Pêşgir

biguhêre

me-

  1. Pêşgirek e dikeve gel lêkeran û maneya fermaniya neyînî didiyê.
    Hevmane: ne-
    Meke!Nabe ku tu bikî.
    Meçin!Nabe ku hûn biçin.
  2. Pêşgirek e dikeve gel navê hin ajelan û diyar dike ku ew ne.
    (baştir) Hevmane: ma-, mê-
  3. -geh, cih, der, dever
  4. mi-, kesê ku
  5. Pêşgireka navderker (substantîv) e.
    metirsî, mebest, misoger

Etîmolojî

biguhêre

(Raman 1): Bi maneya "ne-" û bi maneya "" ji zimanên îranî, hevreha soranî me- (meke! = meke/neke!), pehlewî ma- (mekun! = meke/neke!), têkilî ne-.

(Raman 3, 4): Ji erebî مِـ(mi-) yan "cihê ku" ji erebî مَـ(ma-).

(Raman 5) Hevreha -men, -emenî, -me. Ji proto-hindûewropî *-mn̥. Cih guhartina ji paşgirekê bi pêşgirekê tenê di kurdî da hatiye dîtin.