Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lîstik lîstik
Îzafe lîstika lîstikên
Çemandî lîstikê lîstikan
Nîşandera çemandî lîstikê wan lîstikan
Bangkirin lîstikê lîstikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lîstikek lîstikin
Îzafe lîstikeke lîstikine
Çemandî lîstikekê lîstikinan
 
Lîstika bi karteyan.

lîstik

  1. tişta/ê bo xweşiyê tê kirin
  2. tişta ku pê dileyîzin.
  3. tişta/ê ne jidil anku cidî

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Dinê mehd e û mehlok e
    Weku lebe û leyzok e
    Çi zanin tifl û zarok e
     — (Feqiyê Teyran, )

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Bide ber biguhêre

Bikaranîn biguhêre

Lêkera wê bi giştî lîstin e (bi devokî: leyîstin, lehîstin, leyizîn). Rehê dema niha û ya bê -lîz- e: Ez di-lîz-im, tu di-lîz-î, ew dilîze (devokî dîsa: -leyîz- yan -lehîz-). Wek navdêr bi maneya "game" yan îngilîzî, "لعب" (le'b) ya erebî, "oyun" ya tirkî û "بازی" (bazî) ya farisî herî zêde di zimanê nivîskî de lîstik (kêmtir: leyistik, lîsk, leyizok) tên bikaranîn. LÎSTOK carinan bi heman maneyê û hin car jî bi maneya pêlîstok anku amûrên ku mirov (bi taybetî zarok) pê dilîzin hatiye xebitandin (ing. "toy", tirkî "oyuncak", farisî "بازیچه" (bazîçe) û erebî "لعبة" (lu'be).

Herwiha bi taybetî li Başûrê Kurdistanê peyva "yarî" bi maneya "lîstik", "yarîk" bi maneya "pêlîstok" û "yarî kirin" wek sînonîma "lîstin"ê tên bikaranîn. Ew ji peyva "yar" in ku berê ji bilî maneya "dilber, berdilî, destgirtî, evîndar" herwiha maneya "heval" jî dida anku "yarî": tiştên ku heval bi hev re dikin.

Di peyvên hevdanî/hevedudanî de carinan "-bazî" ya ji farisî tê xebitandin lê bi giştî ne bi maneya lîstinê zarokan: cambazî, şûrbazî, rimbazî, sihirbazî...

Di kurdî de herwiha paşgira "-anê" bi maneya "lîstik"ê tê bikaranîn: "bûkokanê" (lîstika bi bûkokan anku bûkên lastîkî), tebelanê (lîstika bi tebelan anku gogên mermerî), "şûranê" (lîstika bi şûran)...

Lîstik û lîstin dikarin hem bo xwemijûlkirinên zarokan û hem jî spor û werzişê jî werin bikaranîn. Lê baştir e ku ew bo berhemên tiyatroyê û sînemayê neyên xebitandin. Bo van "şano, piyes" bikêrhatîtir in.

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji lîst + -ik.

Werger biguhêre