Rengdêr

biguhêre

homograf

  1. peyvên hevtîp,
    peyvên ku wek hev tên nivîsînwateya wan û carina gotina wan jî ji hev cuda ye
    "Par" (sala borî) û "par" (behr, pay, parçe) homograf in lê ne homofon in anku wek hev tên nivîsîn lê wek hev nayên xwendin û wateya wan jî ji hev cuda ye."
    "Ber" (berhem), "ber" (kevir) û "ber" (li ber, li pêş) hem homograf û hem jî homofon in anku wek hev tên nivîsîn û hev tên xwendin û wateya wan ji hev cuda ye.

Bide ber

biguhêre

Ji wêjeyê

biguhêre

Gelş û arîşeya bingehîn di ç, k, p, r û t’yê de ye. Bi rastî di hin peyvan de, bi heman tîpan nivîsandina wan, mîna kar (şixul) û kar (karik, kara bizinê), par (sala çûyî) û par (pay, behr, hîse), ta (bend, dezî) û ta (nexweşîna tayê) û hwd. ji bo kesên ku baş bi kurdî nizanin dibe sedema bilêvkirineke ne rast. Lê divê em ji bîr nekin ku di gelek zimanan de jî rewşeke wiha heye, ango peyvên homofon û homograf hene û ev jî dîsan mijara fonetîk û rastnivîsê ne. Belê peyv hene ku nivîsandina wan eynî lê belê telafuz û wateya wan ji hev cuda ye, peyv jî hene ku nivîsandin cuda, wate cuda lê belê îcar bilêvkirina wan eynî ye. Wek mînak, peyva tîr (tîra kevan) û tîr a bi wateya dewê tîr jî nivîsandin eynî, bilêvkirin eynî lê mehneyên wan ji hev cihê ye. Tiştên wiha jî hema hema di hemû zimanan de hene.

(Zana Farqînî: Bera kêmasiyên alfabeya me hene?!, Amidakurd.com, 5/2011)

Etîmolojî

biguhêre

Ji homo +‎ -graf.