Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çêlek çêlek
Îzafe çêleka çêlekên
Çemandî çêlekê çêlekan
Nîşandera çemandî çêlekê wan çêlekan
Bangkirin çêlekê çêlekino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çêlekek çêlekin
Îzafe çêlekeke çêlekine
Çemandî çêlekekê çêlekinan
 
Çêlek

çêlek

  1. (ajal, guhandar) Sewalek mezin e mirov xwedî dikin daku şîrî bide, dema dizê golikan dide; nêrên wan ga ne.
    Hevmane: manga, mange, mêşîn
  2. Hemû heywanên yên girs û guhandar.
  3. (heqaret) Jinên qelew yan xwere.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Têkildar biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *kʷel- (binere çerîn) ku herwiha serekaniya çêl (manga) ya kurdî ye jî. K-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe "ç/s/z", "l" dibe "r".

Ihtimalen têkilî çêrîn anku çerînê: "çêlek = ya ku diçêre/diçere" wek "wêrek = yê ku diwêre". L/R bi hev diguherin. Yan jî ji çê-l-(ek) ji proto-hindûewropî, hevreha ga, bide ber go-l-ik. L/R paşpirtikeke çêkirina navên heywanan e: çêl, dêl, mel, gol-ik / gwêr / gwêreke / gûr, ker, şêr, mir- (miravî, mirîşk), nuwer (nehgon, nogin), derr (berazên mê),

Ev heywan bi kurmancî li hin deveran "çêlek" e, li hinan jî tenê "çêl" (li hin cihan jî navekî din heye, bo nimûne "manga" anku "gayên mê"). Bi soranî jî "çêl" heye lê "manga" zêdetir li kar e.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke navdêrê biguhêre

çêlek

  1. yek çêl (hemû wate)