Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
eblû eblûtir herî eblû
eblûtirîn

eblû (Elegez, Qefqasya)

  1. qilêr, kirêt, kirh, ne bedew, ne ciwan, ne delal, ne rind, ne spehî, ne xweşik, kesa/ê yan tişta/ê dêmê wê / wî anku xuyanga wê / wî ne bi dilê mirovî.
    • Derdê wê hindik bû,
      Yeke eblû jî anîye.
       — (Heciyê Cindî, MESELOK Û XEBEROKÊD CMAETA KURDA, Yêrêvan, 1985.)
    • Cîkî wаnа vir sаxlem nehêlin
      Û kurdêd egît eblû kirin.
       — (Qaçaxê Mirad, Bihara Teze, Yêrêvan, 1965)
    • Li ser sîngê te
      Hatin, hev ketin.
      Xeml û rewşa te,
      Birc û hewşê te,
      Tev eblû kirin
      Û ser raketin.
       — (Rizalîyê Reşît, Xem û Xiyal, Yêrêvan, 1982)
  2. qirêj, pîs, ne paqij, ne pak.
  3. navê tiştekî qirêj, pîs, û xirab kirin.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji peyva eybê derbasî zimanê azerî-teterî bûye, û ji wir jî wek ayıplı, eyiplû, eyiblû, , wek halê dawî bûye eyblû, eblû ketiye ser zar û zimanê kurmancên Kavkazê.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.