Share your experience and feedback as a Wikimedian in this global survey biguhêre

WMF Surveys, 18:36, 29 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Reminder: Share your feedback in this Wikimedia survey biguhêre

WMF Surveys, 01:34, 13 avrêl 2018 (UTC)

Your feedback matters: Final reminder to take the global Wikimedia survey biguhêre

WMF Surveys, 00:43, 20 avrêl 2018 (UTC)

Modul:ku-bilêvkirin biguhêre

Silav, Min va dît  , şablona {{ku-IPA}} (bilêvkirinên standardê) li gorî vê modulê dişxulî. Pirsgêrekan li wira jî sererast bike--Ghybu (gotûbêj) 15:13, 15 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu: Ma ez dengên "ɛ" "ɪ" "ʊ" bikim "æ" "ɘ" "ʷɘ" ("ɵ")? Hakîmo (gotûbêj)

Şablon:g / Şablon:ji biguhêre

Silav, bnr (şablon:g)--Ghybu (gotûbêj) 16:39, 19 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Mînak: {{g|ar|جاسوس}}جاسوس
{{g|ota|بڭز}}بڭز
{{g|fa|آب|tr=âb}}آب(âb)
(tr=transliterasyon)--Ghybu (gotûbêj) 16:47, 19 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Tê gihiştim.

Hakîmo (gotûbêj)

Descendants biguhêre

Silav Hakîmo, li ser wîkiya înglîzî beşek vitira ([1]) heye... Em jî çêkinê?--Ghybu (gotûbêj) 21:18, 21 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Merheba

Erê, dibe. Hakîmo (gotûbêj)

Bi kîjan navî, pêşniyaz?  --Ghybu (gotûbêj) 21:22, 21 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Paşiyên peyvê? Hakîmo (gotûbêj)
@Şêr, Bikarhêner, û Pispor: binemal?--Ghybu (gotûbêj) 22:03, 21 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Wergirok?
Wergirên peyvê?
Wergir? Hakîmo (gotûbêj)
Silav hevalino. paşhatî çawa ye? -Pispor (gotûbêj) 05:59, 22 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Hûn çêdikin, çêkin, lê bi ya min baştir e ku em serê xwe pirr pê neêşînin çimkî me pirr hay ji peyvên xwe yên "gerok" ne. Hakîmo (gotûbêj)
"Binemal" jî dibe, "peyvên jêderketî" jî dibe, "peyvên jêçêbûyî" jî dibe, "zimanên deynkirî". --Bikarhêner (gotûbêj) 19:27, 22 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Modul:ipa biguhêre

Silav bira, gelek spas ji bo alîkariya te. Ji kerema xwe , ku çavkaniyên te tune bin, guherandinan neke, [2], rûpel:19, û li vir: rûpel:14 .... Gelek spas û qewet be ji bo te hevalê hêja --Şêr (gotûbêj) 14:46, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

PS: Dibe ku kêmasî kêmasiya min be. Lê ev ne ji bo hemû peyvan wisa ye, lewma ji bo peyvên bi pirsgirêk em divê bilêvkirina IPAyê bi destan lê zêde bikin. --Şêr (gotûbêj) 14:59, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Community Insights Survey biguhêre

RMaung (WMF) 14:34, 9 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

aspirated p biguhêre

Silav binêre [3]. Guherandina te ne rast bû mixabin. Pya hilmî ye. --Şêr (gotûbêj) 19:29, 19 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Da ku her du cureyên pyê bi awayekî tevlihev neyên xwendin. Bnr: ev pˤ jî heye. --Şêr (gotûbêj) 19:32, 19 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
P wek pya "par(a) min) û ne par "sala çûyî". --Şêr (gotûbêj) 19:33, 19 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Bira Xwedê ji te razî be IPAyan xira neke. Diyar e tu bi IPAyê nizanî [bnr peyvê xwe). Lewma ez ê dilxweş bibim ku tu dev ji lêzêdekirinên IPAyan berdî. Gelek spas --Şêr (gotûbêj) 19:38, 19 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Di vê malperê keve [4], keko. Ê IPAyê pirr baş dinimîne. Hêvîdar im, tê hel bikî. Hakîmo (gotûbêj) 20:04, 19 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Ji min nexeiyide ha :) ez qurbana te bim biracan. Lê peyvekê bîst caran diguherînî. Ez jî nizanim çi bifikirim. :)) Malpereke pir pir rind e, min li tiştekî wisa digeriya bi Xwedê. Gelek spas , silav û rêz --Şêr (gotûbêj) 21:54, 19 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Reminder: Community Insights Survey biguhêre

RMaung (WMF) 19:14, 20 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Reminder: Community Insights Survey biguhêre

RMaung (WMF) 17:04, 4 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Awayên standard ên peyvan biguhêre

Merheba hevalê hêja. Xebatên te yên ji bo kurdî baş in. Lê gor qenaeta min ji aliyê standardan ve cihê ku tu lê yî piçekî dûrî standardan e. Ji ber ku di piraniya ferhengên Bakuriyan de - ku standarda kurmanciyê ji aliyê bakuriyan ve tê danîn - mîsalen peyva sûnd wek sond tê nivîsîn. Di ferhengan de jî wisa tê qeydkirin (Ji bo nimûneyan binêre Ferhenga Zana Farqînî, Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din, Ferhenga TDKyê ya Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî û gelek ferhengên din). Min tenê peyva "sûnd" wek mînak nîşan da, lê belê gelek peyvên din jî bi vî awayî ne.

Herwisa nizanim ku tu ji kîjan beşa Kurdistanê yî, û nizanim ku tu li ku mayî jî, lê belê divê diyar bikim ku bi rastî peyvên te piçek devokî ne. Ji xeynî vê te li cihekî jî wek sedem diyar kiribû ku ew peyv di klasîkan de jî wisa derbas dibe. Di vê meseleyê de jî dixwazim vê yekê bibêjim ku ziman herdem diguhere, bi derbasbûna wextê re hin peyvên nû tevlî zimanê me dibin, hin peyv jî manen diguherin, hin peyv jî bi temamî winda dibin, nayên bikaranîn. Lewra mirov nikare bibêje ku ji ber ku ev peyv di klasîkan de wisa derbas dibe divê bi vî awayî were nivîsîn. Herwiha "rastî"ya ziman girêdayî gelek krîteran e. Nimûneten peyva "unwan" ku peyveke kurdî yê riherebî ye ango ji zimanê erebî hatiye deyngirtin. Ger krîtera me ya "rastbûn"ê tenê bibe "awayê eslî / orijînal" divê wê demê em vê peyvê wek "unwan" bi kar bînin, lê di ferhengan de wek "inwan" hatiye qeydkirin. Ango dixwazim bibêjim ku divê em krîtera "rastbûn"a peyvan tenê girê nedin awayê eslî, ji ber gelek taybetiyên din ên zimanê hene ku yek ji wan jî "guherbari"ya wê ye. Herwisa zimannas hewla "zêde rastkirinê" wek hîperkrektî (Ji bo agahiyên derbarê hîperkorektiyê de binêre https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/) bi nav dikin ku ev yek car caran zirarê dide zimanê mirov. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:03, 24 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Bikarhêner: Spas ji bo vegotina te. Ez tê gihiştim. Lê, keko, bi ya min hûn gelek dûrî standardan e. "Rastnivîs" tête çi maneyê? - "Nivîsa rast". Ku hûn wiha dewam kin hûn ê zimanê me parçe kin. Jixwe ez dibêjim "sond", u nabêjim "sûnd", lê "sûnd" ji bo rastnivîsê çêtir e ji ber ku ew guherto hemî devokên me dikite yek. Kirmancên badînî jî bipiranî bi herfên erebî dinivîsin, loma ew ji herfên latînî dûr in, u ji ber vê yekê jî pir kes berê xwe nadine nivîsên wan ên bi herfên erebî.
Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûkên xwe da "hûn" wek "hon" ji bo rastnivîsê pêşkêş kiriye. Lê niha em çi dibînîn? Em "hon" bi kar nayînîn; "hon" belkî bilêvkirina wî bû. Kirmancên rojhilatê dikarin "û" wek "wî" (ü) bixwînin, u "o" li hin deran wek "û". Peyva "kirm" u "kirmanc" jî bi devokê min "kurm" u "kurmanc" e, ji ber ku ev "i" li paş herfê "k"yê dibite "u". Di edebiyata klasîk da jî "kirmanc" bû. Em dibêjîn "kurd", lê em nabêjîn "kurmanc" (devokî); em dibêjîn "kirmanc".
Te wekî din jî got ku ez zêde rast (hîperkorekt) dinivîsim. Nexêr, min wek mînak guhertoyên peyva rîspîyê yên hîperkorekt jî pêşkêş kirine. Navê te jî hîperkorekt e, hevalê min. Ne "bikarhêner" e; "bikarîner" e.
U tiştekî din jî ev peyva "unwan" ku te ji bo nimûneyekê nivîsî nerast e, u bi erebî jî ne "unwan" e. Here kontrol bike. Di edebiyata klasîk da jî "inwan" bû. - Hakîmo (gotûbêj) 10:54, 25 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Keko esasên meseleya ku em li serê li hev nakin ev e ku zimanê me gihîştiye standardekê, belê standardeke ji yê miletên din kêmtir e û ne ji sedî sed e. Jixwe di miletên din de jî dereceya standardbûnê helbet ti carî nagihîje 100%-yê. Lê wek ji berheman jî diyar e kurmanciya Bakurê bi dereceyekê gihiştiye standardekê. Îca ger em Badînî bigirin dest, Badînî negihîştiye standardeke, jixwe nivîsîna bi tîpên latînî jî rind nizanin. Her yek bi serê xwe ye. Ger em bi navê "danfamkirina bi badîniyan" wek krîter esas bigirin wê kurmanciya bakur tevlîhev be, teqez wê berbad be. Yanî badînî îro ji bo nabin krîterekê. Ger em dewleteke ava bikin em wê gavê bifikirin ku wê çawa be, lê yekkirina zimanê kurdî (an zimanên kurdî) an zarava - devokên kurdî îro şaş e, wê tenê zerarê bide. Tiştê ku em dibêjin ne yekkirina ziman - zarava an devokên zimanê kurdî ye, ez dixwazin ku awayê standard yê zimanê nivîskî ya kurmanciyê bi kar bînin, qeyd bikin ser vê ferhengê (mexseda me ya ji bo kurmancî ev e, helbet peyvên bi soranî, zazakî û zaravayên jî em li ser vê ferhengê qeyd dikin û ji bo wan jî armanca me ew e ku em awayên wan ên standard bi kar bînin di gava qeydkirina wan a li ser vê wîkiyê). Herwiha dixwazim diyar bikim ku tu di heyatê xwe rojane de ger ji bo peyvekê çi bibêjî bêje, lê gava wan peyvan qeydê ser vir dikî ji kerama xwe balê bide ku awayê standard yê nivîsînê qeyd bikî vir. Helbet em di vir de awayên din ên peyvê jî diyar dikin û ji bo wan beralîkirinekê datînin. Ji xeynî vê dixwazim tiştekî din jî diyar bikim ku em li gor çavkaniyan diçin. - Helbet her "çavkanî" jî ne çavkanî ye. - Em hewl didin ku li ferhengan, li kitêbên rastnivîsînan binêrin û bi vî awayî peyvan qeydê ser ferhengê bikin. Ger me di hin peyvan de vê yekê nekiribe jî, divê van şaşiyên me jî hûn kontrol û sererast bikin. Her yek ji me li vir wezîfedar e ku li ferhengê miqate be. Lê wekî ku min got ger em hewl bidin ku badînî û kurmanciyê bi hev re standardîze bikin wê kurmancî jî badînî jî ji vê yekê zirarê bibîne. Ji bo çareserkirina meseleya soranî û badîniyê çendîn metodên din hene. Mîsalen dixwazim vê yekê jî bipirsim ka peyva "hêştir" ser kîjan ferhengê / ferhengan wek "hiştir" dibore? Ji kerema xwe li çend ferhengên mezin ên kurdî yên pêbawer û kitêbên rastnivîsînê binêre û peyvan dû re li gor wan qeyd bike. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:56, 25 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Em kirmancî parçe kîn? Temam, min nedizanî ku niyeta we ew bû. Em hingê ferhengekê ji bo badînan (kirmancên rojhilatê) ava kîn u yekê ji bo kirmancan (kirmancên navendî/rojavayî) ava kîn. Yan jî em kirmancên navendî u yên rojavayî jî veqetînîn. - Hakîmo (gotûbêj) 21:08, 25 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Em tiştekê parçe nakin, jixwe ji hev cuda ne. Awayê badînî û awayên din ên berbelav jî dikarî li vir zêde bikî, lê ne wek awayê standard. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:03, 26 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Erê, cihê ne, lê ne ewqas. Jixwe ez kirmanciya Ehmedê Xanî u Melayê Cizîrî fehm dikim - ne ewqas cihê ye mîna ku tu dibêjî - wan jî bi kirmanciyeke sade u pak nivîsandine, yanî mirov jê fehm dikit. Kirmanciya xeberan, çawa bêjim, her ku ez li wan guhdar dikim, kenê min têt. Ez kirmancên Hekariyê u Botanê (xaseten mirovên ixtiyar) ji wan xweştir fehm dikim, ji ber ku zimanê wan sade ye. Devokê min jî ê rojavayî ye. Hakîmo (gotûbêj) 07:40, 26 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Keko me dîsa li hev nekir. Ji kerema xwe li çend ferhengên mezin ên kurdî yên pêbawer û kitêbên rastnivîsînê binêre û peyvan dû re li gor wan qeyd bike. Û wek awayê standard bila yek peyv hebe, yên din jî bila werin beralîkirin. Qene bila ji bo peyveke ji yekî zêdetir peyv wek awayê standard neyên qeydkirin. Herwiha ger jixwe peyveke wek standard hatibe qeydkirin, û ku tu wê peyvê wek ne standard bibînî, ji kerema xwe ser gotûbêja peyvê nîqaşeke bide destpêkirin û dû re ger di dawiya encamê de yê ku tu diyar dikî wek standard were qebûlkirin (bi dengdaneke an bi diyarkirina fikran) wê gavê em awayê wekstandarddiyarrkirî biguherînin. Nexwe nabe ku em tev li gor nerînên xwe hereket bikin. Du krîterên esasî ên wîkiyan "biçavkanîbûn" û "bihevrebiryargirtin" e. Ev jî ji bo qenciya me û qenciya ferhengê ne. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:34, 26 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Gotûbêjê bar dikim ser Dîwanê, ji ber ku meseleyeke giştî ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:43, 26 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Temam, lê ko ev bikarînerên han sif ji navendê u rojavayê bin, hingê qet çênabit. Hakîmo (gotûbêj) 09:14, 26 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Guhertinên te yên IPAyê biguhêre

Silav bira,

bawer bike êdî bes e. Ez dê piraniya guhertinên di yên wek li vir [5] vûn de vegerînim. Tu gelek caran hatiyî hişyarkirin. Ji kerema xwe bêyî nivîsîna sedeman guhertinên wisa neke. Silav! --Şêr (gotûbêj) 13:25, 4 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr: Min serast kiribûn. Te çima vegerandine? Here ser rûpela min u li transkrîpsiyona min binêre, bira. Birastî ez xirabiya Wîkîferhengê naxwazim. Devê kirmancekî ne ewqas vekiriye, u piraniya bavukalan jî (ne yên devera te bitenê) "a"yê wek [ɔ̟ː] bi lêv dikin, herwiha yê tu dibêjî nerast e - ne [ɑː] ye, çunkî ew deng tam vekirî ye, ê ko tu dixwazî nîşan bidî bi bilêvkirina xwe /ʌː/ [ʌ̟ː] ye. Hakîmo (gotûbêj) 13:49, 4 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr: Bawer ke, ez ji bo me hemiyan lêkolîneke wiha ye hûr u kûr dikim, ji ber ko ez hinekî otîst im. Hakîmo (gotûbêj) 14:22, 4 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Şêr: U ko tu bêjî, "dev jê berde", bawer ke, ez nikarim dev jê berdim :D Hakîmo (gotûbêj) 14:25, 4 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Rewş biguhêre

Kak @Hakîmo: merheba tu li ku yi ? deng ji te nayê ?Mohajeer (gotûbêj) 22:30, 17 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Mohajeer: Ji te ra jî merheba, keko! Mixabin ez êdî mîna berê li ser Wîkîferhengê pir naxebitim. Ger pirsyarine te hebin, bipirse. Ser serê min, ser çavên min! Hakîmo (gotûbêj) 18:42, 20 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: pirs tine helbet lê min gelek dixwast te xebatên xwe berdewam kiriba. Kêmasiya te li vir xuya ye, dikeve çavê min. Wek din rêya te vekirî be, dibê ku karên te hebin. Ema helbet em dxwazin tu vegerî dîsa. Silav û rêz. Mohajeer (gotûbêj) 19:33, 20 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Mohajeer: Rehma Xudê li dê u bavê te bit. Ez hê jî dixebitim ha, lêbelê mîna berê, wek min got, pir naxebitim. Ji bo pesna te ji bo min mala te ava! Hakîmo (gotûbêj) 07:28, 21 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Jêgirtinên ji pirtûkan biguhêre

Silav Hakîmo Dema tu jêgirtinek lê zêde dikî, awayê wiktionary-a inglîzî bi kar tînî. Ji kerema xwe re awayê me 1 bi kar bîne. Her wiha tu kîjan çapa pirtûkan bi kar tînî, vê daneyê jî lê zêde bike. Gelek spas. Demxweş!--Balyozxane (gotûbêj) 21:53, 5 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Merheba, ez bi vî awayî elimîme; destxetên min jî yên orjînal in (yên bi herfên erebî) - ez sif vana transkrîbe dikim û dixime vira. Ger ez bi awayekî din jêgirtinekê lê zêde kim, hingê divêt em gotûbêjekê li ser vêyê çêkinî. --Hakîmo (gotûbêj) 22:04, 5 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Destxweş! Dîsa jî bi qasî ji destên te tê agahiyên serekî li vê şablonê zêde bike. {{jêder-pirtûk|nivîskar=|wergêr=|sernav=|sernavê orjînal=|url=|weşanxane=|cih=|sal=|çap=|rûpel=|...}} Heke dibêjî ew ji bo min ne bes e, kîjan agahî di destê te hebe li vira binivîse ez ê ji te re şabloneke xweş çêbikim li gorî standarda me. :) --Balyozxane (gotûbêj) 22:13, 5 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ê temam wê demê, ez ê hinekî hewl bidim. Xudê ji te razî bit! --Hakîmo (gotûbêj) 22:19, 5 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Xwedê ji te jî razî be! Xebatxweş!--Balyozxane (gotûbêj) 22:25, 5 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Dengdana Rêbaznameya Wîkîferhengê biguhêre

Silav Hakîmo. Dengdaneke li ser Rêbaznameya Wîkîferhengê heye. Ji kerema xwe re here dengdanê Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname û fikrên xwe bibêje. --Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Deng biguhêre

Merheba, herçiqas em li ser IPAya dengdêran li hev newin, ez dixwazim tiştekî ji te bipirsim li ser IPAyê. Ez dizanim ku di kurdî de k p û t weke ˤ hene (kˤ pˤ tˤ) û weke ʰ hene (kʰ pʰ tʰ) lê ma weke (k p t) hene? Go wilo bê naxwe 3 dengên van tîpan hene, heke rast bê tu dikarî hin nimûneyan bidê? -- Guherto (gotûbêj) 10:39, 20 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Hakîmo: -- Guherto (gotûbêj) 20:28, 30 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Bibore, min ji bîr kir bersivê bi te dim. Erê, her sê hene, lê ez hê jî nizanim ka kingê qelew e ("kˤ pˤ tˤ") yan zirav e ("k p t") ji ber ku bi min herdu mîna hevdi ne. Serê xwe pir pê meêşîne, heval, bikarîner Ferhengvan serê xwe pir pê êşandî. :D Lê bi îzna Xwedê ez dê di paşerojê da lê bikolim. -- Hakîmo (gotûbêj) 20:42, 30 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Di bilêvkirina min de cudahîyeke gelekî biçûk heye bixwe fêm nakim kengî bi yan bê ʰ ye. Ji bonî wê min pirsî :) Mala te ava. -- Guherto (gotûbêj) 15:56, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Ma tu k-yên di peyvên kêr (ʰ) (alet) o kêr (∅) (feyde) da ji hev cihê dikî? Ev mêrê he ji hev cihê nakit o herdem hişk (ʰ) bi lêv dikit. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:42, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Himm. Wan eynî nabêjim. Nizanîbûm ku "kêr" (bi kêr hatin) bi IPA k tê gotin, digotim qê ew "kˤ" bû. Naxwe kˤ çi ye? -- Guherto (gotûbêj) 17:25, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Kˤer? (yên ku guhên wan naxebitin)? -- Guherto (gotûbêj) 17:26, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Belkî ne "kˤ" bit jî. Ferhengvanî wisa transkrîbe kiriye, lê bi rastî ez nizanim ka kingê "kˤ" ye yan "k" ye. Belkî li vê derê ne /kˤeːɾ/ bit, lê /keːɾ/ bit. Wekî ku min got, serê xwe pir pê meêşîne. Ez jî herdu awayan bi kar tînim, lê ez nizanim ka kîjanan bi kar tînim. Ma tu tê gihiştî, heval? -- Hakîmo (gotûbêj) 17:38, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Mala te ava, (min ji bîr kir bersivê bidim). -- Guherto (gotûbêj) 18:51, 3 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Ji bo sê rojan tu hatî astengkirin biguhêre

Silav, ji bo vê beşdariya xwe tu hatî astengkirin. Ji bo rakirina astengê tu dikarî li ser Gotûbêja xwe şablona {{astengêrake|<sedem>}} bi kar bînî. Rêveberekî bêalî dê rewşa te binirxîne û bersivek bide.--Balyozxane (gotûbêj) 21:42, 10 Kanûna pêşîn 2020 (UTC)