Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina hingiv  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hingiv hingiv
Îzafe hingivê hingivên
Çemandî hingivî hingivan
Nîşandera çemandî hingivî wan hingivan
Bangkirin hingivo hingivino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hingivek hingivin
Îzafe hingivekî hingivine
Çemandî hingivekî hingivinan
 
qotiyek hingivî
 
hingek anku mêşek hingivî
 
şanek hingivî, Amed

hingiv n

  1. Xwarineke şîrîn û şil e û ji alî cûnek mêşan ve têt berhevkirinmirov jî dixwin.
    • Por wek şevê, lêv hingivê
      Şêrîn devê, min tim divê
      Şekker ji dêv, zer bûne sêv
      Îro di nêva paxilê
       — (Cegerxwîn)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha soranî hengwîn, zazakî hingimên/hengemîn, pehlewî engpên, farisî (berê) engebîn. Bi kurmancî jî forma kevntir "hingvîn/hingvên" bû lê "-în/-ên" ji gelek devokan ketiye û tenê "hingiv" maye. "Honey" ya îngilîzî û peyvên lêzimî wê di zimanên ewropî de ne hevrehên hingiv lê hevrehên peyva "şan(a hingivî) ne, li "şan"ê binere.

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya honey a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.