Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

 
Qulingek

quling

  1. Teyrek girling- û stulkdirêj e
    û dişibe legleganhêlîna xwe li erdê ava dike.
    • Xergûş û xezal û gor û ahû
      Ev qaz û quling û kebk û tîhû
      Ker ker diçêrîn li koh û deştan
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

Navê zanistî biguhêre

Etîmolojî biguhêre

hevreha soranî قوڵەنگ(qulleng), farisî کلنگ‎ (koleng), pehlewî kuleng, ermenî կռունկ (kṙunk), latînî grūs, fransî grue, spanî grulla, latviyayî gar̂nis, lîtwanî garnỹs, yûnanî γέρανος (gêranos), inglîziya kevn cran (bixwîne: kran), inglîziya nû crane (bixwîne: krêyn), almanî Kranich, swêdî tran, rûsî журавль (žuravli)... hemû ji proto-hindûewropî gerh₂- (quling) ji heman rehê gerh₂- (qîrîn, qîjîn) ku dengê wî teyrî ye.

Adeten *g- ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de divê bûbûya "z-" (binêre: zer). Ihtimalen peyva îranî bi rêya ermenî ye loma *g- bûye K (û paşî Q), nebûye Z. Yan jî ji ber sebebên onomatopoetîk e: gazîkirin wek xwe maye.

Ji heman rehê proto-hindûewropî: qîrîn, zirrîn.

غرنوق(ẍurnûq) ya erebî dikare ji zimanekê hindûewropî be (ji îranî yan yûnanî) lê Rajki wê wek peyveka samî dihesibîne û dibêje ku hevreha urnigu ya akadî ye. Hevwateya wê ya din ya erebî jî, كركي(kurkî), dişibe "kuling" ya îranî lê Rajki wê jî wek peyveka samî dihesibîne bê ku hevrehên wê di zimanên din yên samî de bide.

"Turna" ya tirkî ne têkilî wan e lê peyveka hevpar ya rojhilata Asyayê ye, bide ber koreyî "durumi" û japonî "tsuru".

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

quling

  1. Quling