Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurmanc kurmanc kurmanc
Îzafe kurmanca kurmancê kurmancên
Çemandî kurmancê kurmancî kurmancan
Nîşandera çemandî kurmancê kurmancî wan kurmancan
Bangkirin kurmancê kurmanco kurmancino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurmancek kurmancek kurmancin
Îzafe kurmanceke kurmancekî kurmancine
Çemandî kurmancekê kurmancekî kurmancinan

kurmanc mê û nêr, k-ya nerm, r-ya nerm

  1. Kurdên ku bi kurmancî dipeyivin.
    • Wê kêlîkê zarokên ku li sikakê li eydê digeriyan erîşî şekirên qul-qûlî û yên di nava qesebên zêrînî de kirin. Zarokê bajariyan wan rojan av li zarokên kurmancan venedixwarin. — (Arjen ArîBîhoka Li Pişt SînorAvesta2010, r. 41)
  2. Kurd, hemû kurd.
    • Mın ev nıvîsî ne jıbo sahıb rewacan
      Belkî jıbo bıçûkêd Kurmancan
       — (Ehmedê Xanî (wergêr M. E. Bozarslan), Mem û Zîn, Gün Yayınları, 1968, r. 16)

Bikaranîn biguhêre

Berê kurdên ku Badînî (a ku jê re niha tenê "Kurmancî" tê gotin hemûyan), Soranî û Pehlewanî (Feylî, Kelhorî, Kirmaşanî û hwd.) qise dikin tev jî ji xwe re "kurmanc" an jî guhartoyeke wê digotin lê niha tenê li Bakur û Rojavaya Kurdistanê maye. Ji aliyê ên ku hê ji xwe re kurmanc dibêjin ve wek hemû kurdan tê bi kar anîn. Ji helbesta klasîk tê dîtin ku "Kurd" aliyê malmezin û rêvebiran diyar dikir û Kurmanc jî gelê rojane diyar dikir.

Herwiha biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji kurd + manc anku "mad" anku med. Zêdebûna n li kêleka d/t/c di zimanên îranî û nexasma di kurdî de berbelav e, binêre tanc, sûnc, derence, fersend... Anku *mad > *mand > manc, ku tê wateya ku peyva bi maneya "gelê med" di kurdî de manc e. Guhartoyên cihê wek "kurdmanc, kirmanc, kumanc" jî berê peyda dibûn lê niha kêm e.

Werger biguhêre