Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî guman guman
Îzafe gumana gumanên
Çemandî gumanê gumanan
Nîşandera çemandî gumanê wan gumanan
Bangkirin gumanê gumanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gumanek gumanin
Îzafe gumaneke gumanine
Çemandî gumanekê gumaninan
 
Guman, Henrietta Rae, 1886

guman

  1. Bawer kirin ku belkî kesekî tiştekî xirab kiriye; li ser bawerkirinê yan bawernekirinê bêbiryar bûn, dudil bûn.
    Hevmane: şik, şube, gûş, hulhul, hulhulî, şûf, dudilî, dilwasî, bêbiryarî
    Dijmane: bêguman
  2. (devokî, di nav Kurdên Agirî û Rusî/Ermenîstanê) hêvî, umêd, awat
    Ev xaniyê germ ji bo rojên zivistanê yên xedar bû gumana me.
    • Saşa îdî mezinbû, li ber dilê Karê bûbû stûn, gumana mezin. — (Dê û Dêmarî, Egîdê Xudo, Weşanên Nûdem)
    • Li ba me [=li Bazîdê / Agirî ] peyva "guman" tê wateya "hêviyê". Mînak: Gumana min tenê tu yî. — (Mahmut Ogurlu di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 1/2012)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Agahî biguhêre

Li Serhedê guman maneya "hêvî" dide û hêvî jî maneya "tika" dide.

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-îranî *vi- (dij, cuda; dûr) + *man- (raman, fikirîn, hizirîn) ji proto-hindûewropî *men- (raman, fikirîn, hizirîn), hevreha avestayî vîmane-, pehlewî guman, farisî گمان(guman), soranî گومان(guman), zazakî guman. Hevrehên din yên kurmancî: dijmin, raman. Herwiha hevreha sanskrîtî मनस् (menes, raman, hiş), yûnanî μένος (ménos, hiş; hez), latînî mementō (anîn bîra xwe), îngilîzî mind (hiş, raman), rusî мысль (misli, raman, fikir, hizir)... Bo hin nimûneyên din jî yên ku tê de hemberî "v" ya avestayî bi kurdî "g" ye, binere: gul, gur. Hevreh: guneh.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.