şirîk
Kurmancî biguhêre
Bilêvkirin biguhêre
biguhêre
Zayendên mê û nêr ên binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Mê (yj.) | Nêr (yj.) | Mê û nêr (pj.) | |
Navkî | şirîk | şirîk | şirîk | |
Îzafe | şirîka | şirîkê | şirîkên | |
Çemandî | şirîkê | şirîkî | şirîkan | |
Nîşandera çemandî | wê şirîkê | wî şirîkî | wan şirîkan | |
Bangkirin | şirîkê | şirîko | şirîkino | |
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî | ||||
Rewş | Mê (yj.) | Nêr (yj.) | Mê û nêr (pj.) | |
Navkî | şirîkek | şirîkek | şirîkin | |
Îzafe | şirîkeke | şirîkekî | şirîkine | |
Çemandî | şirîkekê | şirîkekî | şirîkinan |
şirîk mê û nêr
- hevbeş, hevpişk, hevpar, ortax,
kesa/ê ku li gel kesek yan hin kesên din xwediyê/a tiştekî yan hin tiştan e- Giyayê li ser ax, pelên darê, tava li ser serê me jî bûbûn şirîkên bilûrê û pê re distran. — (Mehmed Uzun, Mirina Kalekî Rind, Weşanxana Orfeus, 1987)
- kesa/ê ku tiştekî li gel kesek din dike
- Tu jî şirîkê tawanên wî yî. (Te jî bi wî re yan wek wî tawan kirine.)
Ji wêjeya klasîk biguhêre
- Herçend bi şikil pasiban im
Emma bi mekan şirîkê wan im«
Min gote wî »ey nikûserencam — (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ~1692)
Herwiha biguhêre
Hevmane biguhêre
Jê biguhêre
- (Lêker) şirîk bûn
- (Lêker) şirîk kirin
- (Navdêr) şirîkbûn
- (Navdêr) şirîkkirin
- (Rengdêr) şirîkbûyî
- (Rengdêr) şirîkkirî
- şirîkatî
- şirîkî
- şirîkîtî
- şirîktî
Etîmolojî biguhêre
Ji erebî شَرِيك (šarīk), têkildarî mişterek, şirîke, şirket.