lê tam rast dernakeve. Niha wek /t͡ʃʰɪlɛjeː hɑːviːˈneː/, /t͡ʃʰɪleː hɑːviːˈneː/ tê dîtin anku kirpandin/giraniya peyvê (word stress) tenê li ser "havînê" dide û li ser peyva "çileyê/çilê" naxuye. Herwiha li ser peyva "havînê" jî şaş dide ji ber ku wek /hɑːviːˈneː/ dide lê di rastiyê de divê wek /hɑː'viːneː/ be. Çare çi ye? Ferhengvan (gotûbêj) 20:57, 3 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav Ferhengvan. Niha, giraniya peyvê di nav devokan de li ser hemû peyvan tê xuya kirin. Bi kurdî (piranî), giranî (stress) li ser kîteya dawî ye: li vira çima ne wisa ye? Rêgezek heye? Ghybu (gotûbêj) 23:17, 3 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Ghybu Rast e ku di peyvên netewandî de giranî bi piranî li ser kîteya dawiyê ye. Lê herdem ne wisa ye:
1) Paşgirên tewandinê (inflectional suffixes) giraniyê hilnagirin. Bo nimûne: ha'vîn > ha'vînê (ne *havî'nê)
2) Cihê giraniyê wateya peyvê diguherîne. Wek mînak: ha'tin (to come) û 'hatin (we/you/they came); wî gun'dî (that villager/peasant) û wî 'gundî (that village - oblique); bi'ra (nomînatîv/binavkirin) û 'bira (vokatîv/bangkirin).
4) Giraniya hinek hokeran ne li kîteyê dawiyê ye: 'belê, 'belkî, 'bila (ne *be'lê, *bel'kî, *bi'la)
Agahiyên berfirehtir: [|Giranî di dengnasiya kurdî de]. --Ferhengvan (gotûbêj) 07:35, 4 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Spas! Niha bi vî awahî jî tê sererastkirin: di nav peyvê de nîşana (« \' ») binivîse ([11] / [12]). Bo agadarî, tenê « ' » --> /ʕ/--Ghybu (gotûbêj) 11:16, 4 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
PS: ç(h), p(h), ... --> /t͡ʃʰ/, , ... ([13]) OK? an jî rakim? Ghybu (gotûbêj) 11:30, 4 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Gelek spas, niha pir baş e. --Ferhengvan (gotûbêj) 13:22, 4 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Min nişana giranî guherand ("); niha bi vî awahî tê çêkirin: [14] Ghybu (gotûbêj) 22:55, 14 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

t-qelew û z-qelew biguhêre

@Ferhengvan, Balyozxane, û Bikarhêner: Ji bo dengên t-qelew (ط()) û z-qelew, min tîpên "ṭ" û "ẓ" (en:ẓ) tevlî IPAya kurdî kir. Rind e ? Pêşniyarek din? Mînak Ghybu (gotûbêj) 13:33, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

An jî 1) t', z' 2) t('), z('), 3)... --Ghybu (gotûbêj) 13:38, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

Kîtekirin biguhêre

Kîtekirina vê peyvê çewt e. Rast --> ber - xwe - dan, her wiha hemû peyvên bi xw, mînak: [15] --Şêr (gotûbêj) 23:50, 16 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "ku-bilêvkirin".