Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

vîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: --
RP.
Niha
ez divêm
tu divêyî
ew divê
em, hûn, ew divên
Fermanî Yekjimar bivê
Pirjimar bivên
Rehê dema borî: -viya-
RP.
Boriya
sade
min viya
te viya
wê/wî viya
me, we, wan viya
Formên din:  Tewandin:vîn

vîn lêkera xwerû, gerguhêz

  1. îrade, tişta/ê ku mirovî divê, tişta/ê mirov dixwaze, tişta/ê mirov hez dike
  2. gerek bûn, divê, lazim bûn, pêdivî bûn, pêwîst bûn
    Divê em kurd bibin yek.Lazim e kurd bibin yek.
  3. evîn
  4. xwezî anîn, xwezî bûn

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Nêzîk biguhêre

Bikaranîn biguhêre

  • 1) Mîna lêkerên şîn û dêrîn (bi maneya hebûn, xwedî bûn), dema niha a neyînî na- nîne lê ne- ye. Anku divê/navê na lê divê/nevê.
  • 2) Bi ramana xwestinê, tenê bo xwestina bûyeran, rûdanan û kirina lêkeran tê karanîn; ne ji bo xwestina bireserekê. Bo bireseran xwestin li kar e. Anku "ez sêvekî divêm/min sêvekî viya" nayê gotin, "ez divêm sêvekî bixwim/ez viyam sêvekî bixwim".
  • 3) Bi wateya pêwîst bûn, bi tê bikaranîn. Wek "bi min divê" (bi min hewce ye, bi min pêwîst dibe); gelek caran bi tê daqurtandin. Di vê kontekstê de, kirde dibe ê/a ku hewce ye; anku "bi min tu divêyî", "bi te ez divêm"...

Etîmolojî biguhêre

Ji epayesten a pehlewî bi wateya pêwîstin Evîn, hevîn, hewîstin, wîstin,

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vîn vîn
Îzafe vîna vînên
Çemandî vînê vînan
Nîşandera çemandî vînê wan vînan
Bangkirin vînê vînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vînek vînin
Îzafe vîneke vînine
Çemandî vînekê vîninan

vîn

  1. îrade, daxwaz, tişta/ê ku mirovî divê, tişta/ê mirov dixwaze, tişta/ê mirov hez dike

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre