Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gewrî gewrî
Îzafe gewriya gewriyên
Çemandî gewriyê gewriyan
Nîşandera çemandî gewriyê wan gewriyan
Bangkirin gewriyê gewriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gewriyek gewriyin
Îzafe gewriyeke gewriyine
Çemandî gewriyekê gewriyinan
 
Gewrî di navbera valahiya poz, valahiya dev, soriçik û qirrikê de ye.
 
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser gewriya mirov heye.

gewrî

  1. (anatomî) Peyvek têkildarê antomiya laşê mirov e.
    Gewrî endamek hevbeş e ji bo heris û henaseyê. Têkiliya gewrî (gerû) bi valahiya poz, valahiya dev, soriçk û qirikê heye. Mirov ji poz û dev henase werdigre, hewa bi navbeynkariya gewriyê derbasê qirikê dibe û bi navbeynkariya borîhewa (trake) diçe nav pişikan. Herwiha xurek jî ji dev bi navbeynkariya gewrî derbasê soriçikê dibe û diçe gedeyê.
    Hevmane: hefik, qirik
    • "[...]Û dengê tivengan jî li ser bajêrî sist nakem da kes dernekevît". Memo çawan ev gotine bihîstin axînkeke wesa hatê çend dilopêd xwînê ji gewriya wî hatin. — (Yaşar KaplanBeyt û Destanên Kurdî2019, r. 142, ISBN 9786059413428)
Bi alfabeyên din biguhêre
Herwiha biguhêre
Têkildar biguhêre
Bide ber biguhêre
Etîmolojî biguhêre

Herwiha gerû. Ji proto-îranî *gereh- proto-hindûewropî *gʷel-, hevreha avestayî gereh-, pehlewî gerûk, farisî گلو(gelû, gulû), soranî گەروو(gerû), hewramî giłuwe (gewrî), sanskrîtî sanskrîtî गल (gala), latînî latînî gula, rûsî rusî глотка (glotka), ermenî ermenî կուլ- (kul-). Herwiha hevreha kurmancî gelî (dol, newa, nihal, navbera du çiyayan) û hewramî giłuwê (gelî).

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

gewrî

  1. rengê gewr
  2. dema ku dinya yan derdor ne ron û ne jî tam tarî ye

Etîmolojî biguhêre

Ji gewr + .

Werger biguhêre