pêwend
Bilêvkirin
biguhêreNavdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | pêwend | pêwend |
Îzafe | pêwenda | pêwendên |
Çemandî | pêwendê | pêwendan |
Nîşandera çemandî | wê pêwendê | wan pêwendan |
Bangkirin | pêwendê | pêwendino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | pêwendek | pêwendin |
Îzafe | pêwendeke | pêwendine |
Çemandî | pêwendekê | pêwendinan |
pêwend mê
- Şert û merc an jî rewşa ku tê de tiştek çêdibe an diqewime ku alîkariya ravekirina rewşê dike.
- Toponomî qadeke zanistî ye ku xebatên li ser navên erdnîgarî di nav xwe de dihewîne. Ji aliyê bikaranîna wê ya nûjen û sepandina wê ya navên erdnîgarî ve, toponomî babetên balkêş ên wekî ziman, erdnîgarî û nasnameyê digire nav xwe û hemûyan li gorî pêwenda dîrokî, çandî û polîtîk ya dinyaya modern bi cih dike. — (Nexşeya Zimanî ya Erdnîgarê û Nirxandineke Mîkrotoponomîk li ser Gundê Qopiza Jorîn, Ömer Delikaya)
- Beşên vegêranekê ku peyv an jî metinekê radipêçin û wateya wê şirove û eşkere dike ango teksta ku gotinek tê de heye û bi xêra hemû tekstê wateya wê gotinê baştir diyar dibe; peywend, kontekst.
- girêdan, bestîn, gehînek, têkilî, pêbend, pabend
- Kan qewl û qerar û ‘ehd û pêwend
Peyman û qesem, yemîn û sewgend? — (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ~1692) - ... Derheq ‘esmana da: Bê girêdan tertîbek da bilindî û nivzî ya wê û kelşên wê dan hev û li nav beyna her yêkî û cûta wê da pêwend (girêdan) çêkir, û zehmetê bilind bîna bo ‘esmana û jûrde hatinê – ji bona melaîketan ku fermanên wî tînin xarê û ‘emel û kirya-rên benda dibin jorê – rihet û sehl kir... — (Nehc-ul Belağe (Xeberdan, Nivîsok û Axiftinên hekîmane yên Imam ‘Elî selamên Xuda lê bin), Seyidê Rezî, wer.Seyid ‘Elî Huseynî Bohtî)
- Kan qewl û qerar û ‘ehd û pêwend
- (rêzimanî) gihanek, peyva ku riste an jî tevokan bi hev re girê dide an jî di heman tevokê de hemahengiya peyvan durist dike.
- Pêwend peyvin du peyva, du grêya (phrase), du hevokên sade, du hevok ên awête (complex), an pitir(bêtir) pêkve (biyekve) girê didin — (Rêzman a Kurdî, Dr. Îbrahîm Remezan Zaxoyî)
- Bendikê kurt ê ku ji kindir hatiye çêkirin.[1]
- Me dî ji wê koma bêjimar xortekî ciwan li hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîretşînas; "Mihemedê kurê Seîdê Deqorî" derket. Peywend û zincîrê jîne qetandin, weke şêrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir, kiirangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihîşt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der. — (Agirê Sînema Amûdê, M. Ahmedê Namî, weş. Roja Nû, 1987)
Ji wêjeya klasîk
biguhêre- Huccac sifet bibînin ihram
Pêwend bike pêk ve bisk û xalê
Şîraze ke mushefa cemalê — (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ~1692)
Herwiha
biguhêreEtîmolojî
biguhêreJê
biguhêreWerger
biguhêreRengdêr
biguhêrePozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
pêwend | pêwendtir | herî pêwend pêwendtirîn |
pêwend
- têkildar, pêwendîdar, eleqedar
- Jibo ku li ser ziman û dîrok û cografya û abûrî û sosyolojîya Kurd lêgerîn bên kirin, pirtûk bên weşandin, û ji bo ku di nava Kurdan da zanînên hevdem bên belavkirin, dê komeleyek bi navê "Komela Kurd jibo belavkirina Zanînê û Wêşanan" bê sazkirin. Ji bo vê yekê, daxwaz ev e ku kesên pêwend, roja 10ê Kanuna Paşîn roja înê piştê nîvroyê saet di 2an da, werin Komela Kurdistanê(Kurdistan Cemiyeti) ya ku li kuça pey Dîwana Hesaban(Divan-ı Muhasebat) di koşka Behçet Paşa da ye — (Jîn, M. Emîn Bozarslan)
Werger
biguhêreÇavkanî
biguhêre- Mistefa Aydogan, Zana Farqînî, Newzad Hirorî, Huseyin Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî, Reşo Zîlan, Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, Stenbol, Rûpel (Amadekarê weşanê: M. Malmîsanij), 2012, 307 r. (ISBN 978-6058651616).
- ↑ Ferheng, Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Mustafa Gazî