Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

 
Piling (1) anku Panthera pardus.
 
Piling (2) anku Panthera tigris.

piling nêr

  1. (guhandar) Pars, kitikê girkûvîpinpinî (Panthera pardus).
    • لجگر سیه‌کمانان دو هزار تیر رشاندن
      ژ جگر ملا پلنگان بکلاب و پنس کر کر
      اسدان ژ پنجه ڤیران دل و سینه هرشاندن
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    Li ceger siyehkemanan du hezar-i tîr reşandin
    Ji ceger Mela pilingan bi kulab û pens-i ker kir
    Esedan ji pence vêran dil û sîne herişandin
  2. Bebir,
    pisîkek anku kitikek girkûvîxetxetî ye ku bi taybetî li Asyayê peyda dibe (Panthera tigris).
  3. Hemû kitikên gir yên kûvî (Panthera) ji bilî şêran (panter, leopar, jagwar, kugar...).
  4. (mecazî) Zîrek, wêrek, fêris, şêr.

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Têkilî biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-îranî. Hevreha soranî پڵنگ(plling), farisî پلنگ(peleng), peştûyî پړانګ(pṙang), sogdî pranka, sanskrîtî पृदाकु (prdāku). Peyveke kevnar ya Rojhilata Navîn e, bide ber sûmerî 𒊊 (piriŋ, şêr). Yan hevreha yûnanî πάρδαλις (pardalis) û πάρδος (pardos) û latînî pardus lê ihtimalen ev peyvên yûnanî û latînî ji zimanên rojhilatî hatine wergirtin. Ji eynî rehî: pars, leo-par. Peyva îngilîzî tiger, frensî tigre û peyvên wek wan di zimanên ewropî de bi rêya yûnaniya kevn ji îranî tigri- (tîr, tîrê kevanê) ne ji ber ku piling wek tîran zû dilive. Herwiha ببر(bebr) ya erebî jî ji îranî ye, bi farisî ببر(bebr), pehlewî bebr, sanskrîtî व्याघ्र (vyāghrá). Heman peyv ji îranî ketiye zimanên Qefqasyayê jî: ermenî վագր (vagr), gurcî ვიგრი (vigri).

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Îngilîzî biguhêre

Navdêr biguhêre

piling

  1. nijinandin, xirvebûn li ser yek, danan ser hev