Gotûbêj:guhartin

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Guherto ve di mijara DS: Îlon 2020an de

DS: Îlon 2020an biguhêre

 

Ev gotar li gorî rêzikên standardkirinê yên Wîkîferhengê hatiye standardkirin. (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin.


guhertin / guhartin --Balyozxane (gotûbêj) 15:23, 27 tebax 2020 (UTC) Bnr. Gotûbêj:guhertin#Awayê standard--Balyozxane (gotûbêj) 15:24, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

  Standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû guhertin (r. 183) e. Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye. 30 îlon 2020

Gotûbêj biguhêre

  Şirove Paşgira vê peyvê -artin e; rehê vê paşgirê jî herdem dibit -êr-, wek mînak:

Paşgira -ertin tine ye; lêkera negerguhêz guherîn e, u ji ber ku -guher- di nav da ye, hingê tevlihevî çêdibit. -- Hakîmo (gotûbêj) 07:15, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Ji wextê niha û wextê ku hê ne hatîye em her car guherîn bi kar tînin. Ji bo wextê çûyî guhertin. (Ez diguherim, ez ê (bi)guherim, ew diguhere, ez guhertim, ew guhert, wa diguhert, min guhert). Nivîsîn/nivîsandin jî du lêkerên ku wateya wan eynî ye ne lê ez yan ji hemûyan re dibêjim nivîsîn yan jî nivîsandin, ne li gora tiştekî. -- Guherto (gotûbêj) 08:16, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: Merheba. Bilêvkirina Nisêbînê piçekî dûrî bilêvkirina standard e. Çima? Ji ber ku "e"yê hin devokên navendî hinekî cuda ye. Li rûpela min jî binêre (min bilêvkirina hemî devokên kurmancî êxistine wê derê): [ɜ] bûye [ɜ̟], yanî nêzîkî /ɛ/ bûye. Gava ku dengdêrek piştî yan berî dengdara "r" bit, carinan ew "r"ya han wê dengdêrê vekirîtir dikit, wek mînak: nêrîn > nerîn; biguhêre (guhartin e; ne guherîn e) > biguhere; çêrîn > çerîn; rûvî > rovî; mûrî > morî. Bawer bike, heval, min guh daye hemî devokên kurmancî, u ez dizanim ka bilêvkirina standard kîjan e; ne [ɜ̟] ye. Herwiha devoka min jî piçekî dûrî bilêvkirina standard e. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:27, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Spas ji bo şîrovekirina te, lê çima hin dibêjin biguhere (an jî biguhêre) lê hin dibêjin biguherîne? -- Guherto (gotûbêj) 13:37, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Ji ber ku guherandin hatiye tewandin. Em dizanin ku hemî lêkerên ku bi -andin bi dawî tên bi -în- têne tewandin. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:42, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Ma tu bi cudahiya di navbera guherîn u guhartinê da dizanî, heval? -- Hakîmo (gotûbêj) 13:53, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Min carekê pirsîbû (Gotûbêj:guherîn), Bikarhêner got ku guhertin tê kirin û guherîn bixwe dibe. Min digot qê "biguhere" guherîn e ji ber ku tewandina di rûpela wê de wilo dibêjê. Birastî serê min piçekî tevlîhev bû  . -- Guherto (gotûbêj) 14:06, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Erê, Serhişk rast gotiye, lê te fam nekiriye? -- Hakîmo (gotûbêj) 14:15, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: biguhere guherîn e; biguhêre guhartin e. -- Hakîmo (gotûbêj) 14:17, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Problem ew e ku di devoka min de eynî ne, ji bonî wê ne ketibû serê min de :) Lê ez vêce fêm dikim, spas. -- Guherto (gotûbêj) 14:28, 29 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

  Şirove

--Rewiye tine (gotûbêj) 20:54, 12 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Ji alîyê rêzimanê ve ez dibêjim "guhartin" rasttir e. Ji alîyê bikaranînê vê nizanim, hejmara çavkanîyên înternetê bi kêr nayê. Ji bonî go tevlîhevî çênebê ez dibêjim ber bibê "guhartin".. -- Guherto (gotûbêj) 18:51, 13 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Brako, dive tu jî navê xwe bikî Guharto :D.--Rewiye tine (gotûbêj) 20:35, 13 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Ji destpêka gotûbêjan ve ez wê difikirîm jixwe, lê em dibêjin "guhertin", ez ê weke "guherto" bihêlim :) -- Guherto (gotûbêj) 17:32, 14 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Mala te ava ji bo çavkanîyan, xuya dike ku "guhertin" xeletîyeke nû ye ji ber ku tenê di ferhengên nû de heye. -- Guherto (gotûbêj) 16:50, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
  Guhartin li gorî Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê hatiye standardkirin. Ji kerema xwe piştî hefteyekê awayên din wek guhartoya guhartin biguherînin.
-- Guherto (gotûbêj) 16:50, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide


Vegere rûpela "guhartin".