Zaravayên Kurdî biguhêre

Kurdî zimanekî îranî ye. Zimanên îranî jî beşek in ji zimanên hînd-ewropî. Rojhilatnasên ku li ser kurdî xebat kirine, hinekan ji wan li gorî zanîna xwe û hinekan ji wan jî li gorî sîyaseta dewleta xwe behsa kurdî û zaravayên wê kirine. Heta hin rojhilatnasan piştî berawirdkirina hin peyvan, ji bo beşeke civaka kurd, gotine ku kurd nîne; di demekê de ku ew beşa civaka kurd xwe bi kurd dizane û ji zimanê xwe re jî dibêje kurdî. Mînaka herî baş ji bo vê yekê zaravayê hewramî ye. D. N. MacKenzie gotîye ku hewramî ne kurdî ye. Feqet civaka kurd bi hemû beşên xwe ve hewramanan kurd û hewramî jî zaravayekî kurdî dibînin. Ev yek bi dirêjahîya dîrokê her bi vî rengî bûye. Lewma çênabe ku tenê li ser bingeha berawirdkirina hin peyvan, bê gotin ku ev yek kurdî ye lê ew ne. Ji ber ku peyv di nav zaravayekî bi xwe de jî herêm bi herêm diguherin.


1. Hewramî

Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Li gorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekemîn zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê edebîyata klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranî-axêv, lekî-axêv, kelhurî-axêv û lorî-axêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo edebîyatê hatîye bikaranîn, goranî hatîye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Feqet xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje. Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.

2. Kelhurî

Kelhurî yek ji zaravayên kurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda cuda tên gotin, her heman tişt ji bo kelhurî jî heye. Ji bo kelhurî; feylî, kirmaşanî, û kurmancîya başûr tê gotin; lê esasen hemû jî eynî zarava ne yanî kelhurî. Divê em di bin banê kelhurî de behsa şêxbizinî jî bikin. Şêxbizinî her çend li hin deverên bakurê Kurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir li Anatolyaya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkoleran şêxbizinî jî beşek e ji kelhurî. Kelhurî her çend bi piranî li rojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî li Xaneqîn û Mendelî tê axaftin. Feqet kelhurî bi Kirmaşanê tê naskirin. Li Kirmaşanê, her çend zaravayên soranî, lekî û hewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan kelhurî ye.

3. Kirmanckî

Kirmanckî yanî zazakî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzerom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire. Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.

4. Kurmancî

Kurmancî jî yek ji zaravayên kurdî ye. Ji bo kurmancî, kirdasî, şikakî û kurmancîya bakur jî tê gotin. Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin.

5. Lekî

Zaravayekî din ê kurdî jî lekî ye. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Loristanê tê axaftin lê li hin navçeyên Kirmaşanê jî tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîne. Lekî her lekî ye.

6. Lorî

Lorî jî wekî lekî tenê li rojhilatê Kurdistanê li Loristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wek kurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan, Baba Tahirê Hemedanî bi lorî berhemên xwe dane.

7. Soranî

Soranî bi piranî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ji ber ku li başûrê Kurdistanê teqrîben sed salek e perwerde bi soranî tê dayîn, vî zaravayî zêdetir derfetên xwe-pêşvebirinê peyda kirine.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. Kovara Fêrname, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê