Gotûbêj:guhertin

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Guherto ve di mijara Awayê standard de

Awayê standard biguhêre

Li gora kî ev "guhartin" e? Xuya dikê "guhertin" gelekî bêhtir ji "guhartin" di înternetê de tê bikaranîn. Kesek tiştekî li ser van peyva dizanê? -- Guherto (gotûbêj) 09:23, 1 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto, Ghybu, Balyozxane, û Ferhengvan: @Cyrus the virus: Merheba hevalino. Bi ya min jî awayê standard wek "guhertin" e. Û ev yek eşkere ye jî. Divê li gor vê were guhertin. -- Serhishk (gotûbêj) 19:00, 2 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guhertin: Merheba bira. "Guhertin" û "guhartin" du şiklên eynî peyvê ne. Lewma divê tenê yek ji van wek standard hebe, yê din divê bi şablona "bnr"yê were alîkirin. Lê ferqa di navbera "guhertin" û "guherandin"ê de ji ferqa di navbera "guhertin" û "guhartin"ê cudatir dixuye bo min. "Guhertin" û "guherandin" ji ber ku ji hev hinek dûrtir dixuyin ji bo her yek ji van madeyek cuda yê neberalîkirî hebe çêtir e bi dîtina min. -- Serhishk (gotûbêj) 19:05, 2 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Serhishk: Ez li ser "guherandin" tiştekî nizanim lê li gora min jî divê "guhertin"/"guhartin" wek "guhertin" bibe standard. -- Guherto (gotûbêj) 18:17, 6 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto, Ghybu, Balyozxane, û Serhishk: Merheba, hevalên hêja. Min ev gotûbêja nedîtibû lê ez dixwazim tiştekî mihim ji we ra bibêjim: niha rewşa kurmancên me gelek xirab e, u ji ber hindê pir kurmancên me bi xwendin u nivîsîna zimanê xwe nizanin. Divêt ku zimanê bi dêv, ne ê bi nivîsê peyt bibit; divêt zimanê standard (yanî kurmancî) zimanekî hevgirtî bit, yanî zimanekî ku hemî devokan girê didit yek. Meselen, bi devoka min reşwî guhertin (reh -guhêr-) wek gwartin (reh -gwêr-) derbas dibit, u ticar wek *gwertin derbas nabit. Ez guhartin herdem wek gwartin bi lêv dikim lê gava ku ez guhertin dixwînim, carinan xelet bi lêv dikim çunkî bi devoka min *gwertin tine ye. Bi soranî jî gwartin e... Ez naxwazim meselê dirêj bikim lê ji ber ku guhartin ya bûye guhertin, divêt guhartin peyt bibit, daku zimanê xwendinê ji bo hemî kurmancan rihet bibit. Bi devoka min him gwartin heye him jî gwerandin heye. Ez dibêjim peyva guherandin tesîra xwe li bilêvkirina guhartin ê kiriye, u loma guheriye, lê nayê wê maneyê ku em peyva guhartin wek "guhartoyekê" bibînin ji ber ku guhertin ji guhartin hatiye. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:27, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Wîkîferheng:Daxwazên_standardkirinê#guhertin Piştî Dengdana li ser rêzikên standardkirinê hatiye pêjirandin. Em dikarin vê nîqaşê bidomînin. --Balyozxane (gotûbêj) 15:25, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Gelek awayên vê peyvê hene (bnr. Bikarhêner:Guherto/Guhertin). Ez hêjî ya herî rast weke "guhertin" dibînim. Lê go hûn bipirsin "guhartin yan guherandin" ez dibêjim "guhartin". -andin bi min ne rast e ji bonî vê peyvê. -- Guherto (gotûbêj) 15:28, 27 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "guhertin".