Xêr hatî! biguhêre

Silav Jiju, bi xêr hatî Wîkîferhenga kurdî  --Ghybu (gotûbêj) 19:09, 22 reşemî 2017 (UTC)

@Ghybu: Xêra Xwedê li te be :)Jiju (gotûbêj) 09:19, 23 reşemî 2017 (UTC)

Sîstema nivîsa gotaran biguhêre

Silav Jiju, em niha peyvan ligorî vê sîstemê sererast dikinê (wekî wîkiya inglîzî)--Ghybu (gotûbêj) 13:09, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide

Silav Ghybu Ji xwe ez tenê mînakan li bin wateyan zêde dikim ku nedizanîbûm, em dikarin mînaka duyem jî bidin, sihetxweş. Jiju (gotûbêj) 13:12, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
û tu kêmasî an jî çewtiyek dibînî di serrastkirinên min de? Jiju (gotûbêj) 13:14, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Minakên ku tu didî pirr pirr rind in! Te tenê li vira beşên (Taybet:Diff/3169380), Ziman û Navdêrê ji bîr kiriye--Ghybu (gotûbêj) 13:19, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Spas bo gotinên te yên xweş û ya rast heta niha min guh nedabû lê êdî ez ê bala xwe bidim beşên kategoriyê jî. Jiju (gotûbêj) 13:34, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
PS: Herwiha mînakên 3em, 4em, 5em, ... jî tên dayîn  --Ghybu (gotûbêj) 13:40, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
waa, ev mîzgîniyek xweş e. Gelek hevokên xweş hatin ber min lê ji ber ku min berê mînaka wê peyvê daye, bi xemgînî min silametiya wan hevokan dikir. :)) Jiju (gotûbêj) 13:44, 22 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Silav Ghybu Bi min wiha tê ya tu rêbazekî afirand ji bo rûpelên min ên ez mînak li wan zêde dikim bo tevlîkirina jixweber a kategoriya "Ji wêjeyê"? Jiju (gotûbêj) 10:28, 23 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Silav, dema ku tu şablona {{jêder}} bi kar tînî Kategorî:Ji wêjeyê bi xwe tevlî gotarê dibe.--Ghybu (gotûbêj) 12:45, 23 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
PS: Di nav koda şablonê seh ke ([1]), [[Kategorî:Ji wêjeyê]] heye.--Ghybu (gotûbêj) 12:49, 23 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
De baş e, spas dikim. Jiju (gotûbêj) 13:37, 23 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Silav Ghybu :) ya rast, min pirsgirêkek nedît ^_^ çî ye gelo? Jiju (gotûbêj) 09:10, 24 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide

cebirandin û cebirîn biguhêre

Silav JiJu, êvar baş, min ev sererats kir, bnr. --Şêr (gotûbêj) 21:09, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
PS û min li vir tabloya tewandinê/çemandinê lê zêde kir li vir. --Şêr (gotûbêj) 21:10, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Ji bo ferqa wan min ê sibê li pirtûka xwe binêriya, lê te bêhawar gîhaşt, siheta te xweş hevalo. û bikaranîna min a tabloyan hema tune ye, min dît ku te tevlî kiriye, min jî ji bo ceribeyê di gotara firaxê de heman tişt kir. ji hişê kê derketibe, siheta wê jî xweş be :))) --Jiju (gotûbêj) 21:14, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Ghybucan :))) A me hemûyan birako, şeva te xweş be. Jixwe ez niha bi rêya robot sererastkirinan dikim. 110 hezar rûpel di hefteyekê de min dan sererastkirin. --Şêr (gotûbêj) 21:17, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Spasiyek mezin heq dike, helal jê re be. Xwezî robotek min jî hebaya hema em pirtûkek têxistaya û ew jî hema ji her yek bêjeyekî re mînakek bidîtaya. bi destpelînkê di hefteyek de yeqîn nakim ku 300 400 mînak dabuye, va tu qala 110 hezaran dike haahhoooo :D --Jiju (gotûbêj) 21:27, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Tu jî dikarî hîn bibî :D :-) ev ziman ji bo robotê ferhengê pêwîst e. - li vir + ev li vir. - Lê demeke dirêj dixwaze. :( --Şêr (gotûbêj) 21:30, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
Gelek caran spas ji xebata te jî delalo --Şêr (gotûbêj) 21:32, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide
te ez êşandim, birako. min pir dixwest lê ji ber tembeliyê min ti carî serê xwe neêşand û bawer im ji îro pê ve jî ne pêkan e ku ez rabim kodandinê fêr bibim. hemd û spas ji bo kombers û pdf û wîkiyê be ji bo min ew bes e :D)) Jiju (gotûbêj) 21:35, 31 tîrmeh 2019 (UTC)Bersiv bide

Guherandin biguhêre

Silav hevalê Jiju, min ev "baştir" kir bnr. - Silav û spas --Şêr (gotûbêj) 18:16, 4 gelawêj 2019 (UTC)

siheta te xweş, min ê jî bikiraya, piştî tevlîkirina mînakê pê werqilîm lê deqe neajot, tew te serast kiriye. çend saniyeyan min bi xewşêrînî li dîmendera kombersê neriya :)--Jiju (gotûbêj) 18:26, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Tu dîsa jî ji gelekan çêtir î. Hevalekî me li vir heye, ev 15 sal in ku li vir xebatê dike û xwe wek avakerê ferhengê dihesibîne, formatên me bi kar nayne. Tu bixwe dizanî kurd çawa ne. Her yek li gorî xwe tiştekî dike. Karê/Keda wî hevalî bê guman heye. Lê mixabin ferheng ji destpêkê ve li ser bingeheke nîvco hatiye avakirin. Em jî êşkêşên wê ne :(. Em ê hêdî hêdî hemû "çewtiyan" ji holê rakin. Niha robotê min di vê gavê gavê de 15 hezar formên navdêran (îzafe) çêdike. Kar xilas nabe :)) --Şêr (gotûbêj) 18:37, 4 gelawêj 2019 (UTC)
kêmbûn radeyeke ya tehemulkirinê ye, lê kêfa min ji tevliheviyê nayê, ya ji ber çewtiyê derketiye holê. Xwedê hişmendî û jêhatîbûnê bide nîv-sîlehşorên me yên medyayên civakî yên pesnên xwe tînin ji ber bikaranîna xwe yên kurdiyê. lê bêguman, tiştê ku te jî gotiye, rast e. organîzasyon-yekîtiyek (li dora formatên erênî yên hatine çêkirin) pêdivî ye yan na bêî robotan em nikarin ji bin baran rabin. Siheta we xweş be ku, va ye hûn derman bi birînê didin. --Jiju (gotûbêj) 18:54, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Bnr. ev heval heye, hê nû ye jî lê piştî me ew di derbarê şablon û hwd. de agahdar kirin, ew êdî wan bi kar tîne. Em hinekî dil- û kêfxweş dibin. 😊 --Şêr (gotûbêj) 19:00, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Nexweşxanê an jî nexweşxaneyê, kîjan forma (tewandî/çemandî" berbelavtir ee? --Şêr (gotûbêj) 19:03, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Hêjayo bi Xwedayê vî amûrî min ê jî li ser heman tişt binivîsandaya :)) Bi rastî di devoka me de bi ya tabloya me ye lê di pirtûkên wêjeyî de yên min ew xwendine, rastî vê bikaranînê nehatime. lê dîsa jî ez ê li pirtûkên rêziman û rastnivîsan binêrim. ka di dawiya dawî wan çi gotiye li ser vê meselê. (niha pir ne pêbawer im lê Bedirxanê gorbihuşt a tabloyê bi kar anîbû) Jiju (gotûbêj) 19:11, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Me ev li derekê gotûbêj kiribû, li ser rûpela gotûbêjê ya şablona tabloyê. Hevalê Ghybu ji bo "nexweşxaneyê" opsiyona guherto=2 danîbû. Min gelek form bi ..yê :::dane çêkirin. Ev jî ne çewt e, nexweşxane + (ê) îzafe û y'ya kelijandinê. --Şêr (gotûbêj) 19:15, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Rastnivîsnasên me yên nû dijî xirakirina reha peyvan in û y'ya kelijandinê bi kar tînin her tim. lê dizanim ku wekî berbelav di kurdî de peyvên ku bi e'yê xelas dibin bi tewandinê diguherin û dibin a. Jiju (gotûbêj) 19:26, 4 gelawêj 2019 (UTC)

1000 biguhêre

  Pîroz be! Peyam bi kurdî? --Ghybu (gotûbêj) 18:27, 6 gelawêj 2019 (UTC)

spas dikim :)) Jiju (gotûbêj) 10:17, 10 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Tabloyên tewandinê biguhêre

Silav cano, niha bota min tabloyên tewandinê lê zêde dike, ji bo peyvên kevn dê êdî ne pêwîst be, bnr li vir -Tenê gava tu peyvên nû çêbikî, lê zêde bike. --Şêr (gotûbêj) 10:32, 10 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Lê dibe ku hin peyv bê tabloyê bimînin, ên ku ez ê dû re bi tabloyê bên xemilandin. --Şêr (gotûbêj) 10:34, 10 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalê delal, siheta te û kodên botên te sax û xweş bin :) Wê demê ez ê ji bo niha tabloyên tewandinê li peyvan zêde nekim heta demekê. --Jiju (gotûbêj) 16:06, 10 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Na, na tu dikarî :) --Şêr (gotûbêj) 16:43, 10 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

tewandina-navdêr-eo biguhêre

Silav Jiju, niha bota min wan şablonan (bo navdêran) lê zêde dike bnr. Ez ê her wiha ipayê jî li hemûya peyvan bidim zêdekirin. :) --Şêr (gotûbêj) 11:51, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Hûn şêr in şêr wele, hey sihetxweş. :)) (di heman demê de min lêhaybûna xwe ya tesadufî li vê botê di gotûbêja te de nivîsand bîska din. :))) --Jiju (gotûbêj) 11:53, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Me nêzîkî 650 hezar peyv wisa guherandin, ev 325 peyv çi ne :))) silavên xweşik ji bo te --Şêr (gotûbêj) 11:55, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Xwedê êş nede kodên we yên nûranî :D --Jiju (gotûbêj) 11:56, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Bijîn kodên pîroz :)) Heta me ew kod xitim kirin, sal derbas bûn lo :)) --Şêr (gotûbêj) 11:58, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Em tiral in (tembel) :)) Bê teknîkê barê me girantir e bi Xwedê :) :( --Şêr (gotûbêj) 11:59, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Wele wiha ye :DJiju (gotûbêj) 12:09, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
@Jiju: Gava lêzêdekirin pêwîst bin, ji min re peyamekê binivîse :) --Şêr (gotûbêj) 12:04, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
"Jiyan"a min bêdeng kar dike, û belaya li xwe kesekî nade :)) --Şêr (gotûbêj) 12:06, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Heman tablo em dikarin di kategoriyên "rengdêr"an jî bixebitînin lê di tabloyê de navdêr hatiya kodandin (bikodîne asdfgh). nizanim ji bo wê divê em tabloyeke din amade bikin an na. (Min di gotûbêja Ghybu jî qal kir, ji bo lêkerên esperantoyî jî em dikarin tabloyeke wiha basît amade bikin.) Silavên germ go to you dudes :))) Jiju (gotûbêj) 12:09, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Rengdêr an jî lêker? Min li wir xwesteka bo lêkeran xwendibû... ? Bibore esperantoyiya min ne ewqas rind e, lê esperanto zimanekî rindik û xweşik û hêsan e :) Kurdên esparantoyîzan jî ne zêde ne :) --Şêr (gotûbêj) 12:14, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Di esperantoyê de rengdêr jî heman paşgirên navdêran hildigirin (pirjimar -j û akuzatîv -n) Ango em dikarin rasterast wê tabloyê bo rengdêran jî bi kar bînin lê tablo ji bo navdêran hatiye amadekirin û di kodên wê de navdêr bi cih girtiye. Ji xeynî wê, tabloya lêkeran jî hebaya dê pir xweş bibaya. Qazî Mihemed ankaŭ sciis ĝin do mi amas esperanton.♥♥♥ Jiju (gotûbêj) 12:31, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
[2], bi rastî min nezanîbû. Ez jî dixwazim dest bi japonî bikim :)) lê rêya min rêyeke dirêj   --Şêr (gotûbêj) 12:46, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Lê ji ber ku ez pir baş bi elmanî û îngilîzî (latînî) dizanim, piraniya peyvên esperantoyî nas dikim. Kurdiya min çawa baş be elmaniya min jî ewqas baş e :D --Şêr (gotûbêj) 12:50, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Dema min gotara zimanê esperantoyê dinivîsand, di nûçeyek de min vê agahiyê xwendibû lê wekî çavkaniyekê, pirtûkek neketibû destê min. Va bi saya te ew jî temam bû :))) Gelek spas. Û xweha min a biçûk miriyê japon û koreyiyan e û ji fîlm û animeyan gelek tişt fêr bûye, tu jî dikare rêbazeke wiha bisepîne. :) Jiju (gotûbêj) 14:56, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Xwedêyo, temenê xweha delal bila her dem dirêj be û ji we re bihêle canê min. :::::Lê ez ne gurê animeyan im, ji bo xatirê japonkî ez ê dest bi wan jî bikim; ez zêde li Beybleydan temaşe dikim [3]- Ez ê li yên bi japonî temaşe bikim û ne bi elmanî :D --Şêr (gotûbêj) 15:02, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Ev peyv hemû pêwîst in :))) --Şêr (gotûbêj) 15:06, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Of xwedêyo :D Min ji bo xwe hem ji destpê bikim, vê lîsteyê girt. Hema vê xelas bikim, Dio mezin e :D Jiju (gotûbêj) 15:27, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Mixabin, kêfa min jî rêzeanîmeyan nayê pir, ez ji fîlman hez dikim, yên Hayao Miyazaki, yên Isao Takahata, yên Makoto Shinkai û yên din... --Jiju (gotûbêj) 15:14, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Fîlmên wisa jî pir xweş in, aramî, dar û ber, û baran, zaroktiya yekî tîne bîra yekî. :( <3 --Şêr (gotûbêj) 15:18, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Ev çawa ye? --Şêr (gotûbêj) 15:19, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Tu çi dibêjî birê min, ez heyranê The Garden of Words im. Xwedêyo, çi fîlmeke xwîngerm û xweş e ♥♥♥Jiju (gotûbêj) 15:27, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Ez vê hefteyê li malê me. Ez ê nexwe îşev li wê temaşe bikim. ♥♥♥ --Şêr (gotûbêj) 15:31, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Plej dankon bro :) --Şêr (gotûbêj) 15:34, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Ne dankinde frato :)) Jiju (gotûbêj) 15:37, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Wey frato qurbana te be :)) -15:39, 29 tebax 2019 (UTC)
Dayika min vê hevokê bixwendeya wê bigotaya, wiha nebêje qejmer, heyfa te ye :))) Her hebî delalo 🏴🏴🙂🙂 Jiju (gotûbêj) 15:45, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Ez têm destên dayika hêja, brocan. Gelo ev wergera kurdî rast e? Divê bibe: Min destê xwe gemarî kiriye (encam ji bo dema niha)? an jî di esperantoyî de (present perfect) heye? --Şêr (gotûbêj) 16:24, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Na wele, min xeletiyeke kiriye û min piştî dîtina peyama te wê rast kir.😳😊 û di esperantoyê de mirov dikarî hema hemû demên zimanên din ava bike :)Jiju (gotûbêj) 16:41, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Tu vê: malperê [4] nas dikî? Li ser Kurmancî û Soranî? --Şêr (gotûbêj) 18:14, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide
Belê salê çûyî riyê min ketibû vê malperê, ji bo daneyên zimanî karek xweş çêkirine. Min tenê yên kurmancî vekolandibû. Çima? Jiju (gotûbêj) 20:18, 29 tebax 2019 (UTC)Bersiv bide

Community Insights Survey biguhêre

RMaung (WMF) 14:32, 9 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Reminder: Community Insights Survey biguhêre

RMaung (WMF) 19:13, 20 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Reminder: Community Insights Survey biguhêre

RMaung (WMF) 17:03, 4 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Dengdana Rêbaznameya Wîkîferhengê biguhêre

Silav. Dengdaneke li ser Rêbaznameya Wîkîferhengê heye. Ji kerema xwe re here dengdanê Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname û fikrên xwe bibêje. --Balyozxane (gotûbêj) 21:41, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Erdkolog biguhêre

Silav! Tê bîra min te behsa vê peyvê li ser gotûbêja rêbaznameyê kiribû û gelek kêfa min jê re hatibû bi Xwedê. Min îro hinek lê geriyam û çend çavkanî (erdkolog: [5], [6], erdkolojî: [7], [8]) dît. Ku em Mîrkut 1985 [9] (çavkaniya Computera ber dilê min) jî bihesibînin dibe 3 çavkanî. Ma ew peyv ji bastannas, şûnwarnas ne çêtir e em lê zêde bikin?  --Balyozxane (gotûbêj) 01:31, 24 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide