Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina dijmin   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî dijmin dijmin dijmin
Îzafe dijmina dijminê dijminên
Çemandî dijminê dijminî dijminan
Nîşandera çemandî dijminê dijminî wan dijminan
Bangkirin dijminê dijmino dijminino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî dijminek dijminek dijminin
Îzafe dijmineke dijminekî dijminine
Çemandî dijminekê dijminekî dijmininan
 
Di cengan de dijmin bi çekan êrişî hev dikin.

dijmin m yan n li gorî maneyê

  1. Kesên yan komên dijî hev şer dikin.
  2. Dewletên têkiliyên wan bi hev re xirab in.
  3. Kesa/ê kerbên wê / wî ji kesekê/î vedibin û dixwaze ziyanê bigihîniyê.
    • Bendeyê sadiq seher amancê reştûzên xwe kir
      Min bi qewlê dijminan dit ber xedengan bêsebeb
      Leşkerê qehr û xeman wê çûn hisara dil bikin'
       — (Melayê CizîrîDîwan~1640)
    • Û dijminêd xwe heta li ser nimêjê jî lê didin û dikujin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar~1858, sala weşandinê: 2010, r. 102, ISBN 9789944360678)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *dus- (xirab; dij) + *ménos (niyet, raman, fikir, hizir, hiş) anku "niyetxirab", proto-îranî *dusmene-, hevreha duj-meneh- / duş-meneh ya avestayî, duşmen ya pehlewî, dişmen ya zazakî, دشمن (duşmen) ya farisî, दुर्मन्मन् (dur-manmen) ya sanskrîtî, δυσ-μενής (dus-menos) (dijmin) ya yûnaniya kevn. Düşman ya tirkî û թշնամի (tişnemî) ya ermenî ji zimanên îranî ne. Hevreh: dij, dijwar, diz, zirr-

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya enemy a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.