Kurmancî biguhêre

Pêşgir 1 biguhêre

wer-

  1. pêşgirek e pê hin lêkerên nû ji yên heyî tên çêkirin, wek:
    werbûn, werdan, wergerandin, wergerîn, wergirtin, werkirin

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha din ya kurmancî ber-, soranî به‌ر(ber) û وه‌ر-(wer-), zazakî ver-, farisî بر(ber, ser, wer-), pehlewî apar (eper), hexamenişî upariy- (upariy), avestayî upairi- (upeyri-), sanskrîtî उपरि (upari), albanî epër, yûnaniya kevn ὑπέρ (hupér --> hîper), latînî super (ji *eks-uper), almanî über, ober, îngilîzî over, swêdî över... hemû ji proto-hindûewropî *upér ([li] ser, [li] serî). Ji eynî rehî ihtimalen jor (kurtkirina "ji + wer-" - bide ber latînî super ji "*ex + uper" (ji + wer/ber").

Werger biguhêre

Pêşgir 2 biguhêre

wer-

  1. rehê dema nihafermanî ji lêkera "hatin"
    Wer-e!
    Wer-in!
  2. (hin devok) rehê subjunktîv ji lêkera "hatin"
    Heke ez werim. Bila ew werin.
  3. (hin devok) rehê dema bê ji lêkera "hatin"
    Ez ê werî.

Têkildar biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha pehlewî [skrîpt hewce ye] (ewer, bi vir ve, li vir) ku herwiha bi wateya ! were! jî li kar bûye.[1] Dibe ku herre!! jî bi heman awayî bibe lê ew binîqaş e. Ji ber ku di rastiyê de daçekekê ye, tenê di rewşa fermanî de dikare bê bikaranîn û diwere an werî/weriya an jî wek navdêr lêker werîn tine. Bo peresîna wateyî a yeksan binêre ingilîzî come on (de were!, hatin li ser/li pêş, yeksanî kurdî wer-hatin))

Werger biguhêre

  1. Skjærvø 2007: 58, "ewerêd" (were)