Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  • IPA(kilîd): /vɛkɪˈɾɪn/
  • Jihevqetandin: ve·ki·rin

Lêker biguhêre

vekirin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: ve-k-
RP.
Niha
ez vedikim
tu vedikî
ew vedike
em, hûn, ew vedikin
Fermanî Yekjimar veke
Pirjimar vekin
Rehê dema borî: ve-kir-
RP.
Boriya
sade
min vekir
te vekir
wê/wî vekir
me, we, wan vekir
Formên din:  Tewandin:vekirin

vekirin lêkera pêkhatî, gerguhêz

  1. nehêlan girtî yan qilfkirî
    Derî vekirin (wisan li derî kirin ku mirov bikare tê re derbas bibe)
  2. qepax yan derqefank ji ser rakirin
    Çavên xwe vekin!
    Ev botl wisan şidandî ye ku hindî têmê nikarim vekim.
  3. benê pê hatî girêdansist kirin yan nehêlan pê ve
    Girêdayî bû lê min vekir.
  4. asteng nehêlan yan rakirin
    Divê em rê vekin!
  5. dest pê kirin
    Supermarketek nû li taxa tê avakirin; dê payizê bêt vekirin.
  6. êdî nekirin
    Bela xwe ji min veke. (Bela xwe di min nede. Bela xwe nehêle bi min ve. Ji min bigerre.)

Herwiha biguhêre

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Bil ji wê silsile û zulfê mu'enber meke behs
    Veke lêvê we ji nêvê biwerîn qend û nebat
    Ji lebê le'leşeker bêj û ji şekker meke behs
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji ve- + kirin. Ji *ebajkird-, wek ku ji hevreh û hevwateya farisî باز کردن(baz kerden) jî diyar dibe. Anku ve- di vir de bi maneya cardin e. Bo zêdetir agahî binêre ve-.

Tewîn biguhêre

Lêker

  • ve-k-
  • ve-ke-

Têkildar biguhêre

Dijmane biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji ve- + kirin.

biguhêre

Bi zaravayên din biguhêre

  • Soranî: kirdinewe
  • Zazakî: akerdene, rakerdene, wekerdene

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vekirin vekirin
Îzafe vekirina vekirinên
Çemandî vekirinê vekirinan
Nîşandera çemandî vekirinê wan vekirinan
Bangkirin vekirinê vekirinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vekirinek vekirinin
Îzafe vekirineke vekirinine
Çemandî vekirinekê vekirininan

vekirin

  1. tevgera vekirinê, ne girtin û qefaltin.
    Li hemû bajarên kurdan, bi destê şaredariyan vekirina pirtûkxaneyên gelek berfireh pêdiviyeke mezin û acîl e û di wan pirtûkxaneyan de divê hemû çavkaniyên bi kurdî jî berdest bin.

Werger biguhêre