Gotûbêja Wîkîferhengê:Pîvekên tevlîkirinê

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Guherto ve di mijara Peyvên zimanên dî de

Pîvekên tevlîkirinê biguhêre

Bawer im yek ji mijarên tê herî zêde were nîqaşkirin ev e. Min hin pêşniyazên xwe nivîsandine. Helbet ev gavên destpêkê ne. Lê divê êdî em nexasim di vê mijarê de qaîde û rêzikên xwe diyar bikin. Bi ya min divê hem pêdiviyên wîkîferhengê hem jî yên kurdî di bîra me de bin di vê proseyê de. Divê em hin proseyan ji bo qayîmkirina pêbawerbûna Wîkîferhengê herwiha parastina zengîniya kurdiyê jî ava bikin. Heke pêşniyazên min werin qebûlkirin bi ya min divê serê pêşî ji bo têgihên heyî ne derbasdar bin. Divê ji dema pejirandinê pê ve ji bo têgihên nû derbasdar bin. Û ji bo yên berê jî em heyamekê diyar bikin, heya dawiya wê hewl bidin yên heyî sererast bikin. Piştre jî heke hewce be têgihên li rêbaznameyê nayên ji wîkiyê bibin. Welhasil ji kerema xwe fikrên xwe binivîsînin. Silavên germ. @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @MikaelF, Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Balyozxane, û Gulsumake:Pispor (gotûbêj) 19:40, 4 sibat 2020 (UTC)Bersiv bide

Hevalino silav pîvekên tevlîkirinê hatin nûkirin li gor pêşniyazan. Gelek pêşniyaz li hev nedihatin û hinekan jî bi fikra min zêde tevlîhev dikirin karê peyitandinê. Loma qasî ji min hat min kir sade be. Ji kerema xwe nîqaşên li ser pîvekan em li vê gotûbêjê bidomînin êdî. Hevalên dixwazin bi vî awayî dengdanek bê lidarxistin ji kereme xwe vebêjin. Bi ya min êdî wextê wê hatiye. Jixwe li gor encamê dê bê pejirandin an redkirin. @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @MikaelF, Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Balyozxane, û Gulsumake:Pispor (gotûbêj) 20:25, 26 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

têgihên folklorî biguhêre

Têgihên folklorî, têgihên têkilî jiyana gundewarî û çandî ne. Navên xwarinan, karûbarên rojane yên berê ku îro kêmpeyda ne, navên adet û rusûmatan, navên lîstikan, navên cil û berg, şahî û govendan û wd. Çi ferq heye di navbera şablonên devokî, deverî û folklorî de? Têgihek dikare bibe him devokî him folklorî. Heke têgihek folklorî û devokî be, jixwe folklorî ye, ne hewce ye navê devokekê tenê em lê bikin çimkî ne hêsan e mirov bizane di kîjan devokan de heye an tune ye. Lê heke folklorî be û bêçavkanî be lê yek ji devokên ew tê de ye diyar be, ewdem dikare bikeve beşa "devokî" heke wek me ji bo têgihên folklorî gotibû "du çavkaniyên wê çêbibin" wê derbasî beşa folklorî bibe. Ev peyama bêîmze ya Pispor (gotûbêjbeşdarî) e.

Pêşniyazek li ser zelalkirinê biguhêre

Bikaranîna di van berheman de divê serbixwe bin, ango ne tenê referans an nirxandinên bikaranînên dinê bin.
Vê hevokê min heta niha wek ku ferheng wek çavkanî nayên pejirandin fêm kiribû lê xuya ye Bikarhêner (g · b · a) wek tê pejirandin qebûl dike. Binêrin gotûbêjê Gotûbêja_bikarhêner:Biyolojiyabikurdi#Xatirxwestin. Ji ber rewşa kurdî ez dibêjim ferheng ji bo hemû peyvan wek çavkanî werin bikaranîn. Loma guherandina vê hevokê bi vî awayî be, dê çêtir be Bikaranîna di van berheman de divê serbixwe bin, ango ne tenê referans an nirxandinên bikaranînên dinê bin. Pirtûk, ferheng, kovar û malperên înternetê (ji bo çavkaniyên ji internetê bo zêdetir agahî binêrin Çavkaniyên dijîtal) wek çavkanî tên pejirandin.--Balyozxane (gotûbêj) 06:46, 22 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto, Ghybu, û Şêr: @Ferhengvan, Pispor, Cyrus the virus, û CathFR: @Alainkhalil, Bibliophile, û DYARI M.SHAREEF: @Dilyaramude, Dûrzan, Fawaz rengzerî, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Hakîmo, IbrahimKocher Duhok, û Joseph Hemê: @Kamuran Çapan, Mamoste Dilovan, Pîranê gundî, û Rewiye tine: @Serchia, SilemanPolat, Xelilof, û Zinar-1974: @Ş.Pêşeng, Şîyar LEVENT, MihemedCan, û Calq:
Hevalino pêşniyara hêja Balyozxane li cih e. Bila ferheng jî ji bo me bibin çavkanî. Ferhengên serhêl jî maqûl in ji bo min, lêbelê bi şerta ku ferhengên pêbawer bin. Ger em ferhengên nepêbawer bibînin, em li ser pêbaweriya ferhengê jî gotûbêj bikin. Û bi vî awayî pîvekên tevlîkirinê biguherînin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 06:37, 26 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Peyvên zimanên dî biguhêre

Em nikarin tiştekî li ser peyvên zimanên dî (weke yên înglîzî) ku weke kurdî hatine nivîsîn tiştekî bikin?

  • îdea ev çî ye? Di kurdî de ev fikir yan jî hizir (yan jî tiştekî dî) e lê ma ti peyv di zimanê me de ne man hûn diçin yên înglîzî bi kar tênin?
  • botl glas nizanim çilo ketine zimanê hineka lê xuya dikê birastî jî têne bikaranîn (ber ev bimênin)
  • êkspayir bûn gelekî kêmçavkanî
  • hardware software ji kurdên ku peyvên van yên kurdî nizanin tên bikaranîn, ji bonî vê nabin kurdî. Go em vilo bifikirin naxwe em karin tijî peyvên tirkî û erebî lê zêde bikin û ev bi min ne rast e.
  • komputer/kompûter/kompîter jî dikevin nava vê lîsteyê de lê ew gelekî tên bikaranîn.
  • Peyvên weke bayt di kurdî de nînin û nikarin werin çêkirin (hema bêje hemû zimanan de eynî ye, ji du peyvan çênebûye), ev jî weke santîm (înglîzî "centimeter") û tiştên wilo baştir e weke zimanên dî be.

Ez dibêjim tenê peyvên ku gelekî tên bikaranîn (ne tenê 3 çavkanî, belkî 10+ wilo) û yên ku nikarin werin çêkirin (bayt) ber bimênin. -- Guherto (gotûbêj) 15:23, 26 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane, Bikarhêner, Ghybu, Hakîmo, Mohajeer, û Eyyubfirat: Hûn çi difikirin? -- Guherto (gotûbêj) 14:48, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Ji bo peyvên kurdî dîtina 3 çavkaniyan jixwe gelek dijwar e loma em nikarin ji bo her peyvê 10 çavkanî bibînin. Ez dibêm krîterên me niha ji bo me baş in. --Balyozxane (gotûbêj) 15:22, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ez van tiştan ne ji bonî peyvên kurdî dibêjim. Ez van ji bonî peyvên zimanên dî ku weke kurdî hatine nivîsandin dibêjim, jkxr qenc bixwêne deqena tu şaş fêm nekê. -- Guherto (gotûbêj) 15:23, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Ku peyvek cem xelkê tê bikaranîn, ketibe nîvîskî û di sê çavkaniyan de hatibin bikaranîn, hingê ev peyv xwemaliya kurdî ye. --Balyozxane (gotûbêj) 15:29, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Naxwe em çima peyvên tirkî weke kurdî lê zêde nakin? Tên bikaranîn, go em vilo bifikirin naxwe gelek peyvên zimanên dî "dibin" kurdî.. -- Guherto (gotûbêj) 15:31, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Tirkî erebî ferq nake. Ku çavkanî hebin, hemû peyv dikarin wek kurdî werin lêzêdekirin. --Balyozxane (gotûbêj) 15:32, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ez qet weke te nafikirim. Sedî bêhtir peyvên 100% tirkî ku ji kurdên ku peyvên kurdî nizanin tên bikaranîn hene, tenê ji bonî wê nabine kurdî. -- Guherto (gotûbêj) 15:57, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Bira, jixwe bi gelemperî haya çavkaniyên nivîskî ji peyvên biyanî heye. Loma ez dibêm ew pir nabe pirsgirêk. --Balyozxane (gotûbêj) 16:01, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto, Balyozxane, û Ghybu: Gotûbejeke nêzîk ku min nêrîna xwe li wir diyar kiribû: "Peyvên tirkmancî". Ya duyem: "Peyvên rihxerîb".
Divê ziman wek tiştekî yekalî neyê dîtin. Ziman piralî û pirreng e. "Sîstem", "gramer", "metod", "modern", "diyalekt", "kultur", "kompleks", "materyal", "kaos". Ev peyv tev riherebî ne, lê di zimanê kurdî de rûniştine, di gelek ferhengan de cih girtine, di nava xelkê de, di zimanê xeberdanê de tên emilandin. Ev peyvên rihîngilîzî bûn, wek vê peyvên riherebî jî hene: "mane", "kitêb", "tesîr", "tercîh", "ders", "hesab", "saet", "qelem", "nimûne", "wext", "tarîx", "edebiyat", "erd", "xelk", "şexsiyet", "mekteb", "edalet", "herf", "esas", "hal", "xeberdan", "ihtîmal", "zirar", "dewam", "texmîn", "ihtîyac".
Peyva "îdea" jî wisa ye. Peyveke rihîngilîzî ye. Tê bikaranîn jî. "hardware, software" jî ji ber nebûna kurdiya wan wek kurdî tên bikaranîn. "êkspayir bûn" peyvên wek vê bi tesîra zimanên din tên bikaranîn, ger bikaranîna wan hebin ew jî kurdî ne. "Botl" û "glas" jî wisa. WEk gotina dawîn ziman piralî, pirreng û kompleks in. Zindî ne diguherin, eynî namînin, ji aliyekê ve jî tercîh in, çand, kultur û şexsiyeta însanê ku pê mijûl dibe, milletê ku pê mijûl dibe nîşan didin. Mesela însanên dîndar peyv û tegihên dînî zêdetir dizanin û di heyata xwe de jî zêdetir mijûl dibin. Mîsalen hin kes, hin alim, hin zana, zanyar peyvên ku ew bixwe çêkirine bi kar anîne. Mîsalen Bedîuzzeman gelek peyvên ku ew bixwe çêkiriye bi kar aniye (ji xeynî peyvên rihîranî û riherebî). Ziman rewşa wê miletê jî nîşan dide. Mîsalen di zimanên însanên nêzî qutban de derbarê rengê spî de zêdetir peyv hene. Zimanê kurdî jî diguhere. Em îro (zêdetir) dibêjin zanîngeh, belkî sibê em bêjin unîversîte (an yûnîvorstî). Belkî tercîha însanan bibe "unîversîte". Wê gavê mirov dikare bêje ev peyv biyanî ne. Na, peyvek ku ji aliyê kurdan ve di praktîkê de, di zimanê nivîskî de were bikaranîn, derbasî ferhengên kurdî bibe, mirov êdî nikare bêje ew biyanî ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:20, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
hişkalav = "hardware", nermalav = "software". Tên bikaranîn, hene. Ez ji peyvên ji erebî ne eciz im, lê yên înglîzî ku bi dêla peyvên ku jixwe di zimanê me de hene tên bikaranîn min eciz dikin, bi min ne kurdî ne û ti carî nabin kurdî. "Software" û "hardware" ne kurdî ne, werin bikaranîn jî, newin bikaranîn jî. -- Guherto (gotûbêj) 19:45, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Pismam di zimanê de krîter ewqas hişk nînin. Yanî peyva "kompûter" vêga bûye peyveke rûniştî (ji bo vê peyvê wek alternatîv kombers jî heye, ku ew jî hinek bi cih bûye). Belê ev peyv ji îngilîzî derbas bûye, lê piştî ku di zimanê kurdî de rûnişt dibe kurdî. Helbet ji aliyê bilêvkirinê ve jî ne wek ya îngilîzan e, di kurdî de guhertiye, îngilîz dibêjin "kompyûdir" filan. Lê ya me bûye "kompûter". Ji bo peyva "bayt" te gotiye di kurdî de nînin û nikarin werin çêkirin". Ev mantiqa te jî şaş e. Hema her peyvek jî dikare were çêkirin. Ziman ji aliyekî jî ve konsensus e, ger te ji tiştek re got "X" û kesên din ên ku wê zimanê dizanin jî wiyê hanê wek "X" fam kirin şerta konsensus e pêk tê. Yanî li şûna peyva "bayt"ê hema dikarî peyvekî bivirvirînî û bêjî "xwoksflip" an tiştekî din ê virvirandî. Ew peyva virvirandî (an peyvekî din yê çêkirî) jî ger bicih bibe wê derbasî ferhengan bibe, were bikaranîn û derbasî vir jî bibe. Yanî bi kurtasî dibêjî em krîterek wek "peyvên ku nikarin werin çêkirin bila bimînin" dabikin, lê ez jî dibêjim her peyvek dikare were çêkirin, peyveke ku nikaribe were çêkirin tine ye, lewma ev krîter şaş e. Peyvên "software" û "hardware" jî dibe ku mîna peyva "kompûter" bi hinekî guhertinê di zimanê kurdî d ebi cih bibin, an dibe ku hema bêje qet neyên bikaranîn û li şûna wan peyvên "hişkalav / reqalav", "nermalav" bên bikaranîn, an dibe ku wekî hin peyvan her du awa jî di kurdî de were bikaranîn, wek "pirsgirêk" - "problem", wek "hemdem" - "modern", wek "rêziman" - "gramer", wek "zanîngeh / zanko" - "unîversîte". -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:40, 28 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:41, 28 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: "ea" bi kurdî çênabê di ti peyva de nîne, "îdea" ne kurdî ye ber werê jêbirin -- Guherto (gotûbêj) 16:45, 30 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Li ser peyvên devokî biguhêre

@Bikarhêner, Hakîmo, Guherto, IbrahimKocher Duhok, Ferhad Kurdi, Rewiye tine, û Ghybu: @Şêr, Mohajeer, Ferhengvan, Bibliophile, Jiju, û Pispor:

Bikarhênerên me bi gelemperî li ser devokên xwe dixebitin û li gorî wan peyvan lê zêde dikin, mixabin em pir caran wan jê dibin ji ber ku bêçavkanî ne. Di Pîvêkên tevlîkirinê de hatibû gotin ji bo têgihên folklorî du çavkanî bes e. Lê mixabin pirtûk û ferhengên devokî û folklorîk pir kêm in. Li ser devokên kurdî hîn baş nehatiye lêkolîn. Loma divê ji bo hemû peyvên devokî em dîsa bifikirin. Bi ya min divê em wisa bikin: Piştî peyvek hatiye çêkirin em lê binêrin çavkanî heye an tune ye, ku çavkanî tunebe û şablona {{dever}} hatibe bikaranîn bila ew peyv di Wîkîferhengê de bimîne, em di beşa ==== Bikaranîn ==== de binivîsin "Ji bo vê peyvê çavkaniyên nivîsî nehatiye dîtin lê li devera ... tê bikaranîn. Ku hûn çavkaniyek bibînin ji kerema xwe lê zêde bikin". Ji bilî vê rûpelê bila ew peyv di ti cihê din yê Wîkîferhengê de neyê nivîsîn heta ku peyv were peyitandin. Mînak ku peyva "X" bêçavkanî ye lê devera ku tê bikaranîn diyar e, hingê bila rûpela wê hebe lê di rûpelên wergerên wê de bila neyê nivîsîn. Hûn çi difikirin? --Balyozxane (gotûbêj) 22:02, 29 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Pêşniyareke maqûl e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:55, 30 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Peşnîyara te ji bo berhevkirina folklor baş e. Lê divê tiştên were zêdekirin biqîmet be. Eger gotinek peşîyan ku çavkanîya wî hebe. Paşê em herin eynî gotinê peşîyan an jî nêzîkî wî bê çavkanî zêde bikin ne baş e bîya min.Rewiye tine (gotûbêj) 13:45, 30 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: pêşniyaza te çi ye hingê? Em çawa bikin? Ji bo gotinên pêşiyan pir kêm çavkanî heye. :/ --Balyozxane (gotûbêj) 14:18, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Em dixwazin ziman standardîze bikin tirsa min ev e cur be cur devok vî tiştî xira bikin. Xeynî vî, tişta te got gelek baş e. Gelo mirov nikare ji bo van tiştan rupelek cuda amede bike?--Rewiye tine (gotûbêj) 19:31, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Pêşniyareke maqûl e, ez jî hevra me. -- Ferhad Kurdi (gotûbêj) 10:55, 2 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Ghybu (g · b · a) carekê çêkirina rûpelên wisa: (Nimînok:Kurdî/serhedî?, Nimînok:Kurdî/badînî?, ..) û Portal (Portal:Kurdî, Portal:Frensî (mk. fr:Portail:Français), ...) kiribû. Lê bawer nakim bikarhênerên me ewqas pê bikevin. Çêkirina rûpelên bi wî awayî hinek dijwar e. Lê belê ku pêşniyaza min tê pejirandin hingê pirsgirêka te behs kiriye çênabe ji ber ku ew peyvên devokî dê tenê di rûpelên xwe de bimînin. Di rûpelên din de dê neyên bikaranîn. --Balyozxane (gotûbêj) 06:51, 3 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Hizreke baş. -- IbrahimKocher Duhok (gotûbêj) 09:08, 4 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Dengdan li vir e Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Revîzyona rêbaznameyê--Balyozxane (gotûbêj) 19:22, 18 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela projeya "Pîvekên tevlîkirinê".