govend
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | govend | govend |
Îzafe | govenda | govendên |
Çemandî | govendê | govendan |
Nîşandera çemandî | wê govendê | wan govendan |
Bangkirin | govendê | govendino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | govendek | govendin |
Îzafe | govendeke | govendine |
Çemandî | govendekê | govendinan |
govend mê
- Reqsa mirov destê hev digirin û li gel hev dilivin.
- Heft def û heft zirna li yek maqamî dixistin û ancax ew govenda dirêj digerandin. — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
- Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş
Mehbûb-i wek stêr e govend û 'işqibazî
Têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxweş — (Melayê Cizîrî, Dîwana Melayê Cizirî, ~1640) - Wekû du se'et ji şevê çûyî, li pêşiya konan dikine govend. Lawêd ciwan û keç û bûk têne govendê, mêr û jin destêd yekûdu digirin û keç û bûk distirên û dilîzin, heta nêzûkî subeyê, îcarê belav dibin û her kesek têne malêd xwe, radizin. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, 2010, r. 130, ISBN 9789944360678)
- reqas, mihrican, festîval, cejn, şehyan, gala, pîrozî, zewq, kêf[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].
Bi alfabeyên din
biguhêreHerwiha
biguhêreHevmane
biguhêreTêkildar
biguhêreJê
biguhêre- (lêker) govend kirin
- (lêker) govend girtin
- (navdêr) govendkirin
- (navdêr) govendgirtin
- (rengdêr) govendkirî
- govendane
- govendgêrr
- govendgêrrî
- govendî
Etîmolojî
biguhêreJi go (“gog, girover”) + bend (“girêan”). Ji eynî rehî: gund, gundor.
Werger
biguhêre- Almanî: Rundtanz → de nêr
- Erebî: رقص → ar, ?الدبكة → ar
- Farisî: رقص → fa, رقص دسته جمعی → fa, رقص گروهی → fa, ?سما → fa
- Îngilîzî: circle dance → en, chain dance → en, folk dance → en, choreography → en, dancing → en, ?poussette → en
- Tirkî: galeyan → tr, halay → tr, oyun → tr, sema → tr, dans → tr