Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  • IPA(kilîd): /bɛˈziːn/
  • Jihevqetandin: be·zîn

Lêker biguhêre

bezîn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -bez-
RP.
Niha
ez dibezim
tu dibezî
ew dibeze
em, hûn, ew dibezin
Fermanî Yekjimar bibeze
Pirjimar bibezin
Rehê dema borî: -bezî- / -beziya-
RP.
Boriya
sade
ez bezîm / beziyam
tu bezî / beziyayî
ew bezî / beziya
em, hûn, ew bezîn / beziyan
Formên din:  Tewandin:bezîn
 
Kesek dibeze.

bezîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. meşîna bi bezê, birêveçûna bi bezê, bi lez çûn yan hatin
    • Bû welwele û fixan û zarî
      Bû zelzele û bezîn hewarî
      Buhtan ji mezin heta biçûkan
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. pevçûn, bi hev ketin, şer kirin
    gava ez hatim li ser du mêr dibeziyan hev

Bi alfabeyên din biguhêre

Hevmane biguhêre

Têkildar biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji bez + -în.

Ji proto-hindûewropî weǵʰ- (çûn; birin), proto-îranî *wez-, avestayî vez-, farisî w'z-, pehlewî wez-, zazakî vazd-, sanskrîtî veh-, latînî vehere ("birin"), vehiculum ("erebe") û via ("rê"), danmarkî vej (rê), swêdî väg (rê), îngilîzî way (rê), wagon (vagon).

Hevreha bazdanê:

proto-hindûewropî: *weǵʰ-- ("livîn, revîn") , proto-îranî: *wez- ("bezîn, bazdan, revîn") , avestayî: vez- ("livîn, revîn"), partî: w'z- ("livîn, revîn, çûn"), pehlewî: wez- ("livîn), farisî: bezîden / bez- ("pif kirin"), belûçî: gwest / gwez- ("borîn, derbas bûn"), xunserî: vuza / vuz- ("bazdan, bezîn"), kurmancî: bezîn, bazdan- ("bazdan, bezîn"), zazakî: vazdayen / vazd- ("bazdan, bezîn"), sanskrîtî: veh- ("revîn"), yûnanî: okhos ("erebe"), latînî: vehiculum ("erebe"), vehere ("birin"), via ("rê"), îngilîzî: wagon ("erebe"), weight ("bar, giranî"), way ("rê")

Çavkanî: Cheung p.429, Watkins p.95, Etymonline

biguhêre

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bezîn bezîn
Îzafe bezîna bezînên
Çemandî bezînê bezînan
Nîşandera çemandî bezînê wan bezînan
Bangkirin bezînê bezînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bezînek bezînin
Îzafe bezîneke bezînine
Çemandî bezînekê bezîninan

bezîn

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger biguhêre